Top Banner
D abeşbûna bîrok û bizava ne- teweyî ya Kurdistanê rûda- neke nû nîne, belkî rastîya herî berçav e. Di dîroka nêzik a Kur- distanê de rêxistin û rewşenbîran hewla wê çendê dane ku çarçewe- yeke nîştimanî û hevpar ji bo her çar parçeyên welêt saz bikin. Kurd, hertim di bawerîya hindê de bûne ku yekîtîyeke netewî tenha rêya çareserî ye û dikare bizava azadîyê ber bi serkeſtinê ve bibe. Lê belê rastîya pêşber tim di pêçewaneya vê bawerîyê de bûye. Her çend we- latparêzên Kurdistanê hewla yek- girtina berfireh dane, wê çendê jî nakokîyên di navbera parçeyên Kurdistanê de kûrtir û sexttir bûne. Ev yek, mixabin, rastîyek e û wê wekî rastîyeke nexwastî di jî- yanê de bimîne. Nakokîya pêdivî û berjewendîyên par- çeyên Kurdistanê di temena parçe- kirina Kurdistanê de ne. Herweha, heta ku Kurdistan parçekirî bimîne pêdivîyên parçeyên wê jî wê cûda bin. Ev rastîyeke sext e û îradeyeke zexm jê re divê. Îradeyek ku ne tenê nîşti- manperwerên çar parçeyên jêk cûda di çarçeweyeke nîştimanî de hev- par bike, di heman demê de berjewen- dîyên curbicur ên welêt jî biparê- ze. Azmûnên sext ya bi vî rengî di mêjûya miletan de kêm in û mixa- bin Kurdistan naçarî vê azmûnê ye. Azmunên sext bîrokên bihêz dia- firînin. Di dîroka nûjen a Kurdis- tanê de sîyaseta kurdî çendîn car ji wê azmûna sext bi serkeſtinên nîştimanperwerane derketîye. Li jêr dijwarîya şerê sê mîhweran, di sala 1944an de du rêxistinên se- reke yên Kurdistanê, Komeley Jî- yanewey Kurdistan (ango Jê-Kaf) ji rojhilat û Partîya Hîwa ji başûr peymanek saz kirin. (1) Ev peyman, ji ber ku li çîyayê Dalanperê, di xala bi hev gehiştina sê parçeyên Kurdistanê de hatibû îmzekirin bi navê Peymana Sê Sînor hate zanîn. Giringîya Peymana Sê Sînor tenê çarçeweya wê ya nîştimanperwer nebû, lê belê niha jî tenê bi wî ren- gî tê bibîranîn. Ev peymana hanê pêwendîyên di navbera du par- çeyên Kurdistanê de, di dema şe- rekî berfireh de bi rêk xist, sînorên çalakîyên her du partîyan destnî- şan kir û çarçeweya têkilîyên wan saz kir. Peymana Sê Sînor wekî yekemîn sazîya pan-kurd di dîro- ka Kurdistanê de cihê xwe girt û bû parçeyek ji binaxeya Komara Kurdistanê ku salek paştir li Me- habada rojhilata welêt hate avaki- rin. Eger bi saya Peymana Sê Sînor nebûya, platformeke hevkarî ji bo du rêxistinên cûda jî ava nedibû. E v panzdeh sal in, Xezze pênc caran bû hedefa seferên ceza- kirinê: 2006 («baranên havînê»); 2008-2009 («Zirinca sincirî»); 2012 («Stûna parastinê»); 2014 («Sînorê parastinê»); û 2021 («No- bedarê dîwaran»). Îsraîlê, ji bo karibe êrişkarên di dorpêçkirinê de veşêre, ev nav neqandin. Û ev panzdeh sal in, heman kes ji bo rewakirina heman cezayan heman dîruşmeyan dibêjin. Bêdengehî- ya derfetên hatin bikaranîn kira- sekî lênehatî û neguncaw li «şer» dike. Ji alîyekî ve yek ji artêşên herî xurt û herî xemilandî yên cîhanê, ku destekeke bêsînor ji Dewletên Yekbûyî werdigire û dijberên xwe her kêlî bi dorpêçeke bejahî û der- yayî re rû bi rû dihêle. 1 Li hemberî wê, ne tankek, ne balafirek, ne keş- tîyeke şer, ne jî desteka (ji bilî goti- nan) tu paytextekê. Di encamê de jî pêwistî bi desteka sefîrekî îsraîlî yê li Fransayê hebû ji bo sûcbarki- rina filistînîyan bi «yek ji sûcên şer ên herî dilxelîner ên sedsala XXIe- mîn». 2 Hejmara qurbanîyan a her alîyî di dema van pênc pevçûnan de bersiveke têrker e. E v panzdeh sal in, wekî ku her kes dizane, îsraîlî «mafê bersi- vê bi kar tînin» an jî «bersivê di- din» êrişên ku li dijî wan tên ki- rin. Çunku çîroka ku ew vedibêjin û piranîya medyayan jî wê tekrar dikin, tu caran dest pê nake heta ku yek ji leşkerên wan neyê revandin an jî roketek li dijî wan neyê avêtin. Kronolo- jîya pevçûnan bi vî awayî tine dihesibîne belayên tên serê filistînîyan, kontrolên bênavber, dagirkerîya leş- kerî, dorpêçkirina xaka ku tu balafirgeha wê naxebite, dîwarê veqetandinê, dîna- mîtkirina malên wan, ko- lonîzekirina xakên wan. L ê belê, em ferz bikin ku bila sibê Hemas ji holê rabe, ev giş wê dîsa bimî- nin. Îsraîl, ku ew bi xwe bû palpişt ji bo bilindbûna vê tevgerê û herweha di fînansekirina wê de jî tev- karî kir, vê yekê baş zane. Lê belê deranîna pêş a di- jbereke wisa bi kêrî Îsraîlê tê. Û ev yek derfetê didê ku têkoşî- na gelekî ya ji bo avakirina dewletê wekî rûbirûbûneke, ji alîyê pêna- seyê ve bêçare, bi rêxistineke olî ya mesîhî re pêşkêş bike. Bi destwer- daneke hovane li bawermendan li pêşîya mizgeſtan li Qudsê, raye- darên îsraîlî ne mimkin bû nizani- bin ku wê bi kêrî tevgera îslamîst bihatana. T evî qebabûn û eşkerebûna wê jî, operasyona serokwezîr Benyamîn Netenyahû bêyî ku rastî tu astengîyekê were dewam kir. Ne biryareke Neteweyên Yekbûyî (ku Îsraîl careke din wê karibûya ew ji nedîtî ve bihata), ne tedbîrek, ne pirsîna rewşê ji sefîran, ne jî cemi- dandina radestkirina çekan. Eynî wekî Waşîngtonê, Yekîtîya Ewropî jî careke din zimanê rasta îsraîlî bikar anî; hikûmeta fransî -ku ji Mme Marine Le Pen, Bernard- Henri Lévy û şaredara sosyalîst a Parîsê Anne Hidalgo destek wergirt- tenê ji bo qedexekirina xwepêşandaneke piştgirîya bi filis- tînîyan re hişyar bû. Wekî ku Îsraîl çiqas zêde xurt dibe, ewqas kêmtir demokratîk dibe û ewqas jî zêde cîhan giş tê ber lingên wê. T evî vê yekê, wekî ku pênc şe- ran jî berî demeke nêz ev yek îspat kir, ev «Qubeya hesin» a dîplomatîk wê aramîya Îsraîlê misoger neke. Şîdeta berxwedanê hertim bersivê dide şîdeta zilm û zorê, ji bilî gava ku gel biperçiqe û serî bitewîne. Gelê filistînî li ser pîya ye. Wergera ji fransî: Baran Nebar __________ 1) Binêrin li nivîsara Olivier Pironet, «Li Xezzeyê, gelekî di qefesê de», Le Monde diplomatique, îlon 2019. 2) Daniel Saada, Europe 1, 12 gulan 2021. Hevpeyivîna Jînda Zekioğlu bi Prof. Jan İ lhan Kızılhan re li ser trawma û tesîrên wê R. 16-18 R. 5-6 R. 10-12 R. 13 R. 15 R. 19 Nadia Maucourant Teqdîrkirina van şervanên jin, divê nebe sedema paşguhkirina stratejîya ragîhandinê ya ku ji alî karbidestên kurdên başûr ve ji bo medyayên rojavayî bi hosteyî pêşxistine. Ev amadebûna jinan di qada leşkerî de sempatîyekê bi xwe re tîne û alîkarîya bîyanîyan dikşîne nav têkoşîna li dijî Daişê. Martine Bulard Ev, bêguman, ne cara pêşî ye ku Fransa camekana xwe ya şer di sektorê de radixe pêş çavan, di 2019an de jî jixwe, yek ji firqeteyên wê tengava Taywanê derbas kiribû û li gel Pekînê bûbû sedemê rûdana bûyerekê. Lêbelê Parîsê tu caran tiştekî di vê astê de nekiribû. Zhang Zhulin Hejmareke mezin ji jinên çînî, vê hunermendê pir jêhatî dibînin û piştrast dikin ku skeçên wê xîtabî dilê wan dike û jîyana wan a hestyar tîne ziman. Welatîyên wan ên mêr bi xwe wê «bi zanebûn biçûkxistina zilaman» sûcbar dikin. Christophe Jaffrelot Heke dijminahîya bi Pakîstan an Çînê re ji nû ve dest pê bike, ne tenê dikare sîmaya wî ya zila- mekî xurt dîsa li zîn siwar bike, lê ew ê di heman demê de zorê bide xwe ku xwe wekî bavê neteweyî nîşan bide û ji her cûre berpirsîyarîyê bireve. Philippe Person Bi vî awayî, di Elvira Madigan de, fîlmê wî yê pêşî yê rengîn, ku li derve û li bin ronahîya xwezayî hat kişandin, ew rola sereke dispêre keseke nenas, Pia Degermark. Mîzansena vê «çîroka rastîn», a ku coşeke mezin da tevahîya gel di dawîya sedsala XIXemîn de, rindîyeke şahane ya hestan e. Di demên îro de du pênaseyên yekrêzî di gotara sîyaseta Kurdistanê de tên berçav. Yek, hevgirtinekê pan-kurd e ku ji alîyê tevahîya rêxistin û dezgehan ve divê bê avakirin û divê erkê wê jî berdewamîya xebatê be li dijî dijminên hilbijarde ku kes nizane bi çi awayî hilbijêre yan rêz bike. Pênaseya duwem jî saz kirina kongreyekê neteweyî ye ku alîyên sîyasî ji her çar parçeyan beşdar bin û ajandayeke hevbeş amade bikin. R. 2 Ji Peymana Sê Sînor heta îro: ‘Naçarîya nakokîyên herêmî li Kurdistanê’ Ceng Sagnic* ________________ Hezîran 2021 - Hejmar 64 www.diplo-kurdi.com [email protected] 20 Rûpel diplomatique diplomatique MONDE LE kurdî Kawa Kafruşî. - Enfal, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 195 x 120 cm. Hê jî li ser pîyan Serge Halımı ____________ Kawa Kafruşî. - Êzidî û Guda, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 245 x 140 cm.
20

LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

Jan 30, 2023

Download

Documents

Khang Minh
Welcome message from author
This document is posted to help you gain knowledge. Please leave a comment to let me know what you think about it! Share it to your friends and learn new things together.
Transcript
Page 1: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

Dabeşbûna bîrok û bizava ne-teweyî ya Kurdistanê rûda-

neke nû nîne, belkî rastîya herî berçav e. Di dîroka nêzik a Kur-distanê de rêxistin û rewşenbîran hewla wê çendê dane ku çarçewe-yeke nîştimanî û hevpar ji bo her çar parçeyên welêt saz bikin. Kurd, hertim di bawerîya hindê de bûne ku yekîtîyeke netewî tenha rêya çareserî ye û dikare bizava azadîyê ber bi serkeftinê ve bibe. Lê belê rastîya pêşber tim di pêçewaneya vê bawerîyê de bûye. Her çend we-latparêzên Kurdistanê hewla yek-girtina berfireh dane, wê çendê jî nakokîyên di navbera parçeyên Kurdistanê de kûrtir û sexttir bûne. Ev yek, mixabin, rastîyek e û wê wekî rastîyeke nexwastî di jî-

yanê de bimîne.

Nakokîya pêdivî û berjewendîyên par-çeyên Kurdistanê di temena parçe-kirina Kurdistanê de ne. Herweha, heta ku Kurdistan parçekirî bimîne pêdivîyên parçeyên wê jî wê cûda bin. Ev rastîyeke sext e û îradeyeke zexm jê re divê. Îradeyek ku ne tenê nîşti-manperwerên çar parçeyên jêk cûda di çarçeweyeke nîştimanî de hev-par bike, di heman demê de berjewen-

dîyên curbicur ên welêt jî biparê-ze. Azmûnên sext ya bi vî rengî di mêjûya miletan de kêm in û mixa-bin Kurdistan naçarî vê azmûnê ye.

Azmunên sext bîrokên bihêz dia-firînin. Di dîroka nûjen a Kurdis-tanê de sîyaseta kurdî çendîn car ji wê azmûna sext bi serkeftinên nîştimanperwerane derketîye. Li jêr dijwarîya şerê sê mîhweran, di sala 1944an de du rêxistinên se-reke yên Kurdistanê, Komeley Jî-yanewey Kurdistan (ango Jê-Kaf) ji rojhilat û Partîya Hîwa ji başûr peymanek saz kirin.(1) Ev peyman, ji ber ku li çîyayê Dalanperê, di xala bi hev gehiştina sê parçeyên Kurdistanê de hatibû îmzekirin bi navê Peymana Sê Sînor hate zanîn. Giringîya Peymana Sê Sînor tenê çarçeweya wê ya nîştimanperwer nebû, lê belê niha jî tenê bi wî ren-gî tê bibîranîn. Ev peymana hanê pêwendîyên di navbera du par-çeyên Kurdistanê de, di dema şe-rekî berfireh de bi rêk xist, sînorên çalakîyên her du partîyan destnî-şan kir û çarçeweya têkilîyên wan saz kir. Peymana Sê Sînor wekî yekemîn sazîya pan-kurd di dîro-ka Kurdistanê de cihê xwe girt û bû parçeyek ji binaxeya Komara Kurdistanê ku salek paştir li Me-habada rojhilata welêt hate avaki-rin. Eger bi saya Peymana Sê Sînor nebûya, platformeke hevkarî ji bo du rêxistinên cûda jî ava nedibû.

Ev panzdeh sal in, Xezze pênc caran bû hedefa seferên ceza-

kirinê: 2006 («baranên havînê»); 2008-2009 («Zirinca sincirî»); 2012 («Stûna parastinê»); 2014 («Sînorê parastinê»); û 2021 («No-bedarê dîwaran»). Îsraîlê, ji bo karibe êrişkarên di dorpêçkirinê de veşêre, ev nav neqandin. Û ev panzdeh sal in, heman kes ji bo rewakirina heman cezayan heman dîruşmeyan dibêjin. Bêdengehî-ya derfetên hatin bikaranîn kira-sekî lênehatî û neguncaw li «şer» dike. Ji alîyekî ve yek ji artêşên herî xurt û herî xemilandî yên cîhanê, ku destekeke bêsînor ji Dewletên Yekbûyî werdigire û dijberên xwe her kêlî bi dorpêçeke bejahî û der-yayî re rû bi rû dihêle.1 Li hemberî wê, ne tankek, ne balafirek, ne keş-tîyeke şer, ne jî desteka (ji bilî goti-nan) tu paytextekê. Di encamê de jî pêwistî bi desteka sefîrekî îsraîlî yê li Fransayê hebû ji bo sûcbarki-rina filistînîyan bi «yek ji sûcên şer ên herî dilxelîner ên sedsala XXIe-mîn».2 Hejmara qurbanîyan a her alîyî di dema van pênc pevçûnan de bersiveke têrker e.

Ev panzdeh sal in, wekî ku her kes dizane, îsraîlî «mafê bersi-

vê bi kar tînin» an jî «bersivê di-din» êrişên ku li dijî wan tên ki-rin. Çunku çîroka ku ew vedibêjin û piranîya medyayan jî wê tekrar dikin, tu caran dest pê nake heta ku yek ji leşkerên wan neyê revandin an jî roketek li dijî wan neyê avêtin. Kronolo-jîya pevçûnan bi vî awayî tine dihesibîne belayên tên serê filistînîyan, kontrolên bênavber, dagirkerîya leş-kerî, dorpêçkirina xaka ku tu balafirgeha wê naxebite, dîwarê veqetandinê, dîna-mîtkirina malên wan, ko-lonîzekirina xakên wan.

Lê belê, em ferz bikin ku bila sibê Hemas ji holê

rabe, ev giş wê dîsa bimî-nin. Îsraîl, ku ew bi xwe bû palpişt ji bo bilindbûna vê tevgerê û herweha di fînansekirina wê de jî tev-karî kir, vê yekê baş zane. Lê belê deranîna pêş a di-jbereke wisa bi kêrî Îsraîlê

tê. Û ev yek derfetê didê ku têkoşî-na gelekî ya ji bo avakirina dewletê wekî rûbirûbûneke, ji alîyê pêna-seyê ve bêçare, bi rêxistineke olî ya mesîhî re pêşkêş bike. Bi destwer-daneke hovane li bawermendan li pêşîya mizgeftan li Qudsê, raye-darên îsraîlî ne mimkin bû nizani-bin ku wê bi kêrî tevgera îslamîst bihatana.

Tevî qebabûn û eşkerebûna wê jî, operasyona serokwezîr

Benyamîn Netenyahû bêyî ku rastî tu astengîyekê were dewam kir. Ne biryareke Neteweyên Yekbûyî (ku Îsraîl careke din wê karibûya ew ji nedîtî ve bihata), ne tedbîrek, ne pirsîna rewşê ji sefîran, ne jî cemi-dandina radestkirina çekan. Eynî wekî Waşîngtonê, Yekîtîya Ewropî jî careke din zimanê rasta îsraîlî bikar anî; hikûmeta fransî -ku ji Mme Marine Le Pen, Bernard-Henri Lévy û şaredara sosyalîst a Parîsê Anne Hidalgo destek wergirt- tenê ji bo qedexekirina xwepêşandaneke piştgirîya bi filis-tînîyan re hişyar bû. Wekî ku Îsraîl çiqas zêde xurt dibe, ewqas kêmtir demokratîk dibe û ewqas jî zêde cîhan giş tê ber lingên wê.

Tevî vê yekê, wekî ku pênc şe-ran jî berî demeke nêz ev

yek îspat kir, ev «Qubeya hesin» a dîplomatîk wê aramîya Îsraîlê misoger neke. Şîdeta berxwedanê

hertim bersivê dide şîdeta zilm û zorê, ji bilî gava ku gel biperçiqe û serî bitewîne. Gelê filistînî li ser pîya ye.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Binêrin li nivîsara Olivier Pironet, «Li Xezzeyê, gelekî di qefesê de», Le Monde diplomatique, îlon 2019.

2) Daniel Saada, Europe 1, 12 gulan 2021.

Hevpeyivîna Jînda Zekioğlu bi Prof. Jan İlhan Kızılhan re li ser trawma û tesîrên wê R. 16-18

R. 5-6 R. 10-12 R. 13 R. 15 R. 19

Nadia MaucourantTeqdîrkirina van şervanên jin, divê nebe sedema paşguhkirina stratejîya ragîhandinê ya ku ji alî karbidestên kurdên başûr ve ji bo medyayên rojavayî bi hosteyî pêşxistine. Ev amadebûna jinan di qada leşkerî de sempatîyekê bi xwe re tîne û alîkarîya bîyanîyan dikşîne nav têkoşîna li dijî Daişê.

Martine BulardEv, bêguman, ne cara pêşî ye ku Fransa camekana xwe ya şer di sektorê de radixe pêş çavan, di 2019an de jî jixwe, yek ji firqeteyên wê tengava Taywanê derbas kiribû û li gel Pekînê bûbû sedemê rûdana bûyerekê. Lêbelê Parîsê tu caran tiştekî di vê astê de nekiribû.

Zhang Zhulin Hejmareke mezin ji jinên çînî, vê hunermendê pir jêhatî dibînin û piştrast dikin ku skeçên wê xîtabî dilê wan dike û jîyana wan a hestyar tîne ziman. Welatîyên wan ên mêr bi xwe wê «bi zanebûn biçûkxistina zilaman» sûcbar dikin.

Christophe JaffrelotHeke dijminahîya bi Pakîstan an Çînê re ji nû ve dest pê bike, ne tenê dikare sîmaya wî ya zila-mekî xurt dîsa li zîn siwar bike, lê ew ê di heman demê de zorê bide xwe ku xwe wekî bavê neteweyî nîşan bide û ji her cûre berpirsîyarîyê bireve.

Philippe PersonBi vî awayî, di Elvira Madigan de, fîlmê wî yê pêşî yê rengîn, ku li derve û li bin ronahîya xwezayî hat kişandin, ew rola sereke dispêre keseke nenas, Pia Degermark. Mîzansena vê «çîroka rastîn», a ku coşeke mezin da tevahîya gel di dawîya sedsala XIXemîn de, rindîyeke şahane ya hestan e.

Di demên îro de du pênaseyên yekrêzî di gotara sîyaseta Kurdistanê de tên berçav. Yek, hevgirtinekê pan-kurd e ku

ji alîyê tevahîya rêxistin û dezgehan ve divê bê avakirin û divê erkê wê jî berdewamîya xebatê be li dijî dijminên

hilbijarde ku kes nizane bi çi awayî hilbijêre yan rêz bike. Pênaseya duwem jî saz kirina kongreyekê neteweyî ye ku alîyên sîyasî ji her çar parçeyan beşdar bin û ajandayeke

hevbeş amade bikin.

R. 2

Ji Peymana Sê Sînor heta îro: ‘Naçarîya nakokîyên

herêmî li Kurdistanê’Ceng Sagnic*

________________

Hezîran 2021 - Hejmar 64 www.diplo-kurdi.com • [email protected] 20 Rûpel

diplomatiquediplomatiqueMONDELE

kurdî

Kawa Kafruşî. - Enfal, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 195 x 120 cm.

Hê jî li ser pîyanSerge Halımı____________

Kawa Kafruşî. - Êzidî û Guda, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 245 x 140 cm.

Page 2: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî

Şewba 2020î, tevahîya welatên dinyayê xist bin bandora xwe.

Îsal jî tê de, vê şewbê şopeke qewîn li pey xwe hişt û aborî ango eko-nomîya global bi awayeke dijwar hejand. Herwekî pisporên aborî jî dîyar dikin, dibe ku alozî ango krîza 2020-2021ê, piştî alozîya ku li pey Şerê Cîhanê Yê Duyemîn derket, bibe krîza herî mezin a aborîyê.

Tevî hemû hewldanên dewletan ku xwestin îstîqrar û çaksazîyê pêk bînin û bi fonên aborî piştgirîya rewşa heyî bikin jî, mixabin ji ber sedemên mîna xerabûna tevgerên xebatên karsazîyê, betalbûn û seki-nandina geştûgûzarîyê, rûxandina xelekên peydakirin ango tedarîkê; nikaribûne rê li ber asta daketina aborîyê bigirin û bibin derman ku hinek şirket bi temamî top navêjin.

Di sala 2020î de Hebûna ango Hebûka Nesafî ya Neteweyî ango Hebûka Nesafî ya li Nava Welatan, bi awayeke global % 4,8 kêm bûye. Li gorî texmînên Rêxistina Aborî ya Avadanî û Piştevanîyê (OECD), dibe ku di destpêka 2021ê de, Hebûka Nesafî ya Neteweyî li se-

ranserê dinyayê di navbera % 4,2 heta % 5,2 kêm bibe. Li hêla din, li gorî rapora pisporên Bazirganî û Avadanîyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) ku sala par amade ki-ribûn, wê krîza heyî bikaribe 130 milyon kesên din bavêje bin sînorê birçîbûnê û rewşa newekhevî û ne-bawerîya civakî ya heyî jî xerabtir bike.

Hema bi tenê ji ber bandora peydabûna fokûsên nû yên ko-ronavîrûsê, di texmînên aborî yên demkurt de asteke bilind a nezelalîyê heye. Li gorî rapora “Texmînên Aborî” ya OECDyê, ji ber berbendên mesafeya civakî û ji ber rêlibergirtin û berbendên girtina sînoran yên qismî ku hinek welat hê jî berdewam dikin, wê

tevgerên aborî bisînor ango sînor-dar bimînin.

Ji ber vê yekê ekonomîstên rêxis-tinê li bendê ne ku di sala 2021-2022yê de, di ekonomîyê de liv û tevgerek pêk were, lê dîsa li gorî wan wê ev yek hêdî hêdî û bê-hevkêşe be.

Hebûka Nesafî ya Neteweyî ya Global, piştî ketinê wê di sala 2021ê de li dora %4,2 û sala 2022yê jî %3,75 mezin bibe.

Jixwe pisporên aborîyê yên cîhanê jî geşbîn in û texmîna wan ew e ku di mehên pêşîya me de, aborîya dinyayê li gorî bendemayînan bi bawerîyeke xurtir mezin bibe.

Bi saya liv û tevgera baş a aborî ya li Çînê, hêvî ew e ku di dawîya sala 2021ê de, ekonomîya cîhanê vegere rewşa xwe ya berîya krîzê, lê di rewşeke weha de jî wê ferq û cudahîyên mezin ên dînamîkên Hebûka Nesafî ya Neteweyî yên ekonomîyên dewletên mezin ên dinyayê peyda bibin.

Li gorî Bankeya Cîhanê (World Bank) tê texmînkirin ku rêjeya

Komara Kurdistanê ya 1946an yek ji wan sazîyan bû ku çarçeweyeke sînorkirî ji bo têkilîyên rêxistinên parçeyên Kurdistanê danî. Bi wî rengê xwe ve Komara Kurdistanê jî wekî Peymana Sê Sînor platfor-meke hevkarîyê bû, lê belê di he-man demê de jî bi têgehiştineke pan-kurd têkilîyên parçeyên Kur-distanê bi rêk xist. Endamên Partî-ya Hîwa, serkirdeyên artêşa Mela Mistefa Barzanî, efserên (subay) kurdên başûrî ku xwe gehandî bûn Mehabadê û endamên Jê-Kaf

ku ji parçeyên din yên Kurdistanê bûn li jêr serperiştîya desthilateke Kurdistanî rolên curbicur leyîs-tin. Di alîyekî de Komara Kurdis-tanê sîyasetekê pan-kurd diajot û nûnerên xwe heta rojavayê Kur-distanê dişand(2), lê di alîyekî din de jî li gor rewşa hestyar ya Îranê helwêsteke sîyasî dida nîşan. Di alîyekî de rêxistin û kesayetên her çar parçeyên Kurdistanê di burok-rasî û rêveberîya yekemîn koma-ra welatê xwe de cih digirtin(3) û di dibistanan de hizrên neteweyî

dihatin belavkirin, di alîyekî de jî serkirdeyatîya komarê di çarçewe-yeke Îrana yekgirtî de bi danûstan-dinan li gel Tehran û Moskovayê berdewam bû.

Di demên îro de du pênaseyên yekrêzî di gotara sîyaseta Kurdis-tanê de tên berçav. Yek, hevgirti-nekê pan-kurd e ku ji alîyê tevahî-ya rêxistin û dezgehan ve divê bê avakirin û divê erkê wê jî berdewa-mîya xebatê be li dijî dijminên hil-bijarde ku kes nizane bi çi awayî

hilbijêre yan rêz bike. Pênaseya duwem jî saz kirina kongreyekê neteweyî ye ku alîyên sîyasî ji her çar parçeyan beşdar bin û ajan-dayeke hevbeş amade bikin. Alî-girên kongreya neteweyî bi kurt û kurmancî fikra wê çendê dikin ku divê her çar parçe li gor prensîpên ku di encamnameya kongreyê de bên nîvîsandin sîyaseta xwe bi rê ve bibin. Lê belê kes nizane heta kengê û çi astê? Di van her du pêşnîyarên yekrêzîya neteweyî de

pêdivîyên parçeyên Kurdistanê sa-bit in, naguherin û bi kongreyekê dikarin bi hêsanî bên parastin.

Bi pêçewaneyê ve dîroka sedsala borî nîşanî me dide ku azmûna herî mezin têgehiştina nakokîyên sirûştî ye di navbera parçeyên Kurdistanê de. Di serdema Pey-mana Sê sînor de em têgehiştin ku çarçeweyek ji pêwendîyên du par-çeyên Kurdistanê re divîya da ku rojhilat û başûr hem hevkarîyekê saz bikin û hem jî berjewendîyên

parçeyê xwe biparêzin. Hêzên başûrî ku hem di sazkirina Peyma-na Sê Sînor de û hem jî di avakiri-na Komara Kurdistanê de cihê xwe girtibûn berjewendî û pêwîstîyên parçeya xwe li ser desthilata genc ya Mehabadê ferz nekirin ji ber ku peymaneke sînora çalakîyên wan dîyar kiribû. Herweha, di salên 1970 û 80yî yên dijwar de nakokî-yeke mezin di navbera başûr û roj-hilat de serî hilda. Hêzên başûrî bi tifaqa hikûmeta Tehranê ne tenê

cihekî ewle ji xwe re peyda kirin û sîleh jê sitandin, temamê aborîya xwe û pêwendîyên xwe yên derve bi ser Îranê re bi rê ve birin. Di he-man demê de hêzên rojhilatî na-çarî Iraqê bûn û şerê xwe yê dijî Îranê bi piştgirîya hikûmeta Iraqê domandin. Tu kongreyekê nedi-karî nakokîyekê bi vî rengî aloz û girîft çareser bike lê belê bi saya mîrasa Peymana Sê Sînor, Komara Kurdistanê û çendîn hevkarîyên din yên hêzên rojhilat û başûr ser-demeke sext û hestyar bi aramîye-ke giştî derbas bû.

Di rojên vê serdema dawî de du parçeyên Kurdistanê bi heman az-munê re rû bi rû ne û rewşa wan ji rewşên borî hestyartir e. Parçeya bakur piştî şikestina wê ya di şerê leşkerî de navenda xwe ya şerî ve-guhest rojava û başûr û niha bûye hokareke têkder ji bo ewlehîya başûrê Kurdistanê. Bi heman şiklî ve, başûrê Kurdistanê jî terazûya dijî Bexdadê di pêwendîyên xurt li gel Tirkîyeyê de peyda kirîye û ji ber vê yekê jî di pêwendîyên xwe li gel parçeya bakur şikestî ye. Sî-yasetên wan rast bin yan şaş bin, berî ku têkilîyên wan bi temamî têk biçin, pîvaneke wekî Peymana Sê Sînor ji bo her du parçeyên ba-kur û başûr pêwîst e da ku mîrasa hevpar ya miletê Kurdistanê di na-kokîyên sirûştî de nexeniqin.

*Ceng Sagnic, berê li Navenda Moşe Dayan ya Zanîngeha Tel Avîvê koordînatorê lêkolînên kur-dî bû, niha lêkolerekî sîyasî ye li Waşîngtonê.

______

1) Hindek çavkanî dibêjin nûnerên par-çeya bakur jî di wê civîna Dalanaperê de amade bûne lê belê vê boçûna hanê heta niha nehatîye piştrastkirin.

2) Zanyarîya ku Pêşewa Qazî Mihemed heyetek şandîye rojavayê Kurdistanê di çavkanîyên curbicur de derbas dibe lê heta niha bi belgeyên ji serdema Komarê nehatîye piştrastkirin. Li gor serpêhatîyên hindek kesayetên wê serdemê heyeta ku ji Mehabadê çûbû rojavayê Kurdistanê ve-negerîyaye û aqibeta wan ne xûya ye.

3) Li gor çavkanîyên ku li ser serpê-hatîyên kesayetên serdema Komarê hatine nivîsîn, di burokrasîya Komara Kurdistanê ya 1946an de çend Kurdên bakurê Kurdistanê jî cih girtîne. Lê belê wekî gelekên din navên wan nayên zanîn.

Le Monde diplomatique kurdîJi alîyê

Rûpel Multimedia GmbHve tê weşandin

Birêveberê GiştîMurat Satik

Koordînatorê Weşanê Nedim Baran

Koordînatorê Bașûrê KurdistanêArmanc Agîd Nêrweyî

RedaksîyonMahmûd Lewendî

Nedim Baran

Berpirsê Hunerî yên WêneyanHasan Hüseyin Deveci

DîzaynerRecep MaraşlıFabio Biasio

Alîkarên vê hejmarê Semra PolatKadir Satık

Le Monde diplomatique kurdî

@Diplo_Kurdi

diplo_kurdi

Web: www.diplo-kurdi.com E-Mail: [email protected]

Rûpel Multimedia GmbHKlingsorstr 98

12203 Berlin, Deutschland

Hesabê BankayêDeutsche Bank

DE27 3007 0024 0999 4542 00BIC:DEUTDEDD

Le Monde diplomatique

DamezrînerHubert Beuve-Méry

Birêveberê giştîSerge Halimi

Sernivîskar Benoit Bréville

Cîgirên SernivîskarîAkram Belkaïd, Renaud Lambert

Redaksîyon Martine Bulard, Mona Chollet,

Philippe Descamps, Evelyne Pieiller, Hélène Richard, Pierre Rimbert, Anne-Cécile Robert

Berpirsa ragihandin û weşanên navnetewî

Anne-Cécile Robert

SekreterAnne Callait-Chavanel

Berpirsa çapêMona Chollet

Birêveberê hunerîMaria Ierardi

Boris Séméniako

DokumentasyonOlivier Pironet

Navnîşan1, Avenue Stephen Pichon

F-75013 Paris

2

Ceng Sagnic / Ji Peymana Sê Sînor heta îro: ‘Naçarîya nakokîyên herêmî li Kurdistanê’ (Dewama R. 1)

Nûnerên Partîya Hîwa û Komeleya Jê-Kaf di dema îmze kirina Peymana Sê Sînor de (Sala 1944, Dalanper, Kurdistan). Ji rast bo çep: Şêx Ubeydullahê Zînewî, Mihemed Seîdî Kanî Maranî, Evdirehman Şerefkendî, Seyîd Ezîzê Şemzînî, Evdirehmanê Zebîhî, Qasimê

Qadirê Qazî.

Tevî hemû hewldanên dewletan ku xwestin îstîqrar û çaksazîyê pêk bînin û bi fonên aborî piştgirîya rewşa heyî bikin jî, mixabin ji ber sedemên mîna xerabûna tevgerên xebatên karsazîyê, betalbûn û sekinandina geştûgûzarîyê, rûxandina xelekên peydakirin ango tedarîkê; nikaribûne rê li ber asta daketina aborîyê

bigirin û bibin derman ku hinek şirket bi temamî top navêjin.

Bandora Covid 19ê ya li ser aborîya global

Narîn Nadîrova *____________

Page 3: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî

bilindbûna ekonomîya dinyayê, sala 2021ê % 4,2, rêjeya mezinbûna li we-latên ekonomîya wan pêşketî % 3,9 û li welatên bi pêş dikevin û pîyaseyên wan bilind dibin de jî % 4,6 pêk were.

Lê dîsa jî gava em bala xwe didin mezinbûna krîzê û kû-rahîya wê, divê di sala 2021ê de bendewarîyeke me ya xurt a li ser mezinbûna eko-nomîyê çênebe û em li ben-da rewşeke weha nemînin.

Bi vî awayî li gorî texmînên dawî, wê Hebûka Nesafî ya Neteweyî ya Global di sala 2021ê de bi qasî % 4,7 mezin bibe û ev rêje li gorî texmînên Îlona 2020î ji % 0,5 zêdetir e.

Texmînên başbûna eko-nomîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), se-dema sereke ya revîzyonê bixwe ye. Pisporên Bazir-ganî û Avadanîyê ya Ne-teweyên Yekbûyî (UNC-TAD) balê dikişînin ser pa-keta ekonomîk ya teşwîqê ya hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku ji 1,9 trîl-yon dolaran pêk tê.

Di çarçoveya vê hewldanê de wê gelek hemwelatîyên amerîkî çekeke 1400 dolarî wergirin (yan jî wergirtin) û ev ê jî bibe sedem ku xercên hemwelatîyan ku ji %70yê Hebûka Nesafî ya Ne-teweyî ye, mezintir bibe.

Li Ewropayê rewş hinekî cudatir e. Çunku sala 2020î ekonomîya Ewro-payê % 7,3 biçûk bûye ango kêm kirî-ye.

Pandemî û berbendên karan-tînaya li pey wê hatin, ban-doreke neyinî li standardên jîyana ewropayîyan kir. Bo nimûne bi tenê li Îspanyayê heqdest % 15 kêm bûye. Ev rewş li Îtalyayê % 14, li Fran-sayê % 10, li Almanyayê jî % 4,5 ketîye.

Destpêka 2021ê, li gorî rew-şa giştî, ekonomîyên herê-ma ewroyê, hê jî nîşaneke berzbûn ango mezinbûneke ewle dîyar nekirine. Pispor li bendê ne ku ji çarîka duyê ya vê salê heta çarîka çarê, wê mezinbûna Hebûka Nesafî ya Neteweyî ya Ewropayê, girêdayî xebatên hebûka we-latên Yekitîya Ewropayê û leza derzîkirina (vaksînki-rinê) van welatan be.

li gorî texmînên destpêkê, dibe ku ekonomîya Yekitîya Ewropayê di sala 2021ê de % 4 mezin bibe.

Rewşa Rûsya û Qazaxistanê

Ekonomîya Rûsyayê di navbera nî-san-çileya pêşîn de, li ser hev bi qasî sê çarîkan biçûk bû. Lê ji ber ku bi-hayê petrolê hinekî xwe da hev, hati-na ixracat û malî ya vî welatî bilind û zêde bû.

Heke em behsa rewşa ekonomîya Qazaxistanê bikin; li gorî pisporên Bankeya Cîhanê, sala 2020î ji bo Qa-zaxistanê li gorî krîzên 2008 û 2015an gelekî dijwartir bûye û divê em bibîr

bînin ku ev welat niha di nav 20 salên dawî de, rewşa xwe ya herî dijwar û xerab dijî.

Bo nimûne di çarîka duyê ya sala

2020î de serê bermîleke (varîleke) petrolê heta 21 dolaran ket ku petrol ji bo Qazaxistanê emtîaya sereke ya îxracatê ye. Heke em behsa tevgera ekonomîk a navxweyî bikin, dikarin bibêjin ku zeyîf bûye, Hebûka Nesafî ya Neteweyî, di serdema çileya pêşîn -îlonê de %2,8 ketîye ku ev rêja di he-man serdema sala 2019an de % 4,1 bû.

Pandemîyê derbeyeke mezin li sek-torên bazirganî û ragihandin, karên otêlan û servîsên xwarinê xist û kar-geh zirarên mezin kirin.

Şirket ango kompanîyên li çar alîyên dinyayê, hecwa firotinê kêm kirin, ne tenê tevgerên xwe sist kirin, herweha hejmara xebatkarên xwe, heqdestên wan, dîyarîyên wan ên peretî kêm ki-rin û ji bo xebatkarên xwe neçar man ku serî li rêyên ne populer bidin.

Lê divê bê gotin ku meyla sereke ya 2020-2021ê xebata “ji dûrî ve” ye û niha gelek şirketên din plan dikin ku xebata ji dûrî ve bi awayekî çalaktir

pêk bînin û vê yekê jî bi nêzîktêdayîna projeyan bikin.

Li derveyî vê yekê, rê-veberên gelek şirketan karên ku kedeke zêde jê re divê kêm dikin û pêvajoyên xebatên xwe dixin rîya otomotîk-bûnê.

Li hêla din kargeh û dezgeh her ku diçe bi awayekî çalaktir bi awayên nîgaşî (sanal), têkilhev û bi xebatên zêdetir dixwazin xiz-meta xwe pêşkêş bikin û berhemên xwe bifi-roşin.

Di pêvajoya şewba Covîd 19ê de daxwaz û taleba navgînên fînan-sal her ku diçe zêdetir dibe ku ev navgînên fînansê mecalê didin proje û kargehên karî û ev jî dibe derfet ku kredîyên ji bo van têne dayîn mezintir bibin.

Di paşxaneya xerabûna zincîrên peydakirinê yên

global û girtina sînoran de, di sala 2020î de hewldaneke din derket mey-danê ku ew jî bikaranîna berhemhê-nana navxweyî ango xumalî ye û wisa dîyar e ku ev rewş di sala 2021ê de jî berdewam e.

Lê hê jî ne zelal e bê ka ev xebat û hewldan wê kêmkirin û dabezîna

ekonomîya sala par telafî bike yan na.

Lê li vir, niha hema bêje tevahîya pisporan dîyar dikin ku berîya her tiş-tî divê alîyên sereke yên sektora tendirustîyê û kapasîteyên wan ên ber-hemhênanê bêne başki-rin û hewce ye ku li dijî şokên potansîyel bal li ser hedefên xurt bin ku ji bo berbendkirina van şokan bibin alîkar.

Li gorî encama tevahîya van vegotinên li jorê ha-tine nivîsandin, divê bê gotin ku şewba Covîd 19ê û berbendkirinên karan-tînayê, ji bo ekonomîya seranserê dinyayê bûye sedema şokeke global.

Li gorî texmînên bingehîn ên dezgehên pispor ên navneteweyî, ekonomîya dinyayê wê sala 2021ê bi awayekî giştî di navbera % 4,2 heta % 5,3; hecma malên kirîn û firotinê ya

li seranserê dinyayê jî di heman salê de % 7,2 mezin

bibe. Herçî bihayê petrolê kêm-zêde wê serê bermîlê bibe 46,7 dolarên amerîkî.

Lê li gorî tevahîya van dane û nirxan-dinên pisporan, divê bê gotin ku li vê derê, [îhtîmal] heye em rastî ne-zelalîyeke bilind bimînin ku ev rewş girêdayî rewşa xweza û lez û beza Covîd 19ê ya ji niha û pêve bixwe ye.

* Aborîzan-CEOya Home Credit Bankê li Qazaxistanê

3

Narîn Nadîrova / Bandora Covid 19ê ya li ser aborîya global (Dewama R. 1)

Kawa Kafruşî.- Maske III, akrîlîk li ser kaxizê, 40 x 30 cm.

Kawa Kafruşî.- Qirîn III, akrîlîk li ser tuwalê, 120 x 180 cm.

4x4 gîyaxwirFrankfurter Allgemeine Sonntagszeitung (16 gulan) bi kêfeke neveşartî encamên rapirsîna têkildarî erebeyên ku alman li gorî meylên xwe yên partîzanî diajon, diweşîne.

Pisporên lêkolînên bazara şirketa şewirmendîyê Puls xwestin têkilîya navbera tercîhên sîyasî û tercîhên ji bo markayên otomobîlan analîz bikin. Encama balkêş a rapirsînê, ku hê nehatîye weşandin: hilbijêrên Keskan bi piranî erebeyên werzîşî yên erazîyê (SUV) ku ji bo tevahîya parêzvanên avhewayê pir lihevhatî ye, diajon. Ango klîşeya têkildarî çînên navîn ên halxweş û xemxurên hawîrdor ên diçin dikanên bîyo ên SUV, di eslê xwe de pala xwe dide rastîyekê. Li gorî lêkolîna Pulsê, ji her şeş alîgirekên Keskan li ber derîyê kesekî SUVek heye. Hilbijêrên Partîya Sosyal Demokrat û Partîya Alternatîv ji bo Almanya (AfD, rasta tundrew) li pêşîya alîgirên Yekîtîya Xiristîyan Demokrat, wan taqîp dikin. Ajovanên SUVan herî hindik di nava hilbijêrên Die Linke (çep) de hene. Têkoşîna çînî û SUV wisa xuya ye ku zêde hev nagirin.

DemokrasîLi Ukraynayê, lîderê muxelefeta rûsgir bi xîyaneta neteweyî tê sûcbarkirin. Ev biryar dibe cihê kêfxweşîyê ji bo sîyasetzan Volodymyr Fesenko (Unian, 11 gulan), ku bextîyarîya xwe tîne ziman ji ber ku ev biryar li zîrweya dewletê hatîye dayîn.

Ji sibatê ve, ji dema ambargo cara pêşî hatin danîn li dijî kanalên televîzyona rûsgir [êdî weşan li wan hatîye qedexekirin] û li dijî [Viktor] Medvedtchouk (…) bi xwe, li ser tevnên civakî û di medyayê de deng bilind bûne: «Ka desteserkirin, lêpirsîn û sûcbarî li ku ne?» Em li vir in. (…) Bi qasî ku em jîyana xwe ya sîyasî û edlî nas dikin, vê carê wisa xuya ye ku karûbar pir zû dimeşin. Hetta, ez hinek şaş mame. Ez ne li benda pêşketinên wisa bûm. Vê carê, îradeyeke rastîn a sîyasî heye. Bêyî teahuda şexsî ya serok, [Iryna] Venediktova [dozgera giştî] ew ê tu caran lêpirsîneke wisa venekira. Ew haydar bû ji îradeya sîyasî ya M. [Volodymyr] Zelensky [serokê Ukraynayê], ku ev jî livûtevgerên nelicih yên hêzên ewlekarîyê îzah dike.

1,4 mîlyar çînî û…Demografya mijareke hesas e ji bo Pekînê, ku bi xurtî nerazîbûn nîşan da li hemberî nûçeya Financial Timesê (27 nîsan) ya ku dida zanîn ku nifûsê Çînê daketîya bin 1,4 mîlyarî. Di rastîyê de, li gorî South China Morning Post (11 gulan), hejmara çînîyan her zêde dibe.

Li gorî serjimarîya heftemîn a dawîya sala borî pêk hat, tevahîya nifûsa Çînê, di 2020î de, gihîştîye 1,42 mîlyarî, beramberî 1,4 mîlyarî di sala berê de, tevî ku hejmara zayînan çar salan li ser hev kêm bûye. Duwazdeh mîlyon bebek hatin dinê, beramberî 14,6 mîlyon sala berê (…). Hê jî lawikên tên dinyayê ji keçan zêdetir in, herçendî ferqa navbera wan ji 2010î ve kêm jî bûbe.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

JI ÇAPEMENÎYA CÎHANÊ

Page 4: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî

Hertiștî di dema șerê duyem yê cîhanî de dest pê kir, bi

binpêkirina sînorên Îranê -tevî ku bêalî jî bû- ji alî artêșên hevalbend ve, di 21ê tebaxa 1941ê de, dest pê kir. Dema ku Brîtanîyan herêmên bașûr ên petrolê dagîr kirin, Artêșa Sor li bakurê welêt, li wîlayeta Azerbeycanê ku peyveke farisî jî nizanibû û bi eslê xwe, ziman, adet û dînê xwe her wekî Komara Sov-yetî ya Azerbeycanê bû û 600 kîlo-metre sînorê wê yê hevpar bi Îranê re hebû, bicih bû. Meriv carna di-bêje qey sîyasetmedarên mezin er-dnîgarîyê nizanin an nas nakin, an bikêmanî, li ser problemên ku dê derxe pêșîya merivî nafikirin. Di navbera herêma ji alî sovyetîyan ve dagîrkirî û herêma ji alî birî-tanîyan ve dagîrkirî de welatekî bêxwedî ku kurd lê dijîyan hebû. Wan jî, ji ber belavbûna yekîneyên îranî, bêyî ku zêde bi hikûmeta na-vendî ya bêçare û bêyî ku gelekî bi dagîrkerên ku, bitaybetî jî di dest-pêkê de, meșxûlîyetên wan ên din hebûn mijûl bibin, karên xwe yên navxweyî rêkxistin. Lê ev kurdên başûr û rojavayê gola Ûrmîyeyê,

di gel navenda xwe Mehabadê, bi rastî parek ji wîlayeta Azerbeycanê ya îranî bûn. Meriv gelek caran ji bîr dike ku herweha ev bû sedema têkçûna teşebûsa wan a xweserîyê.

Bi taybetî ji ber sînorê wan ê hev-par, ji bo sovyetîyan helbet pir asayî bû, ku hêvîya wan a ku xwe li vê eyaleta Azerbeycana îranî ya ji bo wan wekî Alsace-Lorraine fransî bû, ragirin geş bibe, yan jî bikêmanî lê hikûmeteke girêdayî xwe pêk bînin. Di her hal û karî de ev daxwaza Seyid Cafer Pîșewerî, serokê Partîya Demokrat a Azer-beycanê (PDA) û mihacirên «sir-gûnên» wî bû jî, ku piștî șerê yekê yê cîhanî, di avakirina komareke sov-yetî, li Gilana îranî de biser neket û naçar bû dîsa vegere, sînor derbas bike. Gelo vê carê handana wan dê bi xwe re bêtir serketin banîyana? Bi saya piştgirîya madî û manewî ya Artêşa Sor, di encamê de kari-bûn, di kanûna pêşîn a 1945an de, li Tebrîzê bi navê “Hikûmeta gelê Azerbeycanê” pêkhateke xweser pêk bînin. Konferansa Yaltayê (12 sibat 1945) jixwe berê meyweyên xwe dabûn. Êdî ne hewcêyî gotinê

bû, pirs ne meseleyeke navxweyî ya îranî bû, daxwazên wan ji yên kurdên ku hisên wan ên neteweyî bi dirêjîya van salên dawîn, bi tay-betî jî bi saya partîya wan Komela yan “Komela Vejîna Kurdî” [Ko-meley Jîyanewey Kurdistan], ku bi civîneke li gel kurdên Iraqê, li Me-habadê di 1942yan de ava bûbû pir pêşketibûn, ne bêtir bûn.

Li Tebrîzê, partîzanên xweserîyê yên azerî eşkere dixwestin koma-reke nêzîkî komunîzmê pêk bînin û giranîya desthilata xwe li ser serîhildêran ferz dikirin. Herweha wan dixwest otorîteya xwe li ser kurdan jî ferz bikin. Lê kurdên ku ji dagîrkirina welatî vir de bi awa-yekî serbixwe dijîyan nikaribûn ev yek qebûl bikirana. Ji bo wê jî, di 22yê kanûna paşîn a 1946an de, Komara xwe li Mehabadê îlan ki-rin. Û ev yek bû sedema, ne wekî li gelek cihan hatîye nivîsîn pişt-girî û navtêdana Sovyetan, lê hîn bêtir tawanbarkirina kurdan ji alî wan ve. Rûsan, cûre xweserîyeke kurdan di çarçoveya Azerbeycanê de qebûl dikir, lê ji vê bêtir na. Di encamê de, ji bo ku Moskova hinî

fikra Kurdistaneke piçûk a xweser bibûna, divîya kurdan hîn bêtir is-rar bikira. Herweha piștgirîya ku hate kirin, ji têrkirinê bêtir sem-bolîk ma: çend hezar tiving û çap-kerek. Lê em dikarin piștrast bikin

ku hemî eșîretên kurd ên herêmê, li gel serok û rêberên xwe yên kêm zêde îqnabûyî, xwe dan dora tev-gera ku Qadî Mihemed, kesayetîya serekî ya ji malbateke dewlemend a bibandor û hiqûqnas ji Meha-

badê kiribû serokê xwe. Herweha ronakbîr û bûrjuwazîya mihafeze-kar a bajêr jî ku dîtin di encamê de xewna wan a serxwebûnê pêk tê, piștgirîya hikûmeta xweser kirin.

Dîplomatê amerîkî William L. Eagleton, di pirtûka xwe ya li se Komara Mehabadê (1) de, di ser tê-kilîyên pratîk ên vê dewleta piçûk re zû derbas dibe, ku berevajîya tiștê li Azerbeycanê dibe, bando-ra sovyetî çi bigre qet lê tuneye. Tevî vê jî, di nav çend mehan de, di warê perwerde, tendirustîya gelî û çêkirina rîyan de pêșketinên me-zin çêdibin. Pirtûkên dibistanan bi kurdî tên çapkirin. Kiștûkalîyê dispêrin beșekî taybet û bezirganî-ya derve birêkûpêkî kontrol dikin. Artêșeke neteweyî jî tê rêkxistin. Endamên wê ji alî Mistefa Bar-zanîyê ji naçarî ji Iraqê vekișîyayî, tên perwerdekirin, ku potansîyela leșkerî bihêztir bikin. Çar general hatibûn destnîșankirin û Barzanî serekê wan bû. Helbet tu têkilîye-ke rûsan bi van pêșketinan tune

JI NAV ARŞÎVAN / TEBAXA 1963an / THOMAS BOIS *

4

Ji dayikbûyîn û ketina Komara Kurdistanê li Mehabadê“Her çend katî jî be, vê pêkhata kurdî ya ku di 1946an de serxwebûna xwe ragîhand

beșek ji xeyala hevpar a hemî alîgirên Kurdistaneke serbixwe yan jî xwedî xweserîyeke berfireh e. Lê wekî jidayikbûna wê, ketina vê komarê jî, berîya her tiștî encama endîrekt

a bêterêzîya herêmî û cîhanî bû”

Arşîva Ali Qazi, Pêşkêşkirina ala kurdî li ser banê dadgehê li Mahabadê, Îran, 17 kanûna pêşîn, 1945

“Şașîyek hebû: Sovyetî bi miletperwerîya kurdî bawer nedibûn; neteweper-werên kurd jî ji komunîzmê hez nedikirin”

Page 5: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî 5

bû, lê dîsa jî wan berjewendîyên xwe yên taybetî ji bîr nedikirin. Ji bo li Îranê îmtîyazên petrolê bi dest bixin, wan alîgirên xwe yên li Azerbeycanê seferber kirin ku bi nûnerên hikûmeta navendî ya îranî re hevdîtinan pêk bînin da ku vê pirsa xweserîya navxweyî bi awayekî dostane çareser bikin. Di fikra wan de ew hebû, ku kurd jî divê bi xweserîxwazên azerbeycanî re li hev bikin da ku daxwazên xwe yên taybetî çareser bikin. Lê belbî ev pêngav hemî êdî dereng ma-bûn. Jixwe, madem wê bikirana, heke ne ji bo xweserîyeke rasteqîn bûna, li șûna ku bi azerbeycanîyên gelek caran rikeberîya wan bi hev re hebû bikirana, kurdan dê yekser bi îranîyên ku bi sedsalan bi hev re bêproblem jîyabûn re li hev bikira-na. Ji bo wê jî tansîyonên ku sov-yetîyan bi rastî jî nikaribûn daxista derketin holê.

Dema, di 6ê gulana 1946an de, Artêșa Sor bi tevayî Azerbeycan bitenê hișt, merivên wan ên xwe-cih ku xelkeke kêm û bêdilê xwe dabû pey wan, rê ji hikûmeta na-vendî ya Tehranê re vekirî hiștin. Hikûmeta ku amerîkîyan ew biçek kiribûn û cesaret dabûyê, di 13ê kanûna pêșîn a 1946an de, bê șer dîsa li Tebrîzê bicih bû. Hilweșîna Komara Demokratîk a Azerbey-canê têkçûna Komara Kurdistanê ya li Mehabadê jî bi xwe re anî, ku ev Komar nêzîkî salekê li ser pîyan mabû.

Pirtûka Eagleton, bêyî ku wan aciz bike, perdeyeke șermokî dide ser serkutkirina ji alî îranîyan ve, er-

jengîyên ji alî leșkerên wan ve yan jî li pêș çavên wan pêk hatibûn. Ciwamêr qet nabêje ku atașeyê leșkerî yê Fransayê li Tehranê, yê wê demê serheng Jean Chavonin, berîya ku yekîneyên nîzamî bên ji bo xelkê aram bike navberkarî kir. Piștî daweyeke derewîn li pêșberî mahkemeyeke leșkerî, serokomar Qazî Mihemed, birayê wî Qazî Sedrî û pismamê wî Qazî Seyfî, di 31ê adara 1947an de, hatin bidar-dakirin. General Barzanî ji alîyê xwe ve, di heman demê de, ku ji alî mifrezeyên îranî, iraqî û heta yên tirk ve dihate taqîbkirin, bi meșeke mêrxasane ya 53 rojan karibû xwe bi pênc sed merivên xwe yên çek-dar re bighîne YKSS û daxwaza penaberîyê bike. Hevalên wî, ef-serên berê yên artêșa iraqî, xwe avêtibûn bextê karbidestên leșkerî yên Iraqê, ku soza parastina jîyana wan dabûn, ew jî di 17ê hezîrana 1947an de, rojekê piștî ku Barzanî sînorê sovyetî derbas kir, hatin bi-dardakirin. Perde careke din keti-bû ser sehneya drameke ku tevî vê jî hîn bidawî nebûbû. Li Mehabadê tenê kesekî hinekî marksîzm nas dikir. Yên mayî ji her cûre sovyetî-kirinê biguman bûn. Di her hal û karî de, teșebus hîn nesitewîyabû,

hîn gelekî giranîya bîr û hizrên eșîrtîyê hebû û mercên navne-teweyî jî di eleyhê wan de bûn.

Eagleton gelek caran bahsa “rûsan dike”, lê bi rastî ji xeynî hevkarîye-ke kurdan a piçûk bi hevwelatîyên wan ên îranî re, tu têkilîya kurdan bi azerbeycanîyên sovyetî, ku tir-kîaxêv bûn û vê jî têkilîya wan hê-san nedikir re nebûye. Jixwe, tevî propagandaya wan a pir bibaldarî jî, sovyetîyan pir hindik guh li kur-dan dikir, jixwe ew jî ji komunîs-tîyê bêtir mihafezekar bûn. Di en-camê de em dikarin bêjin ku șaș têgihîștinek hebû di vê yekê de. Bi rastî jî, sovyetî bi neteweperwerî-

ya kurdî bawer nedibûn; netewe-perwerîya kurdî ji komunîzmê hez nedikir; û îranî jî ji hev ditir-sîyan. Heke em bên ser amerîkî-yan, hîn negîhaștibûn wê tecrû-beya helwesteke nerm a bêalîtîya erênî ku nakokîyan li hev bîne. Ji xwe kurdan ji her alîyî ve wenda dikir. Lê hîn gișt nemiribûn, wekî ku Eagleton jî dest nîșan dike, ne ew çend ku çira neteweperwerîya wan vemire, hîn jî li Mehabadê û cihên din ên Kurdistanê li ber xwe didan. Baesîyên ku li Bexdayê [di sibata 1963an de] hatin ser dest-hilatê, ev neteweperwerî wê rojê dîtin. Em hêvî dikin ku ew jî têra xwe zîrek û biaqil bin da bibînin,

ku hinek wê biseferberîyên leșkerî û bi bombebaranên napalmî ji navê nebin.

* Misyoner û akademîkê kurdolog (1890-1975).

(1) William L. Eagleton, The Kurdish Re-public of 1946, Oxford University Press, Londres, 1963. Versîyoneke wê ya fransizî, La République kurde de 1946 / Komara Kurdî ya 1946an, di nav weșanên Comp-lexe de, li Brukselê, di 1987an çap bû.

Wergera ji fransî: Yaqûp Karademîr

Ji kovara Maniére de Voir, Hejmar 169

“Hemî eșîrên kurd ên herêmê, li gel serok û rê-

berên xwe yên ku kêm an zêde îqna bûn, xwe bi awa-

yekî gîhandin vê tevgerê”

Arşîva Ali Qazi, Mîtînga alîgirên Komara Kurd li Mahabadê, Îran, 1946

Ji nav arşîvan, tîrmeha 2015an, Nadia Maucourant *

Ew yek ji sembola têkoşî-na dijwar a kurdan ya li

dijî Rêxistina Dewleta Îslamî (RDI/Daiş) ye. Helly Luv, bi navê xwe yê rastî Helan Abdu-la, ji bo hisên welatperwerîyê bi hêztir bike sitranên pop li pey hev rêz dike. Nav û dengê wê Kurdistan derbas kirîye û li cîhanê belav bûye. Klîba wê ya Șoreşê, ku di 2015an de pêk hatibû, banga parastina Kur-distanê li dijî dagîrkeran dike, helbet bîner têdigihên ku nav-borî komên cîhadî ne. Bi cilû-bergên şerî û kaboka pêlava xwe ya avzêrkirî, bi porê xwe yê hinekirî û kefîya xwe ya sorîçîl, dengbêja ciwan, ku bazinekî ji guleyên mîtralyozan xistî-ye destê xwe, bi tena serê xwe karwanekî zirîpoşan radiwestî-ne. Di vîdeoyeke din ya sitrana

Risk It All de, ew di nav komeke şervanên keç ên çavkilkirî, dest û neynûkên wan hinekirî û ke-leşînkofên xwe dihejandin de xuya dibe. Ev dîmen karîzma-ya şervanên jin ên Kurdistanê li Rojava eşkere nîşan didin.

Ew li kîjan dera cografyayê di-bin bila bibin, berpirsên kurd ne li hêvîyê bûn ku di têkoşî-na li dijî Daişê de, jinan bidin ser karên serekî yên leşkerî yan yên heta sîyasî jî. Di 1909an de, berê jî, Adîle Xanim li Heleb-ceyê piştî mirina mêrê xwe yê serekê eşîra Caf, ku yek ji eşîrên herî girîng ên Kurdistanê bû, bûbû walî. Ji ber ku ew di warê avakirina pergal û pêkanîna qanûna li herêma xwe de bi ser ket, nav û dengê wê belav bû û heta îro jî maye. Di 2015an de, du serhengan, Xatûn Nahîde

Ehmed Reşîd û Ayla Heme Emin Ehmed, ji vê sîmaya dîrokî ceger girtin û tabû-ra 106an, hêzeke taybetî ya jinan, di 1996an de li Silê-manîyeyê, bajarê başûrê Kurdistanê ya di bin des-thilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) de ava kirin. Di destpêka ava-kirina vê yekîneyê de, ji bo girêdana xwe ya pê re vebêjin, bêyî ku dudilîyê bikin gotin “sedema des-tavêtina me ya çekan, ji bo parastina neteweya me ya di bin metirsîyê de ye” û dema ku hevwelatîyên me dihatin kuştin em nikari-bûn li malê bimana. Her du efser, astengên ku di vê pêvajoyê de, bi taybetî jî ji bo rê li ber kurepistên Mathias Depardon, Şervanên kurd li kampa perwerdeyê li bakurê Iraqê, 2014

Azadîya jinan li başûrê Kurdistanê

Her çend ku wekî beşek ji stratejîya ragihandinê ya welatên rojavayî jî be, hebûna şervanên jin ên kurd di şerê ku li dijî komên cîhadîyan de pêk hatin

rastîyek e û kes nikare lê bide mandelê. Lê ev yek nikare bi tevayî pranîya pirsgirêkên ku jin di civateke hîn eşîrî û ta radeyekekê jî paşverû de duçar

dibin veşêre.

Page 6: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî

civata kurd ên başûr bigrin, der-ketine pêşîya wan venaşêrin. “Me gelek zehmetî li pey xwe hiştin. Ev têkoşînek bû. Ev azadîya ku meriv karibe [bibe leşker] ne qencîyeke ku mêran xwest bi me bike bû; ji bo ku em wê bi dest bixin me tê-koşînek da”, xatûn Ehmed rave dike û piştrast dike ku ji bo hemî hêza xwe bide vê têkoşînê bêkar maye ango nezewicîye. “Leşkereke jin teqlîdê modêleke mêran a ku tê xwestin nikare bike; ji ber ku mafê wî yê çek hilgirtinê her dem heye”, Xatûna Reşîd ji alîyê din ve dibêje.

Teqdîrkirina van şervanên jin, divê nebe sedema paşguhkirina stratejîya ragîhandinê ya ku ji alî karbidestên kurdên başûr ve ji bo medyayên rojavayî bi hosteyî pêşxistine. Ev amadebûna jinan di qada leşkerî de sempatîyekê bi xwe re tîne û alîkarîya bîyanîyan dikşîne nav têkoşîna li dijî Daişê. Ji alîyê din ve, di mijara bahskirina çewsandina jinan li başûrê Kurdistanê de, şervanên jin mirûzê xwe tirş dikirin. Mixatabên me, heta bi ferezîyeya ku artêş di civateke pederşahî de dikare bibe navgîneke azadker jî, red dikirin. Li gor wan, hevwelatîyên wan miheqeq dê azad bin û dê tu pêdivîya wan bi leşkerîyê tunebûna ku bi mêran re wekî hev bibin. Lê di rastîyê de, ev amazonên ku bi welatê xwe serbilind bûn, di meclîsê de çi bigre qet nedihatin temsîlkirin. Bûyer dîsa jî zêde bala kesî nakşîne: endamên tabûr/gurdanê di navbera 500 ta 600î de ne. Meriv dikare çend duzîneyên din ên ku di yekîneyên artêşeke 190  000 kesî de kar dikin jî li vê jimarê zêde bike.

Xweşkirin û mezinkirina li dor şervanên jin, rastîyeke berevajî şert û mercên jinan ên li başûrê Kurdistanê ye. Birêvebera Rêxistina Ne Hikûmetî (RNH) Asûdeyê, ku li Silêmanîyê bicih bûye û ji sala 2000î vir de ji bo parastina mafên jinan dixebite, Xatûn Xanim Letîf dibêje, gelek êş û derdên ku wekî kurmê darê civatê ji binî de dixwin û kurmî dikin hene. Berîya her tiştî, “kuştinên li ser rûmetê” tên, ku bi awayekî berfireh her berdewam dibin. Xatûn Aso Kemal, çalakvana mafên merivî, texmîn dike ku di navbera 1991 û 2007an de ji duwazdeh hezarî bêtir jin li ser erda HHKê, li ser navê rûmeta malbatî hatine kuştin. Ji ber ku civatên pederşahî rûmetê bi awayekî giştî bi bedena jinê, pakî û edeba wê ve girêdidin. (1) Herweha domkirina xwe bi agir şewitandinê, ku pirê caran nîşana acizîyeke awarte ya li hember çewisandina malbatî ye, RNHê jî dixe nav tasewasê.

Di navbera qezayên bi rastî yên li malê û teşebusên xwekuştinê yên serpûşkirî de, reqemên pêbawer bidestxistin her zor dimîne. Lê daneyên Asûde, bi dehan bûyerên li Silêmanîyê radighînin.

Belayeke din a ku keçên xama yên kurd duçar dibin: zewaca pir zû ya berî wextê ye. Ev karekî ku bi awayekî pir berbelav pêk tê û her ku diçe zêde dibe ye. Û bi taybetî jî li gundên herî hejar, di nav civatên koçber de pêk tê, ku ji bo wan zewaca zarokekê şensekî aborî ye. Di vî warî de nebûna derfeta xwegîhandina perwerdeyê sedemeke serekî ye: “Li hin gundan dibistana navîn tuneye. Wê gavê ji bo keçikan, li malê mayîn û li bendî zewacê bûnê pê ve tu rêyeke din namîne”, Xatûn Letîf dibêje. Û herweha jî bahsa sinetê dike: li gor raporeke RNH Wadî, ev yek pirsgirêka ji % 57ê keçên ji 14 heta 18 salî ye.

Tevî vê jî, HHK handaneke pir girîng a înîsîyatîfeke qanûnî kir, ku cudabûna wê ji Iraqa mayî nîşan dide. Di 2011an de, Parlamentoya Kurdistanê “qanûna jimara 8an” ya girêdayî şideta li malê qebûl kir. Ev qanûn şideta fizîkî û psîkolojîk ya di nav malbatê de, zewaca bi zorê yan jî berî wextê, sinetê, şideta hevjînîyê û cudakarîya perwerdeyî wekî tawan nas dike. Qanûn, ji bo bûyerên şideta nav malê, mahkemeyeke taybetî pêşbînî dike. Ew herweha başkirina alîkarîyê û taqîba mexdûran misoger dike.(2) Tevî vê jî, Xatûn

Letîf balê dikşîne ser fêdeya wê ya sembolî: “Dengdana qanûnekê bêyî navgînên madî ji bo cihbicihkirina wê bê fêde ye. Divê meriv sîstemê bi tevayî biguhere.” Hin made hene ku cihbicihkirina vê qanûnê bi derengî dixin û RNH gazinan ji kêmasîyên diravî dikin. Guhertina mentalîteyan bi tevayî têkoşineke demdirêj dixwaze, gelek kampanyayên şîyarkirinê ji

bo nûnerên dîndar û eşîran, pizîşk, polîs û malbatan pêdivî ne.

Ji alîyê din ve, karbidest bixwe hergav zelalî û serbixweyîya dadê misoger nakin. Gelek rapor û şahdetî nîşan didin ku gelek failên şidetê cezayên pir sivik digrin, heke kiryar bi tevgera qûrbanî “meşrû bûbe” heta ceza jî nagrin. Car jî heye ku dadger pêşnîyarî tecawizker dike ku bi qurbanîya xwe re bizewice da ku rûmeta wê pak bibe. (3) Di encamê de, eşîr her bandora xwe didomînin. Ew gelek caran ji bo endamên xwe biparêzin midaxeleyî pevajoya darizandinê dikin, wekî mînak li hember gilînekirin û bêdengmayina qurbanîyan û malbatên wan tezmînateke diravî pêşkêşî qurbanîyan û malbatên wan dikin.

Pêkanîna konseyeke bilind a jinan

Bi vî awayî li bajaran pêşketin hatin tomarkirin. Di 2008an de, li gor derûdora xwe li bajarê Silêmanîyê jinên li ser navê rûmetê şewitandî du car û nîvan kêmtir bûn.

(4) Wekî din jî, şidet heta radeyekê kêm bû; sinet her ku çû hîn kêmtir pêk hat. (5)

Sazîyeke wekî ya Jîyanê pêngavên xwe yên ji bo mêjîyan biguhere pêş ve bibe zêde kirin. Bi piştaxwedana toreke li dor sîh RNH yên jinan ên çalak, ew bandora xwe li ser hikûmetê her didomîne. Hevahengîyek bi taybetî jî li dor

bûyera dinyayê, ku navê jineke 14 salî ya du cara zewicîbû û mêrê wê yê gelek caran zewicî îşkence lê kiribû û ew kuştibû seferber bûbû. (6) Kujerê ku ji alî eşîra xwe ve dihate parastin, di vîdeoyeke li ser YouTubê belavkirî de kiryarê digre ser xwe û dibêje ku ji bo rûmeta xwe pak bike kirîye: keça xama evîndara xortekî di temenê xwe de bûye. Ji bo vê Jîyan û rêxistinên din ên mafên jinan diparêzin xwepêşandanek çêkirin û li pêş Parlementoyê kiryara rûniştinê pêk anîn. Wan ji hikûmetê xwest, ku bêyî midaxeleya eşîrî, qanûnê bêvirdewêde cihbicih bike û hemî alîyên tilîya wan di zewaca keçikê de heye, malbata wê û karbidestên olî jî di nav de darizîne. Vê dozê, civateke bi hêz û ji bo parastina mafên xwe biryardar derxist holê.

Berxwedanên bi vî rengî gelek caran bikêr tên. Di sala 2000î de, Asûde wargeha yekê ya parastina jinên di bin metirsîya kuştinên li ser “rûmet”ê de vedike; îro ev wargeh li sê wîlayetên başûrê Kurdistanê jî hene. Di 2007an de, HHK li bin banê wezareta navxweyî birêveberîyek pêk anî, ku dane û statistîkên di vî warî de berhev bike û eşkerekirina bûyerên kotekî misoger bike. Konseya Bilind a Jinan piştî vê bi du salan hate avakirin. Ev konseya ku ji çalakvanên mafên jinan pêk tê û bi sekirdayetîya serokwezîr, bi hevkarîyeke nêzîk a bi RNH û sazîyên hikûmetê re dixebite. Herweha, îro kotayeke ku ji %30ê kursîyên Parlamentoya Kurdistanê ji parlementerên jin re dihêle jî heye. ” Xatûn Letîf di encamê de got, “Di vî warî de, rewşa başûrê Kurdistanê ji ya Iraqê pir baştir e; lê armanca me ne tenê ev e. Ev yek ji bo me têr nake.”

* Rojnamevan

Wergera ji fransî: Yaqûp Karademîr

Ji kovara Maniére de Voir, Hejmar 169____________

1) «Iraq: Kurdish government promises more action on honour killings / Iraq: hikûmeta Kurdistanê di warê kuştinên li ser rûmetê de bêtir sozan dide», Torên ragihandinê yên yekser ên herêmî (IRIN), Hewlêr, 27ê çirîya paşîn, 2010.

2) «Act n  8 of 2011 – The act of combating domestic violence / Qanûna jimara 8an ya 2001ê: Madeyê têkoşîna li dijî şideta navmalbatî».

3) «Working together to address violence against women and girls in Iraqi Kurdistan / Ji bo têkoşîna li dijî şideta li hember keç û jinan li başûrê Kurdistanê xebata bi hev re», International Rescue Committee, New York, tebaxa 2012an.

4) Nazand Begikhani, Aisha Gill, Gill Hague û Kawther Ibraheem, «Honour-based violence (HBV) and honour-based killings in Iraqi Kurdistan and in the Kurdish diaspora in the UK / Șideta li ser bingeha rûmetê û kuştinên li ser bingeha namûsê li diasporaya kurdî ya li Îngilistanê», universiteya Roehampton (Îngilistan), çirîya paşîn a 2010î.

5) «Significant decrease of female genital mutilation (FGM) in Iraqi-Kurdistan, new survey data shows / Li gor daneyên anketeke nû li başûrê Kurdistanê suneta jinan baş kêm dibe», Wadi, Francfort, 20ê çirîya pêşîn a 2013an.

6) «Kurdish teenager’s “honor killing” fades to memory as Iraq violence swells / Di dema ku şidet li Iraqê zêde dibe de ‘Kuştina li ser rûmetê’ ya keçeke kurd tê jibîrkirin», Huffington Post, 17ê tîrmeha 2014an.

Kawa Kafruşî.- Başkirina xewnê, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 160 x 120 cm

6

Kawa Kafruşî.- Kefza kesk Neon, akrîlîk li ser kaxizê kehweyî, 150 x 106 cm.

Serhengên jin ên pirs ji wan hatîye kirin bêdûdilî dibêjin ku ew naçar bûn ji bo neteweya xwe ya di bin tehdîda cîhadîyan de biparêzin rahêjin çekan.

Eşîr hîn jî her bi bandora xwe ve mane. Ew gelek

caran midaxeleyî daweyên li dijî failên şideta li hember jinan dikin.

Page 7: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî 7

Di 8ê hezîrana 1961ê de, Partîya Demokrat a Kurdistanê

(PDK) ya ku ji pașxistinên cihbicihkirina madeyên destûrê ji alî hikûmeta Iraqê ve bêzar bûbû, xwe spart madeya sêyê ya destûra 1958an û ji hikûmeta iraqî ya bi serokayetîya general Ebdulkerîm Qasim xwest ku hin tedbîran bistîne da ku Kurdistana Iraqê jî ji heman derfetên ku wê demê Iraqa ereb jê îstifade dikir sûdê werbigire. Wekî bersiva vê daxwazê, li hemberî çapemenî û welatperwerên kurd yekser tedbîrên cezakirinê hatin stendin. Du meh bi șûn de, dema ku tevgereke berxwedanê ya neteweyî xwe li Kurdistanê rêkdixist, PDK careke din daxwaza rakirina tedbîrên serkutkirinê kir. Mixabin bersiveke erênî nehat dayin. Û di 8ê îlona 1961ê de, șerekî giștî ji alî hikûmeteke her ku diçû piștgirîya wê li tevayîya welêt dihelîya dest pê kir. Vî șerî heta hilweșîyana hikûmetê, di sibata 1963yan de, bi darbeya yekê ya baesî bi serkirdayetîya general Ehmed Hesen Bekr ve dom kir.

Piștî ku efendîyên nû yên Bexdayê sozê razîkirina daxwazên xweserîya Kurdistana Iraqê dan, hêzên kurd jî agirbestek ragihandin. Zêde wext tê neçû, ku di adara 1963yan de, serkirdayetîya neteweyî ya Konseya Şoreșê bi awayekî fermî ragihand ku ew “mafên neteweyî yên gelê kurd” nas dikin. Di 11yê adarê de, cîgirê Konseya Iraqî ragihand ku; “wîlayetên kurdan dê di her warî

de rêveberîya xwe bixwe bikin... Biryara me girtîye, bikurtayî ew e ku, li gor prensibên mafên gelan divê kurd li pêșeroja xwe xwedî derkevin û ya duyem jî ew e ku, ev biryar meyweya analîzeke bêlayen a rewșa niha li Iraqê ye.”

Taybetmendîya șerê ‘pîroz’

Di eslê xwe de, hikûmeta Iraqê dixwest wext bidest bixe. Ji destpêka hezîrana 1963yan ve, dîsa șerî bi hemî șideta xwe dest pê kir, hikûmeta mereșal Evdilselam Arif bi biryardarî ne dixwest sozên ku dabûn pêk bîne. Wî dixwest dawîyê li daxwazên gelê kurd bîne. Bi rastî jî, di 2yê Sibata 1965an de, Wezîrê Navxweyî Sibhî Evdilhamid ragihand û eșkere got: “Ne niha, ne jî di pêșerojê de, tu nîyeta Iraqê ku xweserîyê bide kurdan tuneye.” Û kurd bi operasyonên leșkerî yên nû tehdîd kirin. Di 20ê nîsanê de, leșkerên pênc yekineyên artêșa Iraqê bi piștgirîya balafirên șerî yên tije bombe û fuze, êrîșeke giran a giștî dan destpêkirin. Bexdayê careke din pișt rast kir ku, heke pêdivîya wê pê hebe, ji bo halkirina pirsa kurdî ji zorê pê ve rêyeke din nas nake. Lê dîsa jî, di meha tîrmehê de, êrîșên li pey hev ên artêșa Iraqê hatin șikandin û dûr xistin û hikûmeta ıraqî ya ku destûpîyên wê ketin tev, xwest rengekî pîroz bide vê êrîșa qirêj. Di destpêka kanûna pașîn a 1966an de, ji serkirdayetîya hêzên kurdî re agahdarî hat ku Iraq ji nû ve

xwe ji bo șerî amade dike. General Mistefa Barzanî tê gihîșt ku ev êrîșên leșkerî yên li pey hev nikarin tu çareserîyê ji pirsa kurdî re bînin, bi hêvîya ku ev rêxistina navneteweyî dê han bide ku çareserîyeke aștîyane ji pirsê re bibîne, di 2yê sibatê de, serî li Rêxistina Neteweyên Yakgirtî da. Lê, wekî hemî pêngavên din, ev serîlêdan jî bê encam ma. Di wê navberê de, serkirdayetîya leșkerî ya kurdî hîn bû ku artêșa iraqî ji bo êrîșa xwe ya mezin a biharî șeva ku 15 bi 16ê nîsanê ve girêdide destnîșan kirîye. Lê, di 14ê nîsanê de, wendabûna mareșal Arif di nav birêveberên kurdan de cûre xweșbînîyek peyde kir. Serkirdayetîya bilind, bi dengê radyoya xwe, ji hikûmeta Bexdayê re daxwaza xwe ya gotûbêjê ragîhand ku dawîyê li vî șerê bûye sedema rijandina xwîna bihezaran hevwelatîyên bêguneh ên iraqî, çi ereb û çi jî kurd bîne. Di 19ê nîsanê de, merivê nû yê bihêz ê welêt, general Evdilrehman Arif, bi ragîhandina ku “divê pirsa kurdî li ser bingeha xweserîyê çareser bibe” pêleke din a xweșbînîyê li seranserê welêt belav kir. Mixabin agirê vê hêvîyê zû vemirî. Karbidestên iraqî pir zû li “ragihandinên li ser zarê serokomarê nû yên di derbarê xweserîya kurdî de...” dan

mandelê [înkar] û pir wext tê neçû kurd jî tê gihîștin ku, di rastîyê de hikûmeta nû ya Bexdayê jî, wekî yên berîya xwe, ji çareserîyeke bi zorê pê ve, li tiștekî din nafikire. Di 2yê gulanê de, liqê yekê û duyê yê artêșa iraqî li herêma Rewandûzê êrîșî hêzên kurdan kirin. Piștî deh rojan, kurdan êrîș șikandin û her du liqên iraqî jî ji hev belav kirin. Êrîșa bi navûdeng a biharê bi têkçûneke giștî ya êrîșkaran bi dawî bû. Tevî vê jî, hikûmeta Bexdayê bang li pêșmerge kir û got: “Em ji we dixwazin ku hûn çekên xwe dênin û bêrawestan xwe radestî yekîneyên artêșa me ya mêrxas bikin. Dawîya we nêzîk dibe. Ji we re tu rîyeke din tuneye. Hûn êdî nema karin ji nav destê rêzeleșkerên me yên ku ber bi we ve tên rizgar bin. Artêșa me ya bêtirs dê bi biryardarî bermayên xayînan bipelixîne. Tu hêz nikare li hemberî biryardarî û pêșketina pîroz a artêșa me ya bêhempa di ber xwe bide. Êdî fêda tu berxwedanê tuneye. Ji bo we, hacûcên serîhildêr, berîya ku hêzên me hemî kesên li hemberî pêșketina wan a bimêrxasî derkevin bipeliçiqînin, baștirîn tișt ew e ku hûn tobe bikin.”

Plana iraqî ya li ser duwanzdeh xalan

Belbî ne ew hinde girîng e, lê rojnamevanên bîyanî yên ku li qada șerî amade bûn jî bi vê daxuyanîyê kenîyan. René Maurièsê peyamnêrê mezin ê La Dépêche du Midi, bixwe jî di șerê Rewandûzê de amade bû û gotarek bi sernivîsa «Ev șerê ku em vedișêrin» (16 hezîran 1966) belav kir. Di 18ê hezîranê de, hikûmeta Bexdayê, nîyeta xwe baștir kir û li pey hev du heyet șandin ba general Barzanî. Piștî ku hevdîtinên pêșî her du alî jî razî kirin, serokê

hikûmeta iraqî Evdilrehman Bezzaz, di 30ê hezîranê de, planeke duwazdeh xalî ji bo çareserkirina pirsa kurdî, ji raya giștî re eșkere kir. Lê di van duwazdeh xalan de, her çend ku pêșnîyarên erênî hebûn jî, gelek pirsên nakok jî nezelalkirî mabûn. Herwekî ku, di wergera metnê fransî de, ku li Parîsê ji alî balyozxaneya Iraqê ve hatibû belavkirin, gava behsa axa kurdan tê kirin, li șûna peyva “Kurdistan”ê, “bakurê Iraqê” hatîye bikaranîn. Peyva «xweseri»yê bi zanebûn hatîye pașguhkirin û li șûna wê peyva “herêmîkirin”ê hatîye bikaranîn. Bi kurtayî, tu tiștek nehatîye çareserkirin û pirs her li cihê xwe ye.

Bêyî xweserîyeke rasteqîn, ku kurdan bike efendîyên mala xwe da ku derfeta birêvebirina karûbarên xwe yên navxweyî, diravî jî tê de, bixwe bikin, metirsîya mexdûrîyetên borî dê her hebe. Bi taybetî jî li welatekî wekî Iraqê, ku derbeyên leșkerî bûne adet û jêdera bê îstiqrarîya berdewam a hikûmetan, ev rîsk bêtir e. Piștî du salan, derbeya duyem ku ji alîyê partîya Bees ve pêk hat jimêrker dîsa daxistin sifrê, ango hertiștî ji nû ve dest pê kir. Efendîyên nû yên Iraqê dewraneke ku dubare dibû ji nû ve dan destpêkirin: șer, pașê biserneketina êrîșan û piștî wê gotûbêj, agirbest û sozên xweserîyê ji bo ku karbidestên Bexdayê wexta xwe ji nû ve organîzekirine bibînin. Pașê dîsa șer ... Rîya ku rejima Sedam Hisên jî dê ji 1970yî de bidana ber xwe her ew bû.

* Nivîskar û dîplomatê kurd (1895-1978).

Wergera ji fransî: Yaqûp Karademîr

Ji kovara Maniére de Voir, Hejmar 169

Ji nav arşîvan, tebaxa 1966an, Kamuran Bedirxan *

Aştkirin, paşê dîsa şer“Di tebaxa 1966an de, mîr Kamûran Bedirxan, sîmaya karîzmatîk a

dîasporaya kurdî li Ewropayê, di stûnên “Le Monde diplomatique”ê de rewșa șerê kurdan a li dijî desthilata navendî ya Iraqê șirove dike. Mekanîzmaya

ku dom dike ravedike: têkçûn an bêhêzîya leșkerî ya Bexdayê li hemberî pêșmerge, gotûbêj û sozên xweserîya Kurdistanê, pașê jî ji nû ve dest avêtina

çekan a hêzên Iraqî radixe ber çavan.”

Kawa Kafruşî.- Batirsok, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 150 x 120 cm.

Bibe Abone

Kurd di nav mercên bêdewletbûnê de, ji bo bidesxistina mafên xwe yên sîyasî û kulturî sedsal e şer dikin; di pêvajoya têkoşîneke bi şer, îxanet, parçebûn, tevkuştin, hêvî, berxwedan û serkevtinan dagirtî. Sedsaleke ku li dijî berjewendîyên dewletên -Iraq, Îran, Sûrîye û Tirkîyeyê- serî hildidin...wekî destanek...

Ji kovara Maniére De Voir, sibat-adar 2020, hejmara 169an hatîye wergerandin. 100 rupel..

http://lemonde-kurdi.net/

Page 8: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî8

Gava ku şerek dixitime, yên ku dixwazin ew bidome dikarin

serî li rê û rêbazên curbıcur bidin. Ew îdia dikin ku xwe radestkirina dijmin dê were maneya ‘’xencer-kirina ji piştê» a leşkerên wan ên ku li ber çavên wan pîroz têne dîtin. Ew herweha îdia dikin ku her paşde vekişînên li enîya şer dê bandora domîno bike û wê ev yek rê li ber têkçûnekê veke. Îxaneta li artêşê ji hêla sivîlan, korbûna li hemberî qîyametê, lihevkirina bi dijmin re: Şerê Cîhanê yê Yekem, weki Cezayîr, Indochine (Xaka di navbera Hindîstan û Çînê de, kolonî ya Fransayê ya berê-me lê zêde kir) vê retorîkê red kir.

Lê, di van salên dawî de, li Ame-rîkayê nûçeyên derewîn-fake news ên ku ji hêla karûbarên ewlehîyê û çapemenîya lîberal ve têne çêkirin dertên pêş me. Ew bi wan nûçeyan Amerîkayê masûm nîşan didin û îdia dikin ku Dewletên Yekbûyî li derve dê ji hêla rûsan û di hundir de jî ji hêla ektremîstan ve rastî komployan were. Lê ew şansekî serkeftinê jî nadin vê yekê.

Bazên (extremîst) Waşîngtonê di mijara Afganîstanê de neçar man «qerta Pûtîn» bilîzin. Berî gulana 2021ê, piştî demeke kurt ku serok Donald Trump biryara vekişandina leşkerên xwe yên li welatê ku ev bîst sal e ji hêla wan ve hatîye dagirkirinê ragi-hand. Piştî vê biryarê, malpera New York Timesê di 26ê hezîra-na 2020î de sernivîsek bi navê “Rûsyayê bi awayekî veşartî xelat pêşkêşî çekdarên afganî kirin da ku leşkerên amerîkî bikujin, ev yek ji hêla serwîsa karûbarên îs-tîxbaratê ve hate piştrastkirin». Li hemberî «mezinbûna şerê hîbrîdê yê Rûsyayê yê li dijî Dewletên Yek-bûyî» bê reaksîyon Qesra Spî rastî hêrsa sê nivîskarên rojnameyê ku xwedîyê xelata Pulitzerê ne û ku teza «Trump helwestek lihevhatî li hember Moskovayê pejirandîye» diparastin hat.

Tevî ku di îdiaya New York Timesê de tu delîl nîne jî, Waşîngton Post û Wall Street Journal dotira rojê li dû wê diçe û ev jî di qada çamenîyê de dibe sedema gelemşeyê. (1) Di demeka kampanyaya hilbijartinên ku berdewam dikirin de ev mijar hêj berbiçavtir dibû. Gelo mirov çawa dikare vekişîna Amerîkayê wekî xwesteka Pûtîn binirxîne? Wekî ku pêşkêşvana MSNBCê Rachel Maddow tîne zimên ev yek dê ji bo hevşirîkatîya sûcê di navbera Qesra Spî û Moskovayê de nebe delîlek nû ya «kerihêtîyê» ?

Lê di serî de, di vî îşî de ecêbîyek heye, ev dûrî aqilan dixuyê. Gelo ji ber çi leşkerên amerîkî yên ku li ser rêya vegerê ne werin kuştin?

Gelo tevî vê hîlebazîya ew qas qels û li ber çavan, meriv çawa dikare vê yekê îzah bike, ji ber ku di 2019an de tenê 24 leşkerên Ame-rîkî li Afganistanê hatin kuştin, sala ku polîtîka xelatdayinê hate destpêkirin? Ev nerazîbûn têra xwe durû jî xuya ye. Di sala 1980î de, Dewletên Yekbûyî bi awayekî eşkere, Ûsame Bîn Ladîn jî tê de piştgirî dide mucahidên afganî. Bi pêşkêşîya sed mîlyonan dolar û mûşekên bejayî- Stingers, bi heza-ran leşkerên sovyetî hatin kuştin.

Trump îdiaya New York Timesê tavilê wekî nûçeya derewîn «fake news» bi nav dike. Em paşê fêr

dibin ku New York Times wekî çavkanî Ajansa Intellistîxba-rata Navendî (CIA) ku wê bi xwe jî ji dîl-girtîyekî afganî gir-tîye nîşan dide.

Lêbelê, Ajansa Ewlekarîya Ne-teweyî (NSA) ji tewanbarîyê gu-man dike, Penta-gon piştrastkirina îdiayê red dike; û ji bo hikûmeta Ka-bîlê jî ev nûçe rast an derew li hesabê wê tê, tirsa CIAyê ew e ku vekişîna leşkerên amerîkî ji rê derkeve.

Di 23ê tîrmehê de, di hevdîtinek vîdyoyê ya digel hempîşeyê xwe yê rûsî, Trump qet qala mijarê nekir. Hingê nera-zîbûn di nav Par-tîya Demokrat, di nav komarparêzên neokonservatîf û di çapemenîyê de her diçû zêde dibû. Bê guman, New York Times jî di nav de, tevî ku divîyabû rojnameyê şanzdeh roj berê îtiraf kiriba ku «Di nûçeya li ser êrişên Rûsyayê li dijî hêzên amerîkî û yên koalîsyonê li Afganistanê, gelek kêmasî hene».

Lê êdî fîşeng carekê ji devê tifingê filitîbû. (2) Ben Sasseê -senatorê Ko-marî (dijberê Trump) ji bo tolhil-danê, ji Dewletên Yekbûyî daxwaz dike ku «tûrikên laş» ji rayedarên îstixbarata rûsî re veqetîne. Susan Rice ku yek ji kesa herî bi bandor a rêveberîya demokratî ya niha ye, ji wê ve ye ku qelsîya bertek nîşandana serokê Komarî «hewl-danên rûsî ji bo qetilkirina leşkerên amerîkî «dide nîşandan ku ev yek «destê dijminê me yê sereke xurt dixe».

Li gor Joseph Biden: «Tevahîya serokatîya Donald Trump ji Pûtîn re wekî dîyarîyek bû, lê ev li vir nasekine. Ev yek di heman demê de ji erka me ya neteweyî ya herî pîroz re, dema ku leşkerên me bo we-zifeyên bi xetere têne şandin xîyanetek e». «Dîyarîyek ji bo Pûtîn», bi rastî? Trump di dema serokatîya xwe de, fer-mana avêtina mûşekan li dijî Sûrîyeyê (heval-bendê Moskovayê), tesfîyekirina bi dehan kirêkarên rûsî (çekda-rên bi pere yên rûsî), şandina çekên dijî-tank bo Ûkraynayê, êrişek sîber li ser Rûsyayê û herweha vekêşana Dewletên Yekbûyî ji peymana nukleerê ya bi Îranê re (ya ku Mosko-va yek ji destnîşankerê

wê bû) û ji peymana Startê ya ku di navbera her du hêzên mezin ên nukleerê de hate çêkirin dide. (3)

Di 1ê tîrmehê de, hefteyek piştî nûçeya New York Timesê, ku ji hêla gelek parlamenteran ve dihat piştgirîkirin, komîsyona hêzên leşkerî ya Meclisa Nûneran a Amerîka bi 45 dengan li hember 11an li ser pêşnumayek vekişîna leşkeran qebûl kir. Dûv re, vê carê bi 56 dengên li hember 0, budceya leşkerî ya 740 mîlyar dolar ku sê carî li ya Çînê û panzdeh carî li ya Rûsyayê ye pêjirand.

Gelo erka ji bo dijhêzî pêk hat? Mirov dikare bêje ku îro tu hêma-na rastîn ”agahdarîya” destpêkê

piştrast nake. Di gotareka ku di 15ê nîsanê de hate weşandin, New York Times bi awayekî şermînî qebûl dike ku karû-barên îstîxbarata Dewletên Yekbûyî di îdiaya xelatê de ”bi çavekî guman-bar lê tê mêze ki-rin” Ev yek, di de-meka ku ew li ser tedbîrên nû yên mueyîdeyan li dijî Rûsyayê digrin de dema em bala xwe didinê ev yek di nav lîsteya gilî û ga-zincên rêveberîya Biden de cih nagre.

Çîrokên medyayê ne tenê li ser lîs-tikên operasyonên derveyî ne. Her-weha ew ji bo ku qanûnên zordar bên amadekirin di hundir de jî dij-minan ava dikin.

Di navbera salên 1960î û 1970î de, medyaya dîmenî û nivîskî bêrawestan çalakvanên mafên medenî -tevgera Black Panthers, xwendekarên radîkal û hewd li dij nîzama civakî wekî tehdît nîşan didan. Ev yek rê li ber neheqîyan û tesfîyekirina wan a ji hêla Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) vedikir. (4)

Li ser vê rêçê, medyaya kevnepe-rest bênavber, tevgera Black Lives Matter (jîyana reşan girîng e) û ”antifa” (antîfaşîst) wekî tehdîdekê ji bo Amerîkayê nîşan da. Piştî ku Biden hat helbijartin, nûçegi-hanîya pargîdanî li wana ”tero-rîstên navxweyî” wekî xofdar, kev-

neperestên ekstremîst zêde kir.

Di 8ê kanûna paşîn a borî de, du roj piştî dagirkirina Kongreyê ji hêla alîgirên Trump ku digotin neheqî li wan hatîye kirin û ser-firazîya wan ji destê wan hatîye stendin, New York Times, li ser bingeha çavkanîyên polîsan, daxuyanîyek weşand. Bi sernavê ”Polîsekî di avahîya Kongreyê (Capitol) de wezîfedar piştî ku ji hêla alîgirên Trump ve hatibû birîndarkirin jîyana xwe ji dest da. Navê wî Brian Sick-nick e. Nav rojê de, nûçeyê bi awayekî din diweşîne. ”Wî xeyal dikir ku bibe polîs û ji hêla girseyek alîgirên Trump ve hate kuştin”. Dûvre ji xwendevanên xwe re weha radigi-hîne: ”Roja çarşemê, serhildêrên alîgirên Trump êrişî keleha de-

mokrasîyê kirin û wan Sicknick bêtevger kirin, li gorî du zabitan, bi agirkujê li serê wî xistin. Sicknickê ku ji serê xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê û wî li beşa lênêrîna awarte bi cih kirin.”

Lê belê rastîya van agahîyan tune-bû. Di rastîya xwe de Sicknick ne hatibû lêdan û dema ku New York Timesê çîroka wî weşand, birayê rehmetî êvara 6ê kanûna paşîn daxuyanî da malpera ProPubli-cayê û anî zimên ku: gaza îsotan du caran li ser birayê wî yê polîs hatîye reşandin, lê belê ”rewşa wî baş bû ye”. Wî çend saet şûnda ji xwînarîya mejîyê jîyana xwe ji dest da. Di vekolîna bijîşkî de rastî tu rêçên derbeyan nehatibû û Ofîsa Edlî ya Navçeya Columbiayê mi-rina wî wekî “mirina xwezayî” dest nîşan kir. Lê belê mirinên ku ji êrîşkaran re dihat îstinadki-rin li ser rûpela pêşîn qurbanîyek mînak dixwest, nexwe wê hemû mirinên nav rojê dê ji nav çalakva-nan bihata hesibandin. Associated Press, Wall Street Journal, Cable News Network (CNN) û piranîya medyaya cîhanê -ji Guardiana Londonê bigire heya Hîmalayana Kathmandûyê- bêyî ku nûçeya de-rewîn piştrast bikin di malperên xwe de weşandin.

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka Nancy Pelosi di 2 û 3ê sibata 2021ê de li Capitolê ji bo ”cangorî” merasîmek li dar xist.

Berî ku lehengî berbi goristanê ve bi rê kin Serok û Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî beşdarî mera-sîma wî bûn. Ew bi bi refaqeta sed motorsiklêtîyan bi merasîmek me-zin hat rêvekirin.

Piştî ku êrişkerên Capitolê belav dibin an têne girtin, Serok Bi-den ê ku hê nû hatibû helbijartin wana wekî “terorîstên navxweyî” bi nav dike. Wall Street Journal a 7ê kanûna paşîn eşkere dike ku: ”ew dixwaze li dijî terorîzma navxweyî qanûnekê derxe û ji wî re hate pêşnîyarkirin ku li Qesra Sipî beşek ji bo rêxistina şerê li dijî ekstremîstan saz bike”. Sê meh bi şûn de, Wezareta Dadê li ser tekstekê dixebite. Di domayîya xebatên li ser vê mijarê, berpirsî-yarên ewlehîya hundurîn ku li ser rêbazên nû yên çavdêrî û kon-trola gel dixebitin, dixawazin bi-din nîşandan ku ev bi extremîstên rastgir re ne sînordar e, ango ber-geha wê firehtir dibe.

Di 19ê nîsanê de raporên pizîşkî ku teza kuştina Sicknickî pûç dike hatin weşandin, lê belê; ligel vê yekê jî pozê wan naşewite. Lê divê ku em pê ewle bin: têkoşîna li dijî nûçeyên derewîn pêşanîyek li ber rayedar û medyaya bi rûmet e.

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

_________

1) Alan MacLeod, «In “Russian Bounty” story, evidence-free claims from nameless spies became fact overnight», Fairness and Accuracy in Reporting (FAIR), 3 tirmeh 2020, https://fair.org

2) Cf. «Journalists, learning they spread a CIA fraud about Russia, instantly embrace a new one», Glenn Greenwald, 16 nîsan 2021, https://greenwald.substack.com

3) David Foglesong, «With fear and favor: The russophobia of The New York Times», The Nation, New York, 17 tîrmeh 2020.

4) Marie-Agnès Combesque binêre, «Comment le FBI a liquidé les Panthères noires», Le Monde diplomatique, tebax 1995.

Kawa Kafruşî.- II, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 75 x 55 cm.

Çapemenîya gunehkarSerge Halimi - Pierre Rimbert

_______________________

Kawa Kafruşî.- Otoportre, akrîlîk li ser kaxizê, 60 x 40 cm.

Page 9: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî 9

Sala 1988an kopîya ҫapeke Mem û Zîna Ehmedê Xanî (1650-1708) bi dest min ket. Berî wê jî min di kovara

Hawarê de hin beşên wê xwendibûn. Kêfa min ji roja roj de ji wêjeya me ya klasîk re tê. Herweha wêjeya klasîk ya cîhanê jî bala min dikişand ji ber ku cûre wêje ew di bêjinga demê re gihaye ber destê me û deqên payebilind û bi kalîteyeke edebî yî gelekî hêja ne.

Kopîya Mem û Zînê li Helebê sala 1947an bi piştgirîya rehmetîyê Şêx Beşîrê Haşimî ҫap bûbû. Ew bi xwe kopîyeke ji ҫapa 1919an ya Stenbolê bû. Hemzeyê Muksî pêşgotina wê nivisîbû.

Min wê demê bi coşeke mezin Mem û Zîn xwend. Lê ji min ve teksteke girtî û bîyanî xuyabû. Hin malik dihatin famkirin lê piranî dûrî têgihiştina min bûn. Paşê min dît bavê min î mele jî dibêje ku Mem û Zîn zehmet e. Wê demê min biryar da ku ez Mem û Zînê şirove bikim, bikevim pey peyvên bîyanî, pey fikr û hizrên kûr ên ku zelalkirinê dixwazin, bikevim pey wan nav û têgehên ku di ferhengên kurdî de nebûn. Ez mecbûrî gelek jêderên zimanzanîyê, felsefe, mentiq, asronomî, mûzîk, mêjû û hwd. bûm ku bikaribim Mem û Zînê nêzîkî têgihiştina nûjen bikim.

Bi erebî û kurdî şiroveyên min ҫap bûn. Cihê pêşwazîyeke germ bûn ji hêla xwendevanên ereb û kurd jî. Bi erebî heft caran ҫap bû, li welatên ereban, Misir, Şam, Urdun, Lubnan ҫapên cuda derketin. Her bi ҫapekê re ҫavên min hem li hinek ҫewtîyên min diketin, hem jî hizrin nû dihatin bala min ku ez bi xêra wan nêzîktirî mebestên seydayê mezin Ehmedê Xanî dibûm.

Lê dîsa jî hin hevok hebûn, hin peyv hebûn ku dilê min li werger û şirovekirina wan rihet nedibû û hîn jî nebûye.

Yek ji wan hevok û peyvan, peyva “qirtasîye” ye ku di du malikên pêşgotinê de hatîye [bikaranîn].

Di malika 263an de:

Sifrê xwe ê xef me eşkera kir

Qirtasîye bû, me lê du`a kir.

Bi kurdîya îro:

Sifrê xwe yê veşartî me xuya kir

Ew kaxez bû min li ser dua kir.(1)

Herweha Xanî di malikên 272, 273 an dibêje:

Qirtasîyeya me bêpenahan

Bê zerbê qebûlê padişahan

Me`mûl e li ba gelek `elîman

Meqbûl e li ba gelek hekîman

Bi kurdîya îro min wisa wergerandine ew herdu malik:

Nivîs û xêzên me perîşanan

Bê piştgirîya şah û sultanan

Gelek zana wan dipesinînin

Gelek şareza dipejirînin (2)

Li gor lêkolînan, li gor ҫapên li ber dest, wekî ҫapa Nûbiharê. Amadekirina Huseynê Şemrexî. 2009, ҫapa Spîrêzê. Duhok 2007 Perwîz Cîhanî, dîsa ҫapa Spîrêze 2008an ya ku Tehsîn Ibrahîm Doskî amade kirîye û li gor gotina wî ji ber destxeta ku sala 1165ê koҫî hatîye nivîsîn wergirtîye. Ҫapa Bexdadê ya

ravekirina Emînê Osman 1990, ҫapa Stenbolê 1990 Mehmet Emîn Bozarslan, ҫapa Enstîtûya Parîsê, Hejar 1989 û yên din jî, kesekî wateya peyva “qirtasîye“yê bi awayê rasteqîn nenivîsîye. Ҫapên ku min bi xwe weşandin û xebat li ser kir jî wisa bûn: her ҫendî ku min û camêrên li ser Mem û Zînê xebat li dar xistine, “qirtasîye“ di ҫapên xwe de nivîsîne û wateya wê jî wekî, kaxez, danîne, lê ez qet li wan şiroveyan rihet nebûm û dilê min lê rûnenişt.

Sebebê ku hişt dilê min li şiroveya min û şiroveyên birêzên din rûnene ew bû ku peyva “qirtasîye“, qet bi atmosfera malikên ku behsa pûl û pere û diravan dikir nediket. Xanî li gor ku ez wî nas dikim, hîҫ gotinekê vala û ne di cihê xwe de danayne. Ҫi bibêje bi wate ye, armanceke wî heye û helbet ji bo ku mirov tê bigihîje divê hişê xwe bixebitîne. Lê min kir û nekir, ez negiham rastîya peyva “qirtasîye“yê. Peyv bi xwe tê fêmkirin lê di wan herdu malikan de qet cih nagire.

Berî demekê dîsa ew peyv hate bîra min. Ji xwe gava dilê min li şiroveyeke min rûnenê her di bala min de dimîne, zingînîya wê her li ber guhê min û heta ku ҫareser nebe ez nikarim rihet razêm.

Ez ҫiqasî di ferhengên klasîk û nûjen de gerîyam her “qirtasîye“ bi wateya kaxezê bû û hîҫ pêwendîyek wê li gel diravan nebû. Nexwe şaşîyek heye! Wisa lêkolînerî

dibêje. Gava te peyvek di destxetekê de nas nekir divê tu gelek ihtimalan deynî. Bi gelek awayan divê

mirovê lêkolîner forma peyvê bi kar bîne heta ku bigihîje rastîyê.

Lê ez bêhêvî nebûm.

Li ba min destxetek Mem û Zînê heye, nivîsîna bi destê Taha Ebûbekrê Ervasî ye. Ev destxet piştî xebatên min î li ser Mem û Zînê bi dest min

ketibû. Ez ji bo fêmkirina peyva “qirtasîye“yê lê vegerîyam.

Wekî ku ҫavên min li gencîneyekê vebin.

Li herdu cihan jî li şûna “qirtasîye“yê peyva “qursa sîyeh“ hatîye nivîsîn. Di perawêzan de jî, “qirtasîye“ heye anku di hin destxetan de “qirtasîye“ ye.

Mixabin Tahayê Ervasî beyan nake ka destxeta xwe ji ber kîjan destxetê wergirtîye. Lê ҫawa be, ya ku wî nivîsîyê bêtir nêzîkî rastîyê ye. “Qursa sîyeh“ yanî zîv e, kurmanc dibêjin filan tişt yan filan kes wekî zîvê qurs e. Qurs bi xwe sêlik e, her tiştê girover e. Li vir zîvê qurs yan qursa sîyeh, anku zîvê reş e ku di derbxaneyan de diravan jê dirust dikin. Êdî wate zelal dibe:

Qursa sîyeha me bêpenahan

Anku zîvê reş yê me kesên ku em bêxwedî ne.

Li vir dîsa zîvê reş mebest jê zimanê kurdî ye.

Lê ka ҫima ev ҫewtî peyda bûye û bala kesekî di dirêjîya sedan salan de nekişandîye? Di destxetan de, yan di destnivîsîyê de hin xeletîyên nivîsînê ji lezandinê yan ji ne fêmkirina nesixkaran ya ji peyvan re peyda dibin. Gelek peyv bi forma xwe dişibihin hevûdu. Wek:

Qirtasîye: û Qursasîyeh .

Bi taybetî jî di alfabeya erebî de ku tekstên orîjînal yên Mem û Zînê pê hatibûn nivîsîn. Li vir dibe ku nesixkar bêhemdî xwe xeletîyê bike, yan jî tew ji ber xwe ve peyva rast fêm nake, rabe li dewsa wê peyvek bi forma xwe nêzîkî wê deyne û kesên li pê werin û ji ber bigrin her wê xeletîyê berdewam bikin.

Ji bo fêmkirina teksta Mem û Zînê û herweha hemî tekstên me yên klasîk ne bes zimanzanî lazim e, lê mentiq jî berî her tiştî lazim e. Divê lêkolîner, wan tekstan ji hev bixin, bidin pey her peyvekê, bi gelek awayan rave bikin, ji gelek perspektîvan de lê binêrin heta ku bigihîjin rastîyê.

___________

1)-Mem û Zîn Ehmedê Xanî. Şirove û kurdîya îro Jan Dost. R. 147-148 Avesta. Istanbul 2010

2)-Jêderê berê. R 148

-Nota redaksiyona LMD kurdî: Di çapa Mem û Zîna Ehmedê Xanî ya sala 1968an de (Gün Yayınları, Istanbul) ku M. Emin Bozarslan amade kiriye, wî ji bo peyva “qirtasiye“ weha nivisîye:

Sifrê xwe yê xef me eşkera kir

Qirtasîye bû, me lê dua kir (r. 64-65)

Qirtasîye: Kaxiz, rûpel; bi mana mecazî ji paxirê [sifir] saya ra hatîye gotin (r. 524)

Arif Sevinç.- Mem û Zîn

WÊJE

Derbarê xebata li ser Mem û Zînê

Jan Dost______

Page 10: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî10

Baş e Fransa wê çi bike di nava vê xirecirê de? Li gorî ferman-

darê hêzên çekdar ên fransî yên Asya-Pasîfîk, tugamîral Jean-Ma-thieu Rey, 7000 leşker, 15 keştîyên şer, 38 balafir berdewam amade ne. Ji dawîya adarê heta destpê-ka hezîranê, keştîya bi enerjî ya balafirhilgir a Charles-de-Gaulle, noqara êrişa bi enerjî Émeraude, gelek balafir (ku çar Rafal û tanke-reke îkmalê jî di nav wan de hene), koma operasyonel bin-avê û serer-dê ya Jeanne d’Arc, helîkopterhil-gira bin-avê û sererdê ya Tonnerre, firqeteyna veşarî ya Surcouf jî li wan hatin zêdekirin... Ev qeleba-lixa qîyamet giş beşdarîyê dikin li rêzek tatbîkatên leşkerî yên li gel Dewletên Yekbûyî, Avustralya, Japonya û Hîndistanê.

Ev, bêguman, ne cara pêşî ye ku Fransa camekana xwe ya şer di sektorê de radixe pêş çavan, di 2019an de jî jixwe, yek ji firqe-teyên wê tengava Taywanê derbas kiribû û li gel Pekînê bûbû sedemê rûdana bûyerekê. Lêbelê Parîsê tu caran tiştekî di vê astê de nekiribû. Û nexasim, serokomar Emmanuel Macron îmza xwe datîne bin vê sîyaseta bicihbûna leşkerî «di din-gila hîndo-pasîfîkê de»(1), li ser xeta ku Çîn lê xuya dike. Ew dikeve rewşa xweparastinê. Li gel vê yekê jî, li dema sefereke xwe ya Avus-tralyayê, di 2018an de, wî rêgehek destnîşan kir: «Çîn gav bi gav ser-destîya xwe saz dike. Mesele ne tirs e, mesele mêzekirina li realîteyê ye. (…) Eger em xwe biserûber nekin, ev rewş wê bibe serdestîyeke ku aza-dîyên me, derfetên kêm bike û em ê bikevin rewşa mexdûran».(2) Ser-destîya amerîkî li herêmê -rastî, ew- ji wî re wekî pirsgirêkek xuya nake.

Erdnîgarî û dîrokê şûna xwe ji he-valbendîyên leşkerî-dîplomatîk re hiştin. Bi dizî -û bêyî tu gotûbêjeke neteweyî-, Fransayê bi vî awayî ji statuya «hêza hîndo-pasîfîk», ji ber ku ew hez dike bibe xwedî pênaseyeke ku xak û sazîyên xwe yên wêdetirî-deryayê (Kaledo-nyaya Nû, Plynesîya Fransî, Saint-Pierre-û-Mîquelon dinirxîne…), gav bavêje statuya hêza «dingilê hîndo-pasîfîk» a ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve tê birêvebirin. Guherî-neke wateyî ya giran: ji hezîrana 2019an ve, bi raporeke fermî(3), wezareta parastinê ya amerîkî bi kêfxweşî silav da vê werçerxa ku Parîs dertanî asta hevalbendên wê yên leşkerî (Japonya, Avustralya, Sîngapûr…).

Têgeha «Hîndo-Pasîfîk» berîya ku bibe dîruşmeyeke amerîkî, pir dihat bikaranîn. Rêveberê think-tanka hîndî ya National Maritime Foundation, Kaptan Gurpreet S. Khurana, ji 2006an ve hewl dide jê

re bavîtîyê bike. Wî ew wekî «qada deryayî ya Pasîfîk û Okyanûsa hîndî dide ber xwe»4 pênase dikir. Ev fikir careke din hat nirxandin û gihandin asta sîyasî ji alîyê serokwezîrê japonî yê demê, M. Abe Shinzo û xelefên wî ve, ji ber ku endîşeya wan hebû ku Çîn welatê wan li ser dika aborî ya cîhanî li pey xwe bihêle û gav bavêje asta evîneke bi coş li gel Dewletên Yekbûyî yên ku bûn mişterîyên wê yên pêşî. Berî her tiştî tirsa wan xwe dispêre pêkhatina zewaceke «Çîn-Amerîka» ku wê wan li derve bihêle. Ew dixwazin li Asyayê bibin serê pirê yê Waşîngtonê û bi dilgeşî silavê didin tedbîqatên hevpar ên hêzên deryayî yên amerîkî, hîndî, japonî, awistralyayî û sîngapûrî yên li Kendava Bengalîyê di 2007an de hatin meşandin. Yekemîn! Lê belê, ev «kevana azadîyê » -wekî ku Tokyo wê pênase dike- dawîya dawî ji nava dîmenê winda dibe.

Pêdivî bi bendemayîneke bi qasî deh salan heye ji bo ku ev «din-gilê hîndo-pasîfîk» ji jîbîrkirinê derkeve, bi saya M.  Donald Trump. Bi hestê xwe yê danûstandinê re, ew di 2018an de navekî nû li otorîteya hêzên amerîkî yên li herêmê Fer-mandarîya Pasîfîk a Dewletên Yekbûyî (US Pacific Command, Pacom) dike û wê vediguherîne Fermandarîya Hîndo-Pasîfîk (In-dopacom). Di vê pêvajoyê de, ew dîyaloga çarber ji bo ewlekarîyê (bi îngilîzî QUAD) ji nû ve zindî dike û bi vî awayî Awistralya, Dewletên Yekbûyî, Hîndistan û Japonya li nava hevgirtina ne-fermî a xwedî naveroka leşkerî ji nû ve li hev kom dibin. Qanûna parastinê ya 2019an ku ji alîyê Kongreya Amerîkî ve ha-tîye qebûlkirin, helwestê dîyar dike: «Pêşekîya mezin a Dewletên Yekbûyî pêşîgirtina li tesîra Çînê» ye.(5)

Ev hedef di guhên rêveberên neo-

lîberal û neteweperest de ku êdî li ser serê sê welatên asyayî yên hevpeymanê bûn, dengekî xweş vedide: li Awisralyayê paranteza karker ji nû ve tê girtin; mîlîtanê şok ê QUADê, M. Abe, li Japonyayê hat ser kar. Netewperestê hîndû Narendra Modi hefsarên Hîndis-tanê xistin destê xwe û bi ser de jî wî serokê amerîkî çend meh berîya ku hilbijêr wî vegerînin mala wî, bi coşeke mezin pêşwazî kir. Livûtev-gera M.  Trump û ekîbên wî tesîra rastîn a berfirehbûna werçerxê bi sînor kir. Lê belê şopandina rêgehê didome.

Ala azadiyê

Destpêka 2021ê, M. Joe Biden de-rhal, bi heyteholeke kêmtir dide ser şopa selefê xwe û giranîyê dide pa-rastina mafên mirovan û tevgera bi aheng. Ew jî xwe davêje ser pênase-

kirina wî ya Çînê wekî «raqîbê stra-tejîk», û QUAD wekî artêşa sîyasî û leşkerî ya navendî ya stratejîya wî. Kêmtirî du mehan piştî hatina ser kar, berîya her hevdîtina du alî li gel rayedarên herêmê, serokê nû yê amerîkî konferanseke vîdeo li gel sê şefên dewlet û hikûmetên din ên hevpeymanê, di 12ê adara 2021ê de pêk tîne. Hevdîtineke wisa ya di asta vê berpirsîyarîyê de, bi daxuyanîyeke hevpar hat silavkirin: Eger tekst pir giştî jî be, çar rayedar sozê didin ku ew ê bikevin nava hewldana pêşvebirina «herêmeke serbest, vekirî, himbêzker, tendirust, girêdayî nirxên demokratîk û ji her zextûzorê azadkirî», bi gotineke din «Hîndo-Pasîfîkeke azad û vekirî», li gorî îfadeya hatî bikaranîn.(6)

Hema di cih de, wezîrên karê derve û parastinê yên amerîkî, MM. An-tony Blinken û Lloyd Austin, zen-dûbendan ba didin bi armanca sefereke ji bo tedarîkirina xizmeta piştî firotinê û tevlîkirina Koreya Başûr nav formateke «QUAD +» a ku karibe welatên din jî yên asyayê û herweha welatên ewropî yên wekî Fransa, Qralîyeta Yekbûyî, an jî Al-manyayê jî bide ber xwe. Ya mijara gotinê li gorî îzaha Chung Kuyoun, lêkolînera Zanîngeha Neteweyî ya Kangwon (Koreyea Başûr), «“pira-lîkirina” pergaleke hevpeymana biriqîner a bi pêşengîya Dewletên Yekbûyî ye».(7) Pisporên din raste-rast bi referans nîşandana Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO)yê, ku li serdema şerê sar di 1949an de hat sazkirin û hê jî di merîyetê de ye, balê dikşînin berfirehbûna potansîyel a qada wê ya cografîk, an jî jidayîkbûna xwişkeke wê ya biçûk «NATOyeke asyayî» li dijî «dîkta-torîya çînî».

Hîpotez ne dûr e. Servîsa lêgerînê ya Kongreya amerîkî, ku, di raporeke xwe de ku berîya civîna wezîrên ka-rên derve ya 23 û 24ê adara 2021ê a li Brukselê, hat weşandin, lîsteya «pêşekîyên kilît» ên NATOyê, rêz kir û tê de cih da xala pêwistîya «bersivandina pirsgirêkên ewlekarî yên potansîyel ên ji alîyê Çînê û veberhênerên wê yên li Ewropayê mezin dibin ve tên bigewdekirin».(8) Aborî herweha di heman demê de tê pêşberî fuzeyên balîstîk, dema ku ala wê ya berfireh a azadîyê ji alîyê partîzanên rêxistinê ve tê vekirin.

Lê belê, di vê mijarê de, serokwezîrê hîndî qet jî naşibe siwarîyekî sipî: Kaşmîr, ku xweserîya wê ji holê ra-kir, di bin rêveberîya leşkerî de ye; muxalîf li wir girtî ne û êşkence li wan tê kirin, gava ew helbet neyên qetilkirin; qanûna wê ya welatîbû-nê li dijî misilmanan ferqûmêlîyê dike; zexta li ser xwepêşandanan kêm nabe... Lê belê ev yek pir baş tê zanîn: mafên mirovan ne xwedî heman girîngîyê ye li gorî ku mirov hevalbend an jî dijberî Dewletên Yekbûyî be.

Di rastîyê de, wekî ku tîne bîra me Dennis Rumley, profesorê li zanîn-geha Curlin (Awistralya) û hevni-vîskarê berhema li ser «hilkişîn û vegera Hîndo-Pasîfîkê»(9), Hîn-do-Pasîfîk zêde têkilîya wê tune li gel nirxên sincî û pir têkilîya wê heye li gel «veguherîna cîhanî ya berdewam». Ji bo wî, li qonaxa em têde dijîn me gav avêtîye nava «derbaseka cîhaneke nû ya duserî: Dewletên Yekbûyî, Çîn». Li Dewle-tên Yekbûyî û li qada di bin ban-dora wan de, «gelek kes jê ditirsin, di wateya tam peyvê de. Li Çînê, pir kes

«DINGILÊ HÎNDO-PASÎFÎK» LI NAVA DILÊ PEVÇÛNA WAŞÎNGTON Û PEKÎNÊ

Hevgirtina Atlantîk li sefera Asyayê yeMartine Bulard

______________________

Di nivîsareke înternetê ya ji alîyê «Le Journal du dimanche» ve 7ê gulana 2021ê hat weşandin, sefîrên Avustralya û Hindistanê yên li Fransayê ji ber lihevgihandina «dingilê

hîndo-pasîfîk» û meşandina tatbîkatên leşkerî yên li gel welatên wan û herweha li gel Japonya û Dewletên yekbûyî, serokomar Emmanuel Macron pîroz kirin. Lê belê çarço-

veya vê hevalbendîyê şîlo dimîne û her yek ji wan hedefên xwe dişopîne.

Kawa Kafruşî.- Jîyan, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 60 x 200 cm.

Kawa Kafruşî.- Cemsera sêyem 2, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 60 x 40 cm

Page 11: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî

dilê wan dibijê û dixwazin di birya-rên cîhanî de li ber çavan were gir-tin. Enteraksîyona van bergehên tam dijberî hev, li cem her du alîyan jî dibe sedemê peydebûna hin levûtev-geran», li gel dîyardeya ku «helwesta çînî dikare wekî êrişkar were dîtin».

Bi şikandina vê ragirtina dehan sa-lan, «dîplomasîya gurê şervan» a pir êrişkar («wolf warrior diplomacy »), ku xwe li hin derdorên sefîrên çînî nîşan da, bi vê îmajê re qet li hev nake. Bi awayekî bingehtir, Çînê rûpela tevgera bi dizî ya salên 1980-2000î zîvirand. Ew ne tenê butçeya xwe ya leşkerî her sal zêde dike, û bi lezûbez hêza xwe ya deryayî mo-dernîze dike, lê herweha dibe xwedî îdîayên mezin û zelal li ser tevahîya giravên Paracel, komgiravên Spra-tels, ku di nava wan de heft giravok jî hene ku Çînê ew ji bo sazkirina binesazîyên bi armanca bikaranîna di hin waran de (sîvîl û leşkerî) dagirtine. Wê, di sibata derbasbûyî de bi adaptekirina qanûna nû ya deryayî, rayeyên xwe yên zextkar ên ewlekarîya peravan jî berfireh kirin. Li gel Japonya, Vîyetnam û Filîpînan bûyerên rû didin jî zêde bûne ….

Dîplomatekî berê yê çînî yê li Ewro-payê, bi taybetî balê dikşîne ser teza fermî ya «mafên dîrokî yên çînî» a li ser herêmê û weha diaxife: «Li ser tehtên di deryaya Çînê de nakokî hene. Ev cihê xemgînîyê ye. Ji ber ku pêdivîya me bi noqteyên hesin danînê yên derya Çînê heye ji bo em karibin xwe biparêzin -ne pêwist e em êrişî cîranên xwe bikin-. Berî de-meke ne dûr, di 2014an de, ferman-darekî hêzên deryayî yên amerîkî, di raporeke cidî ya US Navy Institute de, îzah dikir ku lîman û rêyên ba-zirganîyê yên çînî “pir berbiçav in û bi hêsanî dikarin bên xitimandin”. Wî pêşnîyar dikir “mayînên bin-deryayî”bên danîn li dirêjahîya pe-ravên me ji bo pêkanîna dorpêçeke welêt dema pêwist be.» Senaryo maqûl e -muxatabê me delîlê ji me re dişîne-(10) , lê belê tirs kêm ca-ran dibe şewirmendeke baş. Eger derbasbûna Çînê ya nav deryayên vekirî bi rastî jî were astengkirin ji alîyê Dewletên Yekbûyî û hêzên wan ve, tu îşaretek tune ku welat wê bigihîje ewlekarîyê li gel sîyase-teke de facto ya ku wê ji niha ve ji beşeke cîranên wê dûr dixe.

Dema Taywan dibe mijara go-tinê, êrişkarî zêde bi tesîr xuya nake. Pekîn giravê wekî yek ji eyaletên xwe dibîne, li ser navê prensîba «Çîneke yekane», ku di salên 1970yî de ji alîyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hema hema tevahîya welatên cîhanê ve hatîye qebûlkirin. Dîplomatê me dibêje: «Veqetîn ne mimkin e, lê belê ente-grasyon jî ne lezgîn e». Ne teqez e ku nêrîna wî û ya desthilatîya çînî hev digirin. Bi her halî, êrişên li derdora qada hewayî ya giravê bi awayekî xetere mezin dibin. Li ser fermana Pekînê, bi sedan ca-ran balafirên êrişê yên radibin, bi awayekî xetere xeta fermî ya qadên deryayî û hewayî yên her du alîyên peravê difirikînin û carna jî der-bas dikin. Lê belê herweha û em kêmtir dibihîzin, li ser fermana Waşîngtonê, ku xwe parêzvana deryayan îlan dike: di demsala pêşî ya 2020î de, lêkolîner Daniel Schaeffer balê dikşîne zêdetirî du hezar operasyonên hêzên hewayî yên amerîkî û di dirêjahîya havîna heman salê de hema hema her roj yek ji wan pêk hatîye.(11) Dewletên

Yekbûyî hê nû sîstemeke radarên mobîl li ser giravên Pescadores, li nêzî kêmtirî 150 km dûrahîya parzemîna çînî bicih kir. Wê nêrî-neke kawikî be eger mirov bawer bike ku li vir derdê wan tenê pa-rastina Taywanê ye …

Ya rastî stratejîya hêzê ku ji alîyê Çînê ve hatîye tercîhkirin, cîranên wê dixe nava endîşeyan û Waşîngton jî ji vê rewşê sûdê werdigire. Pêşî ji bo xurtkirina derfetên xwe yên leşkerî, ku lîderê niha yê Îndopa-comê, amîral Philip Davidson, vê yekê wekî bêdenge dinirxîne. Niha êdî wext hatîye ku Yekemîn fîloya Dewletên Yekbûyî, ku di navbera 1946 û 1973yan de herêm li bin guhê hev xist, ji nû ve were sazkirin. Projeya ku ji alîyê sekreterê Hêzên Hewayî Kenneth Braithwaite ve di serdema M. Trump de hat dest-pêkirin, ji alîyê amîral ve li dema rûniştina wî ya li Kongreya Ame-rîkî hat piştrastkirin. Giravên Pa-laos divê vê baregeha nû ya amerîkî bi kêfxweşî pêşwazî bike, dema ku li herêmê bi sedan ji wan hene, nexa-sim jî li Japonyayê ku nêzî 55 000 leşker, li Koreya Başûr (28 500), li Hawaï (42  000) an jî li Guamê, bêyî jibîrkirina Awistralya û Zelandaya nû, hatine bicihkirin …

Wekî din, lêçûnên leşkerî yên ame-rîkî di 2020î de gihîştin 778 mîl-yar dolarî, ango ji yên Çînê (252 mîlyar) sê caran zêdetir bûne. Çîn xwedî duyemîn butçeya mezin a leşkerî ya cîhanê ye, lê belê, nimû-neya Yekîtîya Sovyetî, ku li hemberî Waşîngtonê ketibû nava pêşbazîya biçekbûnê tevî xetereya hebûna xwe, mohra xwe li bîra lîderên çînî daye. Ji ber vê yekê ew naxwazin vê rêyê bişopînin: vê gavê, ew ji sedî 1,7ê hatina xwe ya hundirîn a brut, beramberî ji sedî 3,7ê ya Dewle-tên Yekbûyî, ji bo lêçûnên leşkerî vediqetîne, li gorî Enstîtuya Navne-teweyî ya Lêkolîna Aştîyê ya Stock-holmê (Sipri).(12)

Pentagon çi dibêje bila bibêje, Amerîka ku ketîye pey peydakirina

kredîyên îlawe, ji sedî 39ê tevahîya butçeyên leşkerî yên cîhanê xerc dike û bi ferqeke mezin pêşengîya vî warî dike. Bi taybetî ji ber ku tec-rube li alîyê wê ye, wekî ku çînolog Barthélémy Courmont jî destnîşan dike: «Hêzên ame-rîkî berdewam di nava livûtevgera leşkerî de ne, lê artêşa Çînê ne wisa ye».(13)  Amerîkî ji her alîyî ve tet-bîqata şer dikin, lê belê çînî ne, yên wekî şervan guman ji wan tê kirin.

Hîndo-Pasîfîk qada wan a nû ya lîstikê ye. Sînorên wê guhêr-bar, ji Pasîfîka rojavayî bigirin heta peravên Afrîkayê dirêj bûn, dewletên yekbûyî yên li serdema desthilatîya M. Barack Obama li derve hiştin, dû re jî ew li ser-dema desthilatîya M. Trump dan ber xwe. Ji niha şûn ve, «Hîn-do-Pasîfîk beşek ji “taxa cîran a Dewletên Yekbûyî ye”», li gorî tesbîta Rumley -taxeke parastinê ya xwedî heman statuya hewşa wan a paş-, li gorî doktrîna ame-rîkî ya kevneşop… ku tê gotin ji bo Pekînê jî dibe xeta şopandinê. Rumley, ku naecibîne vê helwesta hêza mezin li kêlîya ku divê (axirî) li cureyên din ên têkilîyên navne-teweyî were fikirîn, weha dewam dike: «Mirov dikare reftara çînî ya li derya Çînê ya başûrî qismen bi vê pozîsyonê şirove bike. Çawa be, he-bûneke çînî li Karaîban wê ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve bi xweşbînî neyê pêşwazîkirin».

Bi taybetî welatên li nava Hîndo-Pasîfîk a amerîkî cih digirin jî, di vê mijarê de nexwedîyê heman vîzyonê ne. Eger Awistralyayê ji nû ve payeya şerîfê Amerîkayê bi dest xistibe jî14, Japonya dimîne «heval-benda hevpeymana çembera duye-mîn», bêyî «fermandarîya leşkerî ya yekbûyî li gel hêzên amerîkî», berevajîyê Canberra, li gorî tesbîta Robert Dujarric, rêveberê Institute of Contemporary Asian Studies (ICAS) a li Tokyoyê. Ji bo wê «dê pir zehmet be meşandina operasyo-

nên leşkerî li derve, ji ber ku hertim dilsarîyek heye». Serokwezîr Suga Yoshihide, eynî wekî rênîşandêrê xwe Abe Shinzo, di Hîndo-Pasîfîk de firseta pêkanîna xeyala «zewaca japonî-amerîkî ya ku dê karûbarên herêmê bi rê ve bibe» dibîne, bi bir-rîna baskên dijminê bira yê çînî. Lê belê di sîyaseta hundirîn de, M.  Suga îftîxar dikir bi bûyina yeke-mîn lîderê bîyanî yê ji alîyê serokê amerîkî ve hat pêşwazîkirin û jê jî zêdetir bi terfîkirina hevrêvebe-rîya fiîlî ya «çareserîya aştîyane ya pirsgirêkên derbasbûna di tengava Taywanê re», li gorî daxuyanîya hevpar a 17ê nîsana 2021ê. Tu carî, ji pêncî û du salan û vir ve, lîderekî japonî newêrîbû behs jî bikira ji girava, ku welatê wî bi zextûreptê dagir kirîye ji 1895an heta 1945an. Tiştek di destê wê de tune ji bo îqnakirina cîranên xwe û bi tay-betî jî Koreya Başûr a ku hê jî li ser vê rabirdûya kolonyal beramberî Tokyoyê pir hesas e.

Li alîyê din, hevpeymana li gel Delhîya Nû têra xwe zexim xuya dike. Tetbîqatên leşkerî yên hevpar bi rêkûpêkî tên lidarxistin. Li gorî Dujarric, «Dilbijîya mezin a Tok-yoyê ew e ku Hîndistanê veguhe-rîne navendeke lojîstîk, paşhewşeke nû ya hilberîner, li şûna Çînê». Vê gavê, «jihevveqetîn» ji qonaxa nîyetan derbas nade û ew dimîne wekî hevalbenda wê ya sereke ya bazirganîyê.

Her çî Hîndistan e, ew hêvî dike ku ev stratejîya Hîndo-Pasîfîk roleke girîng li herêmê jê re derîne holê û wê veguherîne hêzeke nebenabe. Di warê aborîyê de, serokwezîr Modi xwe avêt nava bernameyeke fireh a taybetîkirinan û hewl dide bala veberhênerên bîyanî bikşîne, ji ber vê yekê kêfa wî ji hedefa Tokyoyê re nayê. Lê belê binesa-zîyên welêt dîsa perîşan dimînin, bi kêmkirina bergehên lezgîn ên qezencan.

Di warê dîplomatîk de, şefê hikû-metê wê xwe wekî kesekî bi gi-ranîya xwe dijberî Çînê bidîta, nexasim ji bûyerên li Ladakh ên sala borî û vir ve.(15) «Hîndistan ku malovanîya zêdetirî milyarek şênîyî dike, hêzeke nukleer a naskirî ye û xwedî yek ji artêşên herî mezin ên cîhanî ye. Ne ecêb e ku Delhîya Nû

dixwaze bibe yek ji aktorên ne-benabe ya şekildayîna paşeroja sedsala asyayî», çawa ku ji me re tîne ziman dîplomatê berê û parlementerê hîndî Şaşî Tharoor, ku di heman demê de muxalîfê M. Modî ye jî. Lê belê, «avakara tevgera wela-tên bê-alî di serdema şerê sar ê cîhanê de, Hîndistan hertim alerjîya wê hebû li hemberî hev-peymanan û tu caran naxwaze hemû hêkên xwe yên stratejîk têxe nava heman selikê».

«Komplekseke zêde ya serdestiyê»

Alîgirên herî dilgerm ên Hîn-do-Pasîfîkê jî -ên wekî pisporê hîndî yê têkilîyên navneteweyî Brahma Chellaney, ku di nava QUADê de «dînamîkeke nû (…) wekî bersiva berfirehbûna êrişkar a Çînê»(16) didît- pir bi lez xeyalên wan şikestin li pêşberî vê rewşa ku wekî «quretîya amerîkî» bi nav di-kin. Di jêdera vê çerxkirinê de: ketina nava avên herêma aborî ya xwerû (ZEE) hîndî ya

hilweşînereke bi fuzeya bi rêhber, di dema tetbîqatên keştîyên der-yayî yên bi navên «Azadîya sey-rûseferê» de, 7 nîsan. Pir dûrî lêborîn xwestinê, Waşîngton ji nû ve Delhîya Nû şand nava werîsan, bi hêvîkirina ku van herêman tu tişt îfade nedikir di hiqûqa navne-teweyî de û Hîndistanê «daxwazên deryayî yên dûrî hedê xwe» kiri-bûn. Li gel vê yekê jî gelo li ser navê rêzgirtina ji bo daxwazên ZEEyan ên Pekînê ye ku hêzên deryayî û hewayî yên amerîkî yên QUAD wê biçin û bên deryaya Çînê!

«Tevî ku demokrasîya herî xurt a cîhanê bin jî, Dewletên Yekbûyî xwedî hin karakterên hevpar in li gel otokrasîya herî xurt a cîhanê û raqîba xwe ya sereke, Çînê. Her du welat xwedî komplekseke serdestîya zêdegav in», bi tesbîta Chellaney, ku hejmarek nimûneyên seferên wan ên dij-qanûnî yên nav avên heval-bendên wan bi bîr dixe. «Bikaranî-na hêzên deryayî ji bo deranîna pêş a îdîayên deryayî yên amerîkî li dijî hejmareke zêde welatan nîşan dide ku, herçendî êdî ne yekane hêza super a cîhanê ye jî, Amerîka dev ji adetên xwe yên berê bernade.» Û wisa li gotinên xwe zêde dike: «Tevî ku 167 dewletan îmza xwe danî ser Peymana Neteweyên Yek-bûyî ya der barê hiqûqa deryayê de [UNCLOS], Amerîka [ku peyman îmze jî nekirîye] yekane welat e ku bi rêya şirovekirina xalên peymanê, mafê çavdêrîkirin û pêkanîna wê bi awayekî yekalî daye xwe».(17)

Ji ber vê yekê ye ku divê Fransa li ser mijarê du caran bifikire berîya cih bigire li nav tatbîqatên leşkerî û bibe xwedî helwesteke îdeolo-jîk li tenişt Waşîngtonê. Û pê re jî, Yekîtîya ewropî ku dixwaze «stratejîya hîndo-pasîfîk» a hev-par pênase bike. Ev jî ew jî, divê ji xwe bipirsin, bi awayê Camilla Sorensen, profesora alîkar a li Koleja Qralîyetê ya parastinê ya Danîmarkayê: Ewropa gelo amade ye «bibe xwedî hedefa hevpar a sereke ya Waşîngtonê, [a ku] tê wateya parastina serdestdîya ame-rîkî li herêma hîndo-pasîfîk» û res-men destekê bide «israra helwesta amerîkî ya tê wateya rûbirûbûna zehmetîyên ku ji alîyê Çînê ve tên bigewdekirin»(18) Pirskirina van

11

Kawa Kafruşî.- Veguherîn, akrîlîk li ser kaxizê qehweyî, 160 x 120 cm.

Kawa Kafruşî.- Dengê bêdeng, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 190 x 95 cm.

Page 12: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî12

pirsan, tê wateya bersivandina wan jî …

Li Hîndistanê, ambargoya ku M. Biden danî ser hin madeyên jîyanî yên ji bo çêkirina derzîyên li dijî şewbê, li dema ku Covid-19yê welat telef dikir, bû sedemê xurt-kirina gumanan. Herçendî serokê amerîkî dawîyê ew rakir jî, M. Modî bi berfirehî argumana ji bo danjibîrkirina berpirsîyarîyên xwe yên esasî bikar anî. Zehmet e pî-rozkirina dawet û dîlanên hîndo-amerîkî di van şertûmercan de, yên li bin banê hîndo-pasîfîk jî di navê de. Vê gavê, Hîndistan ketîye pey xwe rizgarkirina ji bin pen-çeyên ejderhayê aborî yê çînî -ku di heman demê de hevalbendê wê yê sereke yê bazirganîyê ye- bêyî bikeve nav pencên şidîyayî yên eyloyê (qertelê) amerîkî.

Ev dibe erênaya gelek welatên herêmê yên dilê wan heye bi Çînê re hevkarîya aborî, bi Dewletên Yekbûyî re jî ya stratejîk bido-mînin. Ev her du welat divê fêr bibin «rêzê bigirin ji bo her welatî çawa be wisa, ne çawa ew dixwa-zin wisa bibe», bi nêrîna wezîrê berê yê karê derve yê awistralyayî Gareth Evans (1988-1996). Ew li gotinên xwe weha zêde dike: Qe-dîya ew dema «sê “P”yan: pêşekî, pêşserdestî, pêşserwerî [«primacy, predominance, pre-eminence»]».(19)

Têgeha Hîndo-Pasîfîk ku sem-bola meyla aborî û stratejîk a ber bi Asyayê ve ye kêm caran tê redkirin. Lê belê şirovekirinên wê pir cuda ne. Vîetnam, a ji ber cîranê xwe yê xurt adeta asê maye, xwe nêzî têgihîştina amerîkî di-bîne; Koreya başûr bêhtir hewld dide eyarekê bide hebûna hêzên Waşîngtonê û hêza japonî bi têki-lîyên nêzîktir ên bi Çînê re; Endo-nezya, Navenda Yekîtîya Welatên Asyaya Başûr-Rojhilat (Anase) e, pozîsyoneke hevmesafe dixwaze li

gel her du hêzên mezin, eynî wekî Sîngapûrê  ; Fîlîpîn ji alîyekî der-basî yê din dibe li gorî rewşa ber-jewendîyên xwe û êrişên çînî yên li dijî giravokên ku bi rêve dibe.

Bi rastî jî êdî tewş e fikirîna bi têgehên hevalbendîyên leşkerî-îdeolojîk, wekî serdema şerê sar, tevî ku têkilîyên aborî ketine nava hev û yekîtîyên stratejîk ên pêlpê-lok dihêlin ku welatên her du xwe-dêgiravî «kampan» bi hev re bixe-bitin: rêxistina ne fermî ya BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hîndistan, Çîn, Afrîkaya Başûr), ya hevkarîya Şangayê (Çîn, Rûsya, Hîndistan, Pakistan…), an jî hevparîya aborî ya herêmî ya global (PERG, bi în-gilîzî), peymana herî mezin a ba-zara serbest a di navbera welatên Anase û Koreya Başûr, Japonya û Çînê de hatîye îmzekirin.(20) Lê

belê divê yek ji van welatan tenê jî xwe li bin gefan hîs neke.

Ji Global Timesê şirovekarekî leşkerî yê çînî yê pir fermî vê hişyarîyê dike: «Divê Çîn têkilîyên xwe yên dostanîyê li gel cîranên xwe yên Asyaya Pasîfîk, sererast bike. Divê ew zêdetir girîngîyê bide welatên wekî Koreya Başûr, Zelan-daya Nû û endamên Anase».(21) Ev rexneya di kirasê pêşnîyazan de pir kêm tê kirin, herçendî xwedîyê rexneyê daxwaza zêdekirina hêzên leşkerî jî bike.

Ji bo dîplomatê berê yê sîngapûrî Kîşor Mahbubanî, «Fikirina wekî mirov dikare hêza aborî û teknolo-jîk a Çînê bi amûrên leşkerî kontrol bike, bêbingeh e». Kesên ji tiştekî wisa bawer dikin vê sedsalê bi sed-salên din re tevlî hev dikin. Pekîn ne Moskova ye. Amerîka hêza herî

xurt a cîhanê ye, lê belê êdî cîhan ne di bin destê wê de ye. «Divê ew fêrî parvekirinê bibe». Berna-meyeke berfireh.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_________

1) Emmanuel Macron, gotara Li Pêşberî Sefîran, Paris, 27 tebax 2019.

2) Macron: Têkilîya fransî-kaledonî ya jîyanî li hemberî xetereya serdestîyê», Reuters, 5 gulan 2018.

3)«Indo-Pacific Strategy Report  », De-partmana Parastina Amerîkî, 1 hezîran 2019, https://media.defense.gov

4) Gurpreet S. Khurana, «Security of sea lines: Prospects for Indian-Japan coopera-tion», Strategic Analysis, vol. 31, n°1, Lon-don, kanûna paşîn 2007.

5) «John S. McCain National Defense Authorization Act for Fiscal Year 2019», Kongreya Amerîkî, 13 tebax 2018, www.congress.gov

6) «QUAD leaders’ joint statement: “The Spirit of the QUAD”», Maison Blanche, 12 adar 2021, www.whitehouse.gov

7) «Chung Kuyoun, «Why South Korea is balking at the QUAD», East Asia Forum, 31 adar 2021, www.eastasiaforum.org

8) Paul Belkin, «NATO: Key issues for the 117

th Congress», Congressional Research

Service, 3 adar 2021, https://fas.org

9)Timothy Doyle û Dennis Rumley, The Rise and Return of Indo-Pacific, Oxford University Press, 2019.

10) «Victor L. Vescovo, «  Deterring the Dragon… from (under) the sea», US Na-val Institute, sibat 2014, www.usni.org

11) Daniel Schaeffer, «Çîn -Dewletên Yek-bûyî- Deryaya Çînê ya Başûr û Kevîyên Wê: Li benda Biden  », Asie21, 15 îlon 2020, www.asie21.com

12) «World military spending rises to almost 2 trillion dollars in 2020  », Stoc-kholm International Peace Research Ins-titute (Sipri), 26 nîsan 2021, www.sipri.org

13) «Pentagone tehdîda Çînê ya ji bo di asteke pir zêde de butçeya xwe bi-lind bike sor dike: mazereta hêsan an jî bendewarîyeke xwedî bingeh?», Atlantico, 23 adar 2021, www.atlantico.fr

14) Binêrin li nivîsa Vince Scappatura, «Avustralya, parçeyê menzela naven-dî ya”dingilê” amerîkî», li «Berûdgeha asyayî», Manière de voir, n°  139, sibat-adar 2015.

15) Binêrin li nivîsa Vaiju Naravane, «Çima Çîn û Hindistan li ser banê cîhanê pev diçin», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 2020.

16) Brahma Chellaney, «Biden follows Trump’s footsteps in the Indo-Pacific», The Hill, 25 adar 2021, https://thehill.com

17) Brahma Chellaney, «US fails to un-derstand that it no longer calls the shots in Asia », Nikkei Asia, Tokyo, 21 nîsan 2021.

18) Remi Perelman, «Indo-Pacifique-Da-nemark : Mais pas seul», Asie21, n°  149, Paris, nîsan 2021.

19) Gareth Evans, «What Asia wants from the Biden administration», Global Asia, Séoul, vol. 16, n°  1, adar 2021.

20) Binêre li nivîsa «Bombeya pevguher-tina azad li Asyayê», Le Monde diploma-tique, kanûna paşîn 2021.

21) Song Zhongping, «China must pre-pare for US new QUAD schemes», Global Times, Pekîn, 10.11. 2020.

Kawa Kafruşî.- Dubarekirina jîyanê, akrîlîk li ser kaxizê qehweyî, 40 x 60 cm.

Wêje

Jinên teqînerGilles Costaz

Sibilla Aleramo 30 salî ye gava Une femme(1), jînenîgarîya wê, wekî roman,

di 1906an de tê weşandin. Wê berê tu caran nenivîsîbû; wê tu caran xeyal nekiribû ku ew ê bibe sûreteke girîng a wêjeya îtalî ya nîveka pêşî ya sedsala XXemîn û yek ji dengên pêşî yên femînîzmê li welatê xwe. Bûrjûwa be jî, li cîhaneke bi îmtîyaz jî bi pêş ketibe, ew jî, wekî gelekên din, ji bo xwezêdekirinê û îtaetê hatibû programkirin. Di pirtûka Une femme de, ew tîne ziman ka ew çawa ji Piémontê veqetîyaye ji bo refaqetê bike li gel bavê xwe yê ku diçû fabrîkayeke li navenda welêt birêve bibe, dû re jî ka ew çawa bû jina yek ji rêveberên şirketê yê ku serdestî li wê kir, ew xapand û biçûk xist. Bi serûberkirina hest û ramanên xwe li ser kaxez, ew fêrî xweparastinê dibe -mêr û zarokê xwe terk dike- û di pey re jî fêrî tûjkirina pênivîsa xwe ya rojnamevanîyê û nivîskarîyê dibe.

«Jîyana belengaz, jar û kor, a ewçend me qîymet didayê!, wisa dinivîse. Herkesî

xwe lê digirt: mêrê min, doktor, bavê min, sosyalîstan û keşeyan, jinên ciwan ên bi şeref û qehpikan; her yekî ji wan bi teslîmîyet xwe bi derewa xwe dixapand.» Di vê pirtûka kilît de, ku derhal gihîşt serketineke mezin û bû yek ji çar berhemên sereke yên li Fransayê ji alîyê weşanên Des Femmes ve di 1974an de hatin weşandin, ne bi gotinên xwe yên mîlîtanî tesîrê dike. Tesîra wê ya herî mezin pala xwe dide çavdêrîya wê ya navxweyî ya sotîner ku ji nava kêlîyên şaşûgêjbûnê derbas dibe û xwe digihîne

zelalîya îsyanê.

Luisa Carnès, ew ji proleteryaya

îspanî tê û di 1916an de digihîje bazara kar. Ew di 11 salîya xwe de karker e û demeke dirêj di karê tekstîlê de dixebite. Ew bi çîrok-romaneke li ser derdora civakî ya bi saya karekî kifş kir, ronahîyê dide ser şertûmercên jinên din: Tea Rooms,(2) 1934. Bûyer hema hema bi temamî li saloneke çayê ya Madrîdê derbas dibe. Zengîn li wir şîranîyên ji hevîr dixwin. Aktor li wir xwe nîşan didin bi hêvîya demek ji ya tin zûtir di fîlmên navûdeng de cih

bigirin. Xizmetkarên jin li bin çavdêrîyê ne; pereyê qezenc dikin têra bilêtê wan ê tramwayê jî nakin, ji ber vê yekê carna hewl didin xwe bixin çavên mişterîyên ku êdî wê ne li wir bin gava pêwist be bi drama jiberxwebirina zarokên qaçax re rû bi rû bimînin. Li vir jî, vegotina sîyasî bêfeyde xuya dike, li hemberî zengînîya sehneyên ku têde dilovanî û hêrs bi ziravî têne veşartin.

Dîsa li heman salan, rewş cuda ye li Arjantînê ji bo Silvina Ocampo, ku,

di Inventions du souvenir de,(3) xirecira zaroktîya xwe bi awayê xwe tîne ziman (pirtûk, ku ji gelek destnîvîsên wê yên sala 1960î ve pêkhatî, ancax di 1987an de hat weşandin). Xwedî jêdera malbateke pir zengîn, ew ê bibe jina nivîskar Adolf Bioy Casares û dosteke Jorge Luis Borges. Bi vê helbesta çîrokî ku ew wê bi tinazî wekî «çîrokeke berîya jidayîkbûyê» bi nav dike, diçe heta salên xwe yên zaroktîyê li nava livûtevgereke qebe, nepixandî bi hovîtî û seksualîteyê. Ev dibe lîstikeke nerm a qirkirina ramana keçên xame yên terbîyekirî, li ser bingeha dilovanîya ji bo parsekan û xizmetkaran. Anne Picard ev Zazîeya Buenos Aires a zarîf bi hostatî bi peyvên nadîr wergerandîye. Ev stîla wêrek a Postsurrealîst, balê dikşîne ser mîzaha «hema hema tu tiştî», ku paşî wê bibe ya Copiyekî û di hilberîna teqîna xweşgotinî de pêşbazîyê dike.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

________

1) Sibilla Aleramo, Une femme, wergerandî ji îtalî ji alîyê kolektîfa wergerê ya weşanên Des femmes ve, Weşanxaneya Des femmes - Antoinette Fouque, Paris, 2021, 256 rûpel, 8 ewro ( çapa 1. : 1974).

2) Luisa Carnés, Tea Rooms, wergerandî ji îspanî ji alîyê Michelle Ortuno ve, La Contre-Allée, Lille, 2021, 256 rûpel, 21 ewro.

3) Silvina Ocampo, Inventions du souvenir, wergerandî ji îspanî ji alîyê Anne Picard ve, Weşanxaneya Des femmes - Antoinette Fouque, 2021, 192 rûpel, 16 ewro.

Kawa Kafruşî.- Maske II, akrîlîk li ser kaxiza qehweyî, 40 x 40 cm .

Page 13: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî 13

«Jineke ku mêran lanet dike û pere ji wan bi dest dixe.»

Bikarhênerên înternetê yên ji vê fikrê hêrsbûyî, bi daxwaza boy-kotkirina berhemên wê, êriş dibin ser hesabê hilberînerê kompîturên destan Intelê, li ser tevna civakî ya çînî Weibo. Sûcê markayê: sefîra wê ya nû, Yang Lî. Mîzahvaneke 29 salî, pêşenga navdar a stand-uppê li Çînê, tê sûcbarkirin «bi birîn-

darkirin û biçûkxistina xedar» a welatîyên xwe yên mêr û «tevdana rewşê ji bo pevçûna navbera mêr û jinan» bi navgîna pêşandanên xwe.

Dîsa jî, di vê reklama 18ê adara 2021ê de hat weşandin, li hem-berî zilaman ne heqaretek heye, ne jî tinazek. Yang Lî ya devliken têde tenê weha dibêje: «Intel wisa dilxwaz e ku ew di mijara neqan-dina hevalê min ê evînî de ji min têgihîştîtir e.» Lê belê, ji ber zextê, markaya amerîkî ew di nava rojê de vekişand, pê re jî hemû afîşên reklamî yên mîzahvanê li ser dikê nîşan didin.

Piştî vê livûtevgera kolektîf a xwe-dî encamên muhteşem, nêçîreke lînçkirinê dest pê kir. Hejmareke mezin bikarhênerên înternetê yên mêr, çawa hînbûn ku Yang Lî, şeş roj şûn de ji bo markayeke tam-ponên tendirustîyê li ser înternetê

tevlî weşaneke reklamê ya zindî dibe, ji piştî nîvro û şûn ve li ser malperê dest bi tehdîdên «boykot-kirina» weşana êvarê dikin. Ew ji markayê dixwazin ku vê «femînîsta tundrew» li derveyî weşanê bihêle. Li ser vê yekê jin bersivekê organî-ze dikin û desteka xwe ya xurt ji bo Yang Lî eşkere dikin. Herçendî her du enîyan li dijî hev kêrên xwe kişandibin jî, hunermend di enca-

mê de wekî ku dihat payîn derdi-keve weşanê. Û bi saya xirecira ku ji alîyê bikarhênerên înternetê yên zilam ve hat gurkirin, ev weşana ku di rewşeke normal de çend he-zarek şopînerên wê hene, 1,6 mîl-yon kesî şopand …

Gelo mîzahvanê çawa karî ber-tekên wisa wergire? Yang Lî, ku ji malbateke gundewarên herêma sî-nordaşa Pekînê, Hebeîyê ye, xwe-dî dîplomaya dibistana dîzaynê ye û du tecrubeyên wê yên kurt ên meslekî yên «tengezar» çêbû-ne, li gorî ku ew bi xwe vedibêje. Di çirîya pêşîn a 2018an de, ji bo karîyera xwe ya mîzahê ku bêhtir meslekeke mêran e, ew zendûben-dê xwe ba dide. Bi feraseteke ne konformîst, skeçên wê kenê xwe bi endîşeyên jinan ên têkildarî xu-yabûna wan a fîzîkî dikin, lê belê herweha temayên ku wekî tabû tên dîtin, ên mîna roja jinan, pêşhi-

kum û seksîzma ku jin lê rast tên jî dibin mijarên skeçên wê. Bi lezeke mezin, navûdengê wî bi xirabî hat derxistin û ew bi «veqetînxwazîya beramberî zilaman» tê sûcbarki-rin…

Sûcbarkirî ji «pêşxistina kînê»

Sedem? Skeçên wekî vê. Di dema yek ji pêşandanên wê yên tebaxa 2020î de, ew weha dibêje: «Ez ji mêran hez dikim. Mêr ne tenê şa-hane ne, herweha bi taybetî raz-bar in. Ez tu caran nizanim ew çi difikirin.» Li pêşîya girseya ku ji kena ji xwe ve diçe, ew bişirîneke hinek razbar li gotinên xwe weha zêde dike: «Çawa lawikekî ewçend ji rêzê xuya dike dikare ewçend ji xwe bawer be?» Ev hevoka kurtkirî -«Pu Que Xin» («ji rêzê lê ji xwe bawer»)- li ser tevna civakî bû îfa-deya nû ya moda.

Hejmareke mezin ji jinên çînî, vê hunermendê pir jêhatî dibî-nin û piştrast dikin ku skeçên wê xîtabî dilê wan dike û jîyana wan a hestyar tîne ziman. Welatîyên wan ên mêr bi xwe wê «bi zane-bûn biçûkxistina zilaman» sûcbar dikin. Di kanûna pêşîn a 2020î de, Yang di weşaneke televîzyonê de kenê xwe dike bi van çînîyên ku xwe hedefa êrişê dibînin. Ew vê bersiva îronîk dide komedyenekî ku wê bi «ceribandina sînorên zila-man» rexne dike: «Waa, ma zilam sînorên wan ên sincî yên divê neyên derbaskirin hene?» Li ser vê yekê di raya giştî de pêla tsûnamîyeke nû bilind dibe. Ev hevok di lêgerîna tevna Weibo de li rêza yekem bicih dibe û li pey wê jî gotinên bi hêrs û heqaretên li dijî şexsê wê tên rêz-kirin. Hin kes gilîyê hunermendê ji sazîya radyo, sînema û televîz-yon a dewletê re dikin; skeçên wê bi van îthaman pênase dikin: «xwedî karaktera veqetînxwazîya cinsî ne, heqaretê li zilaman dikin, nefretê bi pêş dixin, dibin sedemê sorkirina pevçûnên li nava civakê, nakokîya cinsan diafirînin» û ît-ham weha didomin «ne li gorî pêş-ketina bi aheng a civaka sosyalîst a karakterên welatîyên çînî ne.»1

Li gel vê yekê jî, Yang Lî gelek ca-ran dîyar kir ku pir ne bi dilê wê ye ku ew wekî femînîst were pê-nasekirin. Divê were gotin ku hil-girtina vê etîketê ne tiştekî hêsan e. Gava jina ciwan dest bi karîyera xwe kir, tevgera #MeToo li welatên rojava gihîştibû asta herî bilind lê belê li Çînê zêde nehatibû eciban-din û binî negirtibû. Di rêza cî-

hanî ya wekhevîya cinsan de, Çînê di nava 149 welatan de hingê şûna 103emîn îşgal dikir. Piştî sê salan, di 2021ê de, şûna wê daket 107an di nava 156 welatan de2. Paşke-tineke ku piranîya çinîyan zêde naxe nava heyecanê. Ew «pîvanên neheq ên rojavayî» îtham dikin, wekî ku tîne ziman yek ji bikar-hênerên înternetê ku ji alîyê der-doreke berfireh ve tê ecibandin. Ew qet bala xwe nadin ser nifşa nû ya jinan a van normên zilamî red dike. Beijing News, rojnameya Pekînê ku xîtabî girseyeke bêhtir xwende û lîberal dike, seksîzma civakê bi «kevneşopîya» ku tu qîy-metê nade «mafê jinan ê axaftina li qada gelemperî» îzah dike. Ji bo rojnameyê, ev kevneşopî «bi kûrahî xwe vedi-zelîne nav koka civakî-çandî» ya vê «civaka bavik-salarî ku jinan di hin mijaran de neçarî bêdengîyê dike.»3

Ji ber vê yekê, yek ji sûretên femînîzma çînî, Mme Lü Pîn, di 2015an de piştî tevlîbûna civîna salane ya Rêxis-tina Neteweyên Yekbûyî ya li ser statuya ji-nan, neçar ma li Dewletên Yek-bûyî bimîne. Wê li wir welatê xwe bi meşan-dina «sîyaseta baviksalarî», ku pê «kesên êrişî femînîzmê dikin hertim ji femînîstan zêdetir ji des-teka dezgehî sûdê werdigrin»4 sûc-bar dikir. Piştî van daxuyanîyan, li Çînê pênc mîlîtanên jin hatin gir-tin, Mme Lü jî ji alîyê polîs ve wekî «hêza li pişt perdê» hat fîşkirin. Li welatekî ku lê aramî şûna olê digire û femînîzm bi «zirardayîna civakê» tê sûcbarkirin, «mîlîtanên dijfemînîst ji awantajên “xwezayî” sûdê werdigirin» li gorî çavdêrîya British Broadcasting Corporation (BBC)yê.5

Dîsa jî Yang Lî bibîr dixe ku skeçên wê bêzirar in: «Ez mijarên ku têde mêr û jin bi hev re di nava nakokîyên berjewendîyan de ne, nanirxînim.» Ew tenê têkilîya bêdeng e, ya ku navbera cinsan destnîşan dike. Bo

nimûne gava ew balê dikşîne vê sahneya ku li cem gelek jinên çînî deng veda: «Tu tevlî zîyafeteke civî-na kar dibî. Tu bi awayekî normal têde cih digirî, wekî herkesî, lê belê, ji bo zilaman, tu tenê refaqatvan î.» Tevî vê îhtîmama wê jî, zilam girîngîyê nadin vê yekê. «Wekî hunermendekê, divê tiştê ku ez di-bêjim ez berdewam biwezinînim da ku weke êrişkar neyêm dîtin.» Hin hevalên wê yên mîzahvan ên elimîne skeçên seksîst ji bo kenan-dina girseyê binirxînin, wan ew bi tilîya xwe nîşan da. «Mîzah», ew li ser rêya yekalî ye…

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Gilî û gazin ji Yang Li hatin kirin. Bi-karhênerên mêr ên înternetê gelo xwedî hestê mîzahê ne?», The Paper, Shanghaï, 29 kanûna pêşîn 2020 (bi zimanê man-darînî).

2) Rêza di 2006an de ji alîyê Foruma Aborî ya Cîhanê ve hat çêkirin.

3) Em behsa “dorpêça” Yang Li  bikin», Beijing News, Pékin, 29 kanûna pêşîn 2020 (bi zimanê mandarînî).

4) Li Çînê femînîzm», The New York Times (weşana bi çînî), 2 sibat 2017 (bi zimanê mandarînî).

5) Çima femînîstên çînî li ser înternetê “şer dikin”», BBC bi çînî, 11 kanûna paşîn 2021.

GOTINÊN KU EGOYA MÊRAN ACIZ DIKIN

Canbazîya li ser ben a mîzahvaneke çînî

Anonîm. – «Kûklaya jina çînî ya piyên wê bandajkirî.» Sedsala XXem

Zhang Zhulin *______________

Welatê herî nêr ê cîhanê (114 law tên dinê beramberî 100 keçan), Çîn hema hema qet guh nade daxwazên femînîst. Jin kêmtirî ji sedî 5ê du sed endamên Komîteya

navendî ya Partîya Komunîst temsîl dikin. Ev lidervehiştin li cîhana stund-uppê hê zêdetir e jî. Bo nimûne rewşa mîzahvana jin Yang Lî.

Kaw

a K

afru

şî.-

Mas

ke V

I, a

krîlî

k li

ser

kaxi

zê, 4

0 x

30 c

m.

Kawa Kafruşî.- Heştemîn roja hefteyê, akrîlîk li ser kaxizê, 50 x 40 cm.

Page 14: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî

Kîyoskên demkî yên Moskovayê Vladimir Pawlotsky*

Li Rûsyayê, peqîna tund ya aborîya sûkê, mutasyonên bazarê bi lez kir. Li kuçeyên Moskovayê dikanên pi-

çûk hê dem nabînin ku xwe geş bikin tên girtin. Zêde-bûna van dikanan xwe digîhîne deh salên pêşîn yên piştî hilweşandina Yekîtîya Sovyetê, ango piştî 1991an. Ji ber kêmbûna çerçoveya qanûnî û teqîna bêmisogerîyê, hin hemwelatî ji bo debara xwe bikin malyï bizness (karên picûk) ava dikin.

Bajarê Sovyetîk, di derdora rêya bazirganîyê de nehatîye avakirin û ji ber vê jî rûberên tîcarî kêm in. Ji ber nebûna cîhên guncaw, peyarêyên Moskovayê bi cîhên firotanê yên prefabrîk û kîyoskan tije bûne.

Hin bazirgan bi hev re li bazarên sergirtî bi cih dibin, hinên din jî bi awayekî tekane dikanên piçûk vedikin. Ev dikanên piçûk û bi camekan, li kêleka hev, li der-dora rawestgehên metro û xaçerêyan kom dibin. Bi xêra van dikanan ku cûreyeke nû ye, bajarî bi awayekî hêsan û pêkhatî dikarin xwarina xwe bixwin, an jî li ser rêya xwe ya malê an jî li ser rêya karî gelek tiştan bikirin, wekî sebze û meywe, chaourma (kebab), pirojki (nanê bi goşt), kinc, cixare, bîra, rojname, telefon…

Di destpêka salên 2000î de, Louri Loujkov, serokê şaredarîya Moskovayê dixwaze van kîyoskan bi kampan-yayekê reş bike û wan hilweşîne. Kîyoskên hanê wekî ne estetîk, ne lihevhatî û derqanûnî tên teswîrkirin û wisa tên tawanbarkirin ku rê li ber pêya û erebeyan digrin.

Li alîyekî jî, desthilatdar piştgirî dide vekirina navendên bazirganîyê yên mezin û hîpermarketan li ser rêyên me-zin û bi taybetî jî li derdora otobana perîferîk ku ev bi

xwe bûyereke nedîtî ye. Û ji alîyekî din ve jî, marketên sovyetîk, Ourniversam (ûniversal / gerdûnî), ew marke-

tên kevn yên dewletê ji alîyê markayên mezin ve tên kirîn an jî «îmtîyaz» kirin. Saetên şuxilandinê ji yên Ewropaya Rojava berfirehtir in, hin ji wan bîst û çar saet vekirî ne.

Di sala 2010î de, M. Sergey Sobyanin ji alîyê serokê rûsî ve bo paytextê tê tayinkirin (û di salên 2013 û 2018an de tê hilbijartin). M. Sergey Sobyanin derbeke mezin li kîyoskan dide. Di şeva 8 û 9ê sibatê de -i gotina dijberên operasyonê «şeva bêrikên dirêj»- li paytextê makîne nê-zikê sed dikanên piçûk yên li derdora rawestgehên met-royan û çendên din di nav pasajên bin erd ên pêyayan de hildiweşînin. Ev biryar di nav çerçoveyeke sîyasî de cih digre û armanca wê ew e ku Moskovayê bike baja-rekî «global» (1) û bi vî awayî her santîmetre kare divê bê qontrolkirin, imtîyazkirin, backirin û bi qezenc be, bi xêra pêşketina «toreke medenî ya dikanên piçûk» bi goti-nên serokê şaredarîyê.

Desthilat bi destê komîteya mîmarîyê ya şaredarîyê derên nû ji bo bazirganîyê ava dike û şûna dikanên hilweşandî bi vî awayî tije dike. Cûreya kirekirinê ku xwe dispêre sîstema mezadê, xuya ye ku ji bo şaredarîyê hamleyeke pir bi qezenc e. Bi xêra vê sîstemê, mitehîdên dewlemend bi awayekî giştî kontratên kirê bi dest dixin. Ev mitehîd jî yên herî zengîn in ku berîya herkesî ji vê rewşê sûd werdigrin. Li ser 14 000 kîyoskan, şaredarî dixwaze 9 900 heban bihêle, ligel çend marketên otomatîk yên nêz û bêyî firoşkar. Bajarzanê Rûsî Piotr Ivanov (2) gazindên xwe dike û dibêje: Ji şûna ku em bajêr estetîze bikin, me ew stewr kir.

*Xwendekarê doktorayê li Enstîtûya Erdnigarîyê ya Fransî (Zanîngeha Paris 8)

Wergera ji fransî: Sîbel Er

1-Binêr: Vladimir Pawlotsky, «Moskova xeyal dike bibe ‘bajarê cîhanî’», Le Monde diplomatique, çirîya paşîn 2020.

2-The Village, Moskova, 9ê sibatê 2016.

Vînzax behsê vîyana axê û welatî û du evîndaran û ya bi serê wan hatî dike. Navê vê romanê Vînzax

bi xwe jî, ji navên herdu evîndaran, Vînax û Vînza pêk hatîye.

Leşker û hêzên desthilata dagîrker berdewam in li ser hêrişa xwe bo ser xelkê Kurdistanê û welatê wan

û xelk û pêşmerge jî di berxwedaneka berdewam de ne. Di nava vê rewşê de û di nav şoreşê de Vînax ji dayik dibe. Ew bi malbata xwe ve li gundê xwe yê bi navê Milmilanê binecih dibin.

Vînax diçe dibistanê û şagirdekê gelek jêhatî ye û li gel mezinbûna xwe di temenî de, heza wî ji bo

xwandinê û welatî û pêşmergeyan roj bo rojê xurt-tir dibe. Ew, ji bo xebata li dijî dagîrkerîyê dikeve nav rêxistinên nihênî. Ji bo xwandina lîseyê diçe bajarê Nihênîyan û li wê derê dibe hevalê Navendî û pev ra di rêxistineka nihênî de li dijî desthilata dagîrker kar dikin.

Malbateka dî ji Milmilanê çûbû bajarê Serdestan li dûrî Kurdistanê û ew jî, hem ji bo çareserîya nexweşîya

Ruhanê û hem ji bo ku mêrê wê li wê derê kar bike û de-bara xwe bikin. Lê mêrê Ruhanê ji ber kurdbûnê li wî ba-jarê dagîrkeran dihê girtin û Ruhan bi tena serê xwe, keça xwe Vînzayê û kurê xwe Bêwarî mezin dike. Ew naxwaze ji mêrê xwe yê li wê derê zîndankirî dûr bikeve û vegere Kurdistanê.

Vînza li gel kurdbûnê û heza welatî mezin dibe û dix-waze welat û gundê xwe bibîne. Ew li gel dayik û bi-

rayê xwe dihên seredana xaleta xwe Gulîzarê li Milmilanê. Li wê derê Vînaxî nas dike û ne bes hez ji hevûdu dikin, lê

herweha dibin hevalên eynî rêxistina nihênî.

Vînza vedigere bajarê Serdestan û li wê derê piştî xwandinê dest bi karekî dike, lê hem pismamê wê yê

xwefiroş û hem desthilatdarekî rejîmê bi navê Cadirî bela xwe jê venakin.

Keyfa Vînzayê dihê demê Vînax piştî lîseyê û ji bo xwandinê dihê bajarê wan. Lê belê ew keyf dom nake

û hem babê wê dihê sêdaredan û hem jî ew Cadir dest-dirêjîyê dike ser Vînzayê wextê ku ew ji karê xwe vedi-gerîya malê û wê birîndar dike. Vînza ji ber birînên xwe li nexweşxaneyê dimire û wê li Kurdistanê vedişêrin û dayik û birayê wê dizivirin Kurdistanê.

Vînax rojekê diçe bajarê Serdestan û bi debanceyê wî şerfiroşê bi navê Cabirî dikuje û vedigere Kurdistanê û

bi Navendî ra diçin deverên azadkirî û dibin pêşmerge.

Enfal bi ser wan da dihên û paşî dibe serhildan û Vînax di serhildanê da dihê kuştin, lê ew dilxweş bû ku wî

berî mirina xwe azadî bi çavên xwe dît û dê bigehe hez-kirîya xwe Vînzayê jî.

Gelek kes bi çîrokên xwe ve di vê romanê da ne û ev berhem hewil dide wêneyekî derdeserîyên kurdan û

zilma dagîrkeran ya li ser wan wêne bike.

Sidqî Hirorî

14

Danasîna pirtûkan

VÎNZAX

(Roman)

Nivîskar: Nîşan Bamernî Ziman: Kurdî (Kurmancî, bi alfabeya erebî/aramî)Weşanxane: Pirtûkxaneya Xanî, Dihok, 2019, 254 r.

Kawa Kafruşî.- Pêvajoya pêk nehatî -Mauthausen-, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 130 x 195cm.

Page 15: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî 15

Wekî ku dîyar kirin serokê Brezîlyayê, birêz Jair Bol-

sonaro û hevşanê wî yê berê yê amerîkî Donald Trump, rêveberên ku wekî «populist» tên zanîn, bi kê-manî ji ber sê sedeman şewb xirab bi rê ve birin: ji demagojîyê hezki-rin û zirtekîya wan a neteweperes-tîyê ew ber bi înkara zahmetîyên girêdayî sîyaseta tendiorustîyê de, di berjewendîya pratîkên «têkder» ve dahf dan; kêmdîtina wan a pis-poran, ku wan bi sazîya “zanan” re dikin yek, wan ber bi rûmetdana dermanên dekbazan ve dibe; di dawîyê de, quretîya wan dibe sede-ma ku ew pişta destê xwe li her îtî-razeke piçûk be jî bidin û lêbokên bêkêr ên ku newêrin rastîyê bêjin an jî tu fikreke wan di derbarê tiştê dibêjin de tunene li dora xwe kom dikin.

Ji ber vê tevlîhevîya, ku li rewşa diltezên a pergala tendirustîya

giştî ya Hindistanê zêde bûye û dewleta navendî ji % 5ê butçeya xwe ya salane jî jê re terxan ne-kirîye (li hemberî ji % 11 zêdetir ê Fransayê, wekî mînak), hikûme-ta birêz Narendra Modi -her çend ku populîst be jî-(1) li hemberî pêla duyemîn a pandemîyê ketîye îf-lasê.

Nasyonalîstê zirtek, Birêz Modî hîn ji serê salê de, dema foruma aborî ya cîhanî li Davosê gotibû ku Hindistanê zora Covid-19ê birîye û dê niha «rêberîya» cîhanê ber bi dawîya tunelê ve, bi saya du par-zayên (vaksîn) «xwe» (ku yek jê ji xeynî versîyon hindî ya serûma swêdî-birîtanî AstraZeneca pê ve ne tiştekî din e) bike. New Del-hi paşê dest bi “dîplomasîya par-zalêdanê” kir, ku him ciwamêrî (divîya ji her kesî bêtir beşdarî pla-na Covaxê bibûna da ku alîkarîya welatên xizan bike) û him jî bêfi-karî dikir, ji ber ku di dawîya adarê de, Hindistanê 68 mîlyon doz parza (bi piranî bi mebestên ba-zirganî) hinarde kir, tevî ku ji 1,34 mîlyar hindîyan bitenê 120 mîlyon hatibûn parzakirin. Ji ber vê yekê bû, ku di 30ê adarê de, ji nişka ve hemî firotanên derveyî welêt hatin rawestandin.

Hikûmeta ku girîngî nedida zan-yaran, tevî ku pêla duyem di dawî-ya sibatê de dest pêkir jî, nehişt ku panela pisporan ya ku wê şîret lê bikirana di navbera çileya pașîn û nîsana 2021ê de kom bibe. Li şûna

vê, tevî protestoyên pîşeyê bijişkîyê jî, Wezîrê Tendirustîyê dermanên ku xwedêgravî ji kevneşopîya Ayurvedîyî ne û neteweperestên Hindu ew wekî prensib dibirin ber perên ezmanan pejirandin. Ya xerabtir, desthilatdaran bîya pêş-nîyarên stêrnasan kirin û Kumbh Mela, heca ku her ji sê salan carekê li çar cîhên pîroz ên li peravên Ganj û Yamunayê pêk tê, salekê bi derengî xistin. Ji nîvê adarê heya nîvê nîsanê, vê hecê zêdeyî 7 mîl-yon mirov li hev civand. Tenê çend karbidestan diwêribûn îdîa bikin ku li wir rêz li tevgerên astengî ne-hate girtin!

Ji xeynî pizîşkên ku dîtin nexweşxane tije dibin, ne di rêve-berîyê de û ne jî di medyaya ku her diçe ji hêla desthilatê ve tê kontrol-kirin, tu kesî tiștekî din ê ku gilîyê wî bike nedît. Rast e, ku yeksanî-ya kapasîteya înkarkirina rastîyê ya yên li ser desthilatê ne bitenê bi biryardarîya wan e, ku bi se-pandina salnameya hilbijartinê û pêkanîna çar hilbijartinên herêmî yên di meha nîsanê de hatine dest-nîşankirin pir bihêz dibe. Di nav wan de, ya ku bestika birêz Modî bi dirêjîya hefteyan berneda Ben-gal a Rojava bû, ku lê xêzexwara enfeksîyonê her bilind dibû: ser-ketina wî ya li vê kela rikeberîyê lê bûbû gir. Bê guman, azwerî qet çu carî ew çend nebûbû şêwirmende-ke xirab.

Ma qey krîza tendirustîyê ya biha-ra 2021ê dê bibe xaleke werçerxê? Di warê aborî de, krîz meylên ku jixwe ji 2017an vir de li ser kar in hîn bêtir tûj dike: Hindistan bi ras-tî di warê mezinbûn û rêjeya dey-nê xwe de, kêmbûna xwe didomî-ne. Jixwe di navbera 2019 û 2020î

de, hatinîya nesafî ya navxweyî ya neteweyî ji % 74 pekîyabû % 90î. Piştî pêla yekem, tê payîn ku ev kêmbûn heya 2025an duqat bibe.

Xala werçerxê dikare sîyasî jî be. Ne bitenê ku partîya li ser desthi-latê, Partîya Bharatîya Janata (BJP) nikaribû Bengala Rojava bi dest bixe, ku xanima kes jê nexweș, Mamata Banerjee (bêtir çep dihate hesibandin) dîsa lê hate hilbijartin,

lê Assam tenê bi piranîyeke kêm parast; li Tamil Naduyê, heval-bendê wî ji alîyê hevparê Partîya Kongreyê ve hate têkbirin û wî li Keralayê kursîyek jî bi dest nexist. Van hilbijartinan di heman demê de vegera çîn û heta radeyekê jî, kastê wekî dîyarkerên dengdanê, li hemberî mensubîyeta olî, ya ku heya niha piranîparêzîya Hîndû derdixist pêș, dîyar kir. Wekî din, dengê jinan, di eleyhê BJPyê de, erê û piștrast kir. Belbî jî ya herî girîng, radeya populerbûna Birêz Modîyê ku ji 26ê gulana 2014an vir ve li ser desthilatê ye, cara ewil kete bin ji % 50.

Lêbelê, ji bo meriv ji van pêşketi-nan encamekê derxe hin wext pir zû ye. Hîn ji bidawîbûna dewra duyem a Birêz Modî re sê sal mane û ew dikare dîsa navdar bibe. Heke dijminahîya bi Pakîstan an Çînê re ji nû ve dest pê bike, ne tenê di-kare sîmaya wî ya zilamekî xurt dîsa li zîn siwar bike, lê ew ê di heman demê de zorê bide xwe ku xwe wekî bavê neteweyî nîşan bide û ji her cûre berpirsîyarîyê bireve. Wî ji hêla por û şêwaza cil û bergê xwe û herweha axaftina xwe ve, ku nêzîkî ya gûrûyên Hindû ye, xwe bi xelkê daye qebûlkirin.

Muxelefeteke di nava nî-zama pelişî de

Wekî din, gelek medya, bi taybetî kanalên televîzyonê, ji xeynî krîza

tendirustîyê ya heyî, behsa tiştên din û propagandaya hikûmetê di-kin. Ev dezînformasyon bi tirs, bi șayișa ji bo bergirîdana darayî û ji hêla civakek berjewendîyan ve, heta binêzîkbûneke îdeolojîk(2) ve jî tê ravekirin. Hindîstan, bi tay-betî, bi reqemên fermî yên ku zi-rara mirovî ya Covid-19ê pir kêm nîșan didin, dê heta kengî xwe bixapîne? Lê, tevî vê jî hin rojna-mevan zorê didin xwe û heta jî-yana xwe jî dixin xeterê -nemaze dema ku li derûdora krematorî-yuman lêpirsînê dikin-, ku çavên hevwelatîyan vekin.(3)

Di encamê de, rikeberî ne di nîza-ma şerî de ye. Em qet bahsa berna-meyeke wê jî nekin, ew ji rêber û stratejîyekê jî bêpar e. Bi vî awayî, partîyên ku ji bo bi hev re name-yekê îmze bikin û ji serokwezîr re rêkin da ku rêvebirina wî ya șewbê biguherin, li gelek eyaletên Yekîtî-ya Hindistanê xwe dîsa di rewșa pêşbazîyên hev de dibînin. Tevî vê jî, dibe ku ev celeb astengî rê negrin, heke ku hevwelatî hinekî bixwazin ji serwerên xwe xilas bi-bin bêyî ku pir bala xwe bidin kalî-teya vebijêrka din a ku ji wan re hatîye pêșkeșkirin -wekî di 1977an de-, dema ku Indira Gandhi, piş-tî bîst û yek meh rewşa awarte ya despotîk dîsa șandin mixalefetê, dikarin wî jî bișînin.

Lêbelê dubarekirina senaryoyeke weha, niha ji bo pêkanîna pêş-bazîyeke hilbijartinê ya kêm zêde adilane hatîye rawestandin. Med-yayên mezin gelek caran bi awa-yekî neyekser vê yekê vedișêrin û komîsyona hilbijartinê ya ji or-ganîzekirina dengdanê berpirsîyar jî, di bin bandora wê de nikare ser-bixwe bimîne. Ji xeynî vê, jêderên darayî yên ku BJP, bitaybetî bi saya piștgirîya olîgarșên mezin ji wan sûdê werdigire, ji yên rikeberîyê gelekî bêtir in.

Tenê zextên navneteweyî dikarin rewşê biguherin. Bitenê ne Par-lamentoya Ewropayê biryareke ku cihekî mezin dide pirsa mafên merivî berîya lûtkeya bi Hindis-tanê re, di 8ê gulanê de, qebûl kir, lê Birêz Joseph Biden jî bêguman dê wekî birêz Trumpî li rêya lihev-kirinê negere.

* Rêveberê lêkolînê li Navenda Lê-kolînên Navneteweyî (CERI), beşa lêkolînên têkilhev a Sciences Po û Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî (CNRS), herweha jî nivîs-karê L’Inde de Modi. National-po-pulisme et démocratie ethnique / Hindistana naletî. Populîzma ne-teweyî û demokrasîya etnîkî, Fa-yard, 2019.

Wergera ji fransî: Yaqûp Karade-mîr

__________

1) Gotara bi sernavê “En Inde, comment remporter les élections avec un bilan désastreux / Li Hindistanê, meriv çawa dikare di hilbijartinan de bi encameke rûxîner biser bikeve” bixwîne, Le Monde diplomatique, tîrmeha 2019an.

2)Gotara Benjamin Fernandez a bi ser-navê “Une presse populaire qui ignore le peuple / Çapemenîyeke populer a ku naxwaze rastîya gel bibîne”, Le Monde diplomatique, gulana 2014an.

3) Bi taybetî li gotara Hannah Ellis-Peter-sen et Sophie Zeldin-O’Neill a bi sernavê “Covering India’s Covid crisis: hundreds of journalists have lost their lives” binê-re, The Guardian, Londres, 3yê gulana 2021ê.

Kawa Kafruşî.- Maske V, akrîlîk li ser kaxizê, 40 x 30 cm.

NARENDRA MODI BÛ MEXDÛRÊ MEGALOMANIYA XWE

Covid-19, sedemên felaketa hindîChristophe Jaffrelot *

___________________

Heta destpêka nîsanê, çapemenîya cîhanî silav dida pêşandana hêzê ya serokwezîrê hindî û «dîplomasiya wî ya ji bo derzîya li dijî şewbê», ya xwedî qabîliyeta pêşbazîya bi Çînê re. Îro, ji ber kêmbûna derzîya li dijî şewbê, derman û oksîjenê, Covid-19 dibe sedemê felaketekê. Û ji 2014an ve cara pêşî M. Narendra Modi dikeve nava qonaxeke

windakirinê.

Page 16: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî16

Birêz Kızılhan, li ser nexşeya trawmayên civata kurdî, em

her cûre şopên ku mirov bika-re bijî dibînin. Li gel vê yekê di pêvajoya veguhestina van traw-mayên ku sedemên wan rast ne-hatibe tesbîtkirin de jî rêzeqeza qewimîn. Li gorî we divê em se-dema bingehîn a trawmaya xwe ya civakî çawa vebêjin?

Trawma birîneke ruhî, ango derûnî ye. Piştî ku teşqeleyên xe-dar û giran tên serê mirov, ev pişt re dikevin nav tirseke mezin û êdî nikarin wekî dema berê bijîn. Jîya-na wan bi civakî tevlî hev dibe, li her cih û her kesî wekî tehlukeye-ke mezin û dijmin dibin. Di hun-dirê xwe de êdî ev mirov ne azad in, tijî agresyon, nefret û tirs dijî xwe û dijî derva ne. Aramîya xwe nabînin, mejûyê wan her dem bi vê tirsê ve meşgul e, xwe dijî herkesî diparezin an jî ji ber vê tirsê êrîşî mirovan dikin. Ji bo mirov karibe hinekî bi vê nexweşîya derûnî bijî, mexdûrekî hildibijêre. Ev kesekî dijmin e an jî kes û komeke ku di nav civaka xwe de dibijêr e. Ji ber wan sedeman jî carna şerê nav-xweyî yê malbatî, civakî derdikeve.

Herweha trawma ne tenê mirovek dikare bijî, herweha civak an jî miletek dikare têkevê bin bando-ra trawmayê. Ev weha bandoreke mezin dide li ser aborî, civak, çand û sîyaseta wî miletî. Her gav avêt-in, biryardayîn li ser bingehên tirs, bêbawerî ji xwe û civaka xwe, car caran bi zor, kotek û şîdet tê dayîn. Biryarên mantiq û reel kêm dibin, hestê nefret û tires, bandor li ser dîtin û fêmkirina dinyayê rista xwe dileyizînin. Weha jî, nankokîyên di nav civakê de zêde dibin, heta şer dikare di nav eşîr, komên olî û sîyasî de derkevin.

Ku em dîroka kurdan temaşe bikin, em dikarin guman bidin

ku trawmayên kurdan ne hewqas hêsan û kêm in. Kurd di dîroka xwe bi şexsî û civakî pir trajedî, kuştin, penaberî, hingavtin dîtine û heta niha jî dibînin. Trajediyên wekî li serhildana Şex Said, Seyid Riza, Qoçgîrî, Mahabad, qirkirina gelê kurd li Halebçe, jenosîda dijî Êzîdîyan û niha li rojava, nayên ji bîr kirin. Ev wekî qeleyek ji zincîra dîroka kurd girêdayî hev in. Bi her bîranînekê dilê mirov dişewitê, bedenê mirov dilerize û bêhêz dibe. Girî û hêrs, nefret û tirs tevlî hev dibin.

Kurdan wekî civak pir caran di dîrokê de winda kirine. Ev ras-tîyek e. Rastîyeke ne xweş e, lê weha ye. Windakirin û têkçûn bawerîya mirov dişkêne, an jî hewqas radîkal û bê çare dike, ku mirov li dijî xwe û li dijî der û dorê şer dike, lê nizane çima û çawa şer bike. Ku îro kurd hê jî wekî mi-letekî li jîyanê mane, tiştekî efsûnî, mucîze ye.

Li gorî we civak amade ye ku bi xwe re û bi xisara mafên ku hati-ne ceribandin û nehatine bidest-xistin re rû bi rû bibe? Li gorî we metoda veguherîna tendirustî divê çawa pêk bê? Ev veguherîn dikare çawa pêk were?

Berîya hertiştî divê were zanîn ku her kes piştî bûyereke trawma nexweşîyeke derûnî nagire. Li gorî lêkolînan teqrîben ji sedî 20 heta 30 nexweşîya posttrawmatîk stres û hewceyî dermankirinê ne. Li alîyên din trawmayên ku ji nifşan derbasî nifşan dibin û trawmaya kolektîf ku li gel kurdan gelek car peyda bûye ji alîyê dermankirinê ne hewqas hêsan e. Ji bo vê aramî, azadî û jîyaneke “normal” ya aborî û civakî bi xwedî ziman û nasna-meyeke tendirustê pêdivê. Ev jî,

niha ji bê sedemê tên zanîn li Kur-distan tune.

Her sê tîpên trawmayê: trawma şexsî, kolektîf û trans-nifşan li Kurdistanê bi hev re bûne wekî yek girêk. Ev ji bo vekirina vê girêkê rista civakê, serkirdeyên kurdan û rêkxistinên wan û rewşenbîran giring e. Herweha divê mirov bixwe û seranserî civakê amade be ku bûyerên wekî destdirêjkirina jin û mêran ji alîyê dijminan, rê-vandin û koçberkirina bi hezaran kurdan, bêçaretîya kurdan, “bi-ra’’kujîya kurdan û gelek mijaran ku hatine tabûkirin, werin gengeş-kirin, da ku ev birîn hinekî were dermankirin û hinek girêk werin vekirin.

Miletê kurd îro dikarin bê slogan, bê polîtik, bê îdeolojî, bê ber-jewendî, bê nijad û etnîk, bê ol û teriqat, bê taktîk û stratejî û bê sînor arikarîya mexdûrên kurdis-tanîyan bikin?

Ez niha bibêjim, ku derfetên tibî û psîkotrawmatolojî tune bin, pîşt-girî hertişt e: Nanek e, çadirek e, torbeyek şekir, bankinotek, goti-neke xweş, ser saxîyek, hêvîdayin e.

Em di wan salên derbasbûyî, wekî li Şengalê an jî li Efrînê dibînin ku kurd li her parçeyê cihanê piştgirî-ya ji bo xelkê xwe dîyar dikin. Ev tiştekî pir giring e. Ev mesaja ku hûn ne bi tenê ne ji bo domandina jîyanê, hêvîyeke nû di wan rojên xedar de pir giring e. Ango weha xuya ye ku bi wan tradjedîyên trawma re, wekî karesat, kuştin û koçberîyê mirov ku têbigihije, dikarin ji wan trawma fêr bibin û xwe û civaka xwe pê mezin bikin.

Lê ev jî heye: mirin, êş û tadeyî dikare xelkê nêzîkî hev bike. Dost û dijminan ji hev cuda dike. Perspektîvên nû di ketina kûr û kadastrofan de derdikevin.

Di lêkolînên psîkolojîyê de ji vê fenomenê re dibêjîn ”mezinbûn û têghiştin bi trawma re“. Bi nexweşîya posttrawmatîk-stres mirov dikeve nav depresyonê, me-jûyê mirov baş kar nake, xew nake, xewnên giran û tirs tên jîyankirin. Trawma ku em bahs dikin, civakê nêzîkî hev dike û ji vê trajedîyê perspektîvên gelemperî, çandî û civakî derdixîne.

Di zanyarîyên tendirustî û psîko-lojîyê de êdî em dizanin ku mirov, ango her şexis xwedî hêz û derfet e ku ji xwezayî girtîye. Ku mirov bizanibê wan hêz û derfetan bi kar bîne, mirov bixwe dikare piranîya alozîyan derman bike. Bi serketi-na dijî alozîyan mirov û kom dibe xwedî tecrubeyên nû û mirov (şexs û civak) pê mezin dibin.

Bê guman ev nayê vê wateyê ku ev trajedî dê werin jibîrkirin. Ev bîranîn, bi taybetî mirovên ku xuşk û birayên xwe, dayik û bavên xwe, zarok û zêçên xwe windakiri-ne, tucar wan bûyeran ji bîr nakin. Lê ev ê bikarbin bi piştgirîya civa-ka xwe bijîn, ji ber ku hêvîyek di vê dema tarî de rê ronî dike. Hemberî semptomên nexweşîyê û negatî-fizmê derfetên dermankirin û po-zîtîfizmê dikarin di nav civakê de wekî kultureke nû werin çandin.

Hêvîya milet divê tucar nemire û weha jî trawmaya miletekî hêdî hêdî derman dibe. Hêvî motora jîyanmayinê ye, lê ji bo vê jî me-suletîya serkirdeyên kurdan gelek mezin e. Lê mixabin ji ber gelek se-deman, heta ev bixwe jî mexdûrên trawma ne, nabin hêvîyek ji milete xwe ku herdem li ser navên wan diaxivin û têdikoşin.

Ango li gorî we trawmaya divê ji nivşên nû re bê veguhestin çi ye? Ji sedema derengmayînê za-rokên me yên ku di vê serdemê de tên dinyayê dê vê mîratê hilgi-rin ser milê xwe? Di pêşerojê de geşepêdanek bi çi rengî li benda wan e?

Me li jor jî hinek bahs kir: Di dîroka gelê kurd de mixabin ge-lek jenosîd û karesat qewimîne. Ev bêguman bi şiklekî bandor didin ser nifşên din. Ev nifş bix-we rûbirûyî karesat, hingavtîn û koçberîyê dibin. Ango ev trawma-ya bapîrên xwe û trawmayên xwe dijîn û wan trawmayan bi şiklekî didin zarokên xwe. Ev derbasbûna fermanan bi çirok, metelok, deng-bêjî, muzîk, olî û rituelên din tên bîranîn û weha heta îro dom dikin. Em niha jî dizanin ku gelek nifş li ser hev wan trawmayan derbas bikin ji alîyê DNA jî derbasî xwîna zarokan dibe. Di lêkolînen li ser holokaust, ango qirkirina cihûyan di şerê cihanê yê duyemîn de piştî nifşan semptomên postrawmatîk stres peyda dibin. Meseleya kur-dan dijwartir e, ji ber ku ne yek bi sedan karesat û kadastrofên mezin

Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan

TRAWMA, CIVAKÊ NÊZÎKÎ HEV DIKE

Hevpeyvîn: Jînda Zekioğlu___________________________

Ne bi rêya jibîrkirinê lê bi rêya bibîranînê û helwesta rast belkî hinek aramî bikeve gîyana mirovan. Ev tê wê maneyê ku ji hemû etnîk û dînan mirov dest pê dikin bawerî bi hev bînin û bi hev re jidil bipeyivin. Tenê wisa û bi pêvajoyeke wekhevî û rûmetdarî

zimanekî nû yê aşitîyê dikare bê dîtin.

Kawa Kafruşî.- Nêzîkbûn, akrîlîk li ser kaxizê qehweyî, 190 x 160 cm.

Page 17: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî

dîtine. Ev bûyer bûn parçeyek ji mejûyê kolektîf û bi her kurdekî di bi zayin an ji li ser zayin (bîrbûnê) re heye.

Ji bo ku zarokên me trawmayên dîrokî û kolektîf negirin, divê ev li ser wan trawmayan bi babeteke nerm werin agahdarkirin û divê jîyana wan ne di nav şer, mirin, kuştin, bombebarankirin û şidetê de be. Ku ne weha be dayik û bav nikarin ji bo siberojê hêvîyekê bi-din wan zarokan. Ji bo derbaski-rina trawmayê persfektîfeke ji bo

sibê û dusibê divê hebe, ne birçî be, here dibistanê, xwedî heval be û di nav aramîyê de bijî. Ku ev der-fet tune be, zarok hewceyî evînê, piştgirîyê û zeximkirina nasname û zimanê xwe ye, da ku bikaribin vê miratê hilgirin ser milê xwe û di pêşerojê de ev mîrat hinekî sivik bikin, da ku zarokê wan ji vê traw-mayê rizgar bin û bi tendirustî bi-jîn. Ji bo vê jî berpirsyarîya dayik û bavan, dibistan û civakê gelek mezin e.

Ji bo şikandina vê zîncîra we-guhestinê, hewcedarîya civata kurdî bi kijan metodên têkoşînê heye?

Bi gelemperî xebata bibîranînê û nivîsandina wan jenosîd û kare-satan, yanî belgename divê ji alîyê hemû komên etnîk û dînî ve bên çêkirin. Pirs ne ew e ku pirtûkeke dîrokê ya zanist bê nivîsandin. Pirs ew e ku mirov guh bide mirovan, dîyalogeke aştîyane û bi wê yekê jî pêvajoyeke aştîyê ya sivîl bîne holê. Herçiqas bi awayekî behsa xilasîya ji tabûyê, mijara peyvê ye jî, divê mirov dijwarîyên hevtêgihîştina dîyalogê di navbera alîgirên komik û nifşên cihêreng ji bîr neke. Ve-guherîna komaleyetî bi gelemperî û serobinbûna civakê bi taybetî, xebata li ser perspektîveke hevbeş hem pêwîst hem jî dijwar dike.

Bi rêya pêkanîna platforman, enstîtûyan û bi vê yekê nivîsan-dina dîroka jîyankirî ya devkî ji alîyê kesên di jîyanê de mayî û şahidên wê demê dikare rabirdûye çêtir bide fêhmkirin. Bi belgekiri-na dîroka jîyana wan, dê rûmet û şanazî bi kesên di jîyanê de mayî û şahidên wê demê re bê dayîn. Mexdûr dê bi rêya belgekirinê neyên jibîrkirin. Nifşên dûpey, bi vî awayî wesîyetnameya bav û kalanên xwe werdigirin û gelek valahîyên dîroka xwe û dîroka trawmayan dadigirin. Ev pêva-jo eger ne zêdetir be jî, dê herî kêm du nifş berdewam bike. Ji bo vê yekê sembolîk xanîyekî bi-bîranînê gerek e ku tê de herkes, herdem bikare bi rabirdûya zin-dî bikeve pêwendîyê. Ne bi rêya jibîrkirinê lê bi rêya bibîranînê û helwesta rast belkî hinek aramî bikeve gîyana mirovan. Ev tê wê maneyê ku ji hemû etnîk û dînan mirov dest pê dikin bawerî bi hev bînin û bi hev re jidil bipeyivin. Tenê wisa û bi pêvajoyeke wekhevî û rûmetdarî zimanekî nû yê aşîtîyê dikare bê dîtin. Herweha jî kurd ji başûr û bakûr, ji rojava û rojhilat dê baştir hev nas bikin, da ku te-crûbeyên xwe bi hev re par bikin û weha pirsgirêkên navxweyî bi aştî bikaribin careser bikin. Bi bîr-bûneke nû, ragihandineke bi rêz kurd dikarin bi êş û tadeyên, bi trawmayên xwe nêzikî hev bibin û weha ji xwe ji vê trawmyê, an jî za-rok û zarokên wan azad bikin.

Di vê niqteyê de li gorî we divê sîyasetvan bi pêşdîtîneke sosyo-psîkolojîk çawa helwest bigirin û çawa hereket bikin?

Tevgera kurd ji 60 salan vir ve gelek qonaxên pêşketina civakî û sîyasî, lê herweha demeke şerên leşkerî jî, jîyaye. Di serdema globalîzmê û veguherîna mafên civakî û kesane de, pêwîstîya wê bêhtir bi sîyasete-ke ku xitabê giş kurdan dike, heye. Lewra ji sîyaseta întegral, ango divê hemû dîmenên civakî li ber çavan bên girtin. Hemû cudahîyên civakî ango yên çandî, olî, herêmî, aborî, eşîrtî û hwd. parçeyekî civa-ka Kurdistanê ne û divê bê sînor werin rêz û qebûlkirin û roleke mezin di nav sîyaset û çanda kur-dan de bileyizin.

Divê sîyaseta întegral a kurd nir-xê hemû pircûreya çandî, civakî, dînî û hebûna bîrewerî li herêmên Kurdistanê (êzdî, sunî, şîî, elewî, kakeyî, ateîst ûwd.; ermenî, tirk,

asûrî, ereb ûwd.; jin, mêr, zarok, heteroseksuel, bîseksuel, homo-seksuel ûwd.; seqet, tendirust, nexweş ûwd.) bipejirîne, rêz bigre û wan bîne nêzîkê hev. Ev tê wê maneyê ku divê ji bo pratîka sîyasî, şêweyên nû yên sazûmanîya civakî bên dîtin ku tê de kesayet û civaka kurd bên bicihkirin.

Rêxistin, komele, kongre û hwd. ên ku heta niha ji alîyê tevgera kurdî hatine damezrandin îdeo-lojîk in, ji jor daxistî ne û bi hin beşên xwe cudahîyên erênî yên nirx û normên van civakên li Kur-distanê dişêlînin. Kurd bi wan rêxistinên xwe yên îdeolojîk bixwe zerareke mezin didin çand û hebû-na kurdan, ji ber ku ew bixwe bê mantiq, pir tiştên rêzdar û kevin yên komên kurdan tune dikin.

Ji sîyaseta kurdan li her parçeyên Kurdistanê vîzyoneke nû pêwîst e ku karibe dijberîyan, nakokîyan, alozîyan û pirsgirêkan întegre bike. Divê mirov karibe tehamula hebûna nakokîyan di nav kom û civaka kurdî de bike. Di pratîkê de ev tê wê maneyê ku divê realîteya sîyasî ya yekî/ê, ne a kesekî/ê din be û dîsa jî ev bi hev re be. Dîtin û

ramanên her mirovî ne wekhev in, lê dîsa jî divê rêzdîtin bi hev re li ser bingehên azadîyê û demokrasîya kurdan gengaz be. Her hewldana ji bo yekîtîyekê, li ser bingeha sîyaseta civakî, ya globalîzmê yan jî, ji sînorên ku kurd niha tê de dijîn wêdetir divê di heman demê de întegrasyona tiştên berê hebûn jî yanî neteweyî, herêmî, kesayetî, dînî, çandî, etnîkî û hwd. têde cih bigrin. Çawa mafê gelê kurd ji bo azadîyê heye, herweha divê mafê yek mirovekî bi xwe jî ji bo azadîyê hebe. Ango mafê yek mirovî divê ji bo „azadîya“ komekê neyê qurbankirin. Êdî ev ne azadî ye.

Ji sedema parçebûna Kurdistanê, li gor dewletên têde dijîn, dikarin perspektîv û stratejîyên sîyasî yên kurdan cuda bin, lê divê ev nebe sedema neheqîyê li dijî hev. Eger şertên veguherînê tunebin, wê

demê divê reform wekî tercîheke gengaz bên dîtin. Sîyaseteke înteg-ral a kurdan pîvana hem reformê hem jî şoreşê nas bike ku girêdayî bi rewş û qonaxa pêşketina civakî û sîyasî cihê her yek ji wan têde cuda ye. Tevgera kurd divê di wê xemxurîyê de be ku asta civakê, ger civak ji bo vê yekê amade be, bilind bike.

Çiqas kurd ji cudahîyên hev agah-dar bin û li ser wan gengeşîyê bikin, ewqas çêtir bawerî û nêzîk-bûn di nav civaka kurdî de pêk tê. Tevgera kurd divê xwe ji bo wan veguhestinbînîyên dijwar amade bike. Bêguman ev jî dê bandoreke baş li ser tendirustîya gel bi giştî bike.

Em werin ser mijara berhemên we... We bi hevjîna xwe re bi ar-manca tedawîkirin û rehabîlî-tekirina jinên ciwan yên ji destê DAÎŞê hatin rizgarkirin naven-deke rehabîlîtasyonê vekir. Na-vendeke çawa ye ev der? We çawa alîkarîya van jinên ciwan kir?

Di sala 2014an de pişti ku DAIŞ kete Kurdistanê û bi taybetî jî je-

nosîda dijî êzîdîyan dest pê kir, dewleta Almanyayê biryar da ku 1000 jinên êzîdî ku ketibûn destê DAIŞê ji bo dermankirina tibî û derûnî werin Almanyayê. Ez wekî yek ji serkirdeyê vê projêyê çûme Kurdistanê û di nav demeke kin de me 1100 kes anîne Almanyayê. Ev jin û zarokên xwe ji sala 2015an heta niha li Almanyayê dijîn û ji alîyê me û gelek pizîşkên din hati-ne dermankirin. Herweha xanima min û ez li başûre Almanyayê be-şekî transkulturel yê psîkosamtik li nexweşxaneyekê dimeşînin. Di wî beşî de terapîst û pizîşkên me bi kurdî, erebî, tirkî û zimanên din dizanin. Weha jî, em car caran wan keçen êzîdî di demên derûnî-yeke alozî de hildigirin vê naven-dê û bi “team”a xwe em alikarîya wan dikin. Bi gelemperî rewşa wan kesan baş e, hemî ferî almanî

17

Kawa Kafruşî.- Gav, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 100 x 60 cm.

Kawa Kafruşî.- Rabe, teknîka tevlihev li ser tuwalê, 100 x 80 cm.

Page 18: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî18

bûne, gelek ji wan keçan zewicîne û xwedî zarok in û ji xeynî terapîya derûnî, kar dikin û jîyana rojane wekî herkesî derbas dikin. Em bi vê pêvajoyê gelek dilxweş in, da ku ev jin teslîmî vê trawmayê nebûn û rabûn ser pîyên xwe, wekî Nadia Murad, ku xelata Nobelê standîye, me bi vê projeyê anî Almanyayê û niha bûye yek ji dengê êzîdîyan.

Psîkolîjîya koçberan mijareke gelek berfireh û girîng e. Hûn bi salan e li ser vê mijarê dixebitin û we di dawîyê de serkeftina xwe bi berhemeke gelek hêja û girîng dest nîşan kir. Ez we pîroz dikim. Gelo em ê bikaribin pirtûka we ya bi almanî hatîye weşandin bi kurdî jî bixwînin? Li gorî we ev berhem dê dewlemendîyek çawa li lîteratura me zêde bike?

Di sala 1995an de min cara yeke-mîn pirtûkek li ser koçberîya kur-dan bi zimanê almanî weşand. Ji vê demê heta niha min gelek lêkolîn û pirtûk li ser mijara psîkolojîya dîaspora û koçeberîyê weşandine û di zanîngehê de li ser kar dikim. Ev pirtûka me ya dawî wan hemû xebatên heta niha û lêkolînên nû li cîhanê li ser dîaspora û koçberîyê li hev kom kirîye. Ev pirtûk bi tay-betî ji bo kesên profesyonel ku bi koçberan re kar dikin hatîye ama-dekirin, da ku hem nexweş û hem doktor, terapîst, şêwirmendên ci-

vakê jê sûd bistînin. Bê guman ji xeynî dîroka koçberîyê û bi vê re tendirustîya wan em li ser traw-ma û nexweşîyên din radiwestin û pêşnîyaran ji bo dermankirin, te-rapî û şêwirdarîyê dikin. Ev pirtûk niha mehek e li hemû cihî peyda dibe û gelek eleqedarîyê dibîne, ku bê guman min kêfxweş dike.

We di seranserî jîyana xwe de hem wekî kirdeyekî hem jî wekî têkoşerekî li ser mijara tesîra kultura totalîter a dînî lêkolîn ki-rin. Li gorî we li dijî van rejîmên totalîter yên ku li her derê din-yayê qetlîaman dikin û can dig-rin li gel têkoşîna zanistî, divê ci-vak helwest û reaksîyoneke çawa nîşan bide?

Bi kurt û kurmancî tê dîyarkirin ku hemû civak li cihanê, bila pêş-ketî an jî paşketî bin ji bo jîyane-ke bi hev re çandekê peyda dikin û li gorî dem û şertan xwe pêşve dibe û carna di alozîyên civakî de bi çanda xwe paş dikevin. Çand ji bo miletekî di dirokê de fonksîyo-neke tendirustî ya civakî û şexsî hebû û niha jî li gelek cihan weha ye. Çand û ol çarçoveya fikir, ra-man û jîyanê dîyar dikirin û dikin. Lê wextê çand û ol ji alîyên hinek kesan û grûpan bê alternatîf bibe zagon ji bo hemû babetên jîyanê, êdî ev dibe radîkal, totalîter û şiklê faşîzmê digire. Komên radîkal bi kotek, zilm û zorê, bi şer û kuştinê oleke radîkal dixwaze empozeyî hemî miletan bike. Ji alîyê psîko-lojî ve, ev kesên xwedî îdeolojîyeke radîkal, çi dibe bila bibe, empatî-ya xwe li hemberî kesên wekî wan nahizirin an jî najîn, winda dikin. Minak, di dema kuştina cihûyan de li Almanyayê wan kujeran digot ku cihû ne mirov in û lewra bila zarok, jin an mêr bin, divê werin

kuştin an ji bibin kole. DAIŞîyan jî ji me re di hevpeyvînan de digo-tin ku êzidî kafir in û gunehê wan bi kafiran nayê, ji ber ku ne mirov in. Ango kesên xwedî ramaneke radîkal û totalîter hemû rehm û mirovatîyê winda dikin û dikarin bi hovîtî karesatan bi cih bînin û bi vê re jî bawer dikin ku tiştekî baş dikin û heta ji bo wan qirkirinan, wê herin bihuştê. Di sala 2016an de me pirtûkek li ser psîkolojîya

DAIŞê weşand û em dîyar dikin ku çawa mirov dikare mirovan bi-kuje û mirovan ji şiklê mirovatîyê derxîne. Mixabin, kuştina miro-van ji alîyê mirovan ji dîroka mi-rovahîyê heta îro diqewime û dom dike. Li gorî texmîna me heta niha 500 milyon mirov ji alîyê mirovan bixwe hatine kuştin. Li ser vê tay-betîyê, çand, ol, rehm, exlaq, man-tiq û medenîyetîyê mirov çawa hê jî dikare bibe kujer û heta polîtîka dewletan ji bo berjewendîyên xwe û desthilatdarîya dîktatoran ser kuştina mirovan dimeşînin? Ji bo vê divê em ji alîyê bîyolojîk, psîko-lojîk û civakî lêkolînan bikin.

Wekî endamekî civata êzidî, we hestên nasnameya xwe, bêyî ku hûn bikevin kemîna trawmayê çawa zindî hişt?

Bavên min bi alîye 90 salî ve diçe û navê wî Kurdo ye, ango bapîrê min nêzî sed sal berê kurdewar bû û bi navkirina bavên min Kurdo mî-ratek ji bo min hîşt. Ji alîyên dinê ez êzîdayetîyê ji bo xwe ne wekî olekê dibînim. Êzîdayatî ji çanda mitraîzimê bi biratîya zerdeştîyê û yaresanî felesefeke taybetî li ser afirandina cihanê, exlaq, mantiq û evînê ji me re hiştîye û ez di nav de mezin bûme. Bi lêkolînên xwe li ser wan mijaran min nasnameya xwe zeximtir kir û bûye bingeh ji bo têgihiştina dîrok û mejûyê ko-lektîf ku ji bo min siberojên min eşkere dike. Li ser vê bingehê ez baştir ronakbîrên rojava wekî Ni-etzsche, Habermas, Hegel, Marx, Malinowski, Popper, Adorno, Sat-re û hwd. bi yên Kurd re wekî Eh-medê Xanê, Elî Herîrî, Feqîyê Tey-ran, Melayê Cizîrî, Pîremêrd, Şêx Adî, Sadî Kurdî heta Cegerxwîn bi hev re dihûnim û weha nasame-yeke Kurdî û global transkulturel afirandîye. Belkî hinek kompleks were xuyakirin, lê jîyana îro di nav globalîzmê de weha ye û yek çand, yek raman û yek ziman têr nake. Ev ne kêmasîyek e, ev dewlemen-dîyek e ku ez li gel nifşên nû yên kurdan dibînim.

Hûn li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê rewşa îroyîn a sîyaseta kurdî çawa dinirxî-nin? Wekî mirovekî zanistê ji bo civata ku hûn ji bo niv-şên pêşerojê xeyal dikin, divê

berhemên çawa bên afirandin û çi derfet bên bidestxistin?

Netewe rastîyeke raman, ziman û xwestek e. Ger mirov jê bi zane-bûn haydar be, bîne zimên, arzû yan daxwaz bike, bi cih tê. Heta niha kurdan hêz û vîzyona xwe di nav desthilatdarîya dewletê de nedîtine, lê di rabirduyên xwe yên azarkêşî de dîtine; nasnameyeke bindest û berxwedanê. Avahîya neteweyî û pê re girêdayî paras-tina nasnameya kurdî, dikare bi ser bikeve, tenê ger di çarçoveya ziman û çanda kurdî de civakeke peywendekarê siftê bê bi pêş xistin (di vê mijarê de roleke girîng li ser şanê Başûrê Kurdistanê ye). Ger civaka zanist, livger û bazarê der-nekeve holê, dê valahîyek peyda bibe. Dibistan, peywendîya zanîn-gehî heta derveyê sînor, medyaya neteweyî, pirtûk, kovar, alîkarîya gelê kurd dikin ku xwe bi heman têgehan bide fêmkirin. Kampan-yaya zimanê kurdî ku ji derveyê û ji ser hemû sazîyên polîtîk tê me-şandin û hêvî dikim gelek cidî tê girtin, ji bo geşepêdan û entegre-kirina zimanê kurdî di jîyana ro-jane, perwerde, zanist û aborîyê de gaveke girîng e.

Kurd çiqas jî gilî ji rabirdûyên xwe bikin, mirov hew dikare rabirdûyê bi paş ve vegerîne.

Partîyên kurdan di dîrokê de heta îro risteke mezin ji bo afirandin û çêkirina neteweya kurdî neleyisti-ne. Ev bixwe di vê bawerîyê de ne. Lê, yên bi rastî roleke mezin ji bo afirandin û çêkirina neteweya kur-dî leyistine keç û lawên kurd yên ronakbîr, hunermend, nivîskar û mirovên xwedî hizir in.

Kurd nikarin li derveyê dinyayê bijîn. Pirs naskirina nasname û neteweya kurd e. Ger em rexne li xwe bikin, ji bo nasîna yên din, divê ronakbîrên kurd bixwe di nav xwe de zexim bin. Wezîfeya ku di-keve ser ronakbîrên kurd ev e ku bixwe ji xwe re li ser rola xwe ya azadkar û ronakdar kevneşopîyan şanî bidin û hertim bi çavekî rex-neyî bi vê kevneşopîyê re bidin û bistînin û bi vê yekê ve girêdayî bibin muxatabên vekirî û rêzdar yên çand û polîtîk ji bo partîyên polîtîk yên kurdî û civakên din.

Nasîna nasname û neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê û pê re pêkanîna mafê çarenûsî divê êdî ne mijarên bi tabû bin. Bihevgirê-dan û derbasedema mafên çand, sivîl û herêmî heta perwerdeya ne-teweyî divê ji alîyê zanist û civakê ve bê tayînkirin û bi heman awayî bikeve jîyanê. Lê ji bo vê yekê di civak û polîtîkayê de guherîna pa-radîgmayê girîng e.

Kawa Kafruşî.- Maske IV, akrîlîk li ser kaxizê, 35 x 35 cm.

Kaw

a K

afru

şî.-

Roj

a V

ejîn

ê, te

knîk

a te

vlih

ev li

ser

tuw

alê,

200

x 1

50 c

m.

Page 19: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî

Ji niha û pê ve, beşên bi temamî yên hil-berîna fîlman li ber çava ne û hin rejîsorên

zêde nenas an jî jibîrbûyî dikarin ji nû ve derkevin holê. Bi vî awayî, ji alîyê Malavida1)

ve ji nû ve weşandin û belavkirina duwanz-de ji panzdeh fîlmên Bo Widerberg ê swêdî, hiştin ku ew bigihîje cihê ku heq dikir. Çun-ku sînemaya wî ya bi dilxwazî bêedaletîyên civakî şermezar dike, ne ew e ku pê kêfxweş bibe nêrîna fermî ya hez nake ji zindîyên gu-randî, eger di dawîyê de neguncin li zewqên estetîk ên serdestan -bo nimûne wekî xeta Maurice Pialat a ji L’Enfance nue-Zaroktîya tazî- dikeve rê û bi Le Garçu biqede..

Rewşeke wisa ya Widerberg tunebû. Wi-derberg ê di 1930yî de li Malmö hat dinê, kurê karkerekî ye û perwerdeyeke demdirêj jî nake, lê belê dibe nivîskar (çar roman li salên 1950yî), dû re, di 1960î de, di rojna-meyeke êvarê ya Stockholmê de rexnegirîya sînemayê dike. Di 1962yan de, bi berhema xwe ya Visions du cinéma suédois-Berge-ha sînemaya swêdî, ku ji nivîsên wî pêk tê, «cinéma à la papa -sînemaya li gorî bavo-», konformîzma burjûwa ya fîlmên welatê xwe şermezar dike û berhema wî dişibe cureyekî skandînavî yê nivîsara François Truffaut ku di 1954an de di Les Cahiers du cinéma-Def-terên sînemayê de bi sernavê «Meyleke sîne-maya fransî» hat weşandin. Ew bi awayekî vekirî berê xwe dide hoste Ingmar Bergman û rexneyên giran lê dike. Ew dibêje Bergman zêde xurt nîşan dide stereotîpên swêdî, bi pênasekirina wan wekî kesên ji derve re girtî û nevrotîk û destnîşan dike ku pirsgirêkên personajên wî pê ve mijûl dibin «tenê mi-rovên ne mecbûr in bixebitin, eleqedar dikin».

Widerberg ku di tevahîya jîyana xwe de der-barê Bergman de hat jêpirsînkirin, dikeve nava nirxandinên mubalexekirî li ser têki-lîyên xwe yên nakok li gel vî kesê bi temenê xwe jê mezintir. Widerberg li gel vê yekê hey-ranekî fîlmê wî yê bi navê Monika bû (1953) û demekê pê re li ser projeyeke şanoyê jî hevkarî kir. Her çî Bergman e, dema ew di 1994an de ji bo festîvala Goteborgê, lîsteya fîlmên xwe yên herî zêde jê hez dikir pêk tîne, di rêza çaran de filmê Widerberg, Le Quartier du corbeau-Taxa qijiko, bicih dike. Wî azadîya ahenga dengê raqîbê xwe yê ciwan ê senarîst û montajvan dieciband; wî dilê xwe dibijand awayê wî yê xwezayî yê rêvebirina aktoran û hunera wî ya yekane ya lihevgihandina profesyonelan li gel xeşîman an jî amatoran. Ji bo Le Silence-Bêdengî, di 1963yan de, wî hetta dixwest rolekê bide Thommy Berggren ê di du fîlmên pêşîn ên Widerberg de hatibû keşfkirin û ma wekî aktorê wî yê fetîş nexasim şirovekirina wî ya di Joe Hill de wê neyê jibîrkirin.

Le Quartier du corbeau ku di şaxê fîlmên bîyanî de di 1965an de bû namzedê Oskarê, bêyî ku xwe dûr bigire ji her reveke helbestî, li navenda civakî xuya dike. Eynî wekî Wi-derberg, Anders jî li nava malbateke karker a Malmö mezin dibe. Asêmayî li navbera bavekî xeyalsaz û alkolîk û dayîkeke jîyana wan a sefîl a rojane bi rêve dibe, ew xeyal dike bibe nivîskar. Sala 1936, demeke kilîd a dîroka welêt e û sosyal demokratên li ser kar xwe amade dikin ji bo çar salan şûna xwe xweş bikin. Anders ê ciwan dîya xwe teşwîq dike ku xwe bavêje ser firseta bikaranîna dengê xwe ji bo kesê ku dikare bibe şansekî mezin ji gelek kesên din re jî.

Hê ji destpêkê ve, Widerberg şopek li nav hişê mirovan dihêle. Le Péché suédois-Gu-nehê swêdî, ku li hefteya rexnegirên Cannesê di 1963yan de hat pêşkêşkirin, fîlmên pêşî yên Jean-Luc Godard tîne bîra mirov. Lê belê tiştê ku lehenga wê ji Patricia (Jean Seberg) ya À bout de souffle-Li ber bêhnçikînê cuda dike, ew e ku ew wekî karkereke li fabrîkayê tê nîşandan, eynî çawa ku Malmö ku Wi-derberg lê fîlm çêdike û împrovîzyonê dike, pir dûrî Parîsa Godard, bajarekî populer e. Li pişt sivikahîya wî ya xapînok «Nouvelle Vague -Pêla Nû-», fîlm dibe portreyê jineke ciwan a nûjen û dilxwaz, ku bi armanca evînî li pey digerin du xortên ji jêdereke dijber a civakî, bi halê xwe yê ducanî ew ê tercîh bike ku bi tena serê xwe debara xwe bike.

Widerberg ku têkilîyên wî yên partîzanî tu-nebin, fîlmên xwe wekî «apolîtîk» pênase dikirin. Li gel vê yekê jî ew tu caran ji perso-najên xwe xweperestên saf û hişk pêk nayne û ji bo êşên wan çareserîya ew dibîne kolek-tîf e. Ew ji têkoşînê, ji piştevanîya kedkaran û carna ji bo qezenckirinê ji pêwistîya yekbûna wan bawer dike… Gava Anders dixwaze xwe ji derdora xwe qut bike, ne ji bo ji bîrkirina wê ye lê ji bo bibe dengê vê çîna hê têra xwe negihîştîye hişmendîya pêkanîna yekîtîyê. Ew ê belkî jî bibe yek ji nivîskarên mezin ên

kedkaran ên sedsala XXan a Skandînavyayê. Di 1986an de, ev damarê «nivîskarên gel» bû ku Widerberg wê li ser bifikire, bi adap-tekirina Le Chemin du serpent-rêya maran, şahesera Torgny Lindgren, a ku ji bonê wê bibe firsetek ji bo çêkirina yek ji fîlmên xwe, yek ji yên herî bi êş, herweha, bi bîrxistina şertên dijwar ên cotkarên li bakurê Swêdê di 1850yî de.

Berê, wî wekî ku rêya xwe bi temamî guhe-randibû bi Amour 65 re (xelata taybet di fes-tîvala Berlîn a 1965an de), bi şêweyekî fermî nêzî Shadows, a John Cassavetes, ku jê yek ji aktorên xwe Ben Carruthers jî wergirtibû. Bi awayekî paradoksî, ev portreya rejîserokî ku dişibê, ji îlhamê bêpar û li nava xefika azadîya wî ya evînî, dikare bişibe sînemaya Bergmanî. Ew nexasim qonaxeke pêwist e ji bo Widerberg da ku karibe bi pêş ve bibe rêbazên xwe yên fîlmçêkirinê, yên pala xwe zêdetir didin împrovîzyon û pêkanînên ji bo xebateke dirêj a montaja ku ew bi xwe çêdi-ke. Gotûbêjeke dijwar wê were kirin li ser çendahîya mezin a pelîkula hat bikaranîn -fîdyeya lîstikeke xwezayî ya ku tevahîya berhema wî karakterîze dike- û bi taybetî di sê fîlmên wî yên di dorê de, ronahîyê dide ser sê serketinên berbiçav.

Bi vî awayî, di Elvira Madigan de, fîlmê wî yê

pêşî yê rengîn, ku li derve û li bin ronahîya xwezayî hat kişandin, ew rola sereke dispêre keseke nenas, Pia Degermark. Mîzansena vê «çîroka rastîn», a ku coşeke mezin da tevahî-ya gel di dawîya sedsala XIXemîn de, rindî-yeke şahane ya hestan e. Ahengkirî li gel du-yemîn livûtevgera Concerto pour piano n° 21 ya Mozart, ew, bi lîrîzm û azadîyê, dide pey şopa evînên negengaz ên cambazeke danî-markî û sûbayekî. Fîlm bi lîstikvana xwe xe-lata şirovekinê li Cannesê dide qezenckirin. Widerberg hingê wê êdî hefsarên di destê

xwe de sist bike ji bo Adalen 31 û Joe Hill, du dramên sîyasî, li nava dilê têkoşînan.

Kêm fîlm hene wekî Adalen 31 (1969) ên karîne bibin neynika greveke hundir. Kêm fîlman karîye wisa baş îzah bikin çalakge-ran wisa wekî kesên jirêzê û wêrek ku, di dewama çîrokê de peyderpey radixe pêş çavan rûyê bira yê patronekî, îtaeta wî ya ji bo rayedaran, destwerdana grevşikênan û herî dawî jî, êrişa xwînrij a artêşê. Bi rengên xwe yên germ, ji êrişa artêşê zêdetir hêjayî fîravîna li ser mêrgê, ev fîksîyona ji grevîstên 1931yî yên li herêma Adalen îlham girtîye, Widerbergekî ku êdî gihîştîye zîrweya hune-ra xwe nîşanî me dide. Li gel vê yekê, dema nû derket, Les Cahiers du cinéma têra xwe hûrbijêr bû: «Çi heyf e ku nîyetên baş xirabûn bi estetîzmeke-şadîperest re (…) û bi senaryo-yeke ku dixwaze keça karsaz bi kurê grevvan re razê».2) Berevajî, Simone de Beauvoir wê karibe bibîne ku «fîlm xwedî xweşikîyeke bê-hempa ye, bêyî ku tu caran bişemite nava es-tetîzmê. Ew bi tesîr û bawerîdêr e, bêyî sîyeke fêrkarîyê».3)

Li gel fîlmê xwe yê lipeyhatî, piştî du salan, Widerberg ji Atlantîkê derbas dibe, wekî ku di rastîyê de jî lehengê wî wisa kir, lehen-gê swêdî yê bi navê Joe Hillström, ku bû Joe Hill. Vî serserîyî, sûretê mezin ê dîrokî

yê sendîkavanîya şoreşger, rewşa karkerên amerîkî keşf kir, li tenişta wan têkoşîn kir û stranên ku hin ji wan hê jî navdar in, pêşkêşî wan kirin. Fîlmê ku wekî van stranan zindî, Joe Hill vediguhere trajedîyekê, gava stranbêj bi cînayetê tê sûcbarkirin û di encama rûniş-tineke bi hîle de cezayê mirinê lê tê birîn.

Pîrozbahîya Joe Hill, ku bi heman strana ji alîyê Joan Baez ve şirovekirî dest pê dike û bi dawî dibe, bû tevkara destpêka marjînalî-zekirina fîlmçêker. Joe Hill digihîje kêlîya ku Hollywooda Nû êdî protestoya xwendekaran a li dijî şerê Vîyetnamê dixe bin axê. Mijarên civakî êdî ne di rojevê de ne. Mafyayên Mar-tin Scorsese didin pey L’Épouvantail a Jerry Schatzberg. Widerberg ancax di 1974an de vegerîya sînemayê, ji bo fîlmekî swêdî, Tom Foot, çîrokeke bi coş, a serketî, li ser zaro-kekî 6 salî, dehayekî fûtbolê, ku li gel mezi-nan di koma neteweyî de dilîze lê belê ji bo fêrî xwendin û nivîsandinê bibe ji pêşbazîyê vedikişe...

Her çî fîlmê wî yê di dûv re ye, Un flic sur le toit-polîsekî li ser banî (1976), ku li Swêdê serketineke mezin bi dest xist, ji bo rexne-girên navneteweyî dibe remzeke gavavêtina xembar a Wideberg a nav sînemayeke çeşnê, ku di heman demê de wê bibe îspata dake-tina dilcoşîyên wî. Lê belê, bi adaptekirina L’Abominable homme de Säffle, lêpirsîneke komîser Martin Beck, a ji alîyê Maj Sjöwall û Per Wahlöö ve hat afirandin, ne tenê soza fîlmê pêşî yê polîsîye yê swêdî dide, lê herweha, bi model girtina French Connecti-on, ya William Friedkin, û li cih hiştina her lîrîzmê, bêhtir bi nêzbûna lêpirsîneran, ew der barê polîs de ji xwe jî dipirse, tevî ku bi-dawîbûna modela civakî-demokrat xwezaya mîsyona «welatîbûnê» diguherîne. Wider-berg bi îlhamgiritina ji sosreteke sîyayî ya ku wezareteke tevlî gendelîyê bûyî dike mijar, di 1984an de bi L’Homme de Majorque xwe dubare dike. Ew ê bibe yekemîn kesê ku wê bibe şahidê girîngîya ku «polîsîyeya swêdî» dibû xwedî rola eşkerekirina zêdegavîyên ci-vaka lîberal a ku şûna dewleta refahê digire.

Lê belê, careke din jî, bi Un flic sur le toit, eger di asta swêdê de, bi çêkirina polîsîyeye-ke li sînorê fîlmê felaketê (helîkopterek têde li navenda bajarekî diperçiqe), ew gihîştibe serketineke sînematografîk, hilberînerên wî yên tengezarbûyî ji rêbazên wî yên xebatê, wî terk dikin. Rêbazên ku bi dokumantera Ron-ny Svensson û Markus Strömqvist Le Réalis-me en ligne de mire xwe nîşan didin: hûrbi-jêrî û mukemelîyetî, ku wê demê ji alîyê hin kesan ve wekî îşaretên magalomanîyê tên nirxandin.4)

Piştî L’Homme de Majorque, Widerberg wê êdî tenê du fîlman çêke, bi armanca paras-tina enerjîya xwe ya afirîner ji bo fîlmên te-levizyonê an jî mîzansenên şanoyê. Me berê bal kişand Le Chemin du serpent, ku têde ew li gel damarê xwe yê herî baş ê civakî dike-ve nava danûstandinê. Bi La Beauté des cho-ses-Delalîya tiştan re, di 1995an de, çîroka evîneke bi coş a navbera nûgihîştîyekî li gel perwerdekareke xwe ya salên 1940î, berhe-meke têrtije û lerzîner bi dawî dibe. Mirov bêyî peydakirina tarîx û kevinbûna wan, li van fîlman dinêre; berevajî; mirov dixwaze ew bibin çavkanîya îlhamê ji bo sînema-vanên îro, tiştekî ku mirov nikare zêde bîne ziman ji bo van «şaheserên hunera hefte-mîn» ên hatine parastin li nava refên tozgirtî ku têde mirov li bendê ye ku were entegre-kirin, ji bo zindîkirina wan, îkonşikêna herî berbiçav a Bo Widerberg.

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Tîtilên navborî giş dikarin weke DVD bi fîyeteke yekîneyî 13 ewro werin bidestxistin, Malavida, Paris.

2) Pascal Bonitzer, «Adalen 31 (Bo Widerberg)», Def-terên sînemayê, hejmar° 213, Parîs, hezîran1969.

3) Simone de Beauvoir, Her hesap hatîye kirin, Galli-mard, coll. «Folio», Paris, 1978 (1re éd. : 1972).

4) Ronny Svensson û Markus Strömqvist, Realîzma di hedefê de (2006), dikare wekî bonus di DVDa polîsek li ser ban were bidestxistin (Malavida).

19

Sînema

Bo Widerberg, dij-Bergman Philippe Person *

_____________Berîya peydabûna derfeta temaşekirina li cem xwe piranîya fîlmên

gihîştine asta klasîkan, dîrokzanên sînemayê, ji nifşekî bo nifşekî din, kêm zêde temaşekirina heman fîlman û heman fîlmçêkerên li kelehên

xwe yên pîroz ferz dikirin.

Kawa Kafruşî.- Maske I, akrîlîk li ser kaxiza qehweyî, 40 x 40 cm

Page 20: LMdK-Hejmar-64-Heziran-2021.pdf - Le Monde diplomatique ...

HEZÎRAN 2021 • Le Monde diplomatique kurdî

Kawa

KafruşîWênesazê vê hejmarê Kawa Kafruşî di 1993yan de tevî mal-bata xwe ji sedema zordestîya desthilatdarîya Beasê ji Iraqê re-vîyan û xwe spartin Awistury-ayê. Hîn jî jîyana xwe li Vîyanayê didomîne.

Hunermend plan kiribû ku per-werdehîya xwe li Akedemîya Hu-nerê ya Bexdadê temam dike. Lê ji bo vê yekê divîyabû bibe en-damê partîya Beasê, hunermend vê şertê red kir û wekî otodidakt dest bi xebatên xwe yên hunerî kir.

Dû re jî wî zanîn û ezmûna xwe li bajarê Halleinê li Akademîya Navneteweyî ya Havînê û li Akademîya Hunerê ya Vîyanayê bi pêş xist. Kawa Kafruşî ber-hemên xwe li Awisturyayê di pêşengehên curbicur de pêşkêşî şopînerên xwe kir. Di berhemên wênesaz Kawa Kafruşî de tay-betmendîya herî dîyarker ev e; bi

bikaranîna ronahî û sîyê pêkanîna formeke abstrak a xwezayî.

Di hişmendîya vê teknîkê de; te-qalên formê yên ji ronahîyê ber bi dûrahîyê ve dinêrên, ji cihê ku li rohahîyê dinêrin tarîtir in. Dema meriv li wêneyê Kawa dinêre tarîtîya ku di destpêkê de li ber çavan dikeve, dû re di nav-bera ronahî û sîyê de vediguhere balansekê. Tarîtîya ku di destpêkê de tê ditîn jî rengên tarî yên serişteyan in. Wêne di pêvajoya tarîxê de; ji nîgara cih û forma dûz veguherîyê nîgara sêalîyê û ber bi forma abstrak şikil girtîye. Ligel kifşkirina perspektîfê jî, heta Ronensansê forma reaîlst pêk nehat. Hunermendên serdema Barok, bi bikaranîna metoda Chi-aroscuro (1) li ser xwezaya ro-nahîyê, fezayê û ezmûna sêalîyê lêkolînên berfirehtir kirin. Di wê-neyê de xeletbûna forma sêalîyê, ronîkirin û bikaranîna sîyan bi rêya bikaranîna nirx û tonan pêk tê. Tişt, bi tesîrên tiştên derdorê re tê binasekirin.

Dema em di detpêkê de dixwa-zin wêneyê fêm bikin û watedar bikin, ronahî, nirx û dijîtî dibe alî-kar. Em dikarin ancax bi vî awayî wêneyê fêm bikin û têbigihîjin.

Ez dikarim di wênesazîya kurdî de hunermendê herî nêzîkî vê metodê Kawa Kafruşî destnîşan bikim.

Em vê taybetmendîyê di rêzewêneyên bi serna-vên ''Maske'' de bi awa-yekî vekirî dibînin. Tiştê di wêneyê de cihekî rast, girtî û dualî îfade dike, di formê de vediguheze for-meke sêalî. Û em dikarin wekî rawestgeha dawîn a sêalîyê li ser abstraksîy-

onê bipeyivin. Taybetmendîya Kawa Kafruşî ev e; ji abstraksîy-onê derbasî abstraksîyona xwe-zayî dibe û bi metodeke cuda dixebite.

Meriv dikare abstraksîyona xwe-zayîyê bi kurt û kurmancî wisa îzeh bike: tiştên ku di xwezayê de têne dîtin bingeh tê girtin û li ser vê bingehê bikaranîna formên ab-strak ên gilover û bipêl. Abstraka xwezayî û bîyomorfîk şêwazeke hunera nûjen e. Ev şêwaz ji wê-nesazîyê zêdetir di peykersazîyê de tê dîtin. Bingeha felsefîkî ya vê şêwazê bi fikrên ramanwerê fransî Henri Bergsonî re têkildar e ku di derheqê pêvajoyên pere-sendîyên xwezayî û çavkanîyên hunerî de dinivîsand.

Wênesaz û peykersaz Hans (Jean) Arp (2) yek ji mînaka hu-nermendên herî baş a abstraksî-yona xwezayî ye.

Abstraksîyona wênesazîya Kawa, bi awayekî xwezayî derdikeve pêşberî me.

Kawa Kafruscy hunermendê miletekî ye ku welatê wî hatîye parçekirin, gelê wî bi alozî, şîdet, zilm û zordarîyê re rû bi rû maye û qewmî wî di nav tîbûna azadîyê de ye.

Hasan Hüseyin Deveci

Wergera ji tirkî: Nedim Baran

1- Chiaroscuro: Işık-gölge tekniği Teknî-ka ronahî û sîyê (Hell-Dunkel-Malerei)

2- Hans Arp an jî Jean Arp (1887 - 1966) Şaîr, wênesaz û peykersazê Alman-Fran-siz, yek ji hunermendê têgeha hunera pêşeng e ku ev huner di nîvyeka ewil a sedsala 20em de li Ewropayê hat dîtin. Web: www.diplo-kurdi.com

E-Mail: [email protected]

Le Monde diplomatique kurdî

@Diplo_Kurdi diplo_kurdi

20

N av e Ro kHEZÎRAN 2021

MONDELE

kurdîdiplomatiquediplomatique

Hê jî li ser pîyanSeRge Halimi

R. 1

Ji Peymana Sê Sînor heta îro: ‘Naçarîya nakokîyên herêmî li Kurdistanê’CeNg SagNiC

R. 1, 2

Bandora Covid 19ê ya li ser aborîya globalNaRîN NadîRova

R. 2-3

Ji ÇaPemeNîYa CîHaNÊR. 13

JI NAV ARŞÎVAN / tebAxA 1963AN tÎR-mehA 2015AN, tebAxA 1966AN...R. 4-7

Çapemenîya gunehkarSeRge hAlImI - PIeRRe RImbeRt

R. 8

Derbarê xebata li ser Mem û ZînêJAN DoSt

R. 9

Hevgirtina Atlantîk li sefera Asyayê yemARtINe bulARD

R. 10

Jinên teqîner gIlleS CoStAz

R. 12

Canbazîya li ser ben a mîzahvaneke çînîzhANg zhulIN R. 13

Kîyoskên demkî yên MoskovayêVlADImIR PAwlotSky R. 14

Covid-19, sedemên felaketa hindîChRIStoPhe JAffRelot

R. 15

Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan: Trawma, Civakê nêzîkî hev dikeheVPeyIVÎN: JÎNDA zekÎoğlu R. 16-18

Bo Widerberg, dij-BergmanPHiliPPe PeRSoN

R. 19

Utopyaya amazonîANNe-DomINIque CoRReA

R. 20

Wênesazê vê hejmarê: Kawa KafruşîHaSaN HüSeYiN deveCi

R. 20

wêNeSAzê Vê heJmARê

Tevî ku Rojava bi awayekî giștî pir kêm bala xwe dide Amerîkaya

Latînî jî, parastina pirrengîya bîyolojîk û gelên xwecihî xwîya ye ku li ber dilê wê pir șêrîn in. Du berhem, Archéologie au féminin / Arkolojîya jinane, ya ar-keolog Stéphen Rostain1) û Le Pérou et ses confins amazoniens / Perû û sînorên wê yên amazonî, ya dîroknas Irène Fa-vier2), hîpotezeke ji bo vê îstisnayê rave bike, pêșkêș dikin: Amazon giravokeke berxwedanê ya li dijî hevdemîya rojavayî ye, kana gewherê xam e ku dikare xwe bixwe vejîne. Jixwe, di 1498an de, gava ku Christophe Colomb li devê çemê Ori-noco peya dibe, bawer dike ku ew gehiş-tîye behişta ser rûyê vê dinyayê…

Stéphen Rostain a ku portreyên wan çêdike, bibîrtîne ku Amazonê di sedsa-la XXan de gelek arkeologên wekî Betty Meggers an jî Anna Roosevelt ber bi xwe ve kişandine û ew hatine wê binîyeta peydekirina delîlan keşif bikin ku fikra pederşahîya «xwezayî» dîsa bikin warê minaqeşeyê. Xebatên wan gelek dest-karîyên seramîkî ku jinan bi kar dianîn derxistin ber ronahîya rojê, ku fikra he-bûna civatên maderşahî yên dema berî Kolombî didin meriv. Di nav wan de, Venusên piçûk ên sorikî yên binavûdeng ku ji alî Valdivia li Ekwatorê hatibûn çê-kirin jî hebûn. Li gor hinek ji van lêkolî-neran, ev nîșan dide ku jin bi “peywirên esîl” yên wekî berhevkirin, kiștûkal yan jî çandinîya riwekan ve radibûn. Derxis-tina van encaman ji alî hevkarên wan ên mêr yên ku tercîha șiroveyeke klîșe ya van Venusan tercîh dikirin ve bi tiștekî

nehate hesibandin, ku wekî mînak dixwes-tin li “kultekî berdarîyê” araste bikin. Ji bo Rostain, “li hemberî pirsgirêkên klîmayî û mîrasî yên rojane, divê dîmenekî realîst ê da-ristana tropîkal ji nû ve bê avakirin”, ev yek jî, li gor wî, “derxistina fîltreya ewropana-vendîbûnê” ji arkolojîyê ferz dike.

Berhema Irène Favier giranîya xwe dide ser lêhûrbûna dîrokî ya Baguazo, pevçûne-ke dijwar a di navbera hêzên ewlekarîyê û gelê xwecihî de li Bagua, li Marañóna Jorîn pêk hatibû, ku herêmeke li bakurêrojhilatê Perûyê ye û “derîyekî wê li alî Amazonê ve-dibe wekî ku dixwaze yê șaristanîya bajar-vanîyê bigre”. Di 5ê hezîrana 2009an de, di navbera 1500 û 2000 Awajún û Wampis ji bo protestokirina lêpirsîna mafên xwedîtîya giștî ya zevîyên gel piștî îmzekirina lihevki-rineke guhastina azad di navbera hikûmetê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de rî-yek girtin. Di encamê de 33 kes hatin kuștin û 200 kes (82 ji wan bi guleyan) birîndar bûn. Li gor Favier, vê pevçûna -ku lidijder-ketineke modêla neoliberal bû- li cîhanê deng veda. Di rastîyê de, vê modêla aborîyî bi fîtkirina jêderên xwezayî yên herêmê û taybetîkirina xaka wan di berjewendîya șîrketên navneteweyî de, di hejarbûna gelên xwecihî de roleke neyînî lîst. Bi vî awayî, “utopyaya amazonî”, wê “reșbînîya hevdem” ronî bikira. Ji ber ku Amazon di “navenda yek ji rîskên herî mezin ên dema me de ye: peydakirina jêderan û erdan di dinyayeke bidawî de, li gor mentiqên komkirinê”, û Ba-guazo “mercên alternatifeke ku civata perûyî xuya ye li hemberî wê hin caran dudilî dimî-ne” bi bîr tîne, ew jî li gor wî: “pêșekîdana binerdê yan erdê wekî bingeha pêșketina

aborîyî ye”.

Tevî vê jî, ev dudilî dikare merivî bixapî-ne. Parastina “erdê” û “niștecîhan” gelo ji mecbûrî li dijî modêla aborî ya ser-dest derdikeve? Gelek caran tê xeyalki-rin ku, ev parastin dikare bi tevayî cihê neoliberalizmê hîn bêtir xweș bike. Fa-vier balê dikșîne ser xebatên Jean-Pier-re Lavaud û Françoise Lestage3), û ew jî têgeha “çermsorîyê” bi bîr tînin ku bi-dirêjîya dîrokê gelek caran ji nû ve hatî-ye ravekirin û dibe sedema “îcadkirina nasnameyên hindî yên hîn guncaw ji bo têrkirina daxwazên ekzotîzma sazîyên navneteweyî ku bersiva pêdivîyên sî-yasî yên herêmî bidin”. Wekî mînak, li Perûyê, Favier raçav dike ku “sefer-berîya etnîsiteyê wekî ku digel bi șûn de kișandina pirsên civatî ji qada gengeșîya giștî pêk tê”. “Utopyaya amazonî” gelo dê ne xeyalek, mirêkeke berevajî ya dis-topi ango reșbînîyeke dinyayê ya roja-vayî be?

Wergera ji fransî: Yaqûp Karademîr

__________1) Stéphen Rostain, Archéologie au féminin / Arkolojîya jinane, Berlin, Paris, 2020, 352 r.

2) Irène Favier, Le Pérou et ses confins amazoniens. Le cas du Haut Marañón (1946-2009) / Perû û sînorên wê yên bi Amazonê re. Rewșa Marañóna Jorîn (1946-2009), Presses Universitaires de Rennes, 2020, 248 r.

3) Jean-Pierre Lavaud û Françoise Lestage, «Les redéfinitions de l’indianité. Historique, réseaux, discours, effets pervers / Ji nû ve ravekirinên çermsorîyê. Dîrokçe, tor, vegotin, bandorên berevajî», Esprit, Paris, kanûna pașîn a 2006an.

Amerîkaya Latînî

Utopyaya amazonî

Anne-Dominique Correa

Kaw

a K

afru

şî.-

Qirî

n I,

tekn

îka

tevl

ihev

li se

r tuw

alê,

70 x

30

cm