-
Deutschland 1,50 Euro | Danmark 15,00 DKK | France 1,50 Euro |
Nederland 1,80 Euro | Schweiz 2,70 CHF | Sverige 21,00 SEK
Xwînerên Rûdawêbêtir dizanin
Rekl
am
Hejmar/Nr. 59 | 24 Tebax /August 2010 | www.rudaw.net |
[email protected]
ÇAPA EWRÛPA
’Abdullah Ocalan wê azad bibe’
4 191631 701506
0 0 0 3 5
9 771869 104000
3 4
Gre
at
Brita
in
Omer Kilol yê ku 31 sal in li ser keran lêkolînan dike, bi
navê“Grûpa Kerên Kurdistanê” konferansek lidarxist û radyoya
‘DengêZirînê’ vekir û dibêje ku 15 hezar endamên partiya wî hene.
Kilolgazincan ji Hikûmeta Herêmê dike û dibêje “Ger hikûmet soza
ava-kirina axurê keran pêk neyîne, ez ê welat biterikînim.” u7
Axûrê keran avanekin ez ê welatbiterikînim
11t
Dunya TVMidûrê Dunya TV behsa qenala xwe ji Rûdawê re kir
u10
Setrenczanên KurdJi bêpereyî diçin ji bo tîmên Bexdayê
dilîzinu15
Tabloyên serhildêrArîf Sevînç bi tabloyan serî hildide u8
Reklam
Hejarî zarokênKurdistanê neçarîkarkirinê dikeu11
Hejarî zarokênKurdistanê neçarîkarkirinê dikeu11
Piştî ragihandina agir-besta yekalî ji aliyêPKK’ê ve, hêviya
çare-seriyek aştiyane ya pirsaKurdî li Bakurê Kurdistanêdîsa geş bû
û gelek berpir-sên Tirk û Kurd bi hêvî ne kuev agirbest bi meha
Reme-zanê ne sînordar be. Yek jiwan siyasetmedarên ku bi vêyekê
bawer e ku ev agirbestji yên berê cudatir e, Sekre-terê Berê yê
PDK’ê û yekemserokê Parlamena HerêmaKurdistanê Cewher Namiq e.Namiq
ji Rudawê re got kurojekê Ocalan wê bê berdanû guftûgo wê li gel wî
bênkirin û Pirsa Kurdî têne di-kare di navbera Qendîl,Amed û Enqere
de bê çare-ser kirin. u2/3/14
www.
arsiv
akur
d.or
g
-
Soran û Arî Hewlêr
Roja 16’ê Tebax a2010’an cenazeyêSakar Selîm Elî (19) diyadu
zarokan ku li taxa Za-nayan a Hewlêrê rûdinişt,
li ser cadeyeke taxa Xan-zad hat dîtin. Niha bav, bi-rayekî wê û
4 mamênSakarê hatine binçavkirin:Birayê Sakar, Serkar Selîmîtiraf
bi encamdana ta-wanê kiriye û sedema
kuştina wê jî îxanetkirinaxwîşka xwe hesibandiye.
Rêvebirê Dûvçûna Tun-dûtûjî ya li Dijî Jinan liHewlêrê, Jîlemo
Ebdulqa-dir, diyar kir ku hevjînêSakarê doz li dijî wê veki-
ribû ji ber ku wî ew digelmêrekî din re dîtiye û îxa-net li wî
kiriye. Jîlemo got:“Sakar û xortê tometbar-kirî hatin binçavkirin
ûpiştî demekê hevjînê Sa-karê bi pere digel wî mêrîlihev hatin.
Vêca wî dest jidozê berda û her du azadbûn û dosye hat
daxistin.”
Dema Sakar hat azadki-rin newêra biçe malê,loma çû Navenda Newa
yaParastina Jinan li Hewlêrêû mehekê li wir ma. Cîra-neke Sakarê
dibêje ku ewbi pismamekî xwe re ze-wicîbû, lê eşkere bû kuSakar ji
xortekî din hezdike, piştre gefên lêdan ûkuştinê lê dikin. Li
dawiyêtên girtin û paşî diçe Na-venda Newa. Hevjînê Sa-karê dibêje
niha jî ez bi wêrazî me, lê bavê Sakar nerazî bû.
Piştî mehekê Sakar dax-waz dike ku rê jê re bêdayîn ku vegere
nav kesû-
karên xwe. Neqîb Jîlemodiyar dike: “Dadwer biryarstand ku Sakar
biçe cemxizmên xwe, bavê Sakarê jîsozname îmze kir ku ewêkeça xwe
biparêze.”
Heman şeva ku Sakardiçe malê, bav, bira ûmamê wê li ser
kuştinawê lihev dikin û wê diku-jin û meytê wê davêjin.Neqîb Jîlemo
da xuyaki-rin: “eşkere bû ku di dest-pêkê de Sakar xeni-qandine û
piştre bi kêrêserjêkirine.”
Niha cenazeyê Sakarê liNexweşxana Rizgarî yaHewlêrê ye û kesî
dax-waza wê nekiriye. Efser Jî-lemo Ebdulqadir dibêjeku piştî
bûyerê 4 mamênSakarê, bav û birayekî wêhatine girtine ”birayê wêyê
20 salî îtiraf kiriye kuwî xûşka xwe kuştiye, lêmam û bavê Sakar jî
hay-darê kuştina wê bûne ûrazî bûne.”
Bawer Çem Amed
Karsazên Kurd ên li Amedê,biryara “bêçalakiya PKK’ê”di cih de
dîtin û xwestin ku evagirbest jî weke 16 agirbestênberê neyê
hebakirin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pî-şesaziyê ya Amedê (DTSO)
GalîpEnsarîoglu û Serokê KarsazênAmedê (DÎSÎAD) Raîf Turk, der-barê
agirbesta PKK’ê ya ku heta20’ê îlonê bidome de, nêrînênxwe ji
Rûdawê re parve kirin.Galîp Ensarîoglu, diyar kir ku ewgirîngiyeke
mezin didin agir-besta ku ji aliyê PKK’ê ve hatiyeîlankirin û xwest
ku ev agirbestjî weke ên din neyê hebakirin.Ensarîoglu bal kişand
ku civakhem bi kuştina PKK’iyan û hemjî bi kuştina leşkeran êşiya
ye ûwiha got: “Em dixwazin ev agir-best bi mehekî bi
sînornemîne.Divê dewlet bi awayekîvê yekê binirxîne û
çareseriyekeberfireh ava bike. Divê şert ûmercên ku careke din li
Tirki-yeyê çek neyên bikaranîn bênamadekirin. Vê agirbestê şan-seke
din da, divê ev fersend başbê bikaranîn.” Ensarîoglu, ji boku di vê
referandûma pakêta ma-keqanûnê de “erê” derkeve,xwest BDP biryara
xwe ya boy-kotê careke din binirxîne û wihaaxivî: “Ger di
referandûmê de‘erê’ derkeve, hem wê Tirkiye zê-detir demokratîk
bibe û hem jîhikûmet wê bikaribe gavên me-zintir bavêje.”
Ensarîoglu, bal ki-şand ser daxwazên PKK’ê û jihikûmetê daxwaza
“bendava ji
sedî 10 daxe û hemû girtiyên si-yasî serbest berde” kir.
Ensarî-oglu, bal kişand li ser rola RêberêPKK’ê Abdullah Ocalan a
di vêpêvajoyê de û da zanîn ku ban-dora Ocalan pir e û ji bo ku
Oca-lan bikaribe di vê pêvajoyê de rolbigre, şert û mercên wî bên
baş-kirin. “Ez di wê baweriyê de mejixwe bi Ocalan re muzakere
tênkirin û divê ev pêvajoya çareser-kirinê zêde neyê
dirêjkirin.”
“Em makeqanûneke sivîldixwazin”
Serokê DTSO’yê Ensarîoglu,destnîşan kir ku ewê di referan-
dûma 12’ê îlonê de weke 14 sa-ziyên karsazan dengê “erê”
bikarbînin û sedema vê yekê jî wiharave kir: “Emê piştî 13’ê îlonê,
jibo pêkanîna makeqanûneke de-mokratîk û sivîl a nû, dengê
xwebilind bikin. Em dizanin ku ma-keqanûna 1982’an bi guherînênkêm,
sererast nabe. Ji ber vê yekêem karsaz di wê baweriyê de neku
pirsgirêka makeqanûnêencax bi makeqanûneke nû yanûjen çareser
bibe.” Ensarîoglu,da zanîn ku di şert û mercên Tir-kiyeyê de carna
rewşên ku mirovnikare makeqanûnê bi temamîsererast bike pêk tên, ji
ber vêyekê ew piştgirî didin reformênku têne kirin.
‘Bila agirbest bê dirêjkirin’
Serokê DÎSÎAD’ê Raîf Turk jîbersiv da pirsên rojnameya me ûxwest
ku ev agirbest jî weke êndin careke din veneguheze şerekîdijwartir.
Turk, nêrîna xwe wihaanî zimên: “Ev biryara agirbestêya PKK’ê
biryareke baş e lê hetaîro agirbestên wiha pir çêbûn. Bivan
agirbestan tu caran metirsi-yên civakê ji holê ranebû. Di vir
debehsa agirbesteke pir wext kin têkirin. Bi ya min ger PKK dema
‘bê-çalakiyê’ dirêj bikira, wê hikûmetjî di nava vê pêvajoyê de
fersendalêhûrbûnê bidîta. Di vê demê dehikûmet dikaribû însiyatîf
bikarbîne. Lê di nava mehekî de, di po-
lîtîkayên girîng de zêde pêşketinnikare çêbe. Ger çêbe jî wê
surp-rîz be.” Raîf Turk, destnîşan kir kuger di agirbestên berê de
operas-yonên leşkeran nesekinîbin di vêagirbestê de qet
nasekine.
‘Hikûmet jî ne rihet e’
Raîf Turk, xweziya xwe ya ji boagirbestê bi van gotinan
vegot:“Xwezî bi mehekî nehate bisînor-kirin. Ger biryara dema vê
agir-bestê heta hilbijartinên giştîhatiba dirêjkirin, ji bo
çareseriyêwê baştir bûya. Di vê demê de, dicivakê de jî wê hewayeke
nermtirava bûya. Çimkî ev pirsgirêkên jirêzê nîn in û ev pirsgirêk
ji êvarêheta sibehê çareser nabin. Bi yamin hikûmet di tengasiyê de
ye.Hikûmet pir rihet nîn e. Çimkî lipêşiya hikûmetê astengiyên
piralîhene. Ji bo ku hikûmet jî bikaribehinekî rihet bike, bi ya
min biryarheta hilbijartinên giştî bê dirêjki-rin, wê baştir be. Ez
weke kesbawer nakim heta hilbijartinêngiştî neqedin, gavên wisa
girîngbêne avêtin. Li hemberî hikûmetêmuxalefeteke piralî heye.
Dibe kupiştî referandûmê hin gavan ba-vêje, lê gavên mezintir encax
piştîhilbijartinê bavêje.” u14
Karsazên Kurd makeqanûneke nû dixwazin
Serokê Karsazên Amedê (DÎSÎAD) Raîf Turk Serokê DTSO’ya Amedê
Galîp Ensarîoglu
Rojev Rûdaw2 Hejmar 59
Rojnameyeke siyasî û heftane
XwedîRudaw Media GmbH
Serokê Civata RêvebirNûredîn Weysî [email protected]
SernûserAko Mihemed [email protected]
Rêvebirê NivîsînêNasredîn [email protected]
RedaksiyonFirat Kelehkîkelehkî@yahoo.com
Azad Kurdî[email protected]
Besam Mistefa [email protected]
Sîdar Bengîn Epozdemir [email protected]
DîzaynerHamdullah Yumlu
Îdare û belavkirinMustefa Sefîq Edilbî [email protected]
Şêwirmendê yasayî û aborîDipl. Kfm. Abdulletif
[email protected]
NavnîşanRudaw Media GmbHGutenbergstr. 63a50823 Köln/Germany
Telefon: +49 (0) 221-26 00 40 02 Telefax: +49 (0) 221-26 00 49
81 www.rudaw.net [email protected]
Rûdaw bo nivîsên ku bi nav tên weşandin ne berpirsyar e.© Hemû
maf parastî ne
Karsazên Amedê, çareseriya pirsgirêka Kurd û
pirsgirêkênTirkiyeyê di makeqanûneke nû ya sivîl û demokratîk de
dibî-nin û daxwaz dikin ku agirbest bê dirêjkirin
Agirbesta meha RamazanêAgirbesta meha Ramazanê
Bi tometa ku destê wan di bûyerê de heye, 4 mam, bav û birayekî
jina kuştî hatin girtin
Li Hewlêrê jinek piştî xeniqanê hat serjêkirin
www.
arsiv
akur
d.or
g
-
RojevRûdaw 3Hejmar 59
Çar hefteyan piştî tûfana li Pakîstanê, rayedarên wî welatî
daxuyandin ku li ser hawarên wan ên alîkariyê hetaniha ji seranserê
cîhanê soza derdora 1 milyar Dolar alîkarî ji wan re hatiye dan. Di
encama dijwartirîn tûfana80 salên borî li Pakîstanê, ku ji pencan
yekê rûerda welêt di bin avê de ma, derdora 6 milyon Pakîstanî
bêmalmane û 20 milyon mirov jî ji ber vê karesatê zirar dîtine û
heta niha bêtirî 1500 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Piştî tûfana li Pakîstanê: Sozên alîkariyê gihişt 1 milyar
Dolar
Rûdaw: Agirbesteke 40 rojîji aliyê PKK’ê ve hat rage-handin.
Piştî 6 agirbestênberê dîsan şer qewimî, li gorwe îhtîmal heye vê
carêcuda be?Cewher Namiq: Hêvîdarim ev agirbesta yekalî yaPKK’ê
agirbesteke dawî ûencamdar be. HikûmetaTirkiyê bi serokayetiya
Er-dogan vê pêngavê bi cidîwerbigre û derfetê ji destêxwe bernede
[…]. Ev zêdeyî25 salan e ku PKK rêberiyabizava rizgarîxwaz û
şoreşaBakurê Kurdistanê, wek şo-reşa herî dirêj û
xebatapêşmergayetî ya siyasî ûcemawerî ya berdewam a
neteweya me, dike. […]Herwiha îro rasterast nê-zîka sed civatên
şaredari-yan, di nav de paytextaBakurê Kurdistanê, Amedarabûn û
berxwedanê, bi-rêve dibe. Li gor 6 agirbes-tên berê, guman
heyeHikûmeta Erdogan bi awa-yekî erênî û hekîmaneberbi vê agirbestê
ve bê.Aliyê baş ê vê agirbestê sî-nordariya wê ye, agirbes-teke bi
şert û merc ûbername ye, derfeteke dina PKK’ê ye ku bi
ruhiyetajixwebaweriyê û bi hêzagelê me yê Bakur û hev-dengî û
hevsoziya nete-weya me û tevahiya azadî-
xwazan, wek însyatîfekêdatîne pêş Erdogan, ne-maze di vê
pêvajoyê de kupir nemaye ji bo referan-dûma 12’ê Îlonê ku ji
Erdo-gan û partiya wî reçarenûsaz e.
Pirsa Kurd li Bakurtenê di navbera Qen-dîl, Amed û Enqeretê
çareserkirin
Serokê Herêma Kurdis-tanê Mesûd Barzanîdestxweşî li
ragehandinavê agirbestê kir û daxwazkir ku zêdeyî 40 rojan bi-dome.
Herwiha NêçîrvanBarzanî bi navê PDK’êdestxweşî kir û xwest
kuagirbest dûalî û demdirêjbe ji bo çareseriyeke aşti-yane. Ev
helwêst li baPKK’ê jî cihê razîbûnê bû.Murad Karayilan daxwazkir
Barzanî di vî warî derolekê bilîze. Hûn çawaberê xwe didin van
hel-wêstên Kurdan, bi bawe-riya we ev yek wê Tirkiyêhan bide ku vê
carê biawayekî ciddîtir reftarêligel vê agirbestê bike?Herêma
Kurdistanê ji boserxistina vê agirbestê di-kare çi bike?Ev daxuyanî
û helwêst
karên baş in, lê bi tenê têrnakin û divê helwêstên bi vîrengî
bên ronkirin. Dibe piş-tîvanî û hevkarî û heta cihekîjî guşara
zîrveya desthilataHerêma Kurdistanê û bi tay-betî PDK û YNK’ê wek
duhêzan û dostên HikûmetaTirk pêwîst be. Ev herduhêz, di warê
niştîmanî, nete-weyî û mirovî de, erkê ser
milê wan e roleke wan a bi-bandor û berçav hebe di vêderbarê de.
[Birêz CewherNamiq li vir 10 xalan wekîsedem rêz dike ku çima
pê-wîste serkirdayetiya Başûr diçareserkirina Pirsa Kurdî liBakur
çalak bibe. Van 10xalan di www.rudaw.net debixwine. Rûdaw]
Ji ber van sedeman û ge-lekên din jî, asta bilind adesthilatê li
Herêma Kur-distanê xwediyê kartekebihêz e. Ger xwedî îrade be,wê
gelek baş be piştevanî ûalîkariya birayên me yênBakur bike. Bi
baweriyamin xwedî derneketin lipirsa netewî û piştguhavê-tina
tawanên dagirkerênKurdistanê, desthilata He-rêma Kurdistanê xurt
nake,pêşeroj û ezmûna me yaBaşûr misoger û ewle nake,dagirker
baweriyê bi wannakin, giraniya nîştimanî ûherêmî û navdewletî
la-waztir dike, raya giştî yaKurdistanê wê ji wan hêrsbe û derfetan
jî ji destbidin. Pirsa Kurd li Bakurtenê di navbera Qendîl,Amed û
Enqere tê çareser-kirin û Hewlêr jî bo wêpirsê û Partiya Aştî û
De-mokrasî (BDP) li Bruksel ûWashîngtonê nêzîktir û gi-ringtir e,
bi mercekê kupiştgirî û hevkariya hevbikin. Serokatiya
HerêmaKurdistanê û hikûmeta liBaşûr, piştî ku PKK û BDP’êdaxwaza
navbeynkarî û nû-neratiyê jê kir, heq e ew jîgiraniya manewî û
darayîya xwe derxe holê.
Gelo niha asoya çareser-kirina pirsa Kurd li Tir-kiyê derketiye
hole? BeşîrAtalay dibêje ew ne
amade ne ligel Ocalan ûPKK’ê rûnin, lê amade neligel BDP’ê û
Ehmed Turkji KCD’ê bicivin.Demeke dirêj e asoya ça-
reserkirina pirsa Kurd liBakurê Kurdistanê derke-tiye holê. Êdî
ew pirs ji astametirsiyê derketiye, înkar-kirin, komplo û
hewlênçewt nikarin bighin hawaraHikûmeta Tirk. Daxuyani-yên
rayedarên Tirk, Atalayjî di nav de, lîstikeke kudema wan derbas
bûye.Her gaveke cidî ji bo çare-serkirina pirsa Kurd liBakur bêyî
PKK û BDP’êhewleke bêencam û gu-manbar e.
Bêyî çareserkirinadoza Kurd, pirsa bi-cîhkirina demokra-siyê
tenêderbaskirina demêye
Hûn çawan li dirûşma ‘De-mokrasî ji bo Tirkiyê ûXweseriya
Demokratîk jibo Bakurê Kurdistanê’ di-nêrin ku niha bûye dax-waza
Ocalan, PKK ûBDP’ê?Tevgera rizgarîxwaziya
Bakur bi xwe bi hûrî û hiş-yarane diruşm û xwestekênxwe ji bo vê
qonaxê destnî-şan dike. Bêyî çareserkirinadoza Kurd, pirsa
demokrasîû cîhgirkirina demokrasiyêtenê derbaskirina demê
ye.Bingeha demokrasî û azadi-yan qebûlkirina hebûn ûmafê wekhev e.
Ji ber tiştekîne mantiqî ye dewlet û Hi-kûmeta Tirk behsa azadî
ûdemokrasiyê bikin û xelkê
din jî pesna wan bide û pişt-giriyê bidin wan, lê diheman demê
de mafên zê-deyî 20 milyon mirovan,yan çendîn milyon kes ji
ne-teweyên din ên wî welatî,binpê bike, tevgera wanwek terorîst û
cudaxwaz bi-hesibîne.
Li gor we rojek wê wereku bi Ocalan re gotûbêjbêne kirin û bê
azadki-rin?Belê, ez texmîn dikim û
mafê wî ye. Mayina bi wîawayî li girtîgehê tawanekedin a dewleta
Tirk e, mixa-bin heta niha aliyên siyasîyên Kurdistanê bi giştî
ûdesthilata Herêma Kurdis-tanê bi taybet bi hûrî balaxwe nedane vê
meseleyê.Bi baweriya min dema wêyekê hatiye, ger dereng jînebe, di
asta Herêma Kur-distanê û netewî û cîhanîde ji bo vê pêvajoyê
xebatbên kirin.
Hûn çawa li wan hewlên jibo lidarxistina KongreyaNetewî ya
Kurdistanê di-nêrin?Hêvî dikim cidî be. Bi ru-
heke berpirsane kar jê rebê kirin. Bernameyeke başjê re bê
amadekirin. Bêgu-man ger di hilbijartina ali-yan de ferq û cudahî
ûneqandîn yanî veto nebe,wê xebatên wê bi awayekîserkeftî ber bi
pêvajoya da-nîna stratejiyeke neteweyîbimeşin. Lidarxistina
wêkonferansê wek xebatekehemdem a gelê me dihesi-bînim, şanazî û
rûmetekemezin ji bo serkirdeyên He-rêma Kurdistanê dibe, gerkarekî
wiha bikin.u14
Sekreterê berê yê PDK’ê Cewher Namiq:
Rojek tê Ocalan têazadkirin û gotûbêjligel wî tên kirin
“Ger bersiva Hikûmeta Tirkiyê ji boagirbestê ne pozîtîv be, mafê
Kur-dan heye di referandûma 12’ê Îlonêde bi ‘Nexêr’ deng bidin”
Li Bakurê Kurdistanê niha cudahiyek derketiye holê,hinek partî û
xelkê Bakur dibêjin em ê deng bidin guher-tinên Destûra Bingehîn li
Tirkiyê, ji ber destûra nû Tir-kiyê demokratîk dike. PKK û BDP jî
dibêjin em deng jê renadin, ji ber tê de çi behsa mafên Kurdan
nehatiye kirin.Nerîna te di vê derbarê de çi ye, li gor te Kurd
bêjin ‘Belê’yan ’Nexêr’?Cewher Namiq: Ev bi nav guhertin û
referandûm tenêproseyek e ji bo zêde mayina AKP’ê li ser desthilatê
ye,ne ji bo demokratîkirina Tirkiyê. Ji ber ger destûrekKurdan û
neteweyên ne Tirk înkar bike û hemû welati-yên Tirkiyê Tirk
bihesibîne û bi peyvekê jî navê Kurdantê de tune be, çawa
demokratîk dibe? Dibe ji bo Tirkandemokratîk be, lê bo me çi! Ev
gava ku rûbirûyê Erdo-gan û partiya wî û aliyên din hatiye, yek ji
qonaxên herîhestyar ên dewleta Tirk in. Biryara PKK û BDP’ê
birya-reke realîst û hestkirin bi berpirsyarî û bawerî bi xwehebûnê
ye. […] Tevgera me li Bakur li ser zarê serokênBDP’ê mercên
dirêjkirina agirbesta şer xistine rojevê,ger bersiva wan erênî
nebe, mafê gelê me yê Bakur bigiştî ye ku di referandûma 12’ê Îlonê
de dengê ‘Nexêr’bidin.
Siyasetmedar û yekem Serokê Parlamena HerêmaKurdistanê Cewher
Namiq Salim derbarê asoyênli pêş Bakurê Kurdistanê piştî agirbesta
7’an aPKK’ê, erkên ku di vî warî de dikevin ser milê serkirdên
Herêma Kurdistanê, herwiha derbarêreferandûma 12’ê Îlona 2010’an li
ser pakêta kuAKP’ê ya desthilatdar li Tirkiyê amade kiriye, bersiva
pirsên Rûdawê dan
www.
arsiv
akur
d.or
g
-
Firat Baran Enqere
Dema ku Tirkiye amadekariyareferandûma 12’ê Îlonê dike,di qada
siyasetê de jî dijbertiyênbalkêş derdikevin holê. Sê eniyêndijber
ên wek ‘Erê’, ‘Na’ û ‘Boykot’derketin, lê ya herî balkêş îtifakêndi
navbera aliyên guhertinxwaz ûstatuperest de ye, ku di dîroka
si-yasetê de mînakên wisa derneke-tine. Mînak, mirov dikarepartiyên
faşîst û komunîst li cemhev, laîk û îslamîst li cem hev, anjî
partiyên netewperestên Tirk ûpartiyên ku doza mafên Kurdandikin, li
cem hev bibîne.
Helwestên partiyên siyasî yên kudi pêvajoya referandûmê de
derke-tine û bûne wek enî, wiha ne:
Eniya ‘Erê’
Pêşengê eniya ‘Erê’ partiya kumîmartiya guhertina Makzagonê
dike, AKP ye. AKP jî guhetinan têrnabîne, lê dibêje ku eger
referan-dûm bê pejirandin em ê karibindi pêşerojê de guhertinên
herîmezin bikin.
Partiya Saadetê (SP) ku wekdayika AKP’ê tê zanîn û
bingehasiyaseta wan yek e, herwiha par-tiya Abdullatif Şenerê ku ji
AKP’êqetiyabû, Partiya Tirkiyê (TP)herçiqas di gelek mijaran de
dij-bertiya AKP’ê bikin jî, di referan-dûmê de wê bêjin ‘Erê’.
Partiyanijadperest a ku senteza Tirk-Îslam diparêze, Partiya
YekitiyaMezin (BBP) jî wê di referan-dumê de dengê ‘Erê’ bide.
Partiyên Kurdan HAK-PAR ûKADEP jî pakêta guhertina Make-zagonê
têr nabînin, lê ji ber ku jiya niha çêtir dibe, ragihandin kuew ê
‘Erê’ bikin.
Di qada siyaseta çepgir de jîtenê Partiya Demokrasi û Wekh-eviyê
(EDP) û Partiya KarkerênŞoreşgerên Sosyalist (DSİP) wê
piştgirî bidin referandûmê.Herdu partiyan jî ragihandin kupakêta
guhertinê têr nake, lê jirewşa niha çêtir e û erêkirin nayêwateya
hevalbendiya AKP’ê, lê ar-manca wan demokratîkbûnaTir-kiyê ye.
Eniya ‘Na’
Eniya ‘Na’ bi hejmara endamênxwe yên dijber eniya herî rengîne.
Partiyên ku xwe wek sosyal-de-
mokrat dibînin, CHP û DSP, hêzanijadperest MHP, partiya
sosya-lîstan û komunîstan, Partiya Pişt-girî û Azadiyê (ÖDP),
PartiyaKedê (EMEP), Partiya Komunîst aTirkiyê (TKP), Partisi
RizgariyaGel (HKP), Partiya Karkeran aSosyalîst (İSP) jî bi sedemên
cudadi eniya ‘Na’ da cih digrin.
Partiya ku wek îslamîst û bi te-riqatekî ve girêdayî tê nasîn,
Par-tiya Tirkiyê a Serbixwe (BTP) yaku serokatiya wî Haydar Baş
dike,
ligel partiyên laîk ên wek CHP ûDSP’ê di heman eniyê de cih
di-gire.
Partiya Karker (IP) a ku serokû rêvebirên wê ji ber
endamtiyaErgenekonê ketine girtîgehê ûPartiya Nû, Yeni Parti (YP),
par-tiya ku serokatiya wê serbazêberê Osman Pamukoglu dike,Partiya
Maf û Wekheviyê(HEPAR), Partiya Rastgir a Na-vend, Partiya Demokrat
(DP) jîragihandin ku di referandûmê deew ê bêjin ‘Na’.
Eniya ‘Boykotê’
Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP) a ku di Parlamentoya Tir-kiyê de
xwediyê 20 parlamente-ran e, bi hewldana ‘Boykotê’ dinavbera herdu
eniyan de dimîne ûdibêje ew ê neçin ser sindoqan.BDP ji ber ku
hikûmetê guh ne-daye daxwaziyên wan û pakêtgelek qels e, dijbertiyê
dike lê ji boku li cem CHP û MHP xuya nekerêya ‘Boykot’ê pejirand.
HerçiqasSerokê PKK’ê Ocalan got, “Bilagelê Kurd heta deqeya dawiyê
bi-fikre” û helwestên BDP’ê hinekînerm bûn jî lê heta niha jî
guher-tinek zelal destnîşan nekirin.
Partiya Demokrasiya Sosyalist(SDP) û çendîn saziyên sivîl
êndemokratîk jî helwesta BDPê yaboykotê diparêzin.
Kurdistan Rûdaw4 Hejmar 59
Wladimir Van Welgenburg
Ger ji piraniya Kurdan bipirsîEzîz Weysî kî ye, wê rasterastê
stranbêj bê bala wan, lê generalEzîz Weysî fermandarê 47
hezarserbazên hêzên pêşmergên tay-bet e ku wek ‘zêrevanî’ li
Kurdis-tanê tên naskirin. Ezîz Wexsîhebûna hêzên Amerîkî li Îraqê
gi-rîng dibîne û dibêje ku ger Ame-
rîka dema mabûna xwe li Îraqêdirêj neke, wê rewşa Îraqê
berbixerabiyê here.
Ezîz Weysî wiha axifî: "Hebûnawan pir pêwîst e heta dema
pirsên Îraqê yên serekîbên çareserkirin, hetadema pêkanîna
hikû-metekê ku ne nûner-tiya hizbekî tenê, lênûnertiya
tevahiyaÎraqê bike."
Serbazên Ezîz Weysîji Diyale heta sînorênBrahîm Xelîl di kar
dene, lê tu çalakî û karênwan li navçeyên di bindesthilata YNK’ê
de
wek Silêmanî û Germiyannînin, ku kontrola partiya wîPDK’ê ewqasî
li wan navçeyannîne.
Hêzên Zêrevanî di bin desthi-lata Wezîrê Navxwe yê
HerêmaKurdistanê Kerîm Şengalî de neku ew jî endamê
polîtburoyaPDK’ê ye. Zêrevanî wek artêşaKurdistanê kar dike û li
cihên kudestê polîsan nagihe wan çalak e.
Lê Ezîz Weysî diyar dike ku ar-
têşa wî di parastina jiyana berpir-sên Erebên Îraqê de li
navçeyêncihê nakokiyê li Nînewa rolekemezin lîstiye.
Di dawiya salên 80 û destpêka90’an de, Ezîz Weysî bo dema 5salan
gerîllayê PKK’ê bû, ku ew jîhevdem bû ligel kampanya ceno-sîda
rêjîma Baasê ya Saddam lidijî Kurdan. Weysî wiha dibêje:"Wê demê
min PKK’ê nas kir ûhizr û îdeolojiya wê bandor li minkir."
Ezîz Weysî di şerê navbera PKKû PDK’ê de, ji aliyê PDK’ê dîl
hatgirtin. Lê piştre, navbirî biryar dadev ji PKK’ê berde û tevî
PDK’êbibe. Piştî demekê ji vegera wî,Ezîz Weysî jiber îmkana wî
yaserbazî û bi gotina wî `tecrubeyajiyana wî` ku di dema xwe de
linav PKK’ê wergirtiye, postekîserbazî bidest xist.
Navbirî wiha behsa rabirdûyaxwe dike: "Ew beşek ji jiyana mine û
qet jê ne poşman im." PiştreWeysî li navçeya Zawîte dikin
fer-mandarê hêzên taybet ên PDK’ê.
Dema di 2003’an de Amerîkaêrîş bir ser Îraqê, Wesyî bû fer-
mandarê giştî yê hêzên zêrevanîû ligel hêzên Amerîka û
pirnetewdijî artêşa Îraqê şer kir. Weysîwan raporan red dike ku
sala2009’an rêxistinên mafên miro-van belav kirin ku di wan de
dibê-jin hêzên Kurd êrîşî daniştvanênEreb û kêmneteweyên
ParêzgehaNînewa dikin û dibêje: "Me alîka-riya xelkên lêqewimî yên
vannavçeyan kir û hevkariya wan kirku xwendingeh û cadeyan
dirustbikin. 17 gundên Erebnişîn lidemsala zivistanê bê petrol
bûn,me ji beşa xwe da wan."
Peywendiya hêzên zêrevanî ûKurdan bi giştî ligel parêzgarê
Nî-newa Esîl Nucêfî ne baş e, lêWeysî dide zanîn ku ti pirsgirê-kên
hêzên wî li navçeyên parêz-geha Nînewa ligel Artêşa Îraqênînin.
Hinek ji navçeyên parêz-geha Nînewa beşek in ji navçeyêncîhê
nakokiyê û Amerîka jî wekçavkaniya dirustbûna ne aramiyêli Îraqê
bin, berê xwe dide vannavçeyan.
Ligel ku Weysî dibêje ti pirsgi-rêka wan ligel artêşa Îraqê
nîne,lê diyar kir ku dema ew pey-
wendî digihe astê takekesan ûnav leşkeran, astê peywendiyan
jînizim dibe: "Ji ber ku di navhêzên artêşa Îraqê de kesên
biRêxistina Qaîde û Bees ve girê-dayî hene û bi taybetî di navhêzên
polîsan de, ev jî di navberahêzên Kurd û Ereb de dibin se-demê
bêbaweriyê. Siyasetmeda-rên raqê wek wezîrê navxwe yêÎraqê dixwazin
zêrevan paseva-nên wan bin."
Sertîp Rêbiwar Yûnis Ebdullaku fermandarê sektora dûyem
abetalyona 5’an a Artêşa Îraqê liMûsilê ye wêya piştrast dike
ku`terorîst` hatine nav refên artêş ûpolîsan, lê daxwiyand ku
"jimarawan pir kêm e."
Rêbiwar herwiha ron kir kupeywendiya Artêşa Îraqê ligelhêzên
zêrevanî baş e û got: "Evhêzeke hevbeş e û serperiştiya 15xalên
kontrolê dike û ji zêrevanî,Artêşa Îraqê, polîs û hêzên pirne-tew
pêk hatiye."
Ezîz Weysî dibêje divê Amerîkaher li Îraqê bimîne heta
maddeya140’an a destûra Îraqê bê cîbicîki-rin û dibêje: "Hebûna wan
li virpir girîng e, ne tenê bo Herêmame, jiber em berevaniya wê
dikin,lê ji bo tevahiya Îraqê. Ger Ame-rîka ji vir here, rewşa
Îraqê wê têkhere, ev nerîna min a taybet e."
“Pêwîst e hêzên Amerîkî bimînin ”Ezîz Weysî ew kes e ku di
demeke kurt de stêrka wî geş bû û ji ez-mûnên dema gerîllatiyê sûd
girt û bû Fermandarê Pêşmergeyan.Ji bo dahatuya Îraqê ew hebûna
hêzên Amerîkayê pêwîst dibîne
Biratiya dijberan a referandûmêPartî û tevgerên siyasî yên ku di
parlamenêû di siyaseta xwe de di gelek waran de dûrîhev in û heta
gelek caran bi dijwarî şerêhev yê siyasî jî dikin, di dengdana li
ser pa-kêta guhertina Destûra Bingehîn ya Tir-keyê de ketine nava
eniyên balkêş
www.
arsiv
akur
d.or
g
-
5RûdawHejmar 59 Kurdistan
Dr. Michael Eppel di wê bawe-riyê de ye ku serketina Ba-şûrê
Kurdistanê di pêşîlêgirtina“kapîtalîzma dirinde“ de ye û sîs-tema
sosyal-demokrat ji bo Kur-distanê weke sîstema herî başdibîne.
Rûdaw: Herêma Kurdistanê ez-mûna xwe weke ezmûneke demo-kratiyê
bi nav dike. Gelo ev yekrast e?Dr. Michael Eppel: Ev yek ta
ra-deyekê rast e. Mirov nikare bêje liKurdistanê demokratiyeta mîna
liwelatên Ewrûpaya rojava heye, jiber ku rewş cuda ye. Hîn
pirsgi-rêk hene, lê dîsa jî ez bawer im kudemokratiya li Kurdistanê
zêdetirbûye. Kurdan hîn projeya xwe yanetewî ya avakirina
neteweyekêbi dawî neaniye. Herwiha rewşagiştî li herêmê rê nade
demokra-tiyeta mîna li cîhana rojava.
We got pirsgirêk hene. Divê çi bêkirin ji bo ku li Kurdistanê
de-mokratiya rêkûpêk peyda bibe?Divê li Kurdistanê hêza tebe-
qeya navîn bê xurtkirin. Herwihapêwîstî bi danûstana di
navberaramanên cuda ji bo pêşeroja Kur-
distanê heye. Ev yek wê hêviyêbide nifşê ciwan. Ev nifş ne razî
ûbê hêvî ye. Di hin xalan de ewmafdar in, di hin xalên din dedibe
ku ew ne mafdar bin, lê ras-tiyek e ku nifşên ciwan tim guher-tinan
dixwazin. Ew dixwazin kugendelî nemîne. Lê divê mirovrealîst be:
Hîn jî di hundirê Îraq ûderveyî wê de metirsî li ser pro-jeya kurdî
ya netewî heye.
Hûn rewşa siyasî ya Kurdistanêçawa dibînin?Wê ji bo Kurdistanê
pir baş be
ku li kêleka desthilatê oposisyonjî peyda bibe. Wek mînak,
ezGoran wek gaveke pir erênî dibî-nim. Divê desthilat bêtir
xwerexne bike û di neynikê de li xwebinere. Ew divê ji bo
guhertinanamade be. Ku li Kurdistanê binge-heke xwedî aso peyda
nebe, ew ê
nikaribe helwesta xwe ji bo bêtirmafan xurtir bike.
Ezmûna Kurdistanê li Îsraîlçawa tê dîtin?Ez bawer im ku li
Îsraîl bi ça-
vekî dostane li Kurdan tê temaşe-kirin, lê ji aliyekî din ve
gelekşaşfêmkirin peyda dibin. Ji ber kuezmûna Kurdistana Îraqê li
îsraîlbaş nehatiye naskirin. Di dîrokaÎsraîl de Kurd û Kurdistan
rolekegiring nelîstiye, ango Îsraîliyanxwe zêde mijûlî Kurdan
nekiriye.Mîna gelek dewletên cîhanê Îsraîljî hay jê heye ku
peywendiyên wêbi Tirkiyê re baş bin, ji ber Tirkiyedewleteke xurt
e. Ji ber vê yekêÎsraîl heta niha ti gavên berbiçavberbi Kurdan
neavêtine. Berje-wendiyên hevbeş di navbera Kur-distan û Îsraîl de
hene, lê herdualî hay ji xwe hene ku gavên zêdenavêjin ku bikaribin
ji wan re se-rêşiyan çêbikin.
Herêma Kurdistanê jî peywendi-yên xwe bi Tirkiyê re xurtirdike.
Hûn siyaseta derve ya Kur-distanê çawa dibînin?Tevî hin têbîniyên
min li ser si-
yaseta wê ya di hundirê Kurdis-
tanê de, lê serokatiya kurdî siya-seteke derve ya gelekî
aqilmendpêk tîne. Ji aliyekî ve ew di hun-dirê Îraqê de çalak e. Ji
aliyekî dinve wê tevneke ji peywendiyênnavnetewî dirust kiriye. Ev
pey-wendî danûstandin û berjewen-diyan bi xwe re tînin ku dikarin
jiKurdistanê re gelekî bi sûd bin.
Kesên ku diçin Îsraîl, wê wekbuhuştê bi nav dikin. Gelo pê-wîste
Kurdistan çi bike ji bo kumîna Îsraîl bi ser keve?Ez bawer im ku
serketina Kur-
distanê di wê yekê de ye ku ne-hêle kapîtalîzma dirinde
hertiştîbixe bin kontrola xwe. Bazarênserbest giring in, lê
herwihawekheviya civakî jî pir giring e.Divê Kurdistan nehêle ku
tebe-qeya navîn koçber bibe û li derveli ser lingên xwe raweste. Ez
nax-wazim şîretan li Kurdan bikim, lêez dibînim ku sîstema
sosyal-de-mokrat a herî baş e ji bo Kurdis-tanê. Hingî civaka
Kurdistanê wêbibe nimûne ji bo civakên din liherêmê û Kurd wê di
cîhanê de biezmûna xwe serbilind bin.
Hevpeyvîn: Sîrwan H. Berko
Dr. Michael Eppel, Serokê Beşê Dîroka Rojhilata Navîn li
Zanîngeha Haifa li Îsraîl:
Siyaseta derve ya Kurdan gelekî aqilmend e,lê divê ew hundir
piştguh nekin
Dr. Michael Eppel
Wezareta Plandanîna Îraqêragihand ku serjimêriyagiştî wê di dema
destnîşankirî debê pêkanîn, ji derveyî wê yekê kahikûmet tê pêkanîn
yan na. Weza-retê ragihand jî ku di demekekurt de amadekariyên
teknîkî ûlojîstîkî yên serjimêriyê bidawîdibin. Gengeşe di navbera
Kurdande ku piştgiriya serjimêriyê dikinû hinek aliyên Ereb ku
daxwazapaşxistina wê dikin, didome.
Serokê Saziya Navendî ya Serji-mêriyê ya girêdayî
WezaretaPlandanînê, Mehdî Ellaq, daxu-yand ku saziya wan: "Nêzîk
bûyehemû amadekariyên lojîstîk ûteknîkî xilas bibin bi mebesta
kuserjimêriya rûniştvanan di demaxwe de di 24 Cotmeh a 2010’ande bê
kirin." Navborî tekez jî kirku ew dem: "Diyarkiriye û
nayêpaşxistin, ji derveyî wê yekê kahikûmet tê pêkanîn yan na."
Derbarê navçeyên cihê nako-kiyê, Elaq got: "Lîjneyeke hevbeşji
hikûmeta navendî û HikûmetaHerêma Kurdistanê di demekekurt de
dicive û derbarê birêve-çûna prosesa serjimêriyê li nav-çeyên cihê
nakokiyê lêkolîn dike."
Parlamenterê Îtîlafa Fraksyo-nên Kurdistanî, Muhsin Sadûn,dibêje
aliyên ku daxwaz dikinserjimêrî bê paşxistin hewl didinastengan
danin pêşiya cîbicîki-
rina maddeya 140’ê û têkiliya vêyekê bi asayîkirina rewşa
Ker-kûkê ve heye.
Parlamenterê Lîsta Îraqiye,Omer Cibûrî, jî diyar kir ku
serji-mêriya rûniştvanan: "Armancênsiyasî li pişt hene û
peywendiyawê bi yekîtiya niştîmanî ve tune,jiber naveroka formê
behsanetew û mezheb dike." Cibûrîwiha axivî: "Wezareta
Plandanînêînkar kir ku berê metirsiya wan asiyasî derbarê
serjimîriyê hebe ûtekez kir ku ti aramnceke siyasî lipişt wê
prosesê tune, lê di wêyekê de aramnca siyasî pir zelal ûeşkere ye,
ev jî ji ber hewlên par-tiyên Kurdî û danîna mercan jialiyê wan li
ser lîst û partiyên din
bû da ku serjimêrî di dema diyar-kirî de bê meşandin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanêjî ji bo pêkanîna prosesê
hemûamadekarî kirine. Cîgirê Serokwe-zîrên Herêma Kurdistanê,
AzadBerwarî, ji Şandiyê Taybet ê Nete-weyên Yekgirtî, Cristian
Macnab,re ragihandiye: “Di hilbijatina borîde ji ber nebûna
serjimêriyeke di-rust û nû, Herêma Kurdistanêrastî zerarê hat.”
Herwiha hatzanîn ku her du aliyan tekez li serwê yekê kirine ku
pêwîst e serji-mêrî bêyî paşdemayîn di demaxwe ya diyarkirî bê
meşandin.Navborî ragihand ku şanda NYhemû aliyên teknîkî yên pêwîst
jibo serjimêriyê bidawî anîne.
Hinek endamên Lîsteya Îraqiye dijber in
Wezareta PlandanînaÎraqê: Serjimêrî di demaxwe de tê kirin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û NYamaje didin wê yekê ku hemû
amadeka-riyên sazkirina serjimêriya rûniştvananli Îraqê bi dawî
hatine. Hin aliyên Erebîjî dibêjin armanceke siyasî li pişt
wêprosesê heye
Rûniştvanên Kurd ên Parêzgeha Kerkûkê ji bo encamdayîna
serjimêriyê xwepêşandanan saz dikinwww.
arsiv
akur
d.or
g
-
Kurdên Ewrûpa Rûdaw6 Hejmar 596
Zanîngeha Middle Tennessee State ya Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê (DYA) ji payîza 2010’an pê ve kursa zimanê kurdîdigre nav
bernameya xwe ya kursan. Asîstanê zanîngehê Prof. Kari Nelly
daxuyand ku wan ji bo kursa kurdî piştgirî ji Kur-dên ku li
Tennessee rûdinin jî girtiye û wan ji niha ve dest bi pêkanîna
polan kiriye. Dîrektoriya kursan wê Deniz Ekici yê jizanîngeha
Exeter ya Îngilîstanê bike. Deniz Ekici wê di çarçova kursan de
zaravayê kurmancî fêrî şagirtan bike. Li DYA’yêherî zêde Kurd li
eyaleta Tennessee dimînin. Li bajarê Nashville yê vê eyaletê 14
hezar Kurd dijîn.
Li zanîngeha DYA’yê dersên kurdî dest pê dikin
Fatma Savci Stokholm
Wezîra Întegrasyonê yaSwêdê ya esil Kongoyî û en-dama
Folkpartîet (Partiya Gel)Nyamka Ana Sabunî, bi pirtûkaxwe ya bi
navê “Den Nya Sverige”(Swêda Nû) li vî welatî nîqaşekberfireh da
destpêkirin. Sabunî dipirtukê de pêşniyaz dike ku pena-berên hatine
Swêdê divê di karên
xwe de ji Swêdiyan kêmtir heq-dest bistînin û karkerên penaberne
xwedî hemî mafên qanunî yênSwêdê bin. Lewra, li gor fikra wê,eger
penaber bi pereyekî hindikbixebitin û ne xwedî hemî mafanbin, wê
zûtir întegreyî civakaSwêdî bibin. Ev fikrên Sabunî bûnsedama ku di
rojnameyên Swêdêyên herî mezin wek Aftonbladetû Ekspressen de
guftugoyên cuda
dest pê bikin. Sabunî berî niha jîbi fikrên xwe yên li dijî
biyaniyanketibû rojevê û gelek rexne lihemberê wê hatibûn
nîşandayin.Wezîra Întegrasyonê wiha gotibû:“Ji bo ku kesek bibe
hemwela-tiyê/ya Swêdê divê di testan rederbas bibin. Testa zimanê
Swêdîû testa qanunên Swêdê.”
Gelek kes û dezgehan nerazî-buniyên xwe nîşanî van ramanê
Sabunî didin û wiha dibêjin: “Ligor vê ramanê nexwe mirov
bihesanî dikare penabereke ku jiÎraqê hatiye wek cêrî di mala xwede
bikarbîne û tenê 30 Kronî heq-dest bidiyê. Yan jî Somaliyekî kubi
15 kronan kar dike bibîne. Evne ti polîtikayeke întegrasyonê yeû ev
raman li dijî mafê mirovan ûprestîja Swêdê ye.”
Keseke ku bi tundî li hemberêwezîra Întegrasyonê derket û
dirojnameya herî mezin a Swêdê demunaqeşe kûrtir kir, endama
Par-tiya Sosyal Demokrat û beren-dama parlamentoyê, keça KurdEvîn
Çetîn e. Çetîn wiha bersiv daSabunî û got: “Sabûnî di nav he-riya
populîzmê de bi çalepkan birêve diçe. Wezîra Întegrasyonêdev ji
xeta xwe ya li dijî penaberû biyanian bernedaye. Li gor wêpenaber
ne xwende ne, teral in ûnikarin tiştên baş bikin. Loma jîdixwaze
penaberan ceza bike ûzêdetir ji wan bixwaze.” Çetîn go-tina xwe
didomîne û dibêje:“Jixwe penaber li wî welatî gelekdixebitin û
mecbûr in di demekekin de tiştên ku Swêdiyan di de-meke dirêj de
kirine bikin. Gelekpenaber tevî ku dîplomaya wan adibistana bilind
heye jî, niha dipîzza de, an di karê paqijiyê de di-
xebitin, an jî şofortiyê dikin. Sa-bunî li pey kîjan cezeyî
ye?”
Tişta balkêş ew e ku Wezîra În-tegrasyonê Nyamka Ana Sabunîbi
xwe jî wek penaber hatiyeSwêdê û niha polîtikayeke li dijîpenaberan
dide meşandin.
“Em ê dawiya bêkariyêbînin”
Sekreterê Partiya Sosyal Demo-kratan ya Swêdî, Îbrahîm Bay-land,
di 19’ê Tebaxê de, li bajarêGävle, bi organîzeya berendamameclîsa
şaredariya Gävle, keçaKurd Leyla Tarhan, civînek li dar-xist û got
ew ê li hemî Swêdê û bitaybet di nav biyaniyan de dawiyabêkariyê
bînin.
Îbrahîm Baylandê bi eslê xweSuryanî û ji Midyada ye da
xuya-kirin ku ew di zanîbûna gelekpirsgirêkên Kurd û bi tevahî
yênpenaberan de ye: “Îro li Swêdêpirsgirêka herî giring bêkarî
ye.Lê ev pirsgirêk ji bo penaber û xe-rîban hîn mezintir e û di
navawan de zêdetir e. Bi taybet ciwa-nên xerîban ji ber ku bêkar
dimî-nin gelek problem derdikevinholê û dibe sedema jiyaneke wana
nebaş.”
Bi xwe biyanî ye lê li dijî biyaniyan e
Nyamka Ana Sabunî li Ewrûpayê yekem û tena wezîra reşik e
Mistefa Çwartayî Koln
Kêm bajarên Almanya hene kuçend muzîkvanên Kurd tê dejiyan
nekin. Ew muzîkvan ji hevdûr in, belawela ne û bihev re karnakin.
Loma heta niha grûpekebaş a mûzîka Kurd di Almanya detuneye û hinek
ligel grûpênAlman kar dikin.
Muzîkvanên Kurd li Almanyahinek car di helkevt û şahiyênKurdî de
tên razîkirin da ku mu-zîkê pêkbînin. Lê hemû li derve bitena serê
xwe û ji hev veqetiyayîdixebitin. Yek ji wan hunermen-dan Dilşad
Kaban e ku wiha dia-xife: “Li vir her kes mijûlêkarkirin û debara
jiyana malbataxwe û zarokên xwe ye. Ev jî di hu-nerê de dûrketinek
çêkiriye ûmirov nikare karê hunerî bime-şîne.” Li gor Kaban, berê
bandora
cudahiya ramanî û pirsgirêka alî-giriya partiyan li ser
belavbûnamuzîkvanên Kurd ên Almanyahebû: “Lê niha ew yek tune.”
Muzîkvan Azad Xoşnav jî behsadijwariya jiyana Kurdên li
Ewrû-payê dike: “Li vir muzîkvaneke/îKurd tune ku tenê bi riya
muzîkêjiyan bike.” Wêna jî dibe sedem daku muzîkvan ji hevdû dûr
kevin ûbelawela bin. Lê bi baweriyaAmanc Yehya, yek ji sedemên
be-lavbûna wan hunermendan cuda-hiya nerînan di navbera wan deye:
“Hinek muzîkvan dersê dixwî-nin û nikarin xwe bi grûpan remijûl
bikin, hinek jî hene ku bi ça-veke din li karê grûpan
dinerin.”Amanc dide zanîn ku muzîk ka-reke grûpî ye û ne mîna
nivîsînahelbestan û karê wêjeyî ye kumirov bi tena serê xwe bikare
karbiqedînî.
Hunermend Dilşad Kabandiyar dike, ew jimara zêde ya hu-nermendan
dikarin bihev re grû-peke seretayî ava bikin û xwe jibelavbûnê
rizgar bikin û nerînênxwe wiha anî ziman: “Bêgumaneger grûpek neyê
çêkirin û mu-zîkvan neyên cem hev, wê huneraxwe ji bîr bikin. Ev
yek jî bandorêdike ser asta hunera Kurdî li sir-gûnê.” Azad Xoşnav
jî bi Kaban rehevfikir e lê tekez dike: “Bo ava-kirina grûpê
dezgehek pêwîst eku hunermendan li hev bide ci-vandin.”
Hêmin Derya mînaka yek jiwan muzîkvanan e ku ligel grû-peke
Afrîqî û Ewrûpî kar dike. Ligor Hêmin, stranbêj dikarin mu-zîkvanan
li hev bidin civandin: “Jiber niha bo kîjan hunermendê/aKurd muzîkê
lêdixim, ji min re di-bêje stranbêjê/a te kî ye?” Hêmin
eşkere dike, ger grûpeke Kurd yamuzîkê li Almanya hebûya,
bigrûpên Alman re xebata hunerînedikir. Lê vê rexneyê jî
raberîmedya Kurd dike: “Rast e nebûna
grûpên bi vî awayî zerer heye, lêpirsgirêk di wir de ye ku niha
ci-vaka Kurd û ragihandin bi wêqasê ku rêzê ji stranbêj digrin,
wêhesabê bo muzîkvan nakin.”
Muzîkvanên Kurd li Almanya belawela ne
Hêmîn Azad
Wezîra Întegrasyonê ya Swêdê cod stan-dardî dixe navbera
penaberan û Swêdiyan.Dibêje bila penaber zêde kar bikin lê
kembistînin, ji bo ku zûtir întegre bibin
www.
arsiv
akur
d.or
g
-
7RûdawHejmar 59 Hevpeyvîna Hefteyê
Ji bo ku îspat bike ku ew ê didema diyarkirî de ji bo
hevpey-vînê amadebe, got ”Eger ez necehim im, soza Kerê be ku
ezêtam di demjimêr 10’an de amadebibim.” Sekrterê Partiya
KerênKurdistanê ji hikûmetê aciz e ûdibêje: “Ger hikûmet soza
tewî-leya keran ji min re pêkneyîne,ezê serê xwe hilgirim û biçim
ûhaşatiyê ji Kurdbûna xwe dikim.”
Rûdaw: Gelo tu niha jî bi hemancoşa berê xema Keran digirî
sermilê xwe? Çawa bû ku te cara ye-kemîn xema Keran hilgirt?Omer
Kilol: Ez bi xwe bi kerînî ji-yame. Pisporiyeke min a zêdederbarê
wî ajelê bêziman hebû,paşî ji aliyê felsefî û civakî ve ji-yana
keran bala min kişand. Kersembola rastiyê ye û xwedî bawe-riyeke
temam e. Ew taybetmen-dên ez di kerê de dibînim, ez dimirovan de
nabînim. Heta nihamin nedîtiye kerek kerekî dinbikuj e. Tu bibêjî
“Dê dêêê” ewdiçe û bibêjî “hoşşşşş” radiweste.Her tiştê jê re bê
dayîn ew dixweû weke mirovan dilê xwe ji hinxwarinan reş nake. Ker
demekezêde bi mîzkirin û pîsiyê ve der-bas nake, van tiştan wiha
kir kuez nêzîkî wan bibim
Te kengî biryar da ku ji bonaKeran rêxistinekî damezrînî?Di sala
1979’an de ji ber ne-
bûna azadiyê û bi slogana “Kerîtîû Kurdatî, lê ne caşatî û
paşatî”min avakirina Partiya Keran destpêkir û heta sala 1993’an
dewamkir, wê demê derfet li ber xelkê fe-rehbûn û hejmareke zêde ya
par-tiyan avabûn. Vêca min jîkonferansek sazkir û min navê“Grûpa
Kerên Kurdistanê” lêkir,konferans li deverên weke Kelarû Kifrî
sazkir.
Beriya çend salan te digot, “Ci-vaka Kurd li hember keran
civa-keke bêwefa ye.” Gelo tu niha çidibêjî ku te pir nûçeyên
kuştinakeran jî bihîstine?Erê rast e, hemberî kerê û bavê
jî bêwefa ye. Dema bav pîr dibeqet hurmeta wî nayê girtin û
têpiştguhxistin. Ew herdu, wate kerû bav zêde zehmetê dikşînin û
lidawiyê bêqîmet dimînin. Vêca jiber bêserûberiya mirovan me
di-rûşmeke nû ava kir, wek: “Me bir-yar daye em wek keran
bijîn.”
Gelo di vê derbarê de ji bo hikû-metê peyameke te ya din heye?
Butçeya min qasî nîv butçeya
endamê parlamen jî nabe, minradyoyek bi navê “Dengê
Zirînê”damezrand ji bo xizmeta tiştekîbikim ku baweriya wan pê
nayê.
Lê we Dengê Zirînê girt, geloguhdarên we zêdene bûn?Bawer bike
guhdarên wê ji
hemû radyoyan bêtir bûn, lê jiWezareta Rewşenbîrî hat redki-rin.
Ne ew bi tenê, lê dema ez di-çime Civata Wezîran jî li
Hewlêrênahêlin ez bikevim hundir. Tevîku ez bawer dikim ku di
rojhilatû rojavayê de qet kesekî wekemin ker hebe û ji zanîsta
keranfêm bike, lê mixabin ez di nav ci-vaka keran de najîm, di nav
ci-vaka gayan de dijîm, ji ber ga herdixwe û têr nabe.
Ji bo fêmkirina rewşa keran, tuli gelek navçeyan geriyayî.
Geloker li kîjan deverên HerêmaKurdistanê bêtir mexdûr e?Li
Kurdistanê û navçeyên Ereb
ên Îraqê jî ker di astengiyan de ye.Li Erebistanê û Kerkûkê
ewqastopên gazê li keran dixin, pircaran bilind dibe asiman û
hawardike, bêtir Erebên Kerkûkê wihadikin. Îraq bi tevahî welatê
nîfaqêye. Lê Kurd xerabtir in, Erebkeran binpê dikin, lê em wan
di-sojin û guhên wan dibirin, em ho-vanetir in.
Projeya dirustkirina axurêkerên derbider di destên te dehebû,
gelo çi lê hat?Hikûmet her sozan dide û tiş-
tekî cîbicî nake. Di serî de li peydaxwaziya min tên, lê pişt
rehoşşş hoşşşê bi min dikin. Hikû-met û karbidestên Kurdan
hertimwiha ne, ez xwediyê malbateke 9kesî me, ez ji Kelarê diçim
Hew-lêrê û mesrefeke zêde dikim, lêew dibêjin here 14 rojên
dinwere. Ez nizanim ew berpirs çimawiha dike, keko tenê 5
deqîqeyanbi çêlekan re neaxive û were bikerê re biaxive. Min soz
daye egerew vê projeyê pêk neynin, ez êserê hildim, li Kurdistanê
nemî-nim û haşatiyê ji Kurdbûna xwebikim. Ez tenê dixwazim li
cihekîzeviyekê diyar bikin ji bo ku ezbikim axur û kerên derbider
tê debicivînim, ji bo ku êdî nema bidestê xelkê neyên binpêkirin.
Evhêviya min bû, tenê ez wê bikim,êdî ez bicehimim jî ne pirsgirêk
e.
Berê diyardeya sekskirina bikerê re hebû, baweriya te li serwê
meseleyê çî ye? Her ajelek bi nifşê xwe re kar
dike, kesê ku bi kerê re wiha bike,wate ew ji nifşê kerê ye.
Tu çima her behsa kerê dikî, liKurdistanê mahîn û hêstir jîheman
nexweşiyên keran nakşî-nin?Nexêr ew nayên binpêkirin,
Mahîn û hêstir weke beg û axan
dijîn, ew bi kêfa xwe dixwin û‘High life’ dijîn. Ji xwe li
Kurdis-tanê ker nemane, li gor zanyari-yên min li Hewlêr,
Silêmanî,Duhok û Germiyanê nebêtirî 500ker mane. Hemû bi destên
xelkêhatine kuştin û zarokan şewitan-dine, keran barkirin û nîva
din jîEreban birin.
Niha ker tenê di destên şivanande mane, nava bajaran ji
keranvale bûne?Erê wiha ye, demeke din ew jî
wê bicehimin û wê weke dînozo-ran li wan bê, wê demê ji bo
dî-tina keran divê em serî limozexaneyan bidin.
Bi baweriya te wê careke din pê-wîstiya civaka Kurd bi
keranhebe?Piştrast be wê rojek bê emê
bêjin ax ji bo kerekê, ji ber kuKurd û ker bi hev re girêdayî ne
ûnavçeya me jî navçeyeke çiyayîye, dinya jî dewre wê rojekê bixwe
bihesin. Niha corên otombê-lan di bin wan de hene, loma vêyekê
nizanin. Lezê neke bila rêyame bikeve çiya wê demê emê bi-zanin wê
çi bê serê me.
Tu zêde destê xwe li stûyê kerêdidî, gelo tu piştre destê xwe
di-şoyî yan na?Paktirîn laş ê kerê ye, ew xwe
di nav xweliyê de digevizîne. Dinav xweliyê de maddeya Judêheye,
ew maddyeke qayîm e. Maker ji bê aqilî xwe di xweliyê dedigevizîne.
Ez te piştrast dikim,here destê xwe li kerê bide ûdestê xwe
neşo.
Di derbarê keran de lêkolînên tehene?Ev 31 salin ez xizmeta
kerê
dikim, niha ez dikarim li ser kerêdi zanîngehan de waneyên
zanistîbidim, ez garantî jî didim ku ma-mosteyên doktoraya wan li
serajelan heye, biqasî min ji wê mi-jarê fam nakin. Hemû jiyana
minbalkişandin û geriyana li peykeran bû. Ez tenê li cem xelkê
mesivik bû me, lê xelkên biyanîdema tên giringiyê didin min û bimin
re diaxivin. Lêkolînan jî îspatkiriye ku ker ji hemûyan bê
ziyan-tir û bê maftir e.
Hejmara endamên rêxistina tegihaye çendî û çima heta
nihanasnameya te ya endametiyêtune? Piştî cejna Remezanê ez
dixwa-
zim formên wan tije bikim û nas-meyan amade bikim, wê demêwê
hejmara rast a endamêmGrûpa Kergel derkeve holê, lê bibaweriya min
niha 15 hezar en-damên me hene.
Ji bo keran te baceke mezindaye, navbera te û malbata teçawa
ye?Tenê kurê min car bi car hev-
peyvîn û karên min ji min re jikomputerê derdixîne. Sarbûnî
ke-tiye navbera min û hevjîna min jî,ji ber ku dema ez diçim cihekî
ewbi min re siwar nabe û dibêje divêtu wêneyên wan keran ji
otom-bêlê daxînî, yan ez siwar nabim ûbi te re nayêm derve. Ez jî
dibêjimku hemû dinya wêran bibe, ezwêneyên wan keran danaxînim.
Dibêjin ker ti zimanan famnake, loma mirov neçare lê bixeji bo
biçe. Tu dikarî bêyî lêdanKerê têbigihînî ku fermanan cî-bicî bike?
Ker ne bê aqil e, lê çêlik bê
aqile. Peyva ker ji kar hatiye, emdibêjin karker, ango ker kar
dike,lê çêlik her dixwe. Ezê biryarbidim ku caşekî ji zaroktî
per-werde bikim ku ji mirovekî biaqiltir be, lê dema tu jê fêm
nekîû her bi darê pêre tevbigerî, ezêçi bibêjim. Hemû ajel
zimanêhevdu dizanin.
Tu çawa li kerên Ewrûpa dinerî,ku tu bikaribî tu dixwazî
hemûKerên Kurdistanê bibî Ewrûpa?Kerên wê derê 30 salan jiyan
dikin, lê kerên me 15 heta 18salan dijîn. Soz be eger îmkanênmin
çêbûn ezê hemû keran bibimEwrûpa ji bo ku li Kurdistanê kernemînin
û êdî tenê di dahatûyêde neviyên Kurdan di çîrokan de
bizanin ker çi bû û çawa bû.
Gelo parçeyên din ên Kurdis-tanê çawa bi keran re
tevdige-rin?Xelkê Rojhilatê Kurdistanê pir
baş bi keran re tevdigerin, Kur-distana Tirkiyê jî pir baş in,
lêKurdên me xerab in. Di meseleyacotkariyê, barê daran û di
kişan-dina kayê de jî sûdeke zêde yakeran ji Kurdan re hebû.
Te serdana ser sînoran nekiriye,ku li wir ker di bin barên
girande difetisin?Ji ber ku ew dîmen min dêşînin,
ez naçim. Ji ber ku hikûmet piştamin nagire, qet sûd tune û
hetaniha kes nehatiye sizadayîn. Ji boperwerdekirina civakê,
aştirînsiza sizaya diravî ye.
Ji bilî warê kerparêziyê niha diwarê helbestê de jî dengê
teheye, ev çawaye?Di ciwaniya xwe de min neka-
riye ez du hevokên helbestê bini-vîsim, lê ji dema ku ez mijûlî
karêrêxistina keran bûme, êdî ez bûmhelbestvan jî.
Omer Hisên Qadir Sala 1952 liKifrî ji dayîk bûye û dibêje
temenêwî bi qasî temenê du keran dibe.Wî li Kelarê xwendina
AmadeyiyaÇandiniyê qedandiye.
Hevpeyvîn: Newzad Mehmûd
Sekreterê Partiya Kerên Kurdistanê Omer Kilol:
Ez bi xêra keran bûm helbestvan jîEv 31 sal in ku Omer Kilol ji
bo mafê keran kar dike. Niha ji boparastina keran ji Hikûmetê
alîkarî dixwaze. Kilol dibêje ku eztenê li cem xelkê me sivik bû
me, lê biyanî girîngî didin min
www.
arsiv
akur
d.or
g
-
Çand û Huner8 Rûdaw Hejmar 59
Şengul Ogur
Ji nav qadên hunerê de ya herîkevin (piştî deng) ku mirovandest
avêtinê û hewl dane ku biriya wê gerdûnekê biafirînin,nîgar e.
Beriya niha bi 10 hezaran sal,di Serdema Kevin ya Kevir de
jî,mirovan bi kedeke mezin nîgarênku hesta lê heyranmayinê bi mere
didin jiyandin, li dîwarên şkef-tan kirine. Ev nîgarên li
dîwarênşkeftan lêkirî, ji hêlekê ve hesta lêheyranmayinê û ji
hêlekê ve jîşaşwaziyeke ku bi pirsa çawadibe ku mirovên wê demê bi
as-teka ewqas bilind ev nîgar lê ki-rine?’ bi me re çêdikin.
Ji serdema kêvir ta niha di her ci-vakê de, di her demê de,
mirovanberê xwe dane hunera nîgarê ûxwestina ku pê xwe derbirîn
bikin.
Di civaka Kurd de jî, yek ji vannîgarvanên ku bi riya hunera
nî-garê hewl daye ku ya xwe vederbike, Arîf Sevînç e.
Tabloyên xemgînî û serhil-dêrî
Têkliya Sevînç a bi nîgarê re di-gihije dema lîseyê û
peşengehaxwe ya yekemîn wê demaê raxis-tiye. Ta niha bi qasî 100
nîgarîpêşkeş kiriye.
Sevînç diyar dike ku di kevalênwî de şadî kêm e û bêhtir
xemgînîû serhildêrî xwe dide der. Carinan
li Halepçeyê dayikek li ser pêçakaxwe ne em; carinan Seyid
Rizo-yek in; Carinan Şêx Seîdê ku be-riya biçe Sêdarê bi
çavêndarizîner dinere ne em.
Di kevalên wî de carinan Cizîrîderdikeve pêşberî me û
dibêje:“Gulên baxê Îremê Bohtan im,şebçiraxê şevên Kurdistan
im”
Carinan Xanî ji kevalê dengêxwe bi me digihîne û dibêje: “Ezmame
di hikmeta Xwedê da!.. ”
Zarokatiyê de destpêkir,xortaniyê de bû evîn
Ji bilî yên ku me behs kirin, dikevalên Sevînç de hûn
dikarinbibin govana Evîna Stî û Tacdîn,bibin mevanê Mem û Zîn, xwe
liNewrozekê jî bibînin..
Ya ku Sevînç ber bi vê hunerêve birî çi bû gelo? Piştî ku balê
di-kişîne ser bandora erdnîgariyê ûşopên wê yên dîrokî yên li ser
gi-yana xwe, wiha dibêje: “Li cihekewisa, di şahadiya heybeta
Gili-daxê de, ji bilî şopandina riya kuXanî nîşan daye, çi ji destê
mirovtê?” û bi berdewamî lê zêde dike:“Min jî, nîgarkêşiyê bijart.
Ele-qeya min a bi nîgarkêşiyê re ku dizaroktiya min de dest pê kir,
dixortaniya min de bû evînî û piştrejî bû perçeyek ji navgîna şerê
minû min ew xist bin xizmeta teko-şîna azadiyê.. ”
Sevînç jî nêzikatiya awênebûnahunerê pesend dike û li ser
pey-
wira hunerê ya ku gelek caranbûye mijara nîqaşên berfireh jîwiha
dibêje: “Hunermend, şerva-nek e; li himber zordestiya ku licivaka
Kurdan dibe, li himber asî-mîlasyon û ew kesên ku nirxênkurdan
diçewisînin. Ez jî Kurd imû li Kurdistanê dijîm. Di wêneyênmin de
Kurdistan heye. Ez dixwa-zim ew nirxên ku ji aliyê zordes-tan ve
wek tune tên qebûlkirin ûtên çewisandin, li ser tûalên xwenexş
bikim, qedrên wan bigrim ûtêrkariyê li şerê azadiyê bikim.”
Sevînç gelek kesayetên ku qetnedîne nîgarkirine, li ser vê
jîdiyar dike ku ev gelekî dijwar e:
“Lewre agahiyên derbarê jiyanawan kesên navdar, carina di
çarî-nek de, carina di destanek de an jîdi çîrokek de veşartîne û
her aga-hiyek an jî şopeke ku lê rast têm,min teşwîqê nîgarkirinê
dikin.”
Arîf Sevînç:
Di wêneyên min deKurdistan heye
Arîf Sevînç: Di 1959’an de liBazîde hat dinê. 4 sal li
girtî-geha Leşkerî ya Amedê girtîma. Pêvajoya binçavkirin,
lêpir-sîn û girtîgehê li ser tûalannexş kir û tabloyên xwe di
sala1987’an de di salona WeqfaMulkiyeyiyan a li Enqerê di
pê-şengeheke bi navê ‘Haberin Varmı Taş Duvar’ raxist ber
çavan.
Li Edene û Îzmîrê beşdarîpêşengehên têkel bû.
Li Almanya (Wuppertal),Swîsreyê (Basel), Avûstûrya(Viyana) û li
Amedê bi navê“Xewnek” pêşengehan raxist.
Niha Berpirsiyarê Giştî yêWeşanê yê Rojnameya DemaNû û Kovara
Dengê ye.
Bîografî
Tabloyê jor:Feqiyê Teyran
Tabloyê rastê:Çar Dijmin
Her cara ku lêkolîn li ser “KîKurd e?” çêdibe, te dît ke-sekî ku
te qet bawer nedikirKurd be, Kurd derdikeve. Çi diwarê hunerê de,
çi di warê siya-set, wêje û aboriyê de, gelek keshene bi eslê xwe
Kurd in, lê belêweke Kurd nayên naskirin.
Yek ji wan kesên ku îmzeyaxwe avêtiye bin sînemaya Tirkderhênerê
naskirî Atif Yilmaz e.Yilmaz ku di sala 2006’an de ji-yana xwe ji
dest dabû, di encamaçend lêkolînan de eşkere bû kuew jî Kurd e.
Atif Yilmaz derhê-neriya 113 filman kiriye, ew liTirkiyê derhênerê
herî nirxdar eû di gelek fîlmên xwe de civakaKurd kiriye mijar.
Mujde Arslanku li zankoya Marmara, di beşêsînemayê de, xwendina
bilinddom dike, dema ku Atif Yilmazdide nasandin, dibêje ku
gelekaliyên wî nehatine naskirin: “AtifYilmaz li Palu (ser bi
Elezîzê, Ba-kurê Kurdistanê) ji malbatekeKurd ji dayîk buye. Ev
zêde nayêzanîn...” Ev gotin di pirtûka “BêGotin Baştir e” de hatine
weşan-
din. Navê jina Atif Yilmaz jî AyşeŞasa bû û ji binemala
Bedirxani-yan bû.
Lêkolînvan Muslum Yucel jî dipirtûka xwe de (Di sînemayaTirk de
Kurd) behsa Atif Yilmazdike û wiha dibêje: “Atif Yilmazli ser
Kurdan diêşiya, ew sanciyaxwe di fîlmên xwe de dianîziman. Atıf
Yilmaz jî Kurd e. Evrast e...”
Atif Yilmaz Kurd derket
Dilbixwîn Dara Arnheim
Hunermendê dengxweş û hez-kirî, ku zêdetirî 20 salan e liHolanda
dijî, ji Rûdawê re diyarkir ku wî ji bilî hezkirina guhda-ran, ji
hunera xwe tiştek qezencnekiriye. Brader Musîkî, ku li ba-kurê
Kurdistanê li gundekî Mêr-dînê ji dayîk bûye û salên dûr ûdirêj bi
hunerê re mijûl e, got, ewêdî li xerîbiyê bêzar bûye û dix-waze
vegere welat.
Brader, ku bi dilnizmiya xwe, bihêminî û dilgermiya xwe
naskirîye, dixwaze yan li Wanê, yan liMêrdîn yan jî li Duhokê bi
cihbibe. Pir hez dike dawî li vê jiyanapenaberî û xerîbiyê bîne. Lê
belênikare vegere. Ne ji ber astengi-yên siyasî û burokratîk, lê
belê jiber ku wî di van salên dûr û dirêjde ku ji bilî hunerê
tiştek nekir,tiştek qezenc nekiriye. Nikare ve-gere welat ji ber
maleke wî tuneye tê de bijî. Brader Musîkî, demaku em li mala wî
bûne mêvan,
got: “Binêre, li vê derê dewlet mexwedî dike, kirêya malê dide,
embelaş diçin doktor, jiyana me yasosyal parastiye, lê belê
nikarimvegerim, pir hez dikim, dixwazimniha biçim, lê ez ê biçim
kuderê?!Cihek tune ye ez lê bimînim. Wêxelk nebêje ev ji 20 salan
zêdetirbû tu li Ewrûpa yî, te zarok mezin
kirin, ka te çi bi ser hev xist?!”Brader Musîkî, ji bilî muzîkê,
li
Holanda û Almanya weke serlîs-tikvan di gelek fîlman de cih
gir-tiye, weke şêwekar tabloyançêdike, di tiyatro de dilîze,
hel-best û gotaran dinivisîne û digelek warên hunerî û rewşenbîrîde
hunermendekî gelekî çalak e.
Brader naxwaze jiyana xwe li Ewrûpa berdewam bikeDixwaze vegere,
lê destên wî vala ne
“Wê xelk beje, ev ji 20 salan tu li Ewûpa dijî, ka te çi bi ser
hev xist?!”www.
arsiv
akur
d.or
g
-
9RûdawHejmar 59 Çand û Huner
Hunermanda dengxweş Nilu-fer Akbal van rojan albûmaxwe ya dawî
derxist. Album ji sêzaravayên kurdî pêk tê. Di TRT-6’ê de
amadekariya bernameyeknû dike. Akbal d derbarê albûmêxwe ya bi navê
‘Herîre’ de, kar ûxebata xwe li TRT-6’ê û amadeka-riyên ji bo
bernameyeke nû de, jiRûdawê re axivî.
Rûdaw: Te albûmek bi navê ”He-rîre“ derxist, tu dikarî qala vê
xe-batê bikî?Nilufer Akbal: Ev albûm kedapênc-şeş salan e, her
straneke wêçîrokeke xwe heye û ez bi roj ûşevan li ser rawestiyam
ji bo kutiştekî baş derveke holê. Ez di vêalbûmê de meqam û klamên
kla-sîk jî distirêm. Ez neketime dûstrankomkirinê, yên ku min
nivi-sîne hestên min in û min hîs ki-riye. Yên din jî di ger û
xebatênxwe de min hilbijartine, herwihakeda Mamoste Husên Şerîfî ji
bîrnakim û spasiya wî dikim.
Di albûma te de kurmancî, za-zakî û soranî heye. Gelo bi çi
ar-mancê te ev rê hilbijartiye?Kurdî ji bo min her kurdî ye, ez
bi xwe zaza me, lê kurmancî û so-
raniya min jî ne bi kêmî zazakiyamin e. Kurdistan jî ji bo min
yekparçe ye, kurd jî yek milet e. Evher sê zarava di albûmên min
ênberê de hebûn, di vê de jî hene ûwê di xebatên pêşerojê de
jîhebin.
Tu ji bo amadekirina vê albûmêçûyî Başûrê Kurdistanê, çi tesîrli
ser albûmê çêbû?Belê ez çûm. Stranên Herîre,
Pawanekanî û Şilêre min ji Başûranîn. Li wir axeke azad heye û
te-sîrê li ser mirov dike. Min li hu-nermendên Başûr guhdarî kir
ûwan jî min guhdar kirin. Ez bimuzîka kurdî ya klasîk serwextbûm û
bi muzîka Hesen Zîrek,Tahir Tofîq, Homer Dizeyî, Mez-her Xelikî û
hwd şa bûm.
Gelo tu soranî baş dizanî?Ez pir baş nizanim, lê roj bi roj
çêtir dibe. Ez li mal li kanalênBaşûr temaşe dikim û her
caradiçim wir hewl didim fêr bibim ûgava ez straneke soranî
dibêjim,ez dipirsim, li ser radiwestim ûhewl didim awaza wê rast
bisti-rêm. Mamoste û hevalên minhene û alîkariyê dikin.
Album li ku hat amade kirin, kêderxist, kî belav dike û rewşa
fi-rotinê çawa diçe?Albûm li Stenbol û Almanya
hate çêkirin. Derxistin û belavki-rina wê bi hevkariya şîrketa
mina muzîkê NAM Muzîk Produksi-yon û ADA Muzîk hate pêkanîn ûez
hêvîdarim ku wê ev xebatxweş bê pêşwazîkirin.
Te sala borî di TRT-6’ê de binavê “Buka Baranê“ programekamade
dikir. Tu dikarî li ser wêagahdarî bidî û te çima bi dawîanî?Ew
program ji aliyê şîrketeke
produksiyonê ve dihate çêkirin,
min jî peyman digel wan çêkiribûû dema peymana me xilas bû,
mekarûbarê xwe qut kir. Ez niha bixwe programê çêdikim. Bûka
Ba-ranê bernameyek hezkirî bû. Mi-letê Kurd ji 40 milyonî bêtir e
ûmiletekî kevn e li Rojhilata Navîn.Ev kanal jî ji gelek aliyan ve
başbû, lê bi vê kanalê mesele çaresernabe.
Tu wê niha dîsa di TRT-6 deprogramekê çêbikî?Erê, bi navê
Nîlufera Rengîn em
programekê çêdikin û bi naverokaxwe dişibe Bûka Baranê. Yanî
emdixwazin bi muzîk, şano, helbest ûhwd ve dewlemendiya miletê
xwe
bibînin. Helbet hinek rêbazênTRT’ê yên giştî hene, ew me jî
gi-rêdidin, lê weke din em serbest inû ev jî bêhna me fereh
dike.
Ji bo pêşerojê çi planên te hene?Niha albûma min a nû derket
û
ez dixwazim danasîna wê bikimû rêze konsertan li Kurdistan
ûEwrûpa li dar xim. Herwiha ezmijûlî karê xwe yê TRT’ê me, ewkar
min pir diwestîne û demamin digre, lê ji bo min muzîk jiyane û ezê
her li dû awaz û dengênxweş bim û hewl bidim bi xwebiafirînim.
Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij
‘Nîlufera Rengîn’cîhê ‘Bûka Baranê’digre
Rûdaw (Swêd) – Keça Erde-wan Zaxoyî, Hozan, li Swêdê dinava kul
û kovanên şehîdkirinabavê xwe de dijî. Xwest vegereKurdistanê lê
nasnameya wê ne-danê, niha dixwaze stranên bavêxwe bistire.
Erdewan Zaxoyî hunermen-dekî navdar ê nîştîmanperwerbû. Di sala
1981’an de bû pêş-merge û digel çend hunermen-dên din ên pêşmerge
“TîpaŞoreş” damezrandin. Piştî ew ve-geriya Zaxo, di şeva 19’ê
Çileya1986’an de, li otêla Exadîr ya liBexda ji aliyê Emna
HikûmetaÎraqê ve hate girtin û heta nihakes nizane termê wî li ku
derê ye.Hevjîna wî ya Xiristiyanî digelherdu zarokên xwe Hozan
ûKovan berbi Îranê ve çûn û piştîçar mehan berbi Tirkiyê çûn
ûrêxistina Xaça Sor a navnetewîxwedî li malbatê derdikeve ûberbi
Sûriyê ve diçin. Di sala1989’an de dayika Hozan ûKovan bi mêrekî
Sûrî re dizewiceû herdu zarokên xwe li wir dihêleû diçe Swêdê. Paşê
Hozan ûKovan bi rêya Xaça Sor ji Sûriyêdiçine Libnan û li Beyrûtê
bicîhdibin.
Hozan Erdewan ku ev çendîn
sal in li Swêdê rûdine, behsa wêserdemê dike û dibêje: "Li
Bey-rûtê rewşa me gelekî nexweş bû,em danîbûne digel kesên şêt û
bêxwedî.” Hozan û birayê xweKovan salekê li Beyrûtê di wêrewşa
nexweş de dimînin, paşêXaça Sor a navnetewî wan dibeSwêdê cem
dayika wan: "Dematemenê min bû 13 sal, HikûmetaSwêdê gote min ‘nabe
tu li cemdayika xwe bijî’ û min birin cihekîku taybet ji bo kesên
bê xwedî ûez careke din ketime rewşekenexweş." Hozan heta temenê
18saliyê di wê rewşê de ma. Jî xwere xaniyek kirê kir û her
heftiyêkarek dikir.
Dizewice û dibe dayik
Li wan salên ku Hozan bi tenêbû, wê xortekî ji Silêmaniyê
nas-kir û paşî pê re zewicî: “Piştî sêsalan keçeke me çêbû, lê em
jihev cuda bûn û careke din ez ûkeça xwe bi tenê man." Di
sala2009’an de Kovan bi yekcarî ve-geriya Zaxo û niha li Zaxo
dijî.Hozan niha 29 salî ye û sê salan jibirayê xwe Kovan mezintir
e. Ho-zanxan heta niha du caran çûye
Kurdistanê û hewl daye regezna-meya Îraqî ji xwe re derxîne,
lênedanê û careke din vegeriyaSwêdê. Hozan ev çar sal in fêrîkurdî
bûye, ji ber ku beriya ew bi-zewice, tenê bi Swêdî dizanî. “Ezbi
rêya hevjînê xwe yê berê fêrîkurdî -zaravayê soranî- bûm, lê divan
çar salên dawî de bi rêya qe-nalên kurdî û guhdarîkirina stra-nên
bavê xwe, ez hinekî hînîzaravayê kurmancî jî bûme.”
Stranên bavê wê bîranînên za-roktiyê tînin bîra wê: “Dema ez
guhdariya stranên bavê xwedikim, wan rojên ku wî li mal ewstran
ji bo min digotin, tîne bîramin.” Stranêj Bextiyar Fetah stra-neke
Erdewanî gotiye û klîpki-riye: “Dema min ew stran guhdarkir, bavê
min hate bîra min û ezgelekî giriyam.”
Hozanê bi rêya înternêtê dukesên Zaxoyî li Stockholmê nas-kirin:
“Cotyar Sindî û Azad Şem-sedîn bi rêya înternêtê soz danmin ku
alîkariya min bikin, ezçûm cem wan û bi îmkanên gelek
kêm min herdu stranên bavê xwe‘Ez geriyam li diniyayê‘ û
‘Erde-wan im Kurdistan im‘ tomar kirku niha li ser înternêtê
belavdibin.” Hozanxan guhdariyahemû stranên bavê xwe dike, lêbêtir
ew ji strana “Pêşmerge me”hez dike. Hêviya wê ew e ku bika-ribe bi
dengê xwe dilê Kurdanxweş bike. Eger saziyeke rewşen-bîrî û hunerî
li Kurdistanê alîka-riya wê bike, ew amade ye bidengê xwe berhemekê
ji stranênbavê xwe belav bike.
Hozan Erdewan Zaxoyî, ji bo Rûdaw:
Hêviya min ew e ku ez stranên bavê xwe bêjim
Hozan Erdewan Zaxoyî
Wêneya rastê: Hozan ErdewanZaxoyî û bavê xwe Erdewan Za-xoyî
www.
arsiv
akur
d.or
g
-
Jin û Civak Rûdaw10 Hejmar 59
Parlamenterê esil Tirk ê FDP’ê daxwaz kir ku bûrka li Almanya bê
qedexekirin. Parlamenterê Partiya Demokratên Azad(FDP) Serkan
Torenê ku li Tirkiyê, bajarê Fatsayê, ji dayik bûye, ragihand ku
bûrka li Fransa û Belçikayê hatiye xedexeki-rin û divê li Almanya
jî qedexe bibe. Toren ji rojnameya Alman a bi navê Leipziger
Volkszeitung re daxuyand ku bûrka necileke olî ye, lê li dijî
sîstema dewleta wan sembola siyasî ye û jinan jî dixe bin zilmê û
wiha axivî: “Bûrka ji bo jinan girtî-geheke mobîl e û binpêkirina
mafekî mirovahiyê ye. Lewma divê bê qedexekirin.”
“Bûrka ji bo jinan girtîgeheke mobîl e“
Amed (Rûdaw) – Midûrê Giştî yêDunya TV ku yekemîn qenale tay-bet
a kurdî li Tirkiyê ye, diyar kirku polîtîkaya wan a weşanê jiKurdên
di nava sînorên Tirkiyêheta Kurdên li Îraq, Îran, Suriye ûhemû
Kurdên ku bi kurdî dizanindixe nava xwe. Di vê qenalê de
rê-zefîlmên ku di Samanyolu TV detêne weşandin, wê bi kurdî
bênweşandin. Dunya TV a ku bi zara-vayê kurmancî dest bi weşanê
kir,wê di pêşerojê de bi zaravayêndin ên kurdî jî weşana xwe
bido-mîne. Di çapameniyê de hate an-gaştin ku ev qenal aydê
CemaetaFetullah Gulen e.
Rûdaw: Fikra avakirina televîz-yoneke bi kurdî çawa çêbû?Remzî
Ketencî: Tirkiye di pêva-joyeke girîng de derbas dibe. Yanwê tam
demokratîk bibe û bigi-hije standardên cîhanê, yan jî wêdi nava
welatên 3’emîn ên cîhanêde cihê xwe bigre, bigevize.
Gerrêlibervekirin baş bê kordîneki-rin, wê hemû astengiyên li
pêşiyademokratîkbûnê yek bi yek jiholê bên rakirin. Ji bo
pêkhatinavê yekê peywir dikeve ser milêhemû kesî. Karsazên li
Dîlokê, liser vî esasî, ji xwe re pirsa “Em livî welatî dijîn, nan
û ava vî welatîdixwin. Di vê merheleyê de, divêem çi bikin?” kirine
û biryar daneku televîzyoneke bi kurdî vekin.Em li hev civiyan,
axivîn. Li gorîbîr û baweriya me, Dîlok dikaretelevîzyoneke wiha
fînanse bike,ev hêza wê heye. Ji ber vê yekêDunya TV ji jiyanê re
got “mer-heba”.
Dunya TV dixwaze xwe bigihi-jîne kîjan temaşevanan?Hemû kesên ku
bi kurdî diza-
nin, dikevin qada me. Em bi wanre eleqedar dibin, weşana xwe
ligorî wan çêdikin. Lê girseya esasîya ku em ê xîtabî wan bikin,
wela-tiyên Kurd ên li nava sînorên Tir-kiyê ne. Ji ber ku emê
nebinqanaleke tematîk, emê hemahema xîtabî temaşevanên di herastê
de bikin. Dunya TV qanalekewisa ye ku wê xîtabî temaşevanêngiştî
bike û qenaleke malbatî ye.
Weşana Dunya TV wê bi kîjanzaravayên kurdî bê kirin?Emê serê
pêşîn tenê bi zara-
vayê kurmancî weşan bikin. Piş-tre li gorî derfetên xwe cih
bidinzaravayên din jî.
Hûn difikirin ku di pêşerojê dexîtabî Kurdên li derveyî Tir-kiyê
bikin? Weke hûn dizanin sînorên li
herêma me, ji aliyê welatên ro-java ve, bi awayeke sunî
hatin
xêzkirin. Dema mirov bi vê nêrînêli meseleyê binêre, wê mirov
bi-bîne ku gelek xizmên welatiyên livir, ji hev cuda bûn, li aliyên
dinên sînoran man. Aliyên hevpar ênînsanên li ser vê erdnîgariyê,
jicudahiyên wan pir zêdetir in. Jiheman tiştî kêfxweş dibin û
jiheman tiştî re dikarin xemgînbibin. Ji ber vê yekê girseya me
yapêşîn welatiyên me yên Kurd êndi nava sînorên me de ne. Lêweke ku
min qasek berê jî got,Kurdên ji ber wan sedeman liderveyî sînorên
me mane jî meeleqedar dikin û dikevin nava gir-seya me ya
xîtabê.
We karî kadroyên ku baş bikurdî dizanin peyda bikin? Ger em di
warê kurdî de xwedî
kadroyên baş nebûna, me dest bixebateke wiha nedikir. Hûn jî
başdizanin ku televîzyon tim dixwe,divê tim bê xwedîkirin.
Di warê dublaj, werger, redaksi-yon û pêşkêşvaniya bername-yan
de hûn tengasî dikişînin?Ji xeynî pêşkêşvaniyê hemû tişt
di nava dublajê de cih digre. Me liStenbolê stûdyoyeke dublajê
avakir û em di vê stûdyoyê de timbernameyên bi kurdî çêdikin.Diwarê
pêşkêşvaniyê de jî me lêko-lîneke pir baş kir. Ji ber ku Tirkiyedi
warê televziyonvaniya kurdî dehêj nû ye, di vî warî de kesên
pro-fesyonel zêde nîn in. Lê kesên kume bi mulakatê girt, niha em
ji bopêşkêşvaniyê digihînin.
Di nava ekîba we de kesên nav-dar hene?Em ji gelek kesên ku di
warê
werger, redaksiyon û şêwirmen-diyê de pêşketî ne, sûd
werdigrin.
Di Samanyolu TV de rêzefîlmênweke “Tek Turkiye” hene.
Hûndifikirin wan rêzefîlman bi zi-
manê kurdî di Dunya TV de bi-weşînin?Tek Turkiye di bernameya
me
de tune ye.
Qenalên netewî xwedî metir-siya reytîngê ne. Ji bo vê qe-nala bi
kurdî, metirsiya we yareytîngê qet heye?Em televîzyoneke taybet
in.
Helbet ew metirsiya me ya tema-şekirinê heye. Çimkî ku hûn
bênetemaşekirin, hûn dikarin reklambistînin.
Di çapameniyê de tê gotin kuDunya TV a cemaeta FetullahGulen e.
Ev jî pêşîvekirinakurdî ya Fetullah Gulen e?Televîzyona me bi Koma
We-
şanê ya Samanyolu re di nava xe-bateke hevpar de ye. Em
dublajagelek bernameyên ku me ji wirgirtiye, ji bo Dunya TV dikin.
Bikesên karên erênî ji bo vî welatîdixwazin re, hewl didin ku
DunyaTV bînin asta herî baş.
Hûn dikarin derbarê tora we-şanê ya Dunya TV de hin aga-hiyan
bidin? Temaşevanên me wê bikaribin
li ser ekranên me bernameyên sî-nema, rêzefîlm, fîlmên
karton,nûçe, spor, çandê bibînin. Serêpêşîn wê dublaja rêzefîlmên
ku liTirkiyê hatine kişandin bi kurdîbên weşandin, rêzefîlmên
weke“Sirlar Dunyası”, “Kirik Kalpler”,“Buyuk Buluşma”. Ji bo meha
Re-mezanê xebateke me ya taybetçêbû. Temaşevanên me wê di nêzde
bikaribin nûçeyên me yên zindîjî temaşe bikin. Ev tenê çendmînak
in.
Hevpeyvîn: Bawer Çem
Midûrê Giştî yê Dunya TV, Remzî Ketencî:
Dunya TV ji bo hemû kurdîzanan e!
Midûrê Giştî yê Dunya TV Remzî Ketencî: “Ger rêlibervekirin baş
bê kordînekirin, wê hemû astengiyênli pêşiya demokratîkbûnê yek bi
yek ji holê bên rakirin.”
Li Kurdistanê ji bo ku mirovbibe wezîr pêdiviya wî/wê
bibawername û jêhatîbûn û zîre-kiyê nîne, lê peywendiya wî/wêbi
bazan ve heye. Di dema zarok-tiyê de, ji dêlva fîlm û televiz-yonê,
çîrok ji me re vedigotin, divan çîrokan de tiştên xeyalî yênzêde
hebûn. Yek ji van wêneyênxeyalî ku bûbû xewna zaroktiya
min, veniştina bazê bû, kengî ewbaz vedinişe û dibe qiral. Lê
liKurdistanê ligel dirustbûna herkabîneyeke bazê hizbê li ser
serêçend kesan vedinişe û postên xe-yalî pê werdigrin, bêyî
liberçav-girtina rewşa rewşenbîrî ûbawername û jêhatîbûnê. Lomajî
rewşa Kurdistanê berbi baş-bûnê ve naçe, ji ber baz bazê hizbe.
Kesên ku dibe wezîr berî her-tiştî dibe wezîrê hizba xwe,
dûrewezîrê xelkê Kurdistanê.
Wezîrê Ewqaf û KarûbarênAyînî ku ser bi Bizava Îslamî ya
Kurdistanê ye, îmze li ser nivîsa-rên fermî yên Êzîdî û
Mesîhiyannake û vî erkî dispêre rêveberêngiştî û desthilateke
tevahî didewan, da ku îmzeya wî nekeve serdirustkirin û nûkirina
dêreke Xi-ristiyaniyan û perestgeheke Êzî-diyan. Tevî ku divê
nivîsarênfermî bi îmzeya cenabê wezîrbin, lê ji ber ku cenabê wezîr
Mi-silman e û li gor wî divê bi tenêîmza Misilmanan bike û ji bo
yêndin neke. Niha jî dixwaze bawe-riyê bi Mesîhî û Êzîdiyan bînin,
jibo ku ji Wezareta Ewqaf cuda
bibin û rêveberiyên serbixwe jibo xwe dirust bikin û
WezaretaEwqaf jî bibe Wezareta Ewqaf ûKarûbarên Îslamî.
Serokê Herêma Kurdistanêherdem behsa aştî û bihevre ji-yana olan
li Herêma Kurdistanêdike û wezaretên herêmê jî newezaretên Kurdî ne
lê Kurdis-tanî ne û yên hemû xelkê Kurdis-tanê ne. Lê li Wezareta
Ewqaf ûKarûbarên Ayînî dixwazin cuda-hiyê kûr bikin û wezaretê
bikinWezareta Ewqaf û Karûbarên Îs-lamî. Çavkaniya vê yekê ji wê
ba-weriyê tê ku baweriya wê bicudahiya ra û nerîn û bihevre ji-yana
ol û neteweyan li Kurdis-tanê nayê. Ev tenê dirustkirinadîwaran e
di navbera olên cudayên Kurdistanê û dijî bihevre ji-yanê ye. Lê
cenabê wezîr, pêdi-
viya me bi kijanê heye?Gelo ev hizra ku Wezareta
Ewqaf û Karûbarên Ayînî bi nêt ecîbicîh bike, ligel rewşa siyasî
ûcivakî ya Kurdistanê lihev dike?Gelo ligel rabirdû digunce?
LiKurdistanê Îslama Siyasî dix-waze sîmaya civaka Kurd biguhe-rîne,
loma jî di nava salekê de500 mizgeft ava kirin, ji dêlvaxêrxwazan
han bidin ku xwen-dingeh û nexweşxaneyan ji xelkêvî welatî re ava
bikin ku yek ji pê-wîstiyên herî girîng ên xelkê vîwelatî ne.
Di dawî de dibêjim, rêzdar we-zîrê Ewqaf û Karûbarên Olî,
ricadikim hewldanan neke ol û rege-zên civaka Kurdistanê ji hevcuda
bikî, li ser daxwazkarî û ni-vîsarên wan jî îmze bike û îmanate
zeîf nabe lê baştir dibe.
Taman Şakir
Ji bo Êzîdiyan îmze nake
www.
arsiv
akur
d.or
g
-
Jin û Civak 11RûdawHejmar 59
GurçikDi her mirovekî re normal de 2gurcik hene, yek li kêleka
moh-nikê li cengê çepê ye û ya din jî licengê rastê ye. Organên
cîran evin: Mîde, pankreas, kezeba reş ûroviya qalind. Gurçik 12 cm
dirêje û 6,5 cm pehn e. Hinekî dişibeforma fasuliyê. Her gurçik bi
ro-vîkek biçûk bi kîsikê destavabiçuk re (mîzêre) di têkiliyê deye.
Bermayiyên ku ji bedenêre nepêwîst be bi alikariya gurçikê
têpaqijkirin, minak dema ku mirovdermana digrin tiştê ne
lazimgurçik paqij dike. Wekî din gurçik tansiyona, qeyda avê,
xwê,şekir û asîtê jî dipîve. Tiştekî din ku gelekî giring e ew e ku
jigurçik hormona erîtropoetîn û vîtamîn D çêdibe. Ew hormon jîxwînê
dide çêkirin.
Çi nexweşiyên gurçika hene?Dr. Necla Tursun: Gurçik kuldibin
mîna mîkrob digrin ev jî
gurcikê nexweş dikin. Dema ku gurçik bi awayê kulbunê zirardît,
hingê xirab dibe û kêm bi karê xwe radibe. Wê demê pêwîstîbi
dialîzê tê dîtin. Dema gurçik hindik kar bike tansiyon bilinddibe û
tiştê ku normal bi alîkariya gurçik ji bedenê paqij dibedimîne di
nava xwînê de ji ber ku xwîn nayê paqijkirin mirovbi nexwşiyên din
jî dikevin.Mînak di canê wan de xwerihandinçêdibe ji ber ku hormon
jî kêm dibin; herwiha mîktara xwînê jîhindik dibe. Carna kevir jî
di gurçikan de çêdibin. Pir kêm digurçikan de nexweşiya pençeşêrê
jî tê dîtin. Wekî din nexweşi-yên zikmakî jî hene, ev mîna kistan
e.
Mirov çawa dikarin xwe ji nexweşiya gurçika biparêzin?
Dema ku mirov bixwazin bi gurçikek baş û bi tendirustî bijînher
roj pêwîst e 2 L av vexwin ji ber av gurçika paqij dike. Demaku
gemar ket nav rovîka mîzê dibe ku mirov zû biçe doktor jiber wê
pêwîstî bi antîbîotîka hebe bêyî antîbîotîka ew mîkrobçûyîn pir
zahmet e. Her 2 sal carekê pêwîst e mirov xwîna xwekontrol bike. Ku
arandin an jî tiştek din li tenişt, pişt çêbû ewdem pêwîst e
ultrason bê kirin hertim tedawiya zû mirov ji xe-terê xilas
dike.
Mirov dikarin bi çend gurçika bijîn?Ev mijareke ku gelek kes
hertim di nava metirsiyê de ne.
Mirov dikarin bi yek gurçikê jî jiyana xwe ya normal
berdewambikin. Dema ku pêwîst be mirov dikare neqliyata gurçikê jî
çê-bike. Lê bi ya nim tiştê herî giring ew e ku dema hin mirov
nex-weş neketî li xwe û gurçika xwe miqatebe. Piştî
gurçikênexweşiyek giran derbas kir tu bivê nevê wê ne wek berê be
ûdivê mirov bêtir li xwe hişyar be. Dema gurçik nexweş be û ewkes
biçe alkol an jî xwarinê pir şor û rûn bi xwin ev ji bo
gurçikêxeter e.
Amadekirin: Zelal Çelîk
*Dr. Necla Tursun ji Bakurê Kurdistanê ye, niha li Almanya dijîû
pizîşka nexweşiyên hundir e.
Tendirustî
KevirêGurçikê
GurçikaNormal
Coka Mîzê
Livir kevir nahêle
Dr. Necla Tursun*
Necîbe Mihemed Hewlêr
Berhem Mihemed (10) di navbazarên Hewlêrê de rojanepaketeke
benîştan digire destêxwe û difiroşe. Diviya niha Ber-hem polê çarem
a dibistanê biqe-danda, lê nizane navê xwe jîbinivîsîne. Navborî
ligel malbataxwe ya 8 kesî di nav maleke bikirê de dijî. Berhem
dibêje: “Emkirêçî ne û bavê min jî karker e,ger ez alîkariyê nedim
wî ew ni-kare kirêya malê jî bide, loma ezneçûm dibistanê.”
Di demekê de ku kabîneyaşeşem a Herêma Kurdistanê 100milyon
Dolar ji bo şandina xwen-dekaran ji bo xwendina master ûdoktorayê
veqetandine, lê hê çen-dîn zarokên ku di temenê Ber-hem de ne,
nizanin navê xwe jîbinivîsin. Bêtiriya zarokên kuwek Berhem kar
dikin, didinzanîn ku ji ber rewşa nebaş aaborî neçûne dibistanê.
Berhemdibêje: “Dema em nekarin kirêyamala xwe bidin û cilên
dibistanêbikirin, çawa bixwînim!”
Li gor statîstîkên UNESCO’yê,nêzîkî 75 milyon zarokên
nexwen-devan li seranserê cîhanê hene û
ji her pênc kesan di cîhanê dekesek nexwendewar e û ji
sêsêyanyek jê jin in. Rêjeya herî zêde yanexwendewariyê di nav
welatênErebî de ye, ku ji sedî 44 e.
Li gor agahiyên ji WezaretaPerwerde, ji bo nehiştina
nex-wendewariyê li Herêma Kurdis-tanê niha 20 hezar kes di
417bingehên nehêlana nexwendeva-niyê li seranserê Herêma
Kurdis-tanê hînî xwendinê dibin. Kesênhan jî ew in ku di temenê
zarok-tiyê de nekarîne bixwînin yan jixwendinê veqetiyane û ji sedî
66’îwan jin bûn.
Li gor serjimêriyên WezaretaPerwerdê ya Herêma Kurdistanêdi 9
salên borî de 322 hezar û573 kes ji nexwendewariyê rizgarbûne.
Beriya sala 2000’an rêjeyanexwendewariyê ji sedî 34 bû, lêdi encama
cîbicîkirina prosesanehêlana nexwedevaniyê, niha evrêjeya daketiye
ji sedî 18. WezîrêPerwerde yê Herêma Kurdistanê,Sefîn Muhsin
Dizeyî, ji Rûdawê regot: “Niha tirsa wê yekê tune kudi qonaxa
seretayî de zarok ser-nekevin û dest ji xwendinê ber-din, loma
pêwîst e hemû dayîk ûbav zarokên xwe bişînin dibis-tanê.”
Derbarê Plana wan ji bo zaro-kên ku qet naçin dibistanê, We-zîrê
Perwerde wiha axivî:“Xwendina bi zorê nemaye ku embikarin kesên
nexwînin sizabidin, lê em ê hewl bidin xelkêhişyar bikin ku zarokên
xwe bişî-nin dibistanan û ji xwendinêbêpar nebin.” Derbarê zarokên
kukar dikin yan ji ber hejariyê nika-rin bixwînin, Sefîn Dizeyî
got: “Diwarê qanûnî de nabe zarok karbikin, pêwîst e hikûmet û
aliyênpeywendîdar alîkariya malbatênhejar bikin.”
Li navçeya Amedê Farqînêkesê bi navê Hacî Oruç ê 40salî ji bo
debara mal û zarokêxwe bike, her roj berê xwe didabajêr û bi
areboka xwe ya destaçerçîtî (atarî) dikir.
Hacî Oruç wek her carê disaçubu ku ji bo mal wê rojê jî
tiştekbinê, lê ew destvala vegeriya malû ji bo rojiya xwe veke dema
jixanima xwe dipirse ka wê çi çê-kiriye, Hacî bersiva ku li mal
tiş-
tek tune ku ew çêbike ji xa-nima xwe digre. Li ser vêyeke Hacî
pir xemgîn dibe ûzarokê xwe hembêz dike ûdigrî. Xanima wî dibêje ji
bohin pirtir xemgîn nebe, wêhevjînê xwe bi tenê hişt. Pîştîdemekî
ku qet deng jê nayê,xanima wî merak dike û diçelê binere. Dema diçe
dibîneku Hacî Oruç li odeya ku rû-niştiye, xwe xenîqandiyê.
Ji sedî 18 xelkê HerêmaKurdistanê nexwendewar in
18 %
82 %
Ji ber nikaribû ji zarokên xwe renan bîne mal, întîhar kir
(Sala 2009 - 2010)
Xwendewar
Nexwendewar
Rêjeya Xwendewariyê
Hevjîna Hacî Oruç ligel 4 zarokên xwe
www.
arsiv
akur
d.or
g
-
Aborî Rûdaw12 Hejmar 59
Azad Kurdî
Her ku diçe dorpêç û sezayênnavnetewî yên li ser Îranêzêde dibin
û bi vî awayî jî Îranrastî kirîzeke kûr a aborî hatiye.Çalakvanekî
Kurd dibêje: “DivêHikûmeta Îranê wiha siyasetêbike ku neçe
pêşwazîkirina boy-kot û dorpêçan.”
Di Hezîrana îsal de KonseyaEwlekarî ya Neteweyên Yekgirtî(NY) li
ser bernama gumanbar aatomî ya Îranê çaremîn biryarna-meya xwe ya
sezayan li dijî Îranêda ku armanc zêdetirkirina dor-pêçên aborî li
ser wê bû. Di Tîr-mehê de jî Yekîtiya Ewrûpayê(YE) ambargoyên gelek
dijwarberamber Îranê ragihandin. Evseza zêde di warê enerjî, gaz
ûsîstema bankî de ne. Yekemîn care ku YE seza û dorpêçên wihagiran
beramber welatekê der-dixe. Piştre jî welatên Kanada,Awistralya û
Japon jî sezayên ye-kalî li dijî Îranê ragihandin.
Herçiqas rayedarên Komara Îs-lamî ya Îranê derbarê van
ambar-goyan de diyar dikin ku evsezayên navnetewî nikarin ban-dorê
li ser pîşesaziya petrol, gazû enerjiya Îranê bikin, lê di vêdema
kurt de ku seza û dorpêçênnû li dijî Îranê hatine meşandin,
kirîza aborî ya Îranê kûrtir bûye,giranî û înflasyona aborî
zêdebûye û hilberîn û projeyên mezinhatine rawestandin. Wek
mînak,di vê dema dawî de buhayê pet-rolê çend qatan zêde bûye û
nihaxelkê Îranê bi giştî nîgeranê jiyanû dahatûya xwe ne û zêde
tirsatevlihevbûna rewşa welat heye.
Çavdêrê siyasî û nûnerê berê yêbajarê Pîranşarê li
ParlamenaÎranê, Hasil Dase, daxuyaniyek daRûdawê û diyar kir ku
divê Hikû-meta Îranê wiha siyasetê bike kuneçe pêşwazîkirina boykot
û am-bargoyan: “Divê siyasetvanênÎranê bi awayekî tevbigerin
kucîhan wê hestê neke yan rojevêwiha şirove neke ku Îran li
be-ramberî cîhanê sekinî ye. Lomadivê xwe digel civaka navnetewîû
welatên cîhanê biguncîne.”
Ew sezayên navnetewî hemû bihesaba xelkê Îranê kuta dibin,
bitaybet xelkê hejar û belengaz. Nû-nerê berê yê bajarê Merîwan
ûSewlawa li Parlamana Îranê, Eb-dula Suhrabî, dide zanîn ku
seza-yên navnetewî li dijî Îranêbandoreke rasterast li ser
jiyanagel kirine û wiha axivî: “Em ban-dora van ambargoyan di
hemûwarên jiyana rojane ya xelkê se-ranserê Îran û Kurdistanê de
bieşkere dibînin.”
Hasil Dase got nabe tevger ûkarê siyasetvanan bandorekexerab li
ser xelkê bikin û wiha di-rêjî da axaftina xwe: “Mixabinbandoreke
xerab a aborî ya sezaû boykotên ser Îranê li ser jiyanaxelkê heye û
di van du mehên da-wiyê de bandora van boykotan liseranserê Îranê û
bi taybet jî liKurdistanê eşkere tên xuyakirin.”Ambargoyên aborî
zêde di warêsotemeniyê de bandora xwe ki-riye û buhayê şewatê jî bi
awa-yekî berçav zêde bûye; ji bomînak buhayê lîtereke benzîn
gi-haye 400 Tûmen û tê çaverêkirinbigihe 800 Tûmenan jî.
Di vê derbarê de Dase da xuya-kirin: “Nirxê her tiştî zêde bûye
ûgiranî gelek berçav e, şiyana ki-rîna xelkê kêm bûye, bêkarî
zêdebûye, kar û çalakiyên sektora tay-bet kêmtir bûne, butçeya
proje-yên avedankirin û xizmet-guzariyê pir kêm bûye, heta ban-dor
li warê turîsmê jî kiriye.” Bibaweriya çalakvanê siyasî, HasilDase,
ambargoyan bandorekerasterast li ser rewşa civakî yaxelkê Îran û
Kurdistanê jî kiriye:“Ger dewlet giringiyê nede warêaborî, wê zext
û guşarên civakî liser dewletê zêdetir bin û rêjeyanerazîbûnê jî wê
bêtir derkeveholê.”
Sezayên aborî gel bêzar kirine
Bazirganên Holandî ji dereng çûyîna xwe ji bo Kurdistanê poşman
in
“Li Kurdistanê Înglîz 10 salan di pêş me de ne”
Bazirganên Holandî ji wê yekêpoşmanin ku dereng çûneHerêma
Kurdistanê. Rojnameyaaborî ya seranserî Holanda, HetFinancieele
Dagblad, hevpeyvî-nek digel wan bazriganên Ho-landî yên ku li
Kurdistanê kardikin sazkiriye û dibêje ”Di demaborî de Holandayê ew
derfet jidest da ku bizane hilberîn li He-rêma Kurdistanê zêde
giringe ûbi wê yekê jî demeke pir buha jidest me çû.”
Veem De Kleermaker xwediyêkompaniyayeke helkulan û vedî-tinê ye,
dibêje ”Înglîz ji me zîrek-tir bûn, wan dizanî ku liKurdistanê
hikûmetek heye ûxwedî siyaseteke aborî ya ser-bixwe ye, loma ew di
vê navçeyêde 10 salan pêş me ketin e.” Ewherwiha behsa Tirk,
Fransî, Al-manî û Amerîkiyan jî dike ku liwir hilberînê dikin.
Bazirganekîdin jî ku li Kurdistanê kar dike ûnaxwaze navê xwe
eşkere bike,behsa hebûna gendeliyê dike ”ewtişt min bêzar dike, lê
çare tune ûez mecbûr pê re dimeşim.”
Pizîşkê diranan, Rêbaz Casim, jîdigel hevjîna xwe ya Holandî
liHewlêrê projeyek dirustkirine.Rêbaz piştrast dike ku li
Kurdis-tanê gendelî weke pirsgirêkekêye, ew dibêje ku karbidestên
Kur-distanê daxwaza pişkan ji bazir-
ganên biyanî dikin ”di serî dedaxwaza ji sedî 50 dikin, lê
egerdanûstanê bi wan re bikî ew bi jisedî 10 jî razî dibin.” Lê
Rêbaz di-bêje ku li Kurdistanê bac kêmtire. Hevjîna wî ya Holandî
jî giliya
wê yekê dike ku dîtina karmen-dên baş li Kurdistanê ne
karekîhêsane ”sîstema xwandina Îraqêzêde xerabe. Li vir xelk di
bîrka-riyê de ne zîrek in û înglîzî jî niza-nin. Mebesta min kesên
ku
zanîngeh qedandine.”Lê bazirganeka din bi navê, An-
nemiek Van Varden, dibêje ku”em hemû dizanin ku di vî welatîde
ceng hebû, vêca ku di warê za-nînê de paşketin jî hebe, ew tiş-
tekî çaverêkirî ye, lê nebaşe kuplanên domdirêjên xelkê
tunene.”
Serokê Komîteya Holandî ûÎraqî ji bo Pêşdebirina Peywendi-yên
Bazirganî, Jaap Van Dracher,dibîne ku niha jî ne derenge
kubazirganên Holandî ji bo avadan-kirina navçeyê îmkanên xwebidin
kar ”ji bo hilberîna di warênbirêvebirina projeyên çavkaniyênavê,
çandiniyê, jinûve bikaranînakeresteyên bikarhatî, ev herêmgelekî
bikêr e.” Li gor axaftinênVan Dracher ”ev ew warin ku des-tekî
bilind ê Holandayê tê deheye.”
Jaap Van Dracher axaftinênxwe berdewam dike û dibêje ”çi-yayên
bilindên Kurdistanê jî heneku ew jî cihên başin ji bo balki-şandina
geştiyaran, herwiha pê-wîstiya warê tendirustiyê jî bikartêde
kirinê heye, ji bilî ku her-tim wê pêwîstiya Kurdistan ûÎraqê bi
tenkîk û keresteyên ava-kirin hebe.” Ew karbidestê Ho-landî bi
henek ve dibêje ”nihabêtiriya keresteyan ji Tirkiyê tênKurdistanê,
lê ew ne dostên rastên Kurdan in.” Loma li gor wî birêya avakirina
peywendiyên rastdigel deshilatdarên Kurdistanê,wê bazirganên
Holandî bikarinroleke giring bilîzin, ji ber ku ”pê-wîstiya
Kurdistanê bi îmkan ûteknelojiya Rojava heye.”
Bazirganên biyanî behsa hebûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê
dikin, lê îmkanên li wir jî dibînin
Karbidestekî Holandî di wê bawerê de ye ku bi rêya avaki-rina
peywendiyên rast digel deshilatdarên Kurdistanê, wêbazirganên wan
bikarin roleke giring li wê herêmê bilîzin
www.
arsiv
akur
d.or
g
-
Kirmanckî 13RûdawHejmar 59
Murad Canşad
Serre 2000 bî. Tirkîya demunaqeşeyêk virazîyabi keseba reyêk
tayê cezayî desserrî bêrê kêmî kerdene. Ci-nîya serekwezîrê ê wextî
Bu-lend Ecevîtî Rahşan Xanimehepisxaneyêk zîyaret kerdbî,peyê beran
de kênayêka qij-keke dîbî, behsê kêmîkerdişêcezayan kerdbî, nê
behsî ra“Rahşan Affi” peyda bîbî. Fik-rêumûmîye bi nê nameyî
me-sele munaqeşe kerdênê.
Munaqeşe bîyêne ke kambikewo nê efûyî ver, kam me-kewo. O wext
hepisxaneyanêTirkîya de da-des hezarî hep-sîyê sî