Top Banner
ÇAPA EWRÛPA Deutschland, Österreich, Nederland, Belgique, France 1,50 Euro | Schweiz 2,70 CHF | England 1,40 GBP | Sverige 21,00 SEK | Danmark 15,00 DKK ع و س م ا ن ب ا ی د ه م ی ر: پ ا س پ ۆ ر ت ه ک ه م د ه د ه م ب ه پ ێ ش م ه ر گ هHejmar/Nr. 17 | 27. Cotmeh /Oktober 2009 | www.rudaw.net 16 t 8 t 6 t گ و ڵ س ت ا ن د ه ڵ ێ ب و خ ت ا ن م پ ێ د ه ک ه ن: م ا د د ه ی و ز ه ب ه خ ش م ب ه ک ا ر ن ه ه ێ ن ا و ه ژ ن ه پ ر ۆ ف ی س ۆ ر ێ ک ی ئ ه م ر ی ک ی: ک و ر د ت ا س ه د ه ی ح ه و ت ه م ی ش ه ه ر ک ر ی س ت ی ا ن ب و و نNêçîrvan Barzanî bo Rûdawê: Firsend nedin dijminên aştiyê n “Em bi wan pêngavên ji aliyê Tirkiyê ve tên avêtin bo ‘Vebûna Kurd’ li Tir- kiyê û bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pir kêfxweş in. Şandina Komên Aştiyê ji aliyê PKK’ê ve di rêya aştiyê de karekî baş bû, pêngaveke pîroz bû. n “Em dixwazin ew pêngav bên berfirehtirkirin. Em rêz li pêngavên Serokko- marê Tirkiyê Birêz Abdullah Gül û Serokwezîrê Tirkiyê Birêz Recep Tayyip Erdoğan digrin, ku piştî 80 sal înkarkirina Kurd li Tirkiyeyê, wan pênga- van bo vekirina siyaseta Tirkiyeyê ya beramber Kurd diavêjin. Köln (Rûdaw) - Piştî mohrkirina peymana vegerandina 7 hezar hemwe- latiyên Sûriyeyê, gelek penaberên ji Ro- javayê Kurdistanê li Almanyayê bi dersînorkirinê re rû bi rû mabûn. Di meha dawîn de çendîn malbatên Kurd bo Suriyeyê paşve hatibûn şandin û ew li wir ji aliyê polîsên rejîma Şamê ve ha- tibûn binçavkirin. Li ser belavbûn û îş- kencedîtîna dersînorkiriyên Kurd, dadgeheke li bajarê Osnabrücke, bir- yara dersînorkirina malbatek Kurd ra- westnd. Biryara dadgeha Osnabürckê ji bo penaberên di bin gefa dersînorki- rinê de ye, bûyê cihê hevî yê. u 5 Dersînorkirina penaberan rawestiya? Enqere (Rûdaw) - Şandina ‘‘komên aştiyê‘‘ ji aliyê PKK’ê ve hefteya borî ro- jeva Tirkiyeyê serûbino kir. Komên ku ji aliyê dehan hezar Kurd ve bi çoşeke mezin hatin pêşwazîkirin, bûn sedemê hêrsa dijberên ‘‘pêvajoya aştiyê.‘‘ CHP, MHP û beşeke çapemaniya Tirk ku muxalîfên hikûmeta AKP’ê ne, pêşwa- zîkirina herdu koman wek ‘‘têkçûna dewletê û serkeftina Kurdan‘‘ binavki- rin. Vegera ‘serbilind‘ ya ‘‘komên aştiyê‘‘ tansiyona siyaseta Tirkiyeyê di carekî de bilind kir. Li ser vê yekê Serokwezîr Erdoğan vegara koma seyêm ya Ewrû- payê da sekinandin. Li aliyê din ji niha ve grûbên nîjadperest li Tirkiyeyê dest bi êrişa ser Kurdan kirin. u 6 Vegera serbilind, tansiyonê jî bilind kir Xwepêşandan li dijî dersînorkirinê (Wêne: Arşif ) Li benda aştiyê (Wêne: Diha) Rûdaw (Taybet) - Serokê Hikû- meta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêngavên Serokkomar û Se- rokwezîrê Tirkiyê yên derbarê ‘Vebûna Kurd’ de bi ‘’erênî’’ nirxand û balê ki- şand ser reftarên provaktîf yên dijî pro- seyê û aliyan hişyar kir ku firsend nedin xurtbûna derdorên şovenîst û dijminên proseyê. Di derbarê pêşketinên dawîn yên li Tirkiyeyê û şandina dû ‘’Komên Aş- tiyê’’ ji aliyê PKK’ê ve bo Tirkiyeyê Nê- çîrvan Barzanî bersiva çend pirsên Rûdawê da. Barzanî got ew dixwazin ev pêngav bên berfirehtirkirin û kêfx- weşiya xwe anî ziman: ‘’Em bi wan pêngavên ji aliyê Tirkiyê ve tên avêtin bo ‘Vebûna Kurd’ li Tirkiyê û bo çare- serkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pir kêfxweş in. Em dixwazin ew pên- gav bên berfirehtirkirin. Herwiha em pêngava çûna Komên Aştiyê baş dibî- nin. Ev yek destpêkeke girîng e. Lê tev- gerkirina liserxwebûn û mantiqî pir pêwîst e. Jiber ew pirsgirêk xwedî dî- rokeke xwînavî ye û bi şev û rojekê ça- reser nabe. Lewra em rêz li pêngavên Serokkomarê Tirkiyê Birêz Abdullah Gül û Serokwezîrê Tirkiyê Birêz Recep Tayyip Erdoğan digrin, ku piştî 80 sal înkarkirina Kurd li Tirkiyeyê, wan pên- gavan bo vekirina siyaseta Tirkiyeyê ya beramber Kurd diavêjin. Bi rastî pên- gavên wan hêja yê wê yekê ne ku ji aliyê hemû Kurdan ve piştgirî lê bê kirin.’’ Barzanî pirsa; ‘Dewleta Tirkiye vîze neda ku Gruba Sêyem a Aştiyê ji Ew- rûpayê vegere, herwiha piştî gerandina ew herdû Grûbên Aştiyê li çend baja- rên Bakurê Kurdistanê, hêzên dijber û şoven yên Tirkiyê jî çendîn xwepêşan- dan dijî wê proseyê lidarxistin û hestek çêbû ku paşvekişînek ji proseyê heye’’ jî wiha bersivand: ‘’Şandina Komên Aş- tiyê ji aliyê PKK’ê ve karekî baş bû, di rêya aştiyê de pêngaveke pîroz bû. Pê- wist e PKK bi awayekî mantiqî û aqi- lane tevbigere. Ji ber ku divê PKK pêngava şandina wan koman bo bihez- kirina proseya vebûna niha ya Tirkiyê bikarbîne, ji bo bi hevre jiyana Kurd û Tirk bikarbîne, ne ji bo hejandina raya giştî ya Tirkiyeyê û bihêzkirina hêzên dijî proseyê. Pêşwazîkirina Tirkiyeyê ya wê pêngavê jî ji ya sala 1999’an cuda bû. Ew 36 kesên ku vegeriyan, bi azadî çûn welatê xwe. Lewma bo berfirehki- rina proseyê divê PKK li pêngavên din bifikire û rê nede reftarên provaktîf.’’ Di berdewama daxwiyaniya xwe de bo Rûdawê de Neçîrvan Barzanî balê kişand ser xetereyên ku li benda aliyan e û wiha got: ‘’Em hêvîdar in ev refta- rên wiha dûbare nebin, da ku nebin sedema ragirtina wê proseyê ku dij- minên wê pir in. Reftarên provakatîf li Tirkiyê dibin sedema jikarxistina hewldanên ew kes û navendên ku ji bo pirsgirêka Kurd hewla çareseriyeke siyasî û aştiyane didin. Reftarên neênî dibe hevkariya kesên ku naxwazin pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bê çareser kirin, ji ber ku çareserî ne li berjewen- diya wan e.’’ “Vegera PKK’yiyan aşitiyê bihêz dike” PDK-Bakur prosesa aştiyê li Tirkiyeyê, ji bo pêş- xistina demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêvejoyekî pozîtîf dibîne: “Vegera endamên PKK’ê gavên berbi aşitiyê û demokrasiyê bihêz bike.” Tîpên kurdî di nasnama Tirkiyê de Li Tirkiyeyê yekem car tîpên kurdî 'Ê' û 'Î' derbasî nasnameyekî bû. Li navçeya Altındağa Enqereyê malbata Kırkarya navê zaroka xwe Hêvî Jiyan wek kurdî tê nivîsandin, di nasnameyê da qeydkirin. Xwepêşandana Kurdan li Parîsê (Wêne: Kristof Petît Tison) MONDE diplomatique kurdî Bi 25 zimanan li 35 welatan. Niha jî bi kurdî û li Kurdistan û cîhanê. LE www.arsivakurd.org
16

ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Jan 26, 2020

Download

Documents

dariahiddleston
Welcome message from author
This document is posted to help you gain knowledge. Please leave a comment to let me know what you think about it! Share it to your friends and learn new things together.
Transcript
Page 1: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

ÇAPA EWRÛPA

Deutschland, Österreich, Nederland, Belgique, France 1,50 Euro | Schweiz 2,70 CHF | England 1,40 GBP | Sverige 21,00 SEK | Danmark 15,00 DKK

:ریم‌هدیاب نامسوع

‌هب م‌هد‌هد م‌هک‌هترۆپساپ

‌‌هگر‌همشێپ

Hejmar/Nr. 17 | 27. Cotmeh/Oktober 2009 | www.rudaw.net

16 t8 t6 t

:ن‌هک‌هدێپ مناتخوب ێڵ‌هد ناتسڵوگ

مشخ‌هب‌هزو ی‌هددام

‌هوانێه‌هنراک‌هب

:یکیرم‌هئ یکێرۆسیفۆرپ ‌هنژ

شیم‌هتو‌هح ی‌هد‌هس ات دروک

نووب نایتسیرک ر‌هه

Nêçîrvan Barzanî bo Rûdawê:

Firsend nedin dijminên aştiyên “Em bi wan pêngavên ji aliyê Tirkiyê ve tên avêtin bo ‘Vebûna Kurd’ li Tir-

kiyê û bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pir kêfxweş in. ŞandinaKomên Aştiyê ji aliyê PKK’ê ve di rêya aştiyê de karekî baş bû, pêngavekepîroz bû.”

n “Em dixwazin ew pêngav bên berfirehtirkirin. Em rêz li pêngavên Serokko-marê Tirkiyê Birêz Abdullah Gül û Serokwezîrê Tirkiyê Birêz Recep TayyipErdoğan digrin, ku piştî 80 sal înkarkirina Kurd li Tirkiyeyê, wan pênga-van bo vekirina siyaseta Tirkiyeyê ya beramber Kurd diavêjin.”

Köln (Rûdaw) - Piştî mohrkirinapeymana vegerandina 7 hezar hemwe-latiyên Sûriyeyê, gelek penaberên ji Ro-javayê Kurdistanê li Almanyayê bidersînorkirinê re rû bi rû mabûn. Dimeha dawîn de çendîn malbatên Kurdbo Suriyeyê paşve hatibûn şandin û ewli wir ji aliyê polîsên rejîma Şamê ve ha-tibûn binçavkirin. Li ser belavbûn û îş-kencedîtîna dersînorkiriyên Kurd,dadgeheke li bajarê Osnabrücke, bir-yara dersînorkirina malbatek Kurd ra-westnd. Biryara dadgeha Osnabürckêji bo penaberên di bin gefa dersînorki-rinê de ye, bûyê cihê hevî yê. u 5

Dersînorkirina penaberan rawestiya?

Enqere (Rûdaw) - Şandina ‘‘komênaştiyê‘‘ ji aliyê PKK’ê ve hefteya borî ro-jeva Tirkiyeyê serûbino kir. Komên kuji aliyê dehan hezar Kurd ve bi çoşekemezin hatin pêşwazîkirin, bûn sedemêhêrsa dijberên ‘‘pêvajoya aştiyê.‘‘ CHP,MHP û beşeke çapemaniya Tirk kumuxalîfên hikûmeta AKP’ê ne, pêşwa-zîkirina herdu koman wek ‘‘têkçûnadewletê û serkeftina Kurdan‘‘ binavki-rin. Vegera ‘serbilind‘ ya ‘‘komên aştiyê‘‘tansiyona siyaseta Tirkiyeyê di carekîde bilind kir. Li ser vê yekê SerokwezîrErdoğan vegara koma seyêm ya Ewrû-payê da sekinandin. Li aliyê din ji nihave grûbên nîjadperest li Tirkiyeyê destbi êrişa ser Kurdan kirin. u 6

Vegera serbilind, tansiyonê jî bilind kir

Xwepêşandan li dijî dersînorkirinê (Wêne: Arşif )

Li benda aştiyê (Wêne: Diha)

Rûdaw (Taybet) - Serokê Hikû-meta Herêma Kurdistanê NêçîrvanBarzanî, pêngavên Serokkomar û Se-rokwezîrê Tirkiyê yên derbarê ‘VebûnaKurd’ de bi ‘’erênî’’ nirxand û balê ki-şand ser reftarên provaktîf yên dijî pro-seyê û aliyan hişyar kir ku firsendnedin xurtbûna derdorên şovenîst ûdijminên proseyê.

Di derbarê pêşketinên dawîn yên liTirkiyeyê û şandina dû ‘’Komên Aş-tiyê’’ ji aliyê PKK’ê ve bo Tirkiyeyê Nê-çîrvan Barzanî bersiva çend pirsênRûdawê da. Barzanî got ew dixwazinev pêngav bên berfirehtirkirin û kêfx-weşiya xwe anî ziman: ‘’Em bi wanpêngavên ji aliyê Tirkiyê ve tên avêtinbo ‘Vebûna Kurd’ li Tirkiyê û bo çare-serkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê

pir kêfxweş in. Em dixwazin ew pên-gav bên berfirehtirkirin. Herwiha empêngava çûna Komên Aştiyê baş dibî-nin. Ev yek destpêkeke girîng e. Lê tev-gerkirina liserxwebûn û mantiqî pirpêwîst e. Jiber ew pirsgirêk xwedî dî-rokeke xwînavî ye û bi şev û rojekê ça-reser nabe. Lewra em rêz li pêngavênSerokkomarê Tirkiyê Birêz AbdullahGül û Serokwezîrê Tirkiyê Birêz RecepTayyip Erdoğan digrin, ku piştî 80 salînkarkirina Kurd li Tirkiyeyê, wan pên-gavan bo vekirina siyaseta Tirkiyeyê yaberamber Kurd diavêjin. Bi rastî pên-gavên wan hêja yê wê yekê ne ku jialiyê hemû Kurdan ve piştgirî lê bêkirin.’’

Barzanî pirsa; ‘Dewleta Tirkiye vîzeneda ku Gruba Sêyem a Aştiyê ji Ew-

rûpayê vegere, herwiha piştî gerandinaew herdû Grûbên Aştiyê li çend baja-rên Bakurê Kurdistanê, hêzên dijber ûşoven yên Tirkiyê jî çendîn xwepêşan-dan dijî wê proseyê lidarxistin û hestekçêbû ku paşvekişînek ji proseyê heye’’jî wiha bersivand: ‘’Şandina Komên Aş-tiyê ji aliyê PKK’ê ve karekî baş bû, dirêya aştiyê de pêngaveke pîroz bû. Pê-wist e PKK bi awayekî mantiqî û aqi-lane tevbigere. Ji ber ku divê PKKpêngava şandina wan koman bo bihez-kirina proseya vebûna niha ya Tirkiyêbikarbîne, ji bo bi hevre jiyana Kurd ûTirk bikarbîne, ne ji bo hejandina rayagiştî ya Tirkiyeyê û bihêzkirina hêzêndijî proseyê. Pêşwazîkirina Tirkiyeyê yawê pêngavê jî ji ya sala 1999’an cudabû. Ew 36 kesên ku vegeriyan, bi azadî

çûn welatê xwe. Lewma bo berfirehki-rina proseyê divê PKK li pêngavên dinbifikire û rê nede reftarên provaktîf.’’

Di berdewama daxwiyaniya xwe debo Rûdawê de Neçîrvan Barzanî balêkişand ser xetereyên ku li benda aliyane û wiha got: ‘’Em hêvîdar in ev refta-rên wiha dûbare nebin, da ku nebinsedema ragirtina wê proseyê ku dij-minên wê pir in. Reftarên provakatîf liTirkiyê dibin sedema jikarxistinahewldanên ew kes û navendên ku ji bopirsgirêka Kurd hewla çareseriyekesiyasî û aştiyane didin. Reftarên neênîdibe hevkariya kesên ku naxwazinpirsgirêka Kurd li Tirkiyê bê çareserkirin, ji ber ku çareserî ne li berjewen-diya wan e.’’

“Vegera PKK’yiyan aşitiyê bihêz dike” PDK-Bakur prosesa aştiyê li Tirkiyeyê, ji bo pêş-

xistina demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka Kurdpêvejoyekî pozîtîf dibîne: “Vegera endamên PKK’êgavên berbi aşitiyê û demokrasiyê bihêz bike.”

Tîpên kurdî di nasnama Tirkiyê deLi Tirkiyeyê yekem car tîpên kurdî 'Ê' û 'Î' derbasî

nasnameyekî bû. Li navçeya Altındağa Enqereyêmalbata Kırkarya navê zaroka xwe Hêvî Jiyan wekkurdî tê nivîsandin, di nasnameyê da qeydkirin.

Xwepêşandana Kurdan li Parîsê (Wêne: Kristof Petît Tison)

MONDE

diplomatiquekurdî

Bi 25 zimanan li 35 welatan. Niha jî bi kurdî û li Kurdistan û cîhanê.

LE

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 2: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

2

RûdawXwedî: Rudaw Media GmbH · Serokê Civata Birêvebir: Nûredîn Weysî · [email protected] · Sernûser: Ako Mi-hemed · [email protected] · Rêvebirê Beşa Kurmancî: Faysal Dağlı · [email protected] Rêvebirê Beşa Soranî: Hêmin Ebdulla · [email protected] · Navnîşan: Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a ·50823Köln/ Almanya Telefon: +49 (0) 221.26 00 40 02 · Telefax: +49 (0) 221.26 00 49 81Web: www.rudaw.net · E-maîl: [email protected] (Beşa Kurmancî) · E-maîl: [email protected] (Beşa Soranî)

Kurdıstanî

Wirya Budaxî

Rûdaw (Hewlêr) - Li ser hîmê bina-yekî têkilhev ku berê pirtûkxaneya giştîya Hewlêrê bû, rêveberê kelepora Kurdû xebatkarên din bi evîndarî keleporênKurdî diparêzin. Wan beşek ji paras-tina keleporan bi dijwarî diparêzin. Licihê xwe yê teng û tarî de ava avdesxa-neya qatên jor ku bi ser avahiya wan detê, bûye sedem û bêhnekî nexweş jîhinek odeyan dihat.

Rêveberiya keleporî girêdayî weza-reta rewşenbîrî ye. Di sala 1997’an liHewlêrê hatiye damezirandin. Huner-mend Wirya Ehmed ev dû sale rêve-berê wê derê ye. Di destpêka dame-zirandina rêveberiyê de hunermendêjiyana xwe ji dest dayî Seyîd EhmedBerzincî rêveber bûye. Piştî wî jî SeyîdCehfer Berzincî bûye rêveber, piştreArmanc Xazî û niha jî ew bûye rêveber.

Karê herî giring ên ku di van herdûsalan de li vê rêveberiyê hatiye kirin,paqijkirina bi sedan kelûpel, cil û ber-gan bû. Di heman demê de tê de bidehan tiştên kevn ên ku bi dest hatînkirin tên dîtin.

Beşek zêde cil in, xelkê bi xwe anîneû beşek jî bi pere hatîne kirîn, bi taybetcil û berg: “Cil û bergên beşek berçavya navçeyên Kurdistanê hene. Bi tay-bet jî Rojhilatê Kurdistanê, di demaxwe de xatûn Milûkî Wekîl ku xelkêbajarê Seqizê dîzayn kiriye û bi pere-

yekî pir kêm ji wan hatîne kirîn. Heyadema vegerî, girî bû, ji ber ku gelek jiwan cil û bergan hez dikir.”

Herwiha Wirya Ehmed edîtorê go-vara Çilawaz e û heya niha 41 hêjma-rên wê derketîne. Dezgeha mûzîk ûkelepûra Kurdî derdixe. Çend sal in ligel Dr. Mihemed Zaza, Amanc Xazî ûçend kesên teknîker bi tomarkirinasedan awaz û stranên Kurdî yên kevnve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilêpîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn, dirastiya xwe de deng û awazên herî sih-raw in; “Ev sê sal in li hemû navçeyênKurdistanê digerin, stranên pîremêr ûpîrejinan tomar dikin. Me hemû kirînearşîvê û ji bo çapê amade ne, lê hetaniha li wezaretê nehatîne çapkirin.”

Mamosta Wirya demekî dirêj exemê ji folklora Kurdî dixwe, ji bo ni-vîsîn û tomarkirina awaz û dengên sîh-rawî li gelek cih û navçeyan geriya ye.Di vê derbarê de wiha dibêje: “Min berîsalên heştêyan hevpeyvîn li gel gelekşivan, pîrejin û pîremêrên bajarê Koyêkir.”

Herçend Wirya Ehmed û hevalênwî di vî warî gelek kar kirîne, lê ji wanre tû tişt ji wê yeka ku tiştên kevin têdebiçin, girantir nîne; “Em gelek sipasiyaxelkê dikîn, eger tiştek kevin li gel wanhebe, bi nirx be yan jî bi hîmet be ji mere bêne û qasî em bikarîn emê bûdçeyêjêre werbigirîn.”

Rêveberê Kelepora Kurdî:

Tiştên kevn bi nirx yan jîhîmet bidin me

Wirya Ehmed (Wêne: Rûdaw)

Rewa Ebdûllah

Rûdaw (Hewlêr) – Li Herêma Kur-distanê gelek karmendan 4 stêr û 5 stêrli ser otêlên xwe danîne, lê pisporêngeştyariyê dibêjin ku ji wan otêlan diyekê de jî şertên 5 stêrî û 4 stêrî nîne.Rayedarên tûrîzmê dibêjin ku ji bohandanê ew stêr ji wan re bexşîne. Lialiyê din li gor statîstîka rêveberiya giştîya tûrîzma Hewlêr, îsal rêjeya tûrîstanji sedî 126 zêde bûye û ji ber vê otêlênli Herêma Kurdistanê li gor xwe bihayêrazanê diyardikin.

Li gor statîstîkek ya Wezareta Tû-rîzmê li Herêma Kurdistanê 140 otêlhene. Ji van otêlan 3 otêlên 5 stêrî, 10otêlên 4 stêrî û ji 33 otelên din re jî pi-leya 3 stêriyê hatîne bexşandin. Ji Rê-veberên Wezareta Tûrîzmê Keyf îÛmêd ji Rûdawê re daxuyand ku bi se-dema li Herêma Kurdistanê otêl kêmin, wek handanekê rê dayîne wan otê-lan ji ya xwe zêdetir stêrekê hilawêsin:“Ev stêrên ji wan re hatin bexşandindemî ye, dema li Kurdistanê otêlên jiwan baştir hatin dirûstkirin, emê wanstêran ji wan werbigirîn.”

Rêveberê Giştî yê Tûrîzma HewlêrêMewlewî Cebar rêvebertiya wan stêr-kên ji otêlan re dibexşîne: “Her welat ligor şert û mercên xwe, ji bo danîna stê-

ran ya ji bo otêlan xwedî rêzikname-yekê ye. Ji ber vê li gor pêwerên me, ewotêl hêjayî wan stêrên ku hilawistî ne.”

Pisporên tûrîzmê balê dikişînin serwê yekê ku ti welat li gor taybetmendi-yên xwe ji otêlan re stêran nabexşîne.Ji ber vê jî ew karê rêveberiya tûrîzmaKurdistanê napejirîne ku stêrek zêdedidin otêlên Herêma Kurdistanê. Ma-mostayê beşa tûrîzmê yê li peyman-geha teknîkî ya Hewlêrê DawidSilêman di vê derbarê de dibêje: “Lihemû cîhanê ji bo stêr bexşandina otê-lan standartek cîhanî heye. Her çi otêlane xwediyê wan mercan be, nikare pi-leya 5 stêr yan jî 4 stêr hilawêsin. Li He-rêma Kurdistanê ti otêlekê mercê wanstêrên ku hilawistîn tê de nîne.”

Bi sedema aramiya Kurdistanê ûbaştirbûna rewşa İraqê, salane hêjmaratûrîstên tên Herêma Kurdistanê zêde-tir dibe. Li gor statîstîka rêveberiya giştîya tûrîzma Hewlêr, li gel sala derbaz-bûyî rêjeya tûrîstan ji sedî 126 zêdebûye. Li gor statîstîka dawî ya Kome-leya Mêvanxane û Xwaringehên He-rêma Kurdistanê, di demê 3 rojênCejna Remezana îsal de 130 hezar û588 tûrîst ji bo geştê hatîne her sê wi-layetên Herêma Kurdistanê. Ji derveywan tûrîstên ku ji ber nebûna otêlan liser cadeyan dirazan.

Ûmêd Keyf î bal kişand ser wê yekêku hêjmara otêlên Herêma Kurdistanêbi berhev li gel tûrîstan kêm e û wihadibêje: “Pêwîstiya Kurdistanê bi zêde-tirî 300 otêlên din heye. Ji ber tevayîotêlên Kurdistanê nekarin 10 hezarmêvanan bicîh bikin.”

Tûrîst gazindê ji wê yekê dikin ku bisedema kêmasiya otêlan, xwediyê otê-lan li gor daxwazên xwe nirx diyardikin. Ehmed Mihemedê 27 salî geşt-yarekî Ereb e û dibêje: “Nirxê otêlênHewlêr bi berhev li gel otêlên Tirkiyeyêû Libnanê gelek giran e û xizmetkirinawan jî ne wek wan e. Divê bihayê otê-lan bên kêmkirin.”

Rêveberê geştyarî yê li wezareta Tû-rîzmê derbarê nirxê mayîna li otêlênHerêma Kurdistanê de dibêje: “Xeberame heye ku hinek otêlan li gor xwebiha diyar kirine. Lê ji ber ku hikûmetpeyrewên sîstema bazarê azad dike,em nikarîn ji otêlan re nirx diyarbikîn.”

Lê pisporê derbarê tûrîzmê DawidSelman wiha dibêje: “Rast e bazar azade, lê ev jî nayê wê wateyê ku xwediyêotêlan li gor xwesteka xwe nirxan diyarbikin û hikûmet jî bêdeng bimîne. Pê-wîst e bi her awayî wezareta tûrîzmê jiotêlan re bihayekê diyar bike.”

bikîn.”

Otêlên Kurdistanê bi xwe stêrkên xwe datînin

RûdawHejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009

Rêveberiya Kelepora Kurdî (Wêne: Rûdaw)

(Wêne: Rûdaw)

Otela Sheraton li Hewlêrê (Wêne: Rûdaw)

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 3: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Dan Wooding

Hewlêr (Rûdaw) – Ev salekî ye Prof.Lora dest ji karên xwe yên li zanîngehêberdaye û dixwaze li Herêma Kurdis-tanê xwendingeheke Încîlê veke. Em ligel Prof. Lora û 20 mamoste û keşeyênMesîhî û hinek alîgirên Kurd ji Ame-rîka hatine Kurdistanê axif în. Li Kur-distanê ji bo amadebûna merasîmênvekirina kolêja Încîlî û rûniştina li gelserkirdeyên olî û siyasî yên HerêmaKurdistanê û sazkirina hinek konfêran-san wan pirsên me bersivandin.

Di derbarê Kurdan de Lora wiha di-bêje: "Kurd bi nav gelekî Musluman inlê belê ji aliyê Muslumanên tund ve di-jayetiya wan tê kirin. Di heman demêde Mesîhî li wir dijîn, ku derfeta tu ke-sekî ji wan çê nebûye heta derbarê dî-roka ola xwe de fêr bibin, bila ji bîra meneçe ku daniştvanên vê navçeyê beriya

bibin Muslumanên Sunnî, Fille bûn."Prof. Lora dibêje ku Kurd neviyên

kevin ên Mediyan in. Li gor Prof. Loradestpêka dîroka dêran Kurd heta sed-sala heftan Mesîhî bûn, piştre piraniyawan hatin neçarkirin bibin Muslumanû yek ji nivîskarên navdarên gelê Kurdbi navê Mehrdad İzady gotiye: "Didestpêka sedsala pêncemîn de, mal-bata şahê Kurd Adiyaban ji Cihûtiyêtevî Mesîhiyetê bûn."

Lora di berdewamiya axaftina xwede bibîrtine ku Kurdên Mesîhî bo nivî-sandina tomar û arşîvên xwe zimanêAramî bikar anîne, yanî zimanê ku ÎsaPêxember bikar tanî. "Di sedsala heftande û bi hatina ola Îslamê re, piraniyadaniştvanên navenda Kurdistanê Me-sîhî bûn. Her wek Kurdên Cihû, hetaniha jî Kurdên Mesîhî bi zimanê Aramîdiaxivin."

Lora eşkere jî kir ku hezkirina wê ji

Kurdan re dema ku xwendekara yasabû destpê kir û biryar da li Londonê lê-kolînekê li ser projeyê mafên mirovêKurd bike: "Min şandin başûrê rojhi-latê Tirkiyê da ku parêzerên Kurd bibî-nim û li ser rewşê gotûbêjan bikin. Wêdemê min naskir ku Mesîhiyên Kurd lipiraniya navçeyên Kurdistanê dijîn.Herwiha min naskir ku tu xwendinge-hên Încîlê li wir tune ne û tu derfet boMesîhiyên Kurdistanê çê nebûye kuderbarê ola xwe fêr bibin û min dît kubaş e û pêwîst e jî kesek wê erkê cîbicîhbike."

Lora wiha domand: "Du salan piştîwê seredanê, Serokê Kongreya Netewîya Kurd KNC ez vexwendim Kurdis-tanê daku li kongra wan biaxfim, wêdemê ez ji bo vekirina xwendingehekeÎncîlê li cihekî baş digeriyam, piştremin naskir ku bicîanîna xewna mindibe rastiyek."

Prof. Lora bîreweriyên xwe li gel Se-rokê KNC behs dike û amaje bi vêyadide ku Mesîhiyên Kurd "Dû caran mî-norîte ne." Carekê wek Kurd li ser xakaEreban û cara din jî Mesîhî bûn di navpiraniyeke Musluman de. Lê belê Se-

rokê KNC bilez bersiva wê dide û jê redibêje: "Lê Mesîhiyên Kurdistanê wekMesîhiyên Tirkiyê, Îran, Sûriyê û Ba-şûrê Iraqê nayên îşkencekirin. Lomaem Kurd hatine binpêkirin û em tukesî binpê nakin."

Li Kurdistanê kolêja Încîlê vedibe

Mamoste, keşeyên Mesîhî û alîgirên Kurd dixwazin navenda Incîlê vekin

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya El-Heyat li ser zimanê çend jêderên nêzîkyê Encûmena Siyasî ya Ewlekariya Niş-tîmanî belav kir ku aliyê Kurd ji bo ça-reserkirina pirsgirêka hilbijartinênKerkukê pêşniyar kiriye ku tomaradengderan li parêzgehên Musil û Ker-kûk û hemû navçeyên din bên nûkirinku veguhastin û vegerandina veguhas-tiyan li xwe bigre. Ji bilî vê jî encamênhilbijartinên Kerkûkê wek encamekesiyasî bê temaşekirin û derbirîna xwe-zaya demografiya Kerkûkê nake.

Serokê Fraksiyona HevpeymanaKurdistanî li Parlamenê İraqê FûadMasûm ev angaştên El-Heyatê red kir:"Me berê jî gotiyê tu peywendiya enca-mên hilbijartinê bi pirsgirêka Kerkûkêve tune. Tiştekî normal e ku tu bandoraencamên hilbijartinan li ser maddeya

140’ê tune be, jiber mêkanîzmaya bicî-kirina maddeya navborî ya taybetheye. Hilbijartin bo Parlamenê İraqêne û tu peywendiya wan li gel pirsgi-rêka Kerkûkê tune."

Di heman derbarê de, parlamenterêHevpeymana Kurdistanî MehmudOsman ji Rûdawê re wiha got: "Mepêşniyareke bi vî awayî pêşkêş nekiriye,lê jixwe bi awayekî xwezayî wiha ye ûger li Kerkûkê hilbijartin bên kirin, ji-mara nûnerên Kurd zêde yan kêm be,li rewşa demograf îk derbirînê nake. Lêhilbijartina Kerkûkê û cîbicîhkirinamaddeya 140’ê bandorê li ser rewşa de-mografik dikin. Lê hilbijartinên parla-menê tu bandorê nakin."Osman dirêjîda axaftina xwe û wiha got: "Demo-graf î bi vê hilbijartinê naguhere, lê ewdixwazin bikin behane da ku yasa bê

paşdexistin û daxwaz dikin bê nivîsan-din ku tomara dengdêran li Kerkûkêzêde bûye û sextekarî hatine kirin ûdivê bê nûkirin, lê li Musil û cihên dinzêde bûye loma em dibêjin bila bê ni-vîsandin ew parêzgeh cihê gumanê ne,bila tomara dengderan liber çav bêderbaskirin."

Di bersiva nûnerên Ereb û Turkme-nan de ku Encûmena Siyasî yê Ewleka-riya Niştîmanî wek dezgeheke nedestûrî binav dikin û beramberî şan-dina yasaya hilbijartinan bo Encûmenanavborî nerazîbûna xwe nîşan didin,Mehmûd Osman got: "Ev nayê wê wa-teyê ku wan ji niha ve biryar daye gerraya Encûmena ne bi dilê wan bû redbikin." Osman di berdewama axaftinaxwe de wiha got: "Rast e Encûmena Si-yasî ne destûrî ye, lê belê li gor rêkef-

tina siyasî hatiye damezrandin. Bila en-cûmenekî şêwirmendiyê jî be, lê hemûserok tê de ne û hemû serokên fraks-yonan li xwe digre û encûmenekî gi-rîng e û dikare pirsên siyasî çareserbike, ew tenê behane ye û ew kesênaxaftinên wiha dikin dijî maddeya 140in û dijî referendum û serjimêrî ûhemû xwestekên Kurdan in."

Encûmena Siyasî yê Ewlekariya Niş-tîmanî ji serokkomar û herdû cîgirênwî, serokê parlamen, serokê hikûmetêû serokên fraksyonên siyasî û herwihaserokê herêma Kurdistanê pêk tê û en-cûmenekî şêwirmendî ye.

Parlamenê İraqê ku di dawiya hef-teya borî de nikarîbû di derbarê yasayahilbijartinan de bigîje encamekê, yasaşand Encûmena navborî da ku biryarayekalîker bide. Hevpeymana Kurdis-

tanî pêşwazî li vê gavê kir, lê jimarekenûnerên Ereb û Turkmen ragehandinku ev tê wateya paşguhxistina rolê En-cûmena niştîmanî wek bilindtirîn dez-geha yasadanînê li İraqê. Herwihanûnerên Ereb û Turkmen daxwiyan-din ku Encûmena Siyasî yê EwlekariyaNiştîmanî dezgeheke ne destûrî ye û nedezgeheke dewletê ye. Kemal Seîdî kuyek ji serkirdeyên hizba Dawa ye wiharagehand: "Encûmena Siyasî ya Ewle-kariya Niştîmanî bo çareserkirina pirs-girêkên zehmet hatiye damezrandin ûne dezgeheke dewletê ye." Herwihadaxwuyand ku mebesta şandina ya-saya hilbijartinan valakirina parlamenêji naveroka wê ye û gihandina name-yekê ye ku ev welat ji aliyê parlamen venayî rêvebirin, lê kesayetiyên derveyêparlamena İraqê birêve dibin.

Encûmena siyasî li çareseriyeke demkurt digereKurdên Kerkûkê dixwazin ku hilbijartinên parêzgeha wan jî bi hilbijartinên parêzgehên din yên Iraqê bên pêk anîn (Wêne:Arşîf )

Rûdaw Hejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009 3

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 4: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

RûdawHejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009

Destkevtiyêntêkoşîna PKK’êbeşek ji samanêKurdewariyê ye

Tevgera Bakurê Kurdistanê dipêvejoyeke hesas de derbas dibe.Bêguman ne tenê bizava welatpa-rêz ya Kurd, Tirkiye jî, hem wek civak û hem jî wek dewlet se-rûbin bûye, guherînên girîng diqewimin. Hêzên Kemalist,Tirkçî, militarist yên statûkoperest bi hemû hêza xwe lê kardikin, ku pêşî li van guherînan bigirin. Ev hêz van qewmînanji bo xwe wek jahra mirinê dinirxînin. Û ev jî rast e. Li ber bayê‘‘reforman“ lerzeke giran bi sîstema Kemalist ketiye. Di stûn ûkêranên pergal û îdeolojiya Kemalist-militarist de qelşên kûrpeyda bûne. Dema mirov nîqaşên Kemalist û Tirkçiyan dişo-pîne, dibîne ku ev hêz ketine nava tirseke mezin û pê dihesinku merşik ji bin lingê wan dişiqite.

Berî sê rojan di programa bi navê ‘‘Ankara Kulisi“ ya televîz-yona CNN-Türk de min guh li rojnamevan Fikret Bila û MuratYetkin kir, ku ev herdu kes li Enqerê du rojnamevanên wek‘‘çav û guh û zimanê“ generalan tên naskirin. Mirov vê tirsa kuem pê işaret dikin, di nav gotinên wan de gelek bi hêsayî didî-tin. Bîla û Yetkîn gotinan li hevdu vedigerandin, digotin:‘‘Raste, dewletê, bi taybetî demê hukmê leşkerî ya 12 îlonê şaşi-yan kir. Kurdan ji xwe xeyidand. PKK ji girtîgeha Diyarbekirêvejiya û xurt bû. Dewletê di demê xwe de gavên pêwist navêt.Em gîhan vê merheleyê. Îro em êdî beramberê hebûna nasna-meyekî ne (nasnama Kurd). Em îro êdî hebûna xelkê Kurdqebûl dikin. Dewlet dixwaze ku mafên kesatî (induviduel) jîbide Kurdan. Artêş jî, muxalefet jî, hukumet jî ser vê yekê hem-fikir e. Lê mijar ne ev e. Pirs, ser projeya netewa Tirk e. GeloKurd wê xwe wek ‘‘jêr nasnameyeke“ di nav neteweya Tirk deqebûl bikin an na! Wê çi bi projeya yek netew bê ku Ataturkbingeha wê danaye. Wê dewleta uniter, yekzimaniya fermî wêçi jê were? Mesele ev in. Hukumet divê van xalan zelal bike ûtiştên din…“

Kirte naveroka axaftina her du rojnamevanan ev bû. Sê roj-namevanên din jî di bernameyê de bûn. Nivîskarê Yenî ŞafakêAbdulkadir Selvi hinekî zimanekî cuda, hinekî ‘‘neo Osmanîtî“bi kar dianî, lê yên din hemû nefsa gotinên hevdu dûbare di-kirin. Yanî, mejiyê Kemalistî. Wek, -bila dewleta me bimîneuniter, bila di asta fermî û sistema perwerdê de yekzimanî(tirkî) wek niha be û Kurd jî dikarin di kursên zimanî de kurdîhîn bibin (!), bila sê xalên bingehîn yê zagona bingehîn negu-here, bila mafên kollektif etnîkî-kulturî neyên rojevê û tiştênwisa beradayî…

Em rih û mejiyê Kemalizmê û Tirkçîtiyê nas dikin. Ew bilawisa bibêjin. Ya girîng, em Kurd çi bibêjin û vê demê çawa tev-bigerin, ku nexesirin. Jiber ku em beramberê planeke navne-tewî û herêmî ne. Ev karên ku li Tirkiyeyê tên kirin, ne wekîku Tirk îdia dikin, projeyeke Tirkan e. Ev projeyeke navnetewîye. Wekî projeyeka İsrael-Filistînê ye, Bask-Spanyayê ye, Tî-mûra Rojhilatê ye, Brîtanya-İrlanda Bakur e, Kosova-Sirbistane, Kibris-Tirkiye- Yûnanîstan e.

Mesele, bêçekkirina nakokiyeke (konfilikteke) civakî-etnîkî-kulturî-zimanî ye. Û ji bo paşerojê Rojhilata Navîn û Kafkasyajî gelek girîng e. Gelê Kurd, tevgera welatparêza Kurdistanêhewce ye ji vê pêvejoyê de destvala dernekeve. Divê li gor be-dîla xebat û têkoşîna xwe maf û azadiyan bi dest bixe.

Çawa? Helbet ev mijar gelek aliyên xwe heye. Em di nivîsayekem de li ser vê mijarê de xala yekem bêjin:

Tevgera welatparêz ya Bakurê Kurdistanê hewce ye xwedîli destkevtiyên xebat û têkoşîna 25 salên şerên çekdariya PKK‘êderbikeve. Eger ne zêdetir, bi kêmanî 25-30 hezar xort û keçênme, insanên me, xwîna xwe rijandin, şehîd ketin. Ev insan jibo doza Kurd û Kurdistanê derketin çiya, çek hildan û xwînaxwe rijandin. Ev beşek e ji dîroka me û her wisa beşeke girînge ji samanê Kurdewariya me. Em di derbarê serokê PKK’ê ûhin rêvebirên wan çi û çawa difikirin bila bifikirin, ku demawê hat em van nêrînên xwe jî binivîsin û dinivîsin jî. Lê îro, pê-wist e em xwedî li sermaye û samanê xwe derbikevin ku di vêdema ‘‘bazara siyasi“ de doza Kurd û Kurdistanê nexesir e. Didemên wisa de divê mirov ji detayan derkeve û berjewendiyêngel û welat bide pêş her tiştî. Çawa û bi çi cureyî, di nîvîsên pêşde. Lê em niha ewqasî bêjin: Mirov divê guh li plan û gotinêndijminên xwe be. Eger mirov planên dijminê xwe qenc têbi-gîje, wê bibîne ku kilîda çareseriyê di nav gotinên wan bixwede ne. Gotinên Kemalistan, Tirkçiyan, militaristan bermeqlûbîbikin, nexşerêya çareseriyê di wê de ye.

Bayram Ayaz

Welat Badikan

Amed (Rûdaw) – Boyaxva-nên ku bi dehan sal in pêlavanboyax dikin, bi pereyên ku qe-zenç dikin hem debara malaxwe dikin û hem jî zarokên xwedidin xwendin. Li ser KolanaGazî ya Amedê, mizgefta dîrokîya bi navê Nebî, li nîvê kolanêMizgefta Mezin, li dawiya wêÇarşiya Şewitî heye. Li serheman kolanê Xana HesenPaşa, Mînareya Çarpî û SûkaZêrîngiran heye. Ev hemû cihwek sembolên Amedê, têne bi-navkirin. Lê ji bilî wan , li ser wêkolana kevin semboleke din jîheye; Boyaxvanên Amedê. Çî-

roka van boyaxvanan dûr ûdirêj e. Her yek ji wan herî kêm15 sal in boyaxvanî dikin, yênku di nava wan de 26 sal liheman cihî boyaxvanî dikin jîhene. Wisa bûye ku êdî dema liAmedê navnîşanek terîf dikin,jêr, jor, kêlek û seriya boyaxva-nan tê destnîşankirin.

Bi pereyê boyaxê zarokê xwe dişîne zanîngehê Yek ji van kedkaran Dursun

Yakışık e. Ew 45 salî ye, 26 sal inli vir pêlavan boyax dike. Li gorîgotina wî, meslekê bav û kalandike. Lê ew naxwaze zarokênwî heman karî bikin, ji ber vêyekê zarokên xwe dide xwen-din. Yakışık, wiha behsa çîroka

xwe dike: “Dixwazim zarokênxwe bidim xwendin da ku ewweke min perîşan û şerpezenebin. Ji ber neçariyê min evkar kir. Çimkî min nexwendiye,pîşeyeke min tune ye. Kurekîmin li Beşa Îşletmeyê ya Zanîn-geha Semsûrê dixwîne, yek diçelîseyê û 3 jî dibistana seretayîdixwînin. Ez bi pereyê boyaxêwan didim xwendin.”

Dursun Yakışık, dema behsaboyaxvaniyê dike, qala aktorêtirk Tarık Akan jî dike. Ew rojqet ji bîra wî naçe. Tarık Akanhatiye ba wî û pêlava xwe dayeboyax kiriye. Dema behsa wêrojê dike, rûken û dilşad dibe.Şaredarê Bajêr Osman Bayde-

mir jî li heman cihî pêlavênxwe dide boyax kirin. Ji ber vêyekê ew Baydemir weke muşte-riyê xwe bi nav dikin.

Salê du caran goşt dixwin!Yek ji van boyaxvanan jî

Kemal Önerê 46 saliye, 6 zaro-kên wî hene. Du jê diçin dibis-tana navîn, yên din naxwînin.Ev 30 sal in pêlavan boyax dike.Muşteriyên wî dema heftiyekneyên pêlavên xwe nedinboyax kirin, wê çaxê muheqeqtiştek hatiye serê wan. KemalÖner, wiha dibêje: “Em bi pere-yên boyaxê nikarin debara xwebikin. Ne sîgorteya me heye ûne jî ewlehiya me ya jiyanê. Kî jime nexweş bikeve, çû ji kîsêbavê xwe. Em naxwin, venax-win, didin zarokên xwe. Em salêtenê du caran goşt dixwin. Ewjî di her du cejnan de… Nayêbîra min ku min firavînekegerm xwariye. Firavîna me hernîvro simît û çay e.”

Em zivistanan birçî dimîninRistem Gulê 47 salî ku ew jî

20 sal zêdetir e li vir boyaxvanîdike, gilî û gazinan dike. Lewredi serma û seqemê, di berf ûbaranê de ew şil dibin, boyaxênwan cemed digrin. Ji ber vêyekê ew nikarin kar bikin. Ewdixwaze rayedar ji wan re liheman cihî camekanek û ji heryekê re qefesek boyaxê û dezge-hek çêbikin. Lewre dema zivis-tanan kar tunebe, nan jî tune ye.

Bi boyaxa pêlavan zarokên xwedidin xwendin

Karê bav û kalan dikin, lê naxwazin zarokên wan wek wan bijîn

Hêmin Xoşnaw

Hewlêr (Rûdaw) – Di demapropaganda hilbijartinên şare-dariyan de, Partiya Civaka De-mokratîk (DTP) pêdagirî li serdîtina derfetên kar bo hevwela-tiyan û dirustkirina peywendi-yan li gel şaredariyên HerêmaKurdistanê kiribû. Di meha te-baxa borî de, şandeke Şareda-riya Sûr a Amedê serdana Şare-dariya Duhokê kir. Herwiha diçarçova bihêzkirina peywendi-yan de, Şaredariya Duhokê jî biserokatiya Şêrwan EvdilwahîdHacî Melo serdana ŞaredariyaSûr a Amedê û şarevaniyên dinên ser bi DTP’ê li Bakurê Kur-distanê kir û hinek peyman ûprojeyên hevbeş îmze kirin.

Piştî vegerê Serokê Şareda-riya Duhokê bo Rûdawê rage-hand ku şandeya wan serdanahinek şaredariyên Kurdan li Ba-kurê Kurdistanê kir û berê xweda awayê rêvebirin û cûrênproje û cîbicîkirina wan û got:"Qonaxa yekem ku em hev nas-bikin û agahiyan bidin hev, dipêşerojê de bi awayên pratîkemê peywendiyên xwe bipêşxî-nin."

Herwiha Serokê ŞaredariyaSûr a Amedê Abdullah Demir-baş di daxwiyaniyekê bo Rû-dawê axaftinê Serokê Şareda-riya Duhokê piştrast kirin ûpêde çû; "Yek ji meseleyên ku didema hilbijartinên Herêmê de

hat tekezkirin sazkirina pey-wendiyan li gel şarevaniyên He-rêma Kurdistanê, bû. Civîna meli gel Şaredariya Duhokê jî div êçarçoveyê de bû, lê em bi vêyekê namînin û emê hewl bidinli gel şaredariyên parêzgehêndin jî peywendiyan saz bikin."

Rêjeya bêkariyê li seranserêTirkiyê nemaze li Bakurê Kur-distanê di asteke bilind de ye. LiHerêma Kurdistanê jî bi me-besta nûkirin û avakirinê bi

dehan û sedan f îrmeyên Tirkîprojeyan cîbicîh dikin, lê kêmcaran xwediyên wan Tirk in gerf îrmeyên Kurdî jî di nav de bebiçûk in û ne di asta pêwîstiyênavakirinê de ne.

Abdullah Demirbaş dibêjeheta niha wek tê xwestin wankarsaz û sermayedarên Kurddehif nedane û asankarî bo wannekirine da herin Herêma Kur-distanê: "Lê li gel ŞaredariyaDuhokê di warê rêyan û dirust-

kirina tarf îkan de me peymanîmze kiriye, herwiha di warê tû-rîzmê de em hewl didin hinekprojeyan li Duhokê cîbicîhbikin. Ji bilî vê me lihevkir pir-tûkxaneyeke hevbeş bo KampaMexmûr a penaberan vekin."

Serokê Şaredariya Duhokêdaxwiyand: "Hefteya bê tîmekepispor di warê rêyan û dirustki-rina traf îkê ku ser bi ŞaredariyaSûr a Amedê ye wê bigihe Du-hokê bo meşqkirina karmen-dên me, herwisa emê liserbeşdarîkirinê di çend projeyande lêkolînan bikin, piştre jî tî-meke din a pispor di warê di-rustkirina parkeyan de wê bigi-he Duhokê."

Ev cara yekem e di dîroka şa-redariyên Kurdan de, dû şare-vanî insyatîfê bikin di pêşkef-tina peywendiyên civaka Kurdîlid û parçên cuda de. AbdullahDemirbaş tekez kir ku ev carayekem e lê wê nbe ya dawî û do-mand: "Emê ji niha û pêve hewlbidin çûnhatina navbera herdûparçên Kurdistanê asantir bikinû me komîteyek destnîşankiriyebo nehêştina visa û bo serdanasaziyên peywendîdarên dew-letê bo vê mebestê bike. Ger meev pêk anî hingê em dikarin wêçaxê navçeyeke azad a bazirganîjî dirust bikin û bihêlin dewletdergeheke dinê fermî di nav-bera herdû welatan de veke."

Hevkariya şaredariyên Bakûr û Başûr:

Li Kampa Mexmûrê pitûkxane vedibe

Kurdıstanî4

Şaredariya Amed-Sur û Dihokê wê li Mexmûrê karekî hevbeş bikinwww.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 5: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Rûdaw 5Hejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009 Kurdıstanî

25 saliya koçkirina Cegerxwîn

Di roja 22’e cotmeha 2009’ande, bi helkefta derbasbûna 25salan di ser koçkirina Seydayê Ce-gerxwîn re, grûbên siyasetmedar,rewşenbîr û hezkerên peyva kurdî a resen serdana gora wîkirin, gurzên gulan li ber sere wî danîn û hin helbestên wîxwendin. Di serî de mamoste Hemîd Derwêş (Sekretêrê Par-tiya Demoqratî Pêşverû Kurd li Sûriye), yê ku wek hevalekîCegerxwîn yê şexsî bû hem jî Cegerxwîn endamekî Partiya wîbû. Wî gurzek gul li ser gorê danî û bi rêzgirtinek mezin li pêş-berî gora wî sekinî. Her wiha grûbê rewşenbîran jî ku ji min,mamoste Derwêşê Xalib, Mamoste Rezo Osê, yê ku tevî ne-saxiya xwe di gel kebaniya xwe hatibû û gelekên din pêk dihat,me jî gurzek kulîlkên rengîn li ser gora wî danî…

Heja ye gotinê ku gelek şandên din jî bi gul û kulîlk hatibûnserdana gora Cegerxwîn, lê ne bi girsbûna partiya pêşverû…Danê êvarî me ahengek bo heman bîranînê di hola Dr. Nûred-dîn Zaza de, li bajarê Qamişlo pêk anî. Di wê ahengê de jima-rek mezin ji nîvîskar, rewşenbîr û ji kesayetên welatparêz ûhevalên Cegerxwîn yên Partiya Pêşverû lê amade bûn. Di dest-pêkê de ez li ser berhem û karê wî axivîm û min balkêşand liser xebatên wî ji bo milletê kurd û min got: Ji mafê Cegerxwîneku em wî bi bîr bînin û ji mafê her kurdekî ye ku xwe bi naveCegerxwîn paye, serbilinid û bextewer bibîne.. Hem jî min hel-bestek xwend. Di pey re nîvîskar Derwêş Xalib li ser rola Ce-gerxwîn di derbarê nûjenkirina tore û çanda kurdî de gotarekxwend û û gelek nimûne ji helbestên wî gotin…Dipey re Meh-mûd Badillî gotarek li ser rola Cegerxwîn di derbarê xebatajina kurd û şiyarkirina wê xwend…

Gotina dawî a mamoste Mamoste Hemîd Derwêş bû. Wîçend dîmen ji bîranînên xwe bi seydayê Cegerxwîn re anînholê û got: Min Cegerxwîn di sala 1954 de naskir, piştî ku mePartî di sala 1957 de avakir.. Hevala ez şandim Qamişlo bo dî-tina wî, da ku ew û Partiya  wî (Azadî) ya ku berî hingê hatibûdamezirandin, tevlî partiya me bibin… Dawî Cegerxwîn qe-bûlkir û tevlî partiya me bû… û ma endamê komîta navendîheta roja dawî.. Ji wê hingê ve ez û Cegerxwîn rojane man bihev re… Min gelekî jê hizdikir û gelekî xizmeta wî dikir. Tevlîku ez sekretêrê partiyê bûm, min qeytanê sola wî girêdidan…Gelek nîşanên Cegexwîn  yên hêja hebûn:

-Alîkariyê doza jina kurd bû di warê maf û xebatê de.- Mêrxas bû di dîtinin û nerînê xwe de. - Dijî kevneperistiyê bû. - Ne tenê helbestvan bû, lê belê siyasî jî bû.. Gelek ji hez mil-

letê xwe dikir û ji ber vê yek dihat girtin û zindankirin..Di dawiyê de gelekan ji kesayetiyên beşdar nerîn û dîtinên

xwe derbarî Cegerxwîn anîn ziman.

Konê Reş

Sabir Qadirî

Sine (Rûdaw) – Li gor dane-yên fermî yên Wezareta Tendi-rustî ya Komara Îslamî ya Îranêli navçeyên Kurdistanê 5000rewşên nexweşiya AIDS’ê hene.AIDS ku heta sala 1981’ê weknexweşiyeke nenaskirî mabû, disala 1987’an de cara yekem liÎranê jî derket holê û piştî 22salan, niha hejmara nexweşênAIDS’ê li Îranê li gor îstatîstîkênfermî yên Wezareta Tendirustîdigihe 20 hezar kesan. Lê sazî ûdezgehên sivîl idia dikin ku liÎranê zêdeyî 50 hezar nexweşênAIDS’ê hene.

Hejmara qurbanên AIDS’ê licîhanê bi giştî jî zêde dibe ûheta îro zêdeyî 25 milyon kesancanê xwe jiber vê nexweşiyê jidest dane. Îstatîstîkên Rêxistina

Tendirustî ya Cîhanî WHO yabi UN re kar dike, dide xuyaki-rin ku ji sedî 80 guhastina vênexweşiyê bi rêya têkiliyên cinsîye. Lê berpirsên Wezareta Ten-dirustî ya Komara Îslamî yaÎranê radigihînin ku li Îranêtenê ji sedî 4 ji hejmara nexwe-şan bi rêya sêksê tûşî vê AIDS’êbûne.

Nûnerê bajarê Seqz û Bane liParlamenê Îranê FexreddînHeyderî dibêje ku ku li gor we-latên din bi giştî hejmara nex-weşên AIDS’ê li Îranê kêm e, lêbelavbûna vê nexweşiyê vedi-gere gelek faktorên çandî û ci-vakî. Heyderî eşkere kir kuWezareta Tendirustî ya Îranê ûnavendên tendirustiyê xemsarin û wiha got: "Mixabin naven-dên bi Wezareta Tendirustî vegirêdayî, ji bo nehîştina vê nex-

weşiyê şîretên pêwîst nadinxelkê. Divê Wezareta Tendi-rustî girîngiyê bide hişyarkirinaxelkê û divê di qonaxên xwen-dinê yên seretayî, navendî û lîsede şîretkarî li xwendekaran bêkirin."

Jimara nexweşên AIDS’ê liParêzgeha Sine nêzîkê 800-1500 kesan e û li Azerbaycan aRojava nêzîkê 500-1200 kesane. Herwiha li Kirmaşanê 3000kes bi AIDS’ê ketine. Lê li gorîstatîstîkên navendên sivîl û sa-ziyên NGO hejmara nexweşênAIDS’ê zêdeyî 9000 kesan e.

Ji aliyekî din çavdêrê rewşaRojhilatê Kurdistanê Dr. RehîmFerehmend belavbûna narkotî-kan û planên hinek aliyan weksedemên sereke yên belavbûnanexweşiya AIDS’ê li navçeyênKurdnişîn binav dike û dido-

mîne: "Li welatên din sedemêsereke yê belavbûna AIDS’êpeywendiyên sêksî ne, li Rojhi-latê Kurdistanê jî narkotîk û ala-vên bikaranîna wan in."

Navbirî behsa sedemên zê-debûna AIDS’ê dike û pêdediçe: "Bêkarî û paşketina aborîjî di zêdebûna AIDS’ê de sede-mên serekî ne. Mixabin ne liKurdistanê tenê lê li seranserêÎranê îstatîstîkeke eşkere û di-rust tune ku hejmara rastî yanexweşên AIDS’ê destnîşanbike."

Partiyên Rojhilatê Kurdis-tanê jî herdem dibêjin ku destêKomara Îslamî ya Îranê bi xwedi belavkirina nexweşiyaAIDS’ê û narkotîkan de heye. Bibaweriya wan hikûmet wihadike ji bo dengê nerazîbûnaxelkê bitemirîne.

AIDS li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibeLi gor îstatîstîka navêndên sîvîl hejmara nexweşên AIDS’ê li Kirmaşanê 3000, Sine navbera 800-1500 kes in. Ev hejmar li hemû herêmên Kurdan 9 hezar e.

Berlîn (Rûdaw) – Li Sûriyegirtina Kurdên pênaber yên kuji Almanya tên dersînorkirinberdewam e. Piştî mohrkirinapeymana paşveşandina pena-berên ji Sûriyeyê, çendîn pena-berên Kurd paşve hatin şandinû ew ji aliyê hezên rejîmê hatinbinçavkirin. Niha dadgehekeAlmanya paşveşandina pena-beran rawestand.

Roja 8’ê vê mehê de polîsênAlman li nêzîkî bajarê AlmanyaBielefeldê avêtin ser qampekîpenaberan û malbata KurdênEzîdî, malbata Cindo girtin ûberê wan dan Şamê. MalbataCindo jî yek ji wan malbatên jiBaşûr-Rojavayê Kurdistanê bû,ku mafê wan yê penaberiyê na-hatibû qebûl kirin û bi paşve-şandinê ve rû bi rû bûn, nemazapiştî li hev hatina hikûmetên

Almanya û Sûriyeyê li ser paş-veşandina 7000 penaberên wî

welatî. Li gor agahiyên ‘’SaziyaGelê li Jêr Tehdîdê ne / Ge-

sellschaft für bedrohte Völker”(GfbV) jinebiya 55 salî Sexa

Cindo, keça wê ya 22 salî ûhersê lawên wê li balafirgehaŞamê bi sedema tevlîbûna çala-kiyên li dijî rejîme, hatin binçav-kirin. Paşveşandina malbataCindo di van du mehên dawînde bûyera sêyem bi vi rengî ye.

Beriya wê jî ciwanê KurdXalid Kenjo di 1’ê îlona borîpaşve hatibû şandin û di 13’êmehê de li Qamişloyê, bi îddaya“belavkirina agahiyên nerast” jialiyê hezên ewlekariya Sûriyeyêhatibû binçavkirin. Xalid Kenjodi sala 2002’an de li Almanyayêdoza penaberiyê vekiribû ûdaxwaza wî di hemû astan dad-weriyê de hatibû redkirin.

Herçiqas Wezareta Derve yaAlmanyayê ji rewşa mafê miro-van li Sûriyeyê bi guman e ûdide xuyakirin ku girtî tên îş-kence kirin, rastî lêxistinê tên ûgirtî tên windakirin jî, heta nihapeymana paşveşandinê neha-tiye betalkirin. Li gor agahiyênrexistina mafê mirovan Am-

nesty International (ai) di sala2008’an de 5 mirov di girtîge-hên Sûriyê de hatin kuştin.Çendîn rêxistinên mafên miro-van yên wekî GfbV û Pro Asylbang li Wezirê Navxwe yê Al-manyayê Wolfgang Schäublekirin ku paşveşandina penabe-ran rawestîne û peymanê betalbike. Lê li beramberî vê dax-wazê berdevkê Schäuble ragi-hand ku “ji bo paşveşandinêparêzgehên Almanyayê ber-pirsyar in.“

Di vê navberê de DadgehaÎdarî ya bajarê Osnabrück (Ver-waltungsgericht Osnabrück) didoza penaberekî Kurd bi navêS.H. di 7’ê vê mehê de biryarapaşveşandina ji bo Sûriyeyê ra-westand. Di biryarê de hatiyegotin ku dadgeh bi guman e kupenaberên paşveşandî ne tenêrastî lêpirsînê tên, lê ew bi çen-dîn mûameleyên din yên şîd-dete re rû bi rû dimînin.

Dadgehê dersînorkirina penaberan rawestand

Xizmên penaberan li dijî dersînorkirinê li hin deverên Almanya çalakiyan lidardixin

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 6: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Rûdaw6 Hejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009Nûçe

Hêmin Abdulla

Köln (Rûdaw) - Herçiqasî min pir-tûkên wî xwendibûn û li gel nivîsên wîjiyabûm jî, lê belê hê derfet çênebûbûku Cemal Nebez ji nêzîk ve bibînim.Hefteya borî dema dibihîze hevkarême Ako Mihemed ji Hewlêrê hatiye, bitrênê ji Berlînê heta Kolnê tê. Dema listasyona Kolnê me mamoste Cemaldît, min ne dixwest wek Faris dibêjin‘bibim mêvanê nevexwendî.’ Lewma ligor min normal bû tenê slavekê lêbikim û piştre wî û mêvanê wî bi tenêbihêlim. Lê wî bi germî em herdu hem-bêz kirin û vexwendin li gel wî herin ci-hekî aram rûnin.

Berî wî bibînim, min wiha hizir dikirku Cemal Nebez kêmaxaftin be û wekbeşekî zêde ji wan akademisyenên minberê naskiribûn, corek ji nefismezinî ûxwe zana dîtin pêre hebe. Helbet gerwiha bûya jî, neheqî nedikir. Lewrebawer nakim Kurdekî paqij hebe xwe

deyndarê Cemal Nebez nehesibîne, kubi kitêb û lêkolînên xwe çavê zêdeyînifşekî vekir û ew fêr kirin çawa bi şê-wazeke dirust hez ji welat û neteweyaxwe bikin. Lê piştî hevdîtinê û gotû-bêjê, min fahmkir ku Nebez ne ku bitenê îddîaya zanabûnê nake, lê dibe kubi tundî jî berê xwe dide xizmetên kuheta niha ji netewa xwe kirine.

Nebez digot: “Astengî pir bûn, yanna me karîbû karên mezintir jî pêk bia-niya.” Dema qala hinek xeletiyên meyên dîrokî jî ku hinek kesayetiyên Kurddikin û piştî derbasbûna deh salan serwan poşman dibin, kir digot: “Niha çifeyda poşmaniyê heye? Êdî dema pê-wîst bo rastkirina xeletiyan derbasbûye.” Dibe ku ev peyv bo kesên ku ça-renûsa Kurdan niha di destê wan de ye,zengilê hişyariyê be: Xeletiyên dîrokînekin, jiber dibe ku êdî dema we tunebe bo rastkirina wan.

Kêfa min ji rûniştinên dûr û dirêj renaye. Bi baweriya min gotûbêjeke wiha

berhemdar ku herdû alî ji hevdu fahmbikin û li hevdu guhdarî bikin, divê nezêdeyî seatekê dirêj bike. Nemaze kuew kesê tu gotûbêjê li gel wî dike Kurdbe bi piranî berî derbasbûna wê seatê jîtu hest dike bi dûbarebûnê û vegotinaçîrok û agahiyên berê. Lê belê bi CemalNebez re ne tenê seatek lê dibe ku rojekbi temamî jê kêm be bo guhdarîkirinawî û danûsitendinan li gel wî.

Cemal Nebez di nava her behsekegerm û giliyekî rast de serpêhatiyekexwe ya li gel Beşîr Muşîr vedibêje.Dema behsa –ustad dikir, bi girnijî-neke dilovan û xoşewîstiyeke mezin di-axft. Herwiha dema axaftinênmamosteyê xwe jî dûbare dikir, ji dilêxwe tîqetîq pê diket û dikeniya.

Cemal Nebez behs dikir çawa didema xwe de wek mamosteyekî zanîn-gehê li Almanya piştîvaniya wan xwen-dekaran kir ku xwestine mamosteyênwan li wan guhdarî bikin. Lê mamosteji dil hevkariya wan nedikirin loma ji

wan aciz dibûn. Nebez digot: “Pêwîst erêz li mamosteyan bê girtin.” Demapiştre jî qala mamosteyên xwe dikir,min hest dikir ku pir bi rêzdarî qalawan dike û bi serbilindî behsa wandike. Wek mînak derbarê mamoste-yekî xwe yê Almanî ku zanayê gerdûn-nasiyê bû digot: “Mirovekî pir zîrek bû.Di jiyana xwe de pir kêm digrîm, lê sermirina wî mamosteyê xwe yê zana pirgiriyam.”

Mamoste Cemal digot: “Mirin tiş-tekî xwezayî ye û her tê.” Bawer dikimku hatina vî tiştê xwezayî wê hinarikêngelek xwendkarên vî mirovî bi rondi-kan şil bike, lê gelo ne baştir û rasttir eku heta sax e rêz lê bê girtin? Hogirekdibêje sedemê girîngiya Cemal Nebezjiber ew diyardeyê û pir zehmet e dinav Kurdan de dûbare bibe. Çiqasî rindbû ger me bêhtir qedrê vê “diyardeyadûbarenebûyî” zanîba.

Sohbetek li gel Cemal Nebez

‘’Ne tenê li miriyan li saxan jî rêz bigrin’’

Cemal Nebez (Wêne: Rûdaw)

Enqere (Rûdaw) – Pêşwaziya ku li‘‘komên aştiyê‘‘ hat kirin li Tirkiyeyê bûsedem ku AKP pêvajoya ‘vebûnaKurd‘‘ bide rawestandin. SerokwezîrêHikûmeta AKP‘ê Erdoğan ku ji pêşwa-ziya Kurdan acis e û bûye hedefa rex-neyên tûj yên partiyên muxalîf, hatina‚‘koma aştiyê‘‘ ya Ewrûpa da rawestan-din. Li aliyê din çapemeniya Tirk bigiştî ‘‘pêşwaziya gel ya beramberêkoman wek ‘‘şova DTP’ê‘‘, helwestêndozgeran wek ‘‘binpêkirina huqûqê‘‘ ûhatina gerillayan jî wek ‘‘teslimbûnê‘‘binavdike. Partiyên mûxalîf û dijberênproseya aştiyê CHP û MHP jî hikû-metê bi stûxwariya hember daxwazênPKK’ê tawanbar dikin.

Li beramber coşa Kurdan ya aştiyê,helwesta partiyên mûxalîf û zimanêprovakatîf ya çapemeniyê ji niha ve bûsedem ku li gelek deverên Tirkiyê ye,êriş li ser Kurdan bê kirin.

Propogandaya ku ji aliyê çapeme-niyê wek ‘’serkeftina Kurdan û têkçûnaTirkan’ tê binavkirin bû sedem ku liElezîz, Enqerê û li Konyayê mal, dik-kan û avahiyên DTP’ê bibin hedefa êrî-şên nîjadperestên Tirk.

Ji aliyê din KCK daxwuyand ku,

konsolosên Tirkiyêyê belgeyên rêwîn-giyê nedane endamên koma ku wê jiEwrûpayê vegere. Li gor daxuyaniyaCîgirê Serokê KCK’ê Zübeyir Aydar 15kesên ku ji bo vegerê amade kirine dix-westin di 28’ê Cotmehê de wê ji Bala-firgeha Düsseldorfê birêvekinStenbolê. Di heman demê de WaliyêStenbolê Muammer Güler daxuyandku wê destûr nedin koma navborî jiEwrûpayê were Stenbolê.

Herçend Aydar got ku, “ne hewce yekoma Ewrûpa bi girseyî bê pêşwazîki-rin jî‘‘ Serokwezir ji Pakistanê daxu-yand, ku hatina koma Ewrûpayêpaşvexistine.

“Muxalefet raya giştî gur dike”Li aliyê din nûnerê saziyên civakî li

ser xetimandin û helwestên tund yêndawîn daxuyandin ku wê rawestandinû xetimandina pêvajoyê bibe sedemaşer û pevçûnan.

Mamosteyê Zanîngeha Selçuk û pis-porê siyasî Prof. Yasin Aktay, Parla-menterê AKP’ê yê Amedê MehmutErdoğmuş, Parlamentera DTP’ê yaStenbolê Sebahat Tuncel û Mamosteyêzanîngehê û nivîskarê rojnameya Ta-

rafê Ayhan Aktar li ser vegera komênaştiyê û pêvajoya çareserkirina pirsgi-rêka Kurd de ji Rûdawê re axif în.

Prof. Yasin Aktay: Vegera herdû grûbên PKK’ê serkef-

tina pêvajoya çareserkirinê ye. Lê belêCHP û MHP bi awayekî din û wek ser-keftina PKK’ê berê xwe didin vê pên-gavê û ev helwesta wan ne helwestekeniştîmanî ye. Ew raya giştî gurdikin.

Mahmut Erdoğmuş (Parlamenterê AKP’ê yê Amedê): Vegera herdu grûban bandoreke

berfireh kir. Roja vegera wan grûban liAmedê wek cejnê bû. Ger aştî bicîhbibe, pêwîst e roja 19’ê cotmehê bibecejneke niştîmanî. Pêwîst e ji bo serkef-tina pêvajoya careserkirinê nazikiyarewşê li ber çav bê girtin."

Sebahat Tuncel (Parlamentera DTP’ê ya Stenbolê): Eger dewlet rê li pêşiya ragehandina

nexşerêya Öcalan negirtiba, pêngavaîro wê berî du mehan bihata bicîhkirin.Em bizanin ku dewlet e li ser çareser-

kirina pirsgirêka Kurd çiqasî pêdagir e.Divê em hinekî çaverê bikin û di biryargirtinê de lezgîniyê nekin.

Ayhan Aktar (Nivîskarê Rojnama Tarafê): Vegera grûbên aştiyê gaveke baş e û

ji bo bidawîanîna bêbaweriyê pênga-veke girîng e. Ev pêngav qrîza bêbawe-

riya Kurdan beramber dewletê ber biçareseriyê dibe, lê belê pêwîst e ewgrûbên ku vegeriyan helwesteke wihanekin ku bibe sedemê gurkirina rayagiştî. Muxalefet jî vêya bikar tîne û bi vîawayî raya giştî li dijî hikûmetê gurdike.

Deriyê ‘‘vebûnê‘‘ hat girtin!

Arnheim (Rûdaw) - Her çend kuev du heftiye winda ye, polîsên Hol-landa dawiya hefteya borî eşkerekirin ku Kurdek rûniştvanên bajarêArnheimê ji aliyê grûbek nenas vehatiye revandin. Metin Aydınê 45salî ku ji Dêrsimê ye, xwediyê kafe-yek û çend dezgehên otomatên qû-marê bû. Heta niha kes nizane çi biserê Metin hatiye û ew grûba ku wîrevand kî ne.

Rûniştvanê taxa Raykersvud yabajarê Arnheime Metin Aydın jialiyê cîran û hevalên xwe ve wek zi-lamekî dilsoz û rêzdar dihat naski-rin. Muşteriyekî cafeya wî jirojnameya Telegrafa Hollandî re ra-digihîne ku Metin Aydın ji bo wîwek bavekê bû: “Alîkariya min kir kuzanîngehê bixwînim. Ez niha jî têna-gihim çima hatiye revandin.” Cîra-nekî Hollandî jî dibêje: “Min li taxame di derbarê wan de ti tiştekî xirabnebihîstiye.”

Otomobîla polîsanBeriya ku Aydın bê revandin bi

çar şevan, şeva 9’ê Cotmehê demakafeyê digire û vedigere mal, hevjînaxwe agahdar dike ku du otomobîlketine pey û heta nêzî mala wî li gelhatine. Êvara 13’ê Cotmehê 7 zilamtên ber deriyê mala Metin û bi zorêwî radikêşin nav otomobîla xwe. Ewzilam li ser otomobîlên xwe glopênşîn ên polîsan datînin û wisa nîşan

didin ku ‘Tîmên taybet yên polîs in.’’Niştecîhên taxê bi çavê xwe girtinawî dibînin û dibin şahidê wê yekê ku7 zilam otomobîla Aydın a Merce-des li gel xwe dibin û gûmanê peydadikin. Ji ber Metin dike qêr û hewarû naxwaze bi wan re biçe. Ji ber vê jîcîranên wî têkilî bi gel polîs re datî-nin.

Polîsan hefteyek zêdetir nûçe veşartinPolîs hefteyekê nûçeya revandinê

nedan çapemeniya Hollanda. Hetaniha jî çîrok nehatiye zanîn û roj-name ji ber sedema bêdengbûnê di-pirsin ku bersivekî vekirî ji polîsannabihîsin. Hevjîna Metîn ji polîs zê-detir hêviyê ji capemeniyê dike ûdixwaze zêdetir li ser wê dozê bini-vîsin: “Bi wê sedemê ji bo dîtinaMetin wê raya giştî çêbe û gelek keswê karibin bibin alîkar.” BirayêMetin ê biçûk Mehmet Aydın se-demê revandina birayê xwe nizaneû gûmana wî naçe li ser ti kesê. Wihadibêje: “Metin kesek zêde rastbêj bû.Kîna wî ji ti kesê nebû. Ti pirsgirêkênwî li gel ti kesê nebû. Ew ne endamêti partiyek siyasî bû û tenê karê ba-zirganiyê dikir.”

Tê gotin ku, beriya deh salan 12xwediyên kafeya ku hina Metin bi-kartîne, hebûn. Ev yek dibe ku jipolîs re rêça revandina Metin derxeholê.

Kurdekî li Arnheimê hat revandin

Prof. Yasin Aktay Sabahat Tuncel Ayhan Aktar

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 7: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hew-lêrê mîhrîcana f îlmên kurdî ûfransî destpêkir. Di çarçovamîhrîcanê de gelek f îlm tênpêşkêşkirin. Navenda ÇandaFransî ya Hewlêrê di çarçovaçalakiyên hunerî de li Hewlêrêmîhrîcana f îlmên kurdî ûfransî li dar xist. Mîhrîcana di21'ê cotmehê de destpêkir û 4rojan berdewam kir. Di çar-çova mîh- rîcanê de gelek bel-gef îlm, kurtef îlm û f îlmênmetra dirêj hatin nîşandan. Fîl-mên ku li deverên cuda yênbajar û li qadên vekirî hatinpêşkêşkirin, rastî eleqeyekmezin hatin .

Rêvebera Navenda Rewşen-bîrî ya Fransayê, Emly Bonzeberî destpêka festîvalê bal ki-şand ser wê yekê ku armancawan ji festîvalê duristkirinapirek çandî di navbera Fransaû Herêma Kurdistanê ye.Bonze spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistan ûsponsorên festîvalê kir. Zêdetirî 10 şîrket weksponsor pişikdariya festîvalê kirin.

Di festîvala sînemayê de rojane kurtef îlmekkurdî û filmekî fransî bi jêrnivîsa kurdî ji bîne-

ran re hat pêşkêşkirin. Di nav f îlmên fransîde f îlmên wekî Xêrhatin, Largo Winch, Azur,Asmirû û neslê pêncem jî hebûn. Fîlmanenovborî filmên navûdeng ên sînemaya Fran-sayê ne.

7

Salihê Kevirbirî

Rûdaw (Stenbol) - Kitêba siyasetmedar û ni-vîskarê Kurd Abdullah Kaya ya bi navê “Bir DagKavmi, Kayıtdışı Bir Isyan” (Qewmekî Çiyê, Ser-hildaneke Neqeydkirî) ji nav Weşanên Avestayêde derket. Kitêba dabaşa mijarê, bahsa serdemekereş-tarî û tije êş û jan ji me re dike. Bi gotineke din,kitêb bi vegotineke herikbar bahsa “SerhildanaSasonê” dike ku di nîveka salên 1930’yî de pêk ha-tiye.

Abdullah Kaya di amadekirina kitêbê de, li gelku serî li çavkaniyên nivîskî daye, wisa jî bi kesênku bûyer jiyane û bi mirovên wan bi xwe re dayeû standiye, fikir û ramanên wan wergirtiye.

Nivîskarê kitêbê Kaya li ser kitêba xwe wiha di-bêje: “Hema bêje herkesê ku hay ji serdema nêzya Tirkiyeyê heye, “Serhildana Sasonê” bihîstiye.Lê ez di wê baweriyê de bûm ku derbarê tiştên liwir qewimîne de, pir kêm agahî hene. Min xwestperdeya li ser bûyera sernixûmandî ya ku ji din-yaya derve dûr e rakim. Bi ser de jî min xwest kuTirk, Kurd û nifşên bên hay ji vê karesata pêkhatîbibin.

Abdullah Kaya, di sala 1947’an li Hezoyê (Koz-luk) hatiye dinyayê. Piştî qedandina Lîseya Sêrtê,ji Beşê Îdarî û Siyasetê ya Fakulteya Zanistên Si-yasî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn dibe. Piştîmufetîşiya salan a burokrasiyê dikeve nava siya-setê. Serdemek Serokatiya Şaredariya Hezoyêdike. Paşê di DEP, HADEP û DEHAP’ê de rêve-

berî dike. Li sazûmana leşkerî ya bi navê JÎTEM’êtê îşkencekirin û dikeve girtîgehê.

Gelek gotarên Abdullah Kaya di rojname û ko-varên cuda de hatine weşandin. Her wiha Kaya binavê “Hevriz Ağacı” (Weşanên Îletîşîm, Stenbol,2002) û “Bablekan” (Weşanên Pêrî, Stenbol 2004)xwediyê du kitêban e.

“Bir Dağ Kavmi, Kayıtdışı Bir İsyan’’

Kitêba Serhildana Sasonê

İsmet Siverekli

Rûdaw (Berlin) - Hozanê navdar (Ali) Baran,bi du zaravayên kurdî stranan pêşkeş dike. Ew jibajarê Dersimê ye. Malbata wî li herema Dersimêde malbateke navdar e. Bavê wî hunermendê binav û deng Mahmud Baran ê. Ew di nav stranênArif Cizrewî, H. Cizrewî, Kewîs Axa, MeryemXan û de mezin bûye û hê jî stranên wan deng-bêjan arajman dike û bi awayekî nûjen distirê.Stranên wî ye şoreşgerî bûn sedemê terikandinawelat.

Em sohbeta xwe bi sedemên derketina ji welatdest pê dikin: "Ez cara yekem di sala 1976’an de linavçeya Xozatê, Dersimê derketim ber gel û bikurmancî stran got. Pişt re li gelek deran bi stra-nên şoreşgerî derketim pêşberî gel. Stranên minli ser gel gelekî bandor kirin. Ji bo vê yekê polîsêTirk gelek caran êrîşê min kirin. Min di sala1977’an de li bajarê Amedê di sînemaya Dîlanê dekonserekî xurt lidarxist û li vir hatim girtin û dumehan di girtîgehê de mam. Piştî girtîya Amedê,min koçe Almanyeyê kir."

H o z a nAli Baran, li

diasporayê ji boperwerdebûna xwe

serî li zanîngehê dixê ûbeşa kîmya û muzîke dix-

wîne. Piştî re dest ji xwendinakîmyayê berdide û bi tenê bi muzîkê re mijûl

dibe. "Min li diasporayê xebatê xwe yên mûzîkîdomandin û di sala 1981’an de albûma bi

navê "Lo warê" derxist. Piştî vê albûmêmin di 1982’an de "Derîyê Hepis-

xane", di 1987’an de "Ey Der-sim", di 1989’an de "Helepçe ûZindan" û di 1991’an de "Cene

Cene" amade kir." Baran di sala 1992’an de serî li saziyên fermî

dixê û dibe hemwelatiyê Alman. Di vê salê de ser-dana Tirkîye û Kurdistanê dike û li gel huner-mendê Tirk Arif Sağ xebata hûnerî dimeşîne:"Piştî zivirandina min li Kurdistanê, min demekîdirêj bi hunermendê Tirk Arif Sağ re xebatê kir.Di ancama vê xebatê de min di 1985’an de kaseta"Destê Ma", ku ji alîyê radyoya Alman ve hatibûkeydkirin, amade kir. Paşe min albûma "DestêMa" û di sala 2000’an de jî "Evina Me" û di 2005’ande "Teberik" çêkir."

Ji bo wî jiyan welat û gelê Kurd e: "Jiyanek bêgel wek germiyek be tahm e. Daxwaza min eweku zarok bi çand û adetên Kurdî bên mezin kirinû jiyankirin. Hevîya min ewê ku ez ji gele xwe rexizmetê bikim û ev felsefeya jiyana min e û ew jibo min serbilindî ye."

Hûnermendiya wî ji malbatê tê: " Ji mal de embi kurmancî dipeyivîn. Bavê min hunermendê binav û deng Mahmud Baran e. Di sala 1975’an deçu ser dilovaniya xwe. Kaseten mûzîkê yên bavêmin hene û dayika min jî xweş distre, ji bo vê se-demê zarokatiya min di nav hûnerê de derbas bû."

Ew ji herema zazakî tê û stranên xwe herî zêdebi zaravê kurmançkî distire: "Ez ji herêma Dêr-simê me. Li wir bi gelemperî bi kirdkî tê axaftin.Lê ez zêde bi zaravayê xwe kurmancî distirim, ligel vê yekê bandora zaravayê zazakî jî li ser minheye û car caran dimilî jî distirim. Ez ji zaravayê

dimilî hez dikim; çava ku Kurdê Dihokê bi so-ranî distirin, ez jî bi dimilkî distirim. Ez di al-bûmên xwe de her dem 2 an jî 3 stranên

dimilkî bi cih dikim.Berê bi çend mehan UNESCO’yê li ser zima-

nên ku li ber wendabûnê ne, raportek weşand ûdi vê raporê de zimanê zazakî jî hebû: "Zimanêdimilkî di demekî zehmet de ye; lê pirsgirêka mi-rovên ku dimilî diaxifin eve ku zimanê xwe di ji-yana rojane de bi kar nayînin. Dimilî hemû liheremekê jiyan nakin û ji hev qetiyane; di kom-kujiyan de derbas bûne. Gelê Zaza ji dema Os-maniyan de heta îro bûye berxê ber kêrê. Piraniyawan Zerdeştî ne, bi zor û komkujiyan bûne Mus-luman. Li Tirkiyeyê nêzîkê 3 mîlyon Zaza hene ûzimanê wan di xetera tunebûnê de ye, eger em lêxwedî dernekevin. Rewşa dimiliyan li ser minbandoreke mezin kiriye. Ez hîn zarok bûm, apêmin stranek ji min re digot, navê stranê "Bûkê" bû.Ev stran min di sala 1987’an de dialbûma ‘Ey Dêrsimê‘ de got.Bandora wê stranê li sermin nebûyane, ez îro ne-dibûm hunermend."

Baran di derbarêhostayên xwe dewiha dibeje: "Hos-tayê min bavê minbû û ez di bin ban-dora wî de mame.Heta niha 34 sal e, ezher dem jî wî ji birnakim û guhdarî wîdikim. Min hetaniha 10 albûmamade kiriyeû di wanh e m ûa l b û -m a nd e

yek an jî du stran ê bavê min in. "Gelek stranbêjên Kurd guhe xwe nadin wêjeya

Kurdî: "Eger stranbêjên Kurd guhê xwe nedin wê-jeya Kurdî, ev yek şaşiyek pir mezin e. Huner-mend wek ronakbîr divê pirsgirêken gelê Kurdbide ber çav û jana dilê dayikên Kurd bizane. Egermirov vê nede ber çava, wê çawa stranên kurdîbistirê û çawa rewşa gelê xwe bîne ziman. Stran-bêj nikare bêje ‘ez tenê distirim, jiyana Kurdan ûdaxwaza gelê Kurd ne pirsgirêkên min in.’ Divêstranbêj stranên xwe bi xwe çêke û binivîse. Ji bovê yekê divê daxwaza gelê xwe bizane, rewşa wîbi stranan bîne holê.

Di hunera we de rola Cegerxwîn, Feqiyê Tey-ran û Melayê Cizîrî çi ye? "Min ji berhemên Ce-gerxwîn, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî sûdwergirtiye. Raza diroka Kurdan di nav berhemênvan hunermend û nivîskaran de ye. Divê mirov jiwan sûd bigre. "

Hozan Ali Baran dixwaze serdana HerêmaKurdistanê bike: "Ez dixwazim serdana Kurdis-tanê bikim û li wê derê konseran bidim. Ez nax-wazim wek turist herim wir. Daxwaza min ev bûku dezgehek Kurd min dawet bike û li gel min bi-xebite."

Baran di dawiyê de bahsa pîlan ûprojeyen xwe yên peşêrojê jî dike:

"Ez li benda CD’ya nû me. Divan rojan de ewê derkeve û

em amadekariya klîpeki jîdikin. Ez dixwazimherim Kurdistanê û CDya xwe bidim nasandin;ji bo vê di nav xebatê deme."

Çand û HunerRûdawHozanê navdar Baran:

Hostayê min bavêmin bû

Hozan Baran: Ez hîn zarok bûm, apê min stranek ji min re digot, navê stranê "Bûkê" bû (Wêne: Rûdaw)

Fîlmên Fransî li Hewlêrê bûn

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 8: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

RûdawHejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009

Atina (Rûdaw) - Şewekarê Kurd ênavdar Serhad Bapîr hêj di biçûkahiyaxwe de bi qabîliyeta xwe ya çêkirina re-siman dihese. Her çiqas ku ew xwen-dakarekî jêhatî jî bûye lê dîsa jî ew li gorgotina wî bi “tiştê beradayî”, bi çêkirinaresiman mijûl dibû. Di rastiyê da çêki-rina resiman ji bo wan huner û qabîli-yetekî malbatî bû. Niha li cem 8 xwişkû birayên wî jî qabîliyeta vê hunerêkêm zêde heye. Birayekî wî li Kurdis-tanê akademiya hunerên ciwan dix-wend lê ji ber zordariya dewleta Tirkandev ji xwendina xwe berda. Herwihaxwişkekî wî li Tirkiyeyê akademiya hu-nerên sipehî qedand û niha wek ma-mosteya resim li wir dixebite. BelêSerhad Bapîr di derbarê gelek pirsêndin de bersiva Rûdawê da.

Te çawa dest bi hunera şêwekariyêkir?Piştî ku ez wek multeciyekî bê cî û

war gihîştim Yunanîstanê, li vir li ba-jarê Selanîkî, di navbera salên 1987-1992’an da min di akademiya hunerênsipehî ya zanîngeha Arîstoteles beşaresim xwend. Ji bo xwendina xwe minji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bursaxwendinê stand. Herwiha di navberasalên 2001-2007’an da jî min beşa gra-f îkê (dîploma diduyan) xwend. Ji sala1997’an û pê va ez di dibistanên navînû lîseyan da wek mamosteyê resim, fo-tograf û dîroka hunerê dixebitim.

Te heta nîha li çend cihan pêşengehvekîrîne? Heta niha min 6 li Yunanîstanê û 1

jî li Swedê, 7 pêşengehan vekiriye ûherwiha ez beşdarê nêzîkê 100 pêşen-gehên din bûme. Pêşengeha min a herîmezin û ya herî zêde balê kişand, îsaldi mehên nîsan û gulanê da li NavendaÇand û Hunerê ya Vafopulîo ya bajarêSelanîkî pêkhat. Di vê peşengeha xwede min 92 berhemên ku di navberasalên 1988 û 2008’an da çêkiribû nî-şanê hunerdostan da. Bajarvaniya Se-lanîkê ji bo vê pêşengehê katalogekîsipehî da çapkirinê.

Çi dihêle ku tu her dem li çêkirinaresman germ bibî?Afirandina hunerê dişibe wek dey-

nekî ruhî, ango çawa ku mirov deyn-darê hinan be û ji mecbûriyetê divê kumirov vî deynê xwe bide. Huner, angoji bo min resim û graf îk, wek nan û avêye ku min xwedî dike û min li ser piyandihêle.

Civaka Kurd bi çi çavî li hunera wê-nesaziyê dinêre?

Bi tu awayî em nikarin di warê hu-nera nîgarî da bi pîvanên welatên pêş-ketî li civata Kurdan binêrin. Ji bo ku dinav civatekî da huner geş bibe, divê kesû saziyên ku qedrê hunerê dizaninhebin, divê bazara hunerê hebe, divêcivanbendên (koleksiyon) kesan û sa-ziyan hebin. Divê galerî û muzaxane-yên hunera nîgariyê hebin. Divêrexnevan û dîrokvanên hunerê hebin.Li ba me hima bêje tu tişt ji vana tu-neye. Heta niha ji bilî civanbendaxanim Hero Telebanî, haya min ji tu ci-vanbendên din tuneye. Malesef hetaniha tu îmkanên min çênebûn ku ezkaribim hunera ku ez wê diafirînîmpêşberê Kurdan bikim. Tenê di sala2001’an de min pêşengehekî graf îkandi Kitêpxaneya Kurdî ya Stocholmê dapêkaniye, min li wê derê derdorê 50berhemên xwe yên ku li ser Kurdan ûpirsgirêka Kurdî bûn nîşanda, lê ev pê-şengeha min bala Kurdên Swedê neki-şand û gelek kêm kes hatin pêşengehamin. Her çiqas eve ji 20 salan zêdetir eku ez hunera xwe diafrînim, heta nihakovar, rojname û televîzyonên Kurdanbala xwe nedane hunera min.

Em bêjin eger tu pêşengeheke resmênnû (kesên tazî) li Amedê an jî lî Hewlêrêvekî, li gor te wê reaksiyona civakê çawabe?

Di hunera nîgariyê da, çêkirna res-mên mirovên tazî yek ji wan mijarênsereke ye. Di akademiyên hunerên si-pehî da, li seranserê cîhanê (dewletênmusluman ne tê da) perwerdeyaxwendekaran li ber modelên tazî çê-dibe, ango xwendekar bi salan şiklêmorfolojiya laşê mirov fêrdibin. Di hu-nerê de mijara nîşandana jin û mêrêntazî tiştekî ye û porno tiştekî dinê ye ûti têkiliya van her du yan bi hev rr tune.Ku li bajarên Kurdistanê jî pêşengehênmirovên tazî pêkbihata wê temaşevanû hunerdostan peydabikira. Ez bawernakim ku wê hinde reaksiyonên xwirtyên beşekî civatê li himberê vê yekêpêkbihata.

Doza kurd, problemên polîtîk di hu-nera te de çawa dikarin cî bigirin?Em wek zarokên netewekî bindest û

şikestî hatin dinê. Em di pêvajoya têko-sîn û daxwazên ji bo azadiya gel û we-latê xwe da mezin bûn. Bê guman evrewş çawa ku di hemû beşên din yênafirandinê da jî wisa kir, bandora xweli hunera nîgarî jî kiriye. Mijara beşekîmezin yên graf îkên min Kurd û dozaKurdan e. Di van graf îkên min da ew

nerazîbûn û protestoya min ya li him-berê bindesthiştin û stuxwariya Kur-dan hene. Lê belê ev berhemên min dinav sinorên îdeolojiyên hişk û totalîterde asê nemane, îdeolojiyên hişk û tota-lîter tenê dikarin bêhn li hunerê biçikî-nin.

Di hunera şêwekariyê de xewna te yaherî mezîn çi ye?Her çiqas ku heta niha min hunerekî

graf îkî yê bi pîvanên navnetewî afiran-dibe jî, wek kes hê gelek rê li ber minheye û divê hê ez ji nanê gelek tenûranbixwim. Mirov tenê bi xebatekî bi israrû zêde dikare xwe pêşbixe.

Lî dîasporayê, hunermendên Ewrûpîlî resmên te çawa dinêrin û bî kîjançavî pêşwazî dîkîn? Tenê tecrubeya min a Yunanîstanê

heye, li vir graf îkên min bi gotinênpesndar têne qebûlkirinê, dîrokvanênhunerê yên Yunan gotar û analîzênberfireh li ser berhemên min nivîsîne.Lê bele, dema ku dewleta mirov tu-nebe, hingê wek hunermendekî “we-latekî wenda“ per û baskên mirov jîşikestî ne, gelek derî û îmkan li pêşmirov girtî ne, di danasîna berhemênxwe da rewşekî asê û zehmet dertê pê-şiya meriv.

Plan û projeyên te yên pêşerojê...Ji bo plan û projeyên din bê guman

hevkariya bi sazî an jî bi kesan rahewce ye. Mînak minê bixwesta birêya bajarvaniyên Amed an jî Tetwanê,li Bakûrê Kurdistanê, ji bo demekîdestnîşankirî atolyên resim û graf îkêavabikira û dersan bida ciwanên

Kurda.Di sala 2006’an de ez çûm Herêma

Kurdistanê, li wir ez ji hunermendanfêrbûm ku vayê di her du akademiyênhunerê yên zanîngehên Silêmaniye ûHewlêrê ne atolyên graf îkê hene û nejî tu mamosteyên ku karibe dersên gra-f îkê bide xwendekaran. Minê bixwestali wir atolyekî graf îkan avabikim û der-san bidim.

Eger gotineke te ya din hebe, keremke...Ez bi derketina rojnameya Rûdawê

kêfxweş bûm. Her wisa gelek kêfa minhat ku rojnameya bi navûdeng LeMond Dîplomatîque jî bi kurdî bêweşan. Ev bûyerekî gelek hêja ye û disewiya navnetewî da statuya zimanêkurdî zexmtir û xwirttir dike.

Şêwekar Serhad Bapîr:

Haya ronakbîrên Kurd, ji hunera resiman tuneye!

Serhad Bapîr kî ye?

Ez di sala 1964’an de li bajarê Tetwanê yê li Bakûrê Kurdistanê hatime dinê. Navê bavê minMele Seîd Çeliker e û ew û bav û kalên wî ji Cîzara Botanê ne û bi gelek bavan her mele bûne.

Diya min ji koçerên Eşîra Alikan e. Bereket di nav da be, em 12 xwişk û bira ne û herwiha 8 ji me zanîngehanqedandine. Min dibistana despêkê li Farqîn û Tetwanê û yên navîn û lîseyê jî li Tetwanê xwend.

Di despêka sala 1983’an ji ber xebatên min ên polîtîk serê min kete beleyê û dewleta Tirk li min geriya,wek firar nêzîkê 2 salan li Tirkiyê mam. Di dawiya sala 1984’an wek multeciyekî polîtîk ez derbasê

Yunanîstanê bûm û ji hingê va ez li Yunanîstanê dijîm. Kevaniya min Yunan e û ez bavê Sîpan (17), Siyabend (11) û Sosinê (5 salî) me.

Bi xêra xebata min a bi metodîk û îstîqrar, zarokên min û xanima min baş fêrî kurmancî bûne û herwiha dixwînin û dinivîsînin.

Bindesti, 2005, graf îka li ser bleksiglass û dar, 102x82 cm.

Çand û Huner8

(Wêne: Rûdaw)

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 9: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Hejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009Rûdaw

Dastan Sedîq / Sara Hacî

Silêmanî (Rûdaw) – Silêmanîyekem bajar bû ku di destpêka sala2003’an de li İraq û Kurdistanê carapêşî jinên polîs û hêzên ewlekariyêanîn ser kolanan. Niha 94 jin wek polîsû karmendên traf îkê li Rêveberiya Tra-f îka Silêmaniyê kar dikin: 12 efser, 31wekîl û 26 fermanber in. Lê hejmarapolîsên jin her ku diçe kêm dibe.

Çira Ehmed Letîf yekem polîsa jin atraf îkê ye û ji aliyê piraniya şofêrên Si-lêmaniyê bi navê "polîsa por zer" tênaskirin. Çira Ehmed serbilind e ku liSilêmaniyê bûye yekem polîsa jin:"Dema min ev kar kir, gelek kesandestxweşiya min kirin, lê hinek kesanjî qiselok avêtin min."

Çira ku niha efserek e û du stêrkênpolîsên traf îkê li ser milê wê ne, li beşêyasayî yê Rêveberiya Traf îka Silêma-niyê kar dike. Ew bi qise û qiselokênmêran ji karê xwe xemsar nebûye: "Ezniha jî amade me careke din herim ko-lanan. Ji ber min ji nexweşiyê dest pêkir. Dema şandeke fermî ji welatekîdihat, min wek nimûneya wekheviya

jin û mêran li Kurdistanê destnîşan di-kirin."

Piştî şeş salan ku polîsên jin di navhêzên traf îkê de bi cih bûn, RêveberiyaPolîsên Traf îka Silêmaniyê polîsên jinên traf îkê vegerandin nav RêveberiyaTraf îkê û niha hejmara jinan li kolanangelek kêm bûye. Ji Rêveberiya Traf îkaSilêmaniyê Sertîp Bextyar Mihemedbo Rûdawê wiha daxuyand: "Kêmbûnapolîsên jin ên li kolanan ne bi awayekîyekcarî ye. Karê karmendên me netenê rêxistina çûnûhatina ser kolanane, lê di beşê tomarkirinê de jî kar dikin.Kêmbûna jinan bi biryareke fermî vene girêdayî ye, lê peywendiya vê bi ce-sareta polîsên jin ên traf îkê ve heye kuew amade ne dakevin kolanan."

Sertîp Bextiyar rexneyê li polîsên jinên traf îkê digre û dibêje ku li her derêxwe piçûk dikin û îmkanên xwe niza-nin: "Hinek polîsên jin ên traf îkê bimercê li kolanan tên wezîfedarkirin ûgelek caran kêmasiyên wan tên lêborînû di heman demê de wek mêran meaşwerdigirin. Em gelek caran li kêmasi-yên polîsên jin ên traf îkê diborin ji berhinek ji wan rastî pirsgirêkên civakî

tên."Çira Ehmed jî sedemê kêmbûna po-

lîsên jin ên traf îkê li kolanan vedige-rîne beşek ji wan faktorên ku SertîpBextyar qala wan kir û dom dike: "Tu-nebûna cihê hewandina polîsên jin êntraf îkê sedemeke kêmbûna wan e."

Soran Mihemedê 24 salî li Silêma-niyê şofêrê taqsiyê ye; ewqasî ji polîsênmêr ên traf îkê tirsiyaye ku niha kêfa wîbi dîtina polîsên jin tê: "Dema polîsekejin a traf îkê dibînim, kêfa min tê, ji berku ez ji ajotina otomobîlê pir hez dikimû ew jî li hinek binpêkirinên me dibo-rin." Soran Mihemed dide zanîn kukêmbûna polîsên jin li kolanan ji berpaşketina civaka Kurd û pirsgirêkên ci-vakî ye.

Karmenda traf îkê Ejîn Hesen Salihtekez dike ku ew ne amade ye here ko-lanan û vî karî bi karekî nebaş bi navdike û wiha axaftina xwe bi dawî tîne:"Dibe ku dîtina me li kolanan bandorêli proseya mêrkirinê jî bike. Civaka mevan karan qebûl nake. Xelk dîtina jinanli kolanan wek karekî xirab dibîne, her-wiha bi heman nerînê berê xwe didinpolîsên jin ên traf îkê."

Polîsên jin yên Silêmaniyê bêzar in!9Jın û Cıvak

Herçiqas polîsên jin tên hezkirin jî, lê hejmara wan kêmtir dibe

Rûdaw (Hewlêr) – Nîlîsa ku nû destbi karê strangotinê kiriye, di klîba xweya yekem de tirs xist dilê keçên stran-bêj. Navê berhema wê “Çît Pê Gotim”e. Karên vê klîbê wê çend rojên din bi-qede û wê bê belavkirin. Ev stran jiteksta Heme Seîd Îbrahîm e û melo-diya wê ji aliyê Helkewt Zahir ve hatiyedanîn. Hêmin Hûsên karê parvekirinamûzîka wê girtiye stûyê xwe. Derhê-nanê wê jî stranbêj Deşnê Mûrad e.

Nîlîsa ji bavekî Kerkûkî û dayikekeHelebçeyî ye. Ew di sala 1988’an de liSilêmaniyê ji dayîk bûye. Nîlîsa di sala1999’an de li gel malbata xwe koçberîBrîtanyayê bûye û li bajarê Londonê bicih bûye. Niha Nîlîsa xwendevana qo-naxa dawî ya beşa zanistiya dadî ya bi-jîşkî (Forensic Science) ya zanîngehaLondon Southbank e.

Nîlîsa di hevpeyvînek li gel Rûdawê

de dibêje ku di despêkê de gelek jibeşa çapemeniyê hez dikir, lê

piştî xwendina salekê ya der-barê ragihandinê de dest jêberda û niha diçe kolêja bi-jîjkî. Lê her tevlî konserênkoma kurdî ya hunerî ya binavê Arya bûye: “Destpêkaderketina dengxweşiya min

di konsereke Londonê debû. Min li wê derê stra-

neke Çopî Feteh got.Wê demê ez ewqas

tirsiyam û heta da-wiya stranê ji bîramin çû. Lê dema ezli ser dikê hatim

xwar, gelek destx-weşî li min kirin ûgelek ez paldam ku

berdewam bim. Ezevîndarê dengêÇopî me.”

Nîlîsa ji bilîxwendin û stran-

bêjiyê, wêneyan jîdigre. Nîlîsa ewdan bi wê yekê

dide ku ew herdu biwar ji hev dûr in ûdibêje: “Hemû wêneyên min yên jinênKurd in. Ew beşa ez dixwazim bixwî-nim divê li ser mafê jinan be, li ser dest-dirêjî, şîddet û kûştina jina kar dikim.Ez bi niyetim di pêşerojê de bêm Kur-distanê û di derbarê bijîjkiya dadî dekar bikim.”

Di yekem ezmûna xwe de Nîlîsa liser klîbên kurdî pir bi berevajî dibêje:“Nîvê klîbên Kurdî ji alî kalîtê ve faşîlin.” Ew klîbên ku bi nîvrûtî û wirûjênerderdikevin bi pêşketin binav dike û di-bêje: “Eger sibe daxwaz ji min hat kirinbi cil û bergekî nîvçerût û wirûjênerklîbekê çêkim, nabêjim na. Huner tiş-tek wiha ye ku divê ez hemû tiştên wêbipejirînim. Ez dikarim li gor stranêbikim û eger daxwaz ji min hat kirin,normal e lê her kesekî stîleke xweheye.’’

Nîlîsa stranbêjên keç ditirsîne!

Nîlîsa (Wêne: Rûdaw)

Amed (Rûdaw) – Kûrsa komputerêya bi kurdî û îngîlîzî ya Komeleya Jinana Cerenê bi dawî bû û 50 beşdarênkursê serkeftî sertîf îkayên xwe girtin.Beşdariyên qursa zangirtê (kompu-terê) ya kurdî û îngîlîzî bi merasîmek liParka Ekînê sertif îqayên xwe girtin.Şaredarê navçeya Amed, KayapinarêZülküf Karatekin, cîgirê ŞaredariyêAynur Özbek, endamên meclîsa şare-

dariyê, rêveberên Komeya Jinan a Ce-renê başdarî merasîmê bûn. Di mera-sîmê de rêvebira Komeleya Jinan aCerenê, Şükran Mızrak ji ber alîkariyêspasiya şaredariya Kayapinarê kir ûgot ku wek komelê û şaredarî wê xeba-tên wan bidomin. Şaredarê KayapınarêZülküf Karatekin jî di derbarê xebatênKurdan de wiha axif î: "Ji roja ku medest bi xebatan kiriye û heta niha, ji bo

ku gelê me di rewşek baş de bijî, çi jidestê me hat, me kir. Her wiha me şa-redariya civakî jî pêş xist. Mirovên me,yên ku ji ber pevçûnên li erdnîgiriyame neçarî koçberiyê bûn, li bajaranrastî gelekî pirsgirêkan hatin. Ji ber wêjî em vê xebatê girîng dibînin." Piştîaxaftinan, sertif îqa li beşdarên kursêhatin belav kirin.

Li Amedê 50 jinên kompûterzan

Jinên ku kursê bi serkeftî qedandin, sertifikayên xwe girtin.

Divê jin hay jixwe hebin!

Rûdaw (Serwîsa Cîhanê) – Li gorlêkolîneke Zaningeha Yale yaDYA’yê, wê di pêşerojê de bejna jinakin bibe, lê qelewtir bibin. Di hemandemê de wê rewşa wan a tendurustîjî baştir bibe û kolesterola wan kêmtirbibe, dilê wan jî saxlem û bi hêz bibe.

Li gor dema niha wê jin derengtirbikevin menopozê.

Li gor lêkolînan û agahiyan tê di-yarkirin ku guhartina mirovan ber-dewam e. Li gor lêkolîna biyolog Prof.Stephen Stearns, li DYA’yê li hêrêmaFraminghama bi Massachusettsê vegirêdayî, ji sala 1948’an heta niha li ser14 hezar kesên dilê wan saxlem lêko-lin hatiye kirin û encamên wan ha-tine tomarkirin. Di lêkolînê de 2hezar 338 jinên navsere anîne be-

ramberî hev. Li gor encama xebatê,jinên kin û qelew ji yên zehif û bejin-bilind bêhtir dibin xwediyê zarokan.Jinên ku di ciwantiyê de zarokantînin dinyayê û jinên dereng dikevinmenopozê bêhtir dibin xwediyê za-rokan. Di heman lêkolînê de derketholê ku jinên tansiyon û kolesterolawan nizm be, jinên ku di temenê ci-waniyê de dibin dayik bi derengî dik-evin menopozê û hejmara zarokênwan zêdetir e.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 10: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

İsmet Siverekli

Berlin (Rûdaw) - Radyoya binave "Bernama Kurdî", li pay-texta Almanya Berlînê weşanêdike. Bernama Kurdî, li diyas-porayê wek Radyoya Dengê Al-manyayê tê binavkirin. DengêAlmanyayê Beşa Kurdî, di we-şanên xwe de cîh dide babetêncihêreng yên pirsgirêka kurdîên wek ziman, muzîk, çand,civak, dîrok, ol û dengûbas. Mi-jarên nûçeyan ne tenê ji Alman-yayê, herwiha ji hemû welatênEwrûpayê ku Kurd lê dijîn, tênbijartin. Peyamnêrên radyoyê,li welat û li herêmên Kurdan ra-porên xwe bi awayek zindî pêş-kêş dikin.

Em bi navê Rûdawê çûn na-venda radyoyê û ligel berpirs-

yarê wê Osman Feyad sohbetekgerm pêk anî. Feyad Osman, jiKurdîstana Sûrîye ye û nêzîkî36 sal e li Berlînê diji. Osman, liZanîngeha Azad a Berlînê be-şarojnamegerî xwendî ye. Os-man, di derheqê radyoyê dediyar dike ku, her çiqas di dest-pêkê de sedemê avakirina rad-yoyê çandî be jî, Almanya dix-waze bi saya radyoyê pêwendi-yên xwe bi Kurdan re pêşvebibe: "Fonksiyonên BernamaKurdî, wek ya Dengê AmerîkaBeşa Kurdî ye û ev rol daye berxwe. Almanya dixwaze bi kurdîxîtabî Kurdan bike"

Almanya, ji ber ku di siyasetacîhanê de xwedî gotin be, giranîdide medya yê: "Almanya, piştîşerê sar siyaseta xwe ya cîhanêguherand. Mebesta vê guhe-

randê, ew bû ku di siyaseta cî-hanê de xwediyê desthilatda-riyê be. Ev gehurtin, di warêmedyayê de jî çêbû. Almanya,bo siyaseta xwe bide nasandinû li ser siyaseta Kurdan bikaribetesîr bike, radyoyek avakir. Evradyo, bi zimanê kurdî li herderê cîhanê tê guhdarîkirin."

Cîhdayîna Beşa Kurdî ya De-utsche Welle, di pêwendîyênAlmanya û Tirkiyeyê de hin as-tengiyan diafirîne. "Almanya biawayek jidil dixwaze, di Rad-yoya Dengê Almanyayê de BeşaKurdî veke. Lê têkilîyên Al-manya yên bi dewleta Tirk re, lipêşiya vê projê pirsgrêkan der-xîne holê. Ez di wê bawerîyê deme ku, ev helwest di pêşerojêde, wê bê guhertin. Ji ber ku Al-manya, di siyaseta Rojhilata

Navîn de zêdetir xwedî gotinbe, pêdivî bi pêwendiya Kurdandibîne. Almanya, vê yekê boberjewendîyên xwe pêwîst di-bîne."

Di radyoyên Alman de, carayekem di sala 1994’an de beşakurdî dest bi weşanê kir. “Ber-nama kurdî, di sala 1994’an dedi bin banê Radyoya Multikultiya RBB de dest bi weşana xwekir. Vê weşanê di Radyoya Mul-tikultî de, li ser pêla 96,3, bi riyaSatalit û Internetê dihate pêş-kêşkirin. Radyo, di bin berpirsi-yariya min de bû. Li temamîcihanê dihate guhdarikirin.Radyoya Multikulti, ta sala2008’an berdewamî Ii weşanênxwe kir. Jiber pirsgirêkên da-rayî Radyoya Multikultî, di da-wîya sala 2008’an de hat girtin.

Hemû bernameyên bêgane,ligel bernama kurdî, di dawîyasala 2008’an dawî li weşanênxwe anîn.”

Nezîkî 10 xebatkar, rojname-van û peyamnêr li cem Ber-nama Kurdî di bin serpereştiyaîdareya Feyad Osman de kar di-kirin.

Pistî ku beşa kurdî bi dawî bû,di serî de li Berlînê û tevahiyaKurdan tesîrek nêyênî kir. Ji bovekirina radyoyek din hewlda-nên civaka Kurd her berdewambû: “Rojnamevan û xebatkarenradyoyê yên Kurd û Alman lihember vê yekê reaqsiyon nîşandan û bo vekirina radyoyek nûxebatên xwe berdewam kirin.Rêvebirên radyoyê biryar girtinû di bin banê Radio Multicult2.0 Beşa Kurdî damezirandin ûdi destpêka sala 2009’an de destbi weşana xwe kir.”

Helbet, di bin sêwana Rad-yoya Multi Cult 2.0 de ne tenêbeşa kurdî hate vekirin herwihabi zimanên biyanî yên jî derfetaweşanê derket meydanê: “Diçarçoveya Radyoya Multicult20. de çend bernameyên mile-tên bêgane hene. Ev weşan ligor polîtîkaya întegrasyonê tênmeşandin.”

Bernama kurdî, rojên sê-şemê, bi saeta Almanya di19:00’an destpêdike û saetekêdewam dike. Feyad Osman, jidestpêkê heta niha berpirsya-rîya Bernama Kurdî ya Radyoya

Multîcultî 2.0 dike. RadyoyaMulticult 2.0 bi riya înternete dibin navnîşana "www.multi-cult20.de/sprachen/kurdisch/"tê guhdarikin.

Feyad Osman kî ye?Feyad Osman, di sala

1953’an de li Rojavayê Kurdis-tanê gundê Coqê ji dayik bûye.Piştî xwendina sereke, ya navînli bajarê Helebê qedand. Disala 1973’an de, ji bo ku li Za-nîngeha FU Berlinê bixwînehate Almanya bajarê Berlinê.Ji sala 1975’an ta dawiya salên90’an, roleke sereke di Komele-yên Xwendekarên Kurd ên Ew-rûpayê de( KSSE ) leyist.Herwiha, di Tevgera Rewşenbî-rên Kurd ên Almanyayê de jîxebatên xwe berdewam kir. Disala 1985’an de, li ZanîngehaAzad (FU) Beşa Rojnamevan ,Siyasî û Civaknasî xwend. Disala 1985’an de, li Xaça Sor biawayek fermî dest bi xebatawergerî kir. Di vê navberê de, 7salan wek mamoste li Volks-hochschule(Dibistana Bilindya Gel) Berlin-Kreuzberg’ê der-sên kurdî da. Di Radyoya Azadya Berlînê (SFB) de wek rojna-mevan xebitî. Di sala 1994’ande, li Radyoya Berlin û Bran-denburgê (BRR) di damezran-dina Beşa Kurdî de cîh girt û bûberpirsyarê beşê.

RûdawHejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009

Dortmund (Rûdaw) - "LiAlmanya zêdeyê 80 milyon kesne dikarin kurdî bixwînin, ne jîbinivsînin. Em alîkarî dikin!" Evne dirûşme ye û ne jî encama lê-kolîneke civakî ye. Hefta borî libajarê Dortmundê bi van sergo-tinan kursa zimanê kurdî dest-pekir. Kursa ku li avahiyekezanîngeha Dortmundê roja 22Cotmehê destpêkir ji aliyê KSD(Kurdische Studenten Dort-mund- Xwendavanên Kurd liDortmundê) tê lidarxistin. Şa-girtên ku roja yekem beşdarîkursê bûn hemû jin in û ji nete-wên cuda wek Alman, Tirk ûKurdan in. Mamosteyê kursê jitevlîbûna şagirtên ne bi eslêxwe Kurdên, kêfxweş e û dibêjeku koma wan "navnetewî" ye.

Di roja yekem de mamosteyêkursê Fettah Timar û endamê

KSD Ali Recai Yekta ji Rûdawêre behsa armancên xwe kirin.

Ji xwendevanên ZanîngehaDortmundê û endamê KSD'êAli Recai Yekta dibêje ku wansala borî jî du kursên wiha li za-nîngehê li dar xistine. Li goragahiyên ku Yekta daye me dikursa yekem de 15 kes, kursaduyem de 33 kes beşdar bûne."Wê kursa me ya sêyem jî wekyên din 3 meh bidome. Şagirtzêdeyî xendevanên zanîngehêne. Ji xortan zêdetir keç beşdardibin û di nava şagirtan da hertim Tirk û Alman jî hene."

Mamosteyê kursa zimanFetta Tîmar e. Timar bixwe libajarê Bottropê mamosteyêfermî yê zimanê almanî ye ûherwiha ji sala 1997'an heta îrobi fermî li dibistanan kursênkurdî jî dide zarokan. "Di vê

koma me de kesên ku berêkursa kurdî dîtine jî hene, kesênku qet kurdî nizanin jî hene ûkesên ku tenê çend gotinan bi-hîstine jî hene. Ji Alman, Kurd ûTirkan pêktê. Komeke navne-tewî ye."

Kurs hefteyê carekî rojênpêncşemê di navbera saet 18:00û 20:00an tê dayîn û sê meh di-dome.

KSD ji bilî kursa zimanêkurdî herwiha organizasyonaŞeva Kurd jî dike. Şev wê di roja27'ê Cotmehê de li Gross-Bva-ropê were lidarxistin de şano,mûzîka zindî, lottarie, xwarinênji metbexa Kurd û dans û req-sên gelerî hene. Şev bê bilet e ûdi saet 19'an de destpêdike.

Navnîşan: Emil Figge str.40,Raum 101

Komeke navnetewî fêrî kurdî dibe

“Almanya dixwaze bi kurdî xîtabî

Kurdan bike”Feyad Osman (Wêne: Rûdaw)

10

Rûdaw (Utrecht) – Piştî xeletiyekê di şîr-keteke bînasaziyê ya Hollandî de eşkeredike, xwendekareke Kurd dibe cihê bal-kêşiya rojnameyên Hollandî. Hefteyaborî rojnameya Telegraph di derbarê wêkeça Kurd wiha nivîsîbû: "Ew ji boxwendekarên Hollanda mînakeke bi-lind e û pêwîst e, jê fêr bibin. Xwende-kara Kurd berî 11 salan li gel dê û bavêxwe ji Kurdistanê hatiye Hollanda. Wêdemê qet nikarîbû bi zimanê me baxife, lêniha ne tenê fêrî zimanê me bûye, lê belê jiHollandiyan baştir zimanê Hollandî di-zane."

Bêrî Hurmuzyar a 22 salî bo temamki-rina xwendina bînasazî û dîzaynê li fêr-geha ROC ASA, sala 2007’an de bo demaçend mehan bo şîrketeke ku maddeyên pê-wîst ên dirustkirina xaniyan berhem tîne,tê şandin. Herçiqasî mebesta şandina Bêrîtenê fêrbûn bû di wê şîrketa hesin de jî, lê ewxercî yan mesrefên şîrketê lêkolîn dike ku di-gihe 80 milyon Euro û xeletiyekê dibîne. Piştre rê-veberên şîrketê pêdagiriyê dikin ku tu xeletî dixerciyên şîrketêde tune, lê Bêrî ji wan re şîrovedike xeletî çawa hatiye kirin. Destnîşankirina xe-letiyê dibe sedemê xwendekara Kurd wek yek ji47 baştirîn keçên xwendekarên Hollanda ku diwarê teknîkî de çalak in bê jimartin û xelatkirin.Derheqê dîtina xeletiyê de Bêrî dibêje: "Ne tiştekîewqasî mezin bû, lê bo min wek xwendekarekdestnîşankirina wê şaşîtiyê pir xweş bû."

Niha piştî derbasbûna dû salan Bêrî di şîrke-teke mezintir a bînasaziyê de kar dike. Herçendbi sedemê qirîza aborî ya ku cîhan bi tevahî li xwegirt piraniya f îrmeyan jimara karmendên xwekêm dikin jî, lê şîrketa Dura Vermeer pêşniyara

kar pêşkêşî Bêrî kir û wê jî qebûl kir. Bêrî ji şîrketaVermeer re eşkere kiriye ew dixwaze xwendinaxwe berde- wam bike, şîrketê jî daxwaza wê peji-randiye.

Bêrî radigihîne: "Niha heftane sê rojan kardikim û dû roja u diçim zanîngehê. Carina ji karvedigerim û di cîh de divê dest bi xwendinêbikim."

Karê avakirin û bînasaziyê zêdetir wek karêmêran tê naskirin û pir bi kêm jin tê de dixebitin.Bêrî zehmetiyên kar wiha dibêje: “Her roj ji gelekkuran re bibêjî wiha bikin û wiha mekin. Ev karekîzehmet e."

Bêrî di derbarê xesleta xwe ya herî baş de wihaaxaftina xwe bidawî tîne: "Ez karsazeke baş im."

Keça Kurd, 80 MilyonEuro xelas kir!

Endamê KSD’ê Ali Recai Yekta (6.) û mamosteyû kursê Fettah Timar (7.) bir şagirtan re (Wêne: Rûdaw)

Bêrî Hurmuzyar (Wêne: Rûdaw)

Dîaspora

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 11: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Köln (Rûdaw) – Bi sedhezaranKurd di van dehsalên dawî de koçî Ew-rûpayê kirin. Gelekên wan bûne beşekîji civaka wan welatên ku lê dijîn, gele-kên wan hîn jî bi pirsgirêkên neqebûl-kirina mafê penabertiyê rû bi rû ne ûdi nava saziyên dewletê tên birin ûanîn. Wekî din herçiqas hejmara Kur-dên li Ewrûpayê derdora 1.5 milyon têtexmîn kirin jî, lê di asta qanûnî deKurd weke Kurd nehatine qebûl kirinû di gelek waran de û bi taybetî diwarên yasayî de Kurdan xwe baş bi rê-xistin nekiriye. Di van salên dawî de ci-vaka Kurd jî dest bi xwe rêxistinkirinekiriye û hem li Kurdistanê û hem jî lidiasporayê hejmara rêxistinên civakîku ji aliyê Kurdan ve tên damezrandinû di hemû waran de hewla alîkariya ci-vaka Kurd dikin, mezintir dibe. Yek jiwan rêxistinan ku ji ber pirsgirêkên ro-jane yên Kurdên li diasporayê di tebaxa2005’an li bajarê Almanya Bonnê ha-tiye damezrandin, rêxistina YASA

(Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêj-kariya Yasayî) ye. Serokê duyemîn yêYASA’yê Jiyan Bedirxan li ser rêxistinaxwe, armancê rêxitinê û xebatên wêagahî dan Rûdawê.

Li ser pêwistiya civaka Kurd bi sazi-yên wiha, Jiyan dibeje ku YASA rêyeknû ye ji bo xabata ji bo mafên gelê Kurdû ”me dît ku kêmanî di warê xebata ya-sayî di van rêxistinên navnetewî deheye û ji ber ku ev kar babeta xwen-dina me ye jî, pêwîst bû ku em di vîwarî de kar bikin.” Niha nêzîkî 40 en-damên YASA hene û heryek di warêxwe de kar dike. Jiyan dibeje ku karênYASA sê beş in: ”Piştgirtina doza kurdîdi nav rêxistinên navnetewî de; piştgir-tina çanda kurdî û întegrasyona Kur-dan li Almanya.” Kesên ku serî lirêxistina YASA didin, piraniya wan jiber pirsgirêkên di warê penaberiyê deye, lê ji ber ku heta niha buroya YASAtune, kêm xelk wan nas dike û alîkariyêji wan dixwaze. Jiyan dibeje ku wan ji

aliyê rawêjkariyê de karibû alîkariyabêhtirîn kesên ku ji wan alîkarî xwes-tine bikin, lê ”ji ber rewşa me ya aborî,carina em nikarin alîkariya hin kesanbikin.”

Alîkariya YASA, ku bê pere ye, diwarê rawêjkariyê de ye û piranî jî diwarê doza penaberiyê de ye. Di wî warîde YASA bi nameyên ji bo dadgehan ûamojkariyê alîkariya penaberan dike.YASA bêtir bi karê li ser Başûr-Roja-vayê Kurdistanê mijûl e, lê wekî kuJiyan dibeje, ew bi rêxistinên ji bêşêndin yên Kurdistanê jî di nava têkiliyande ne û têkiliya wan bi Komisyona Par-lamena Kurdistanê ji bo Mafên Miro-van jî heye. Li gor Jiyan wekî kudewletên dagirkerên Kurdistanê ji hevcuda ne, bi wî awayî Kurdên ji beşêncuda yên Kurdistanê jî rastî pirsgirêkêncuda tên: ”Kurdên Başûr dikarîn pirs-girêka xwe di nav dewletên Ewrûpî ûdi nav Yekîtiya Ewrûpayê de baş bîninziman. Lê li hember dewletek wekeSûriye an Îranê kar gelekî girantir dibe.”

Ji bo pêşerojê jî Jiyan bi hêvî ye kuYASA karibe roleke mezintir bilîze: “Diwarê yasayî de armanc ew e ku YASAdi nav rêxistinên navnetewî de ciyêxwe bigre û piştgirtiya doza kurdî biawayekî yasayî bike. Ji bilî karên qa-nûnî, YASA di warê çandî û ziman dejî çalak e û ev sê sal e ku ew mihrîcanahelbesta kurdî li dar dixe. Ji bilî wêYASA tevî Komela xwendekarên Kurdli Bonnê RAMAN, li zanîngeha Bonnêkursên zimanî kurdî didin û îsal jî zi-manê kurdî bû beşek ji xwendinê li wêzanîngehê.

Kesên ku bixwazin serî li YASAbidin, dikarin bi riya malpera wan xwebighînin berpirsê vê rêxistinê:www.yasa-online.org

Jiyan Bedirxan ki ye?Jiyan Berdirxan neviyê Cegerxwîn e

û li Helebê hiqûq xwendiye. Paşê li Al-manya, li zanîngeha Bonnê masterxwe di hiqûqa navnetewî, li ser mafênhindekahiyan di yasayên Ewrûpî ûnavnetewî de, xedand. Ev 5 sal e ew bi

Julia Evîn (neviya Celadet Bedirxan) rezewicî ye û keçeke wan ya yek mehîheye. Jiyan yek ji wan kesan bû kuYASA di sala 2005’an de damezran-din û heta 2008’an ew serokê wê bûû niha jî serokê duyemîn ê vê rêxisti-nê ye.

11

Rapora KomîsyonaEwrûpa

Danûstandinên endametiyê di navbena Ye-kitiya Ewrûpa (YE) û Tirkiyê da, ji 2005’anvirve berdewam dikin. Armanca danûstandi-nan ew e ku, Tirkiyê bi gavên huquqî, îdarî,aborî û hwd. şertên endametiyê temam bike.Pêvajoya nezikbûnê ji aliyê YE’yê tê şopandinû şîrovekirin. Ev kar bi destê Komîsyona Yeki-tiyê pêktê û di raporekê da her sal tê weşandin.

“Rapora Pêşveçûnê ya 2009’an” di vê mehê de hat weşandin. Naveroka ra-porê, bi giranî, li ser reform û guhertinên li Tirkiyê ye. Rewşa siyasî, civakî ûîdarî ya di sala dawîn de tên ziman. Komîsyon, “Doza Ergenekon’ê” wek ga-veke demokratîzebûnê dibîne û bo mudaxelekirina siyasetê rexne li Sero-kerkaniyê dike. Di rapora Komîsyanê da, hinek kêmasiyên Tirkiyê di warêhiqûq, mafên mîrovan û kêmnetewan da jî hatine rexnekirin.

Pirgirêka Kurd, vê carê jî, di raporê da kêm hatiye şirovekirin. Ev, bi siya-seta YE’ya Kurd re girêdayiye. Wek tê zanîn, YE ji mêj ve, siyasetek bo Kurdanû Kurdistanê tesbît nekiriye. Li gor YE’yê, pirsgirêka Kurd pirseke hindûrîya Tirkiyê ye. Divê, dewlet maf û azadiyên mîrovan û kêmnetewan ji bo Kur-dan jî pêkbîne. Lewma, Komîsyon, tespîtên xwe di vê çarçevo da tîne ziman.Daxwazên Komîsyonê ji Tirkiyê li ser ewan aspektan e: Çareserkirina pirs-girêka Kurd bi metodên siyasî, firehkirina mafên çandî bo Kurdan, pêşvebi-rina aboriya herêman û ji holêkirina sîstema cerdevaniyê.

Ev daxwaz yan jî pêşniyarên Komîsyonê di cîh da ne û gavên giring in. Lê,tespît û daxwazên Komîsyonê, bo çareserkirina pirgirêka Kurd ne bes in.Lewra pirgirêka Kurd pîrsek etnîkî-netewî û siyasî ye. Çareserbûna wê jî, dirêya qebûlkirina nasnameya netewî û mafên Kurdan wek netewek da derbasbibe. Mixabin, siyaseta Kurd ya YE’yê hîn jî roleke kêmnetewan dide Kurdan.Yek sedema vê siyaseta Ewrûpa helwesta Tirkiyê ye. Sedemek din, bi Kurdanû Tevger Kurd ra girêdayî ye. Hêzên Kurd ku daxwazên xwe li cem YE’yêbidin qebûlkirin, tûne yan jî têrê nake. Pirsek di rojeva Kurdan û YE’yê de jîewe ku, YE hîn jî PKK’ê di statûya rêxistinên “terorîst” de dibîne.

Komîsyon, di rapora pêşveçûnê de, tekîliyên Tirkiyê û Herêma Federal yaKurdistanê jî şîrove kiriye. Di virde, pasandina destpêk û pêşvabirina tekîli-yên dûqolî ji aliyê aborî û dîplomatîkî de tê kirin. Siyasete derva ya Tirkiyê,bo pêvajoya endametiyê gelek giringe û ji aliyê YE’yê nêzikî da tê şopandin.

Nebî Kesen

Sîrwan H. Berko

Rûdaw (Berlîn) - Ev çend meh in kupenaberên Kurd li Almanyayê bi tirsavegerandina Suriyê re dijîn. Peymanavegerê ya navbera Almanya û Suriyeyêsedema vê tirsê ye. Komek ji kes û mal-batan di rojên dawî de hatin şandin jibo Suriyê û li wir hatin girtin. NesrînElî jî yek ji wan kesan e ku li ser mayinali Almanyayê bitirs e. Ev heft salên keçaKurd a bîstsalî û malbata xwe li wîla-yeta Bayernê li Almanyayê dijîn. Jimeha buhurî ve Nesrîn êdî li seranserîAlmanyayê tê naskirin. Ji bo xebata wêya ji bo mafên penaberên di kampên bikomel de ew bi xelata mafên mirovana Weqfa Pro Asyl hate xelatkirin. Ev ye-kemîn car bû ku penaberek vê xelatagiring distîne.

Çavên qehwerengî yên Nesrîn xem-gîn dixuyin. Lê lêvên wê dikenin.Dema Nesrîn Elî çîroka xwe dibêje, ewvê yekê hema bêje bi şêweyekî pispor-yane dike. Bi zimanekî Almanî yê ge-lekî baş ew di avahiya AkademiyaHunerê de li Berlîna paytext behsarewşa penaberên di kampên bi komelde dike. Wê ev tişt di hefteyên buhurî

de gelek caran gotiye. Çimkî penaberaKurd di gelek alavên ragihandinê yên liseranserî Almanyayê de bersiva pirsanda. Nesrîn Elî diyar dike ku ji ber ewKurd e ew vî tiştî ji erkê xwe dibîne ûdibêje: “Em Kurdên bênifus in û ne Su-riyê mafên me hebûn, ne jî Almanyavan mafan dide me. Mafê me heye kuem li Almanyayê bimînin û divê dew-let vî maf î bide me.”

Lê Almanya ta niha mafê rûniştinênedaye Nesrîn û malbata wê ya ji heyştneferan pêkhatî. Ji dema ku ew koçberîAlmanyayê bûye, malbata Nesrîn dikampekê de li bajarê Bayreuth li başûrêAlmanyayê dijî. Nesrîn û malbata xwedikarin di her demê de ji Almanyayêbên derxistin. Rewşa dijwar di kampêde hişt ku Nesrîn çalak bibe û li berxwe bide. Wê dest pê kir ku beşdarî ça-

lakiyên rêxistinên penaberan bibe û jibo jiholêrakirina kampên bi komel di-xebite. Nesrîn dibêje ku ew enerciyaxwe ji bo vî karî ji malê distîne û eşkeredike bê çima tenê ew di malbata wê deewqasî jêhatî û çalak e: “Xuşkên minfedyokî ne. Ez jî berê mîna wan fedyokîbûm. Lê dûra min ji xwe pirsî: Ta kîngatê vê rewşê tehmul bikî? Divyabû tiştekçêbibe.” Nesrîn berdewam dike û di-bêje ku malbata wê piştgirtiya wê dikeku bide ser rêya rast. “Bêyî piştgirtiyamalbat û hevalên min minê nikarîbaewqas gav avêtibana.”

Nesrîn dixwest ku ew hîn li pêştirbaya. Lê ew ne dikare biçe dibistanakar, ne jî mafê wê heye ku fêrî karekîbibe. Nesrîn dibêje ku xewna wê ew eku bibe tebax: “Ez ji zaroktiya xwe dexwarinê çêdikim. Ez dixwazim rojekêji xwe re restorantekê vekim. Ez nax-wazim li cem kesekî kar bikim, ez dix-wazim berpirsiyara karê xwe bim.”

Hîn ne xuya bê ma Nesrîn Elî wê bi-karibe vê xewna xwe bi cî bîne yan na.Lê dîsa jî ew naxwaze teslîm bike, ewdibêje ku ewê berdewam li ber xwebide û xebata xwe ya ji bo penaberanbidomîne. Nesrîn eşkere dike ku ewêvî tiştî dîsa jî bike, eger rojek bê û ewmafê rûniştinê bistîne. Wê di rêya vêxebata xwe re ne tenê gelek mirovênnû nas kirine, lê herweha bajar û herê-mine din. Keça Kurd a çalak naxwaze

vê ezmûnê winda bike. Ew dibêje kuçalakiyên wê ew fêrî gelek tiştan kiriye:“Baweriya min bi min xurtir bûye.Dema ez derdikevim bajêr, gelek kesmin nas dikin û bi kêfxweşî behsa xe-bata min dikin. Ev yek min gelekî kêfx-weş dike, çimkî ez hingî nas dikim kuwestandina min belaş neçûye û min birastî tiştek kiriye.”

Tevî vê xebata berdewam ji bo bal-kişandina ser rewşa penaberan NesrînElî dixwaze jiyaneke normal bijî. Hê-viya wê ew e ku rojek bê û ew û mal-bata xwe mafê penaberiyê bistînin. Ewçavên xwe digire û dibêje: “Xewna minew e ku ez mîna herkeseke din bijîm.Ez dixwazim fêrî karekî bibim, her rojbiçim karê xwe, bizewicim û zarokanbînim. Ez tiştekî naxwazim ji bilî jiya-neke hesan û bextewer.”

Piştî şeş hefteyên din wezîrênnavxwe yên wîlayetên Almanî wê ci-vîna xwe ya payîzî pêk bînin. Nesrîn ûhevalên xwe wê di sê rojan de li bajarêBremenê hewildanine mezin bikin kubala wezîran bikişînin ser rewşa xwe ûdoza mafê penaberiyê ji bo hemûpenaberên li Al-manyayê bikin. Dibeku biryarên erenî ji civîna wezîranderkevin û kesên mîna Nesrîn bikari-bin li Almanyayê bimînin. Dibe kuhingî wê sedemek hebe ku ne tenêlêvên Nesrîn bikenin, lê herwehaçavên wê yên xemgîn jî.

YASA alîkariya penaberan dike

Jiyan Bedirxan

Rûdaw Dîaspora

Nesrîn Elî ji Weqfa Pro Asyl xelat wergirt. (Wêne: Rûdaw)

Xelatgira mafên penaberan Nesrîn Elî

Di navbera tirs û berxwedanê de

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 12: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Berlîn (Rûdaw) – Demokratî û aza-diya şexsî du têgeh in ku welatên Ew-rûpayê gelek hikûmetên li seranserêcîhanê pê hişyar dike. Li gor raporta2009’an ya rêxistina “RojnamevanênSînornenas“ azadiya çapemenî û der-birînê, du bingehên wan têgehan, liEwrûpayê piranî misoger in, lê li hinek

welatên sereke weke Îtalya û Fransayêber bi lawazbûnê diçin. Almanya îsaldi lîsteya rêxistina navborî de di rêza18 û Tirkiye jî di rêza 122’an de ye.

Li gor raporta 2009’an ya rojname-vanên sînornenas, rewşa medya û roj-namevanan li çendîn welatênEwrûpayê ber bi xerabbûnê ve diçe. Di

daxuyaniya eşkerekirina raportê di 20’êcotmehê de, rêxistina rojnamevananbalê dikşîne ser wê yekê ku Ewrûpa di-kare rola xwe ya mînak wekî parze-mîna xwedî azadiya çapemenî ûderbirîna azad winda bike û sekreterêgiştî yê rêxistina rojnamevanan Jean-Fransçois Julliard jî got ku divê Ewrûpa

rola xwe ya serkêş û mînak di warê aza-diya çapemanî û mafên mirovan de bi-lîze û pêde çû:“Çawa welatên Ewrûpîdikarin binpêkirinên li beşên din ên cî-hanê rexne bikin, eger li nav xaka xwevan mafan neparêzin û bi mînakî tev-negerin?“

Tevlî rexneyan jî azadiya çapeme-

Tariq Karêzî

Rûdaw (Brûksel) – Tirkiye hê ji en-dametiya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dûre. Ev e encama raporta dawî ya Komis-yona Yekîtiya Ewrûpayê ku di derbarêrewşa welatên berendam de hate belavkirin. Di raportê de hewldanên Tirkiyêji bo bihêzkirina mafên hemwelatiyankêm tê ditîn, lê raport hinek xalênerênî jî berbiçav dike.

Azadiya raderbirînê û çapemeniyê,hekheviya jin û mêr, azadiya olî, mafêsendîkayan û kontrola sivîl li ser artêşaew xal in ku hêjî nehatine misogerkirinû ji Tirkiyê tê xwestin ku di vî warî deçalaktir be. Di raportê de rexne li dest-têwerdana artêşê di karûbarên siyasî têkirin, nemaze di pirsgirêka kêmnete-wan û pirsa Kurd de û ji Tirkiyê têxwestin ku destûreke nû ji dêlva des-tûra sala 1982’an amade bike. Bi tundîjî çûna hikûmatê ya ser şîrketa çape-meniyê ya Doĝan tê rexnekirin û vêhewldana hikûmetê weke cezakirinasiyasî bi nav dike.

Raport herwiha bahsa aliyên erênîyên siyaseta Tirkiyê dike û hewldanênEnqere ji bo çareserkirina pirsgirêkaKurd û nermbûna pêwendiyên Tirki-yeyê û Ermenistanê bi erênî dinirxîne.Rayedarên Tirkiyê bi xwe raport bierênî pêşwazî kirin û ew wekî raportaheta niha herî objektîf bi nav kirin.

Ji aliyê din ve Seroka Şanda Parlame-nên Ewrûpa û Tirkiyeyê Helen Flutterrexne li raporta salane ya Komis- yonaEwrûpayê girt, ji ber ku di wê raportêde hatiye gotin ku Enqere di derheqêbiryardana mafên kêmaniyên olî û et-nîkî de "pêşketineke sînordar bi dest veaniye." Di daxuyaniyeke ji bo medya

Tirkiyeyê Helen Flutter ragihand: "Tiştêku Komîsyonê gotiye ji rastiyê dûr e, jiber ku tiştê ku li Tirkiyê diqewime, cihêkêfxweşiyê ye." Navborî bahsa pirsgi-rêka Kurd jî kir û domand: "Niha cîhanji bo çareserkirina pirsgirêka kêmnetewû kêmolan li ba- şûr rojhilatê Tirkiyê, lipêşiya insyatîfeke rastîn ji aliyê Hikû-meta Erdoĝan e.

Li Ewrûpayê nerînên cuda di der-barê endambûna Tirkiyê de hene. Her-çiqas welatên weke DYA û Brîtanyadixwazin ku Tirkiye zû bibe endam,çendîn welatên Ewrûpa – di nava wande Fransa, Awisturya û Almanya jîhene – li dijî endambûna Tirkiyê der-dikevin û aligirên hevkariyek xurt in.

RûdawEwrûpa12 Hejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009

Rojnamevanên Sînornenas:

Azadiya medyayê li Ewrûpayê jî kêmtir dibe

Li gor Yekîtiya Rêxistinên Rojnameyan ya Cîhanî “World Association of Newspapers“ di sala 2008’an li seranserê cîhanê 70 rojnamevan hatin kuştin

Rûdaw (Köln) – Serokwezîrê Îtal-yayê Silvio Berlusconi li derveyi welatêxwe jî mijara nîqaş û matmayînê ye.Berlusconi di asta siyasî de wekî împe-ratorên Romê tevdigerê û destûr û qa-nûnan welêt li gor berjewendiyên xwediguherê û bi parlamenê dide qebûlki-rin. Di asta şexsî de jî serokwezîrê Îtal-yayê bi têkiliyên bi jinên ciwan ûgotinên “ne dîplomatîk“ dibe mijaramanşetan.

Ji ber yek ji wan helwestên wî li dijîjineke siyasetmedar, rojnama îtalî "LaRepubblica" qampanyek ku banga bin-çavkirina Berlusconi dike, da dest pêkirin. Sedem: Berlusconi jineke siyaset-medar bi “ji jîrbûnê zêdetir, xweşik“ binav kiribû.

“Ev zilam me biçûk dixe.“ 100 hezarjin tevlî banga rojnama navborî bûn ûkampanya ji bo binçavkirina Berlus-coni destnîşan kirin. Sedema nerazîbû-nan ew bû ku Berlusconi di guftûgoyektelevizyonê de ji siyasetmedara jin yamuxalif Rosy Bindi re gotibû “tu ji jîr-

bûnê zêdetir, xweşikî“. Bindi jî bi gotina“ez ne yek ji wan jina me, ku di xizmetawe de ye“ bersiva Berlusconi dabû.

Yek ji jinên ku kampanya destnişankiriye, nivîskar Lidia Ravera, ev hel-westa Berlusconi şermezar kir û got kuBerlusconi bi wan gotinên xwe yên liser temen û bejna jinan, dikevê “ser-dema beriya Femînizmê“.

Serokwezîrê Îtalyayê Berlusconi yê73 salî ev zêdetirî nîv salê ye ku bi têki-liyên xwe yên bi jinên ciwan û jinênlaşfiroş re di rojevê de ye û ev tekiliyênwî bûbûn sedema wê yekê ku jina wîVeronica Lario daxwaza jêberdanê liBerlusconî bike. Ji bilî têkiliyên bi jinênciwan re, Berlusconi bi mijarên ciddî jîdi rojeva Îtalyayê de ye. Ji ber sedemênxirab bikaranîna hêza xwe ya desthi-latê, sucdakirina bi rûşwetdayinê û ne-dana bacê, Dadgeha Desturê yaÎtalyayê beriya demekê mafê destne-danê yê Berlusconi rakiribû û niha jîBerlusconi bi destpêkirina çendîndozan re rû bi rû ye.

Îtalya:

100 hezar jin daxwaza girtina Berlusconi dikin

Navenda Komisyona Yekîtîya Ewrûpayê li paytexta Belçîkayê, Brûksel e

Daxuyaniyê Berlusconi jinê Îtalî jî kirin nava hewldanan

niyê li piraniya welatên Ewrûpayê di rewşekî baş de ye ûli gor raportê di rêzên destpêkê heta rêza 26’an, ji bilîçend welatên rojavayî, tenê welatên Ewrûpî cih digrinû di rêza yekê de welatên Skandînavya Swêd, Fînlanda,

Danîmarka, Norwêç û Îrlanda tên rêzkirin. Almanya îsaldi rêza 18 (sala 2008: rêza 20) de ye. Rêxistina rojnamevanan

wekî gavekî krîtîk li Almanyayê Qanûna-BKA ku destûra lê-gerîna bi rêya înternetê dide Saziya Federal ya Tawanan “Bun-deskriminalamt” (BKA), dibîne.

Li hinek welatên Ewrûpayê xebatkarên çapemeniyê rastîerişên f îzîkî jî tên: Li Îtalya komên mafiyos û li Spanyayê

jî rêxistina ETA’yê ji bo tund û çavtirsandina xebatkarênçapemeniyê berpirsyar tên dîtin. Ji bi wê di lîsteyê

de Fransa 8 rêzan bi paş ketiye û niha di rêza43’an de ye, Îtalya jî bi windakirina 5 rêzan di

rêza 49 de ich digre. Tirkiye jî ji rêza102’an daket rêza 122’an. DewletênYekbûyî yên Amerîkaye (DYA) îsal jirêza 40 hilket rêza 20’an û ev yek jî gi-rêdayî siyaseta nû ya Barack Obama têdîtin .

Welatên Rojhilata Navîn yên herî lipêş Kuweyt û Libnan di rêza 60 û 61’êde cih digrin. İrak di 145 û Sûriye jî dirêza 165 de cih digire. Wekî din jî Îran,Tirkmenistan, Koreya Bakur û Erître jîdi rêzên 172 heta 176’an û di dawiyalîstê de hatine bicihkirin.

Ji bo amadekirina lîsteya 2009’an rê-xistina Rojnamevanên Sînornenashem binpêkirinên azadiya çapemeniyêû hem jî hewldanên welatan jî bo bi-cihkirina vî maf î di navbera îlona salaborî û tebaxa îsal li bar çav girtin.

Raporta Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê:

Tirkiye ji endambûnê YE’yê dûr e

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 13: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Rûdaw (Serwîsa Cîhanê) – Sektoraçapemeniyê ya Dewletên Yekgirtî yênAmerîkayê (DYA) bi mezintirîn qey-rana xwe rû bi rû ye. Ji destpêka2008’an ve di vê sektora de 32 hezarkarker ji kar hatin avêtin û çendîn roj-nameyên navdar mecbûr man ku we-şana xwe rawestînin, an jî ji boberdewama weşana xwe bikevin navlêgerîna li rêyên nû.

Sêşema hefta borî rojnameya bi navû deng “New York Times“ ku xwedî1400 rojnamevan e, ekere kir ku ewê

100 rojnamevanên din ji kar bavêje. LêNew York Times a xwedî dîrokek dirêjne tena rojname ye ku ji ber pirsgirê-kên aborî karkeran ji kar dûr dixe. Roj-nameyên weke “Washington Post“ û“Wall Street Journal“ jî bi milyonanDolar zirarê dikin. Pirsgirêkên rojna-meyên wek “Chronicle“ ku li San Fran-cisco weana xwe dike, hîn mezintir inû wekî Chronicle gelekên din jî li bergirtinê ne. Eger Chronicle bê girtin,San Francisco wê bibe yekem metre-pola DYA’yê ku bêyî rojnameya xwe bi-

mîne. Li Florîdayê rojnameyên ku hetaniha reqîbê hev bûn, ji mecbûrî bi hevre hevkariyê dikin û hewl didin kumesrefa xwe kêm bikin. Rojnameyênweke “Ann Arbour News“ ji Michiganû “Christian Science Monitor“ ji Bos-ton ê weana xwe ja rojane rawestandinû tenê li ser înternetê weşana xwe di-domînin û rojnameyên weke “e Se-attle Post Intelligence“ û “e RockyMountain News“ ji bajarê Denver we-şana xwe bi temamî rawestandin.

Di sala 2008’an de tiraja rojnameyênDYA’yê ji sedî 4,6 daket derdora 49 mil-yonan û qezenca rojnameyan li gorsala 2007’an ji sedî 14 û li gor sala2006’an jî ji sedî 23 kêmtir bû. Li gorpêşbîniya enstîtuya Amerîkî “PEW-Institut“ di navbera 2001 û 2009’an dewê yek ji çarên karkerên di redaksyo-nên rojnameyan de ji kar hatibin avêtinû tenê di sala 2008’an de 5000 rojname-ger bê kar man, ev jî ji sedî 10’ê hemûrojnamegerên DYA’yê ne.

Pisporên çapemeniyê du sedemênsereke ji bo pirsgirêkên rojnameyandestnîşan dikin. Yek jê qeyrana aborîye. Xwendekar abonetiya xwe radiwes-tînin, îrket kêmtir reklaman di rojna-meyan de belav dikin. Li aliyê din jîînternet. Rojnamevanên rojnameyênçapkirî di navbera du latan de mane.Bêyî înternetê êdi karê wan jî bi rêvenaçe, herkes vê rastiyê qebûl dike. Lê lialiyê din, ya ku berê rojnameyên çap-kirî dide ber bi tunebûne, dîsa înternete. Înternet hem xwendevanan û hem jîreklaman ji rojnameyên çapkirî dir-evîne. Wiha dixuyê ku rojnameyênçapkirî gora xwe bi destê xwe kolane.Pisporê medyayê ji Zanîngeha BonnêCaja imm balê dikînê ser wê yekê ku

b e -ş e k îm e z i nji rekla-mên ku dirojnameyandihatin weşan-din, berê xwedane înternetê û bivê yekê valahiyekmezin di budçeya rojna-meyan de hitiye û di înter-netê de jî qazenc karekî zor e.Bi rojnamevaniya nûçeyan jî çap-xaneyên rojnameyan nikarin pereyekîqezenc bikin. Ji ber ku eger malperek jibo xwendina nûçeyan pere bixwaze,wê xwendevan wê malperê ceza bikinû wê nexwînîn, ji xwe alternatîf têraxwe hene.

Caja imm pêniyara weanên tay-bet li weanxaneyan dike: “Ji bo hinekxizmetan xwendevan amade ne ku pe-reyan xerc bikin.” Di warê rojnameyênli ser kaxezê de imm pêniyar dike kucîh bidin qalîte û paxaneyan. Mînakekba di vî warî de heftenameya almanî"Die Zeit" e ku di salên borî tiraja xwemezintir jî kir. Ji bo imm salên zêrînyên rojnamevaniya çapkirî borîn û roj-namevaniya çapkirî nikare xwe big-

hîne avantajên rojna-mevaniya înternetê. Pisporê medyayeimm tenê ji bo hinek berheman an-sekî serketînê dibîne, ew jî hinek ma-gazîn in ku nirxekî wan yê estetîk jîheye.

Ji bo rizgarbûna ji têkçûnê, gelek roj-nameyên navdar stratejiyeke nû dice-ribînin. Yek ji wan stratejiyanbelavkirina rojnamê ye. Yek ji wan roj-nameyên ku rizgarbûna xwe di vê stra-tejiyê de dibîne, rojnama navdar jiLondonê “Evening Standard” e ku pitî180 salan, ji 12’ê cotmehê ve dest bi be-lavkirina bela kir. Rojnameyên ku destbi belavkirina bê pere dikin, hêvî dikinku bi hildana tirajê pereyên ji reklamanjî zêdetir bibe.

Rûdaw (Serwîsa Cîhanê) – Metro-polên Çînê ji ber zêdebûna mirovan jiher alî ve diteqin û rayeder bi pirsgirê-kên îdarekirin û misogerkirina avavexwarinê re rû bi rû ne. Ji bo projeyekavê ku tê hevîkirin pirsgirêkê avê yêpaytexta welêt Pêkîngê çareser bike,Hikûmeta Çînê dixwaze 330 hezarmirovan ji cihê wan veguhêzê.

Li gor agahiyên ji ajansa nûçeyan yaÇinî Xinhua, niştecihên nezîkî “Ben-dava Danjiangkou“ yên li herêmênnavîn ên Çînê, Hubei û Henan, wê jicihên wan bên veguheztin û avaÇemê Jangtse wê ji wan herêman berbi herêmên zuha yên li bakurê Çînê bêrêkirin. Veguheztina niştecihan hef-taya borî dest pê kir û wê 2011’an bidawî bibe.

Piştî ku projeya bi bihayê 41,6 mil-yar Euro bi dawî bê, tê çaverêkirin kubi milyaran ton av ber bi Pêkîng ûmetropolên din yên li bakurê Çînê kubi lez pêşdikevin, bê şandin. Hikû-meta Çînê li bendê ye ku piştî xelaski-rina projeyê di sala 2014’an de, yek jiçarên pêwistiyên ava Pêkingê bê mi-sogerkirin.

Rexnegirên vê projeyê balê dikşîninser bandora neyenî ya li xwezayê û mi-rovên ku mecbûre koçê bên kirin ûtînin ziman ku ji bilî vê yekê jî projeyaavê wê nikaribê pêwistiya metropolanbi avê misoger bike. Rayedarên dew-

letê daxuyandin ku ewê tazmînatêbidin wan kêsên ku cihên xwe terkbikin û ewê li cihekî nû erdê çandinêbidin wan. Ji bilî wê jî, her endamekîmalbatê wê salê 600 Yuan (60 Euro)bistîne û ev alîkarî wê 20 salan bi-dome. Gelek niştecihên herêmên va-lakirî berovajî daxuyaniyên fermîgazinan dikin ku nûnerên hukûmî ewmecbûrî destnîşankirina belgeyan ki-rine û wek din jî erden ku ji wan re tênpêşniyazkirin, tenê nivê erdê wan yêberê bûye.

Bi pêşketina aboriya Çînê û koça

ber bi bajaran ve, pêwistiya Çînê biçavkaniyên xwezayî û enerjiyê gihiş-tiye astên nedîtî û rayedarên Çînî linava welêt û li derve ketina nêçîra bi-destxistina çavkaniyan. Ji bo hilberînaenerjiya ji sentralên avê di salên borîde bi sedan bendav li Çînê hatine ava-kirin û di nava wan de bendava Sê-Newalan ya herî mezin li Çînê ûcîhanê ye. Ji bo bendava Sê-Newalanbêtirî 1.4 milyon mirov hatin veguhez-tin û cihê wan di bin goleke 600 kmdirêj de ma.

Ji ber koça ber bi bajar, metropolên Çînê bêpîlan mezin dibin

Çapemeniya Amerîka li ber sikratê ye

Rûdaw

Köln (Rûdaw) – Parlamena Ewrû-payê xelata îsal ya “Saxarov“ da çalak-vanên mafên mirôvan ên Rûsî. ”XelataSaxarov ji bo Azadiya Ramanê” ji sala1988’an ve ji aliyê Parlamena Ewrûpayêji bo kesayet an jî rêxistinên ku ji bomafê mirovan û azadiya ramanê têdi-koşin tê dayîn û îsal rêxistina mafê mi-rovan a Rûsî “Memorial“ layîkî vêxelatê hat dîtin.

Endamên rêxistina mafê mirovan“Memorial“ ku navenda wê li Mos-kowê ye, ev du dehsal e ku ji bo paras-tina mafên hemwelatiyên Rûsîtêdikoşin. Serokê Parlamena Ewrû-payê Jerzy Buzek xitabî nûnerên rêxis-tina Memorial, Ljudmila Alexejewa,Oleg Orlow û Sergej Kowaljow kir ûew bi “mirovên wêrek ku li Rûsyaye dinav lêgerîna rastîye de ne“ bi nav kir.

Rûsya di salên dawîn de bi windaki-rin û kuştina çendîn çalakvanên mafênmirovan di rojevê de ye. Beriya sê salan

kuştin Anna Politkowskaja bala rayagiştî ya cîhanê kişandibû ser rewşa aza-diya derbirînê.

Xelata Saxarov ku pêve 50 hezarEuro tên dayîn, navê xwe ji çalakvanêmafê mirovan yê Rûsî û xelatgirê Xe-lata Nobelê ji bo Aştiyê Andrey Saxa-rov (1921-1989) girtiyê. AndreySaxarov di heman demê de yek ji da-mezrênerê rêxistina Memorial e ku disala 1988’an hatibû damezrandin. Rê-xistina navborî niha li derveyi Rûsyayêjî, bi 90 komên navnetewî ji bo mafêmirovan têdikoşê.

Di nav xelatgirên Xelata Saxarov dekesayetên wek serokê berê yê BaşûrêAfrîkayê Nelson Mandela, siyasetme-dara Kurd Leyla Zana, serokê berê yêNetewên Yekgirtî Kof î Annan û çen-dîn kesên navdar hene. Tê çaverêkirinku xelat di 16’ê kanûnê de li Strasbo-urgê bê dayîn

Xelata Saxarov çû Rûsyayê

Sergej Kowaljow Ljudmila Alexejewa Oleg Orlow

Cîhan 13

Çîn mala 330 hezar welatiyên xwe xera kir!

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 14: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Malmîsanij

“1996 de ma tayê embazê kirmancêke Ewrûpa de manenî, xo kurd zanî ûbi kirmanckî (zazakî) zanî, ma ameypêser. Ma 15-20 tenî amey têhet. Mawareyê kirmanckî de şînî (eşkenî) sebikî, ma naye ser o vindertî. Ma mese-leyanê nuştişê kirmanckî ser o muna-qeşe kerd.

Semedo ke mîyanê kurdan de mek-teb çin bîyo, her kes goreyê şîweyadewa xo nuseno. Ma va ma nê karî bikîbisîstem. Semedê naye ra zî ma qerarda ke ma serre de di rey kom bibî, kom-bîyayîşan (toplantı) virazî. Ma naye sero pê kerd. Bi nê kombîyayîşan ma waştbiresê tayê netîceyan.

Kombîyayîşê ma hewt rojî, panc rojîyan zî hîrê rojî ramenî. Xusûsîyetanêmuhîmanê na xebata ma ra yew no yoke kesê ke ameybî pêser, hetê sîyasî rawayîrê fikranê cîya-cîyayan bî. Grûb ûpartîyanê cîya-cîyayan ra bî yan zîxoser bî. Xusûsîyetê muşterekê ma nobî: Ma kurd î û kirmanckî (zazakî)qisey kenî. Herçiqas fikrê sîyasî cîya-cîya bibê zî, ziwanî ser o pîyakarkerdişêkurdan çîyêko musbet o. Çunke mese-leyê alfabe, ziwanî û rastnuştişî (îmla)muşterek î. Mavajî yew kurd PKK ra zîbibo, Partîya Îslamîya Kurdîstanî ra zîbibo ey rê alfabe û rastnuştişo muşte-rek lazim o.

Kombîyayîşan de ma çîyanê muhî-man ra dest pêkerd. Mavajî ma nêçîyan ser o vindertî û tesbît kerdî:

1)Nameyê lehçeya ma, 2)Alfabe(herfi), 3)Nameyê rojan, mewsiman,

qitayan, ziwanan, lehçeyan, dînan,mezheban, aşman (mengan), şarista-nanê (bajaranê) Kurdîstanî, dewletanû paytextanê dinya, heywanan, hace-tan, 4)Zemîrî, 5)Edatî, 6)Sifetî, 7)Karî(f îîlî), 8)Bestoxî, 9)Îzafe,10)Hûmarî,11)Kilmnuşteyî.

Meseleyê alfabe de ma alfabeya kur-dan nêvurînaya (nêbedilnaya). Nê me-

seleyî de ma nêwaşt ke ma kurdan racîya herfan qebûl bikî. Dima ma mese-leyê rastnuştişî ser o vindertî. Mavajî çibi herfa werdî dest pê keno, çi bi herfagirde dest pê keno û çîyê bînî.

Merdim ke wazeno çîyêk binuso,termînolojî lazim o. Ti zanî, şarê mahîna zaf dewij o, zîret de meşxûl bîyo;

nê wareyî de termî (terim) estî. Labelêmavajî termê felsefe, sosyolojî, psîko-lojî, îqtîsadî çin î. Ma waşt naye rê çarebivînî. Ma kombîyayîşan de hetanîewro termê îdarî, sîyasî, edebîyatî, gra-merî, perwerdeyî (eğitim), huqûqî, leş-kerî (eskerî), anatomî, merdimîye(akrabalık), weşîye (sağlık) û cografyatesbît kerdî. . .”

Beşdarê Grûba Xebate Ya VateyîKesê ke nameyê înan cêr ra nusî-

yayê, heta ewro kombîyayîşanê GrubaXebate ya Vateyî de ca girewto. Mî-yanê parantezan de nameyê şaristanêînan û çend kombîyayîşan de amadebîyê, nuşte yê:

Şukrî Atîk, Saît Aydogmuş, OsmanAytar, Serdar Bedirxan, Yildiray Beyaz-gul, Aydin Bîngol, Munzur Çem, Hû-manê Çîyan, Memo Darêz, HaydarDiljen, Ehmedê Dirihî, Nîhat Elî, J.Îhsan Espar, Nevzat Gedîk, HuseyînGirmit, Cemîl Gundogan, Lerzan Jan-dîl, Wisif Kaymak, Elîf Kiliç, Çeko Ko-cadag, Huseyîn Kulu, Seyîdxan Kurij,Roşan Lezgîn, M. Malmîsanij, SelîmMûrat, Mehmud Nêşite, Hamdî Oz-yurt, Cemal Pîranij, Robîn Rewşen,Kamer Soylemez, Mehmet Taş, KazimTemurlenk, Îshak Tepe, Harun Turgut,Şukrî Urgun, Muzafer Xeylanij, Suley-man Yilmaz, Orhan Zoxpayij.

Rûdaw14 Hejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009Zazakî

MONDE

kurdîdiplomatiquediplomatique

kurdî

Bi 25 zimanan li 35 welatan. Niha jî bi kurdî û li Kurdistan û cîhanê.

LE

Ji bo salekî: Almanya, Belçîka, Awûstûrya,Fransa, Hollanda: 60 Euro · Swîsre: 120 CHF ·Brîtanya: 60 GBP · Swêd (Schweden): 900 SEK ·Danîmarka (Danemark): 600 DKK · DYA (USA):100 USD · Kanada : 120 CD · Tirkiye: 100 TLJi bo şeş mehan: Almanya, Belçîka,Awûstûrya, Fransa, Hollanda: 30 Euro ·Swîsre: 60 CHF · Brîtanya: 30 GBP · Swêd: 450SEK · Danîmarka: 300 DKK · DYA (USA): 50 USD· Kanada: 60 CD · Tirkiye: 50 YTL

Ji bo Almanya: Rudaw Media GmbH · Bank:Deutsche Bank Köln · Konto Nr: 2450161 ·BLZ: 37070024Ji derveyî Almanya:IBAN: DE48370700240245016100BIC: DEUTDEDBKOENavnîşan: Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a50823 Köln / Almanya E-maîl: [email protected]

Rûdaw Şertên Abonetiyê

Edebîyatê Kirmanckî

Kirmanckî de çend metnê tewr kehenê keyenê zanayîş kitabê Peter Îvanovîç Lerchî de yê.Nê metnî fekê çend camêrdanê kirmancan (kur-danê zazayan) ê ke şerê Qirimî de hêsîr kewtêdestê leşkeranê Rûsya ra nusîyayê. No kitabserra 1857 de Petersburg de ginayo çape ro.

Welat de zî, reya verêne metno ke nusîyayo,Mewlûdê Nebî yê Ehmedê Xasî yo (1867-1951). No kitab 1899 de, şaristanêDîyarbekirî de, çapxaneyê Lîtografya de çape ro ginayo. Mewlûdê Nebî, 16qismî û 756 rêzî yo, her rêze zî 11 hece ya. No metn seba edebîyatê nuştekîyê kirmanckî sey metno tewr verên qebul beno.

Mewlidêko bîn zî, yê muftîyê wextêk ê Sêwregi Usman Efendîyê Babijî(1852-1929) yo. No metn serra 1906 de nusîyayo. Dima ra destnuşteyê nêmetnî kewenê destê Celadet Alî Bedirxanî (1893-1951). O zî serra 1933 deŞam de bi alfabeya erebkî çapkeno.

Semedê qedexekerdişê ziwanî ra, Tirkîya de demeyêko derg na lehçe detu metnêk nênusîyayo. Seba ke kurdê zazayî tena mîyanê sînoranê Tirkîyade yê, cayêkê bînî de zî kirmanckî nênusîyaya.

Nêmeyo peyên ê serranê 1970an de, Tirkîya de hetê rewşa sîyasî ra bi-neyke serbestî virazîya. Na rewşe de, nara wendekaranê wendegeyan destbi nuştişî kerd.

Cîyayîya mîyanê ekolê wendegeyan û ekolê medreseyan de na ya ke, noekolo newe vêşêr bi fehmêko neteweyî têwgeyreno û alfabeya latînkî ya Ce-ladet Alî Bedirxanî şuxulneno. Merdim şêno kovara kulturî Tîrêj ke 1979de dest bi weşanayîşî kerd, seba kirmanckî destpêkê edebîyatê modernî bi-hesebno. Na kovare bi her di lehçeyanê kurdkî, kirmanckî (zazakî) û kur-manckî weşanîyaya. Kirmanckî de reya verêne metnê modernî yê sey şîîraserbeste, hîkaye û meqale (nesr) na kovare de weşanîyayê. Folklorê kir-manckî (zazakî) ra gelek nimûney arêdîyay û weşanîyay. Ziwananê bînan raşîîrî û hîkayey tercumeyê kirmanckî bîy. Hewna, reya verêne ferhengekê kir-manckî-tirkî na kovare de neşr bi. Nê heme xebatê edebîyatê modernî yêkirmanckî (zazakî) reya verêne hetê M. Malmîsanijî ra bîyê. Derheqê aver-şîyena kirmanckî de rolê ey maneno rolê Celadet Alî Bedirxanî ke standar-dîzekerdişê kurmanckî de kaykerdibi. Xebata M. Malmîsanijî ya ferhengekêkirmanckî-tirkî ke kovara Tîrêj de dest pêbibî, dima ra sey ferhengê tewrverên yê kirmanckî (zazakî) weşanîya.

Roşan Lezgin

Koma Vate li Hewlêrê (Wêne: Vate)

Grûba xebate ya Vateyî 

Koma Vate li Silêmanî tevî Xero Xan û Xecê Xan (Wêne: Vate)

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 15: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Rûdaw 15Hejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009 Hevpeyvîn

Evdila Koçer

Stenbol (Rûdaw) - Dema mirovbêje Ragıp Duran, pêşîn medya, rex-neya medyayê tê bîra meriv. Ji sala1978’an ve ew di nava medyayê de ye.Ji BBC bigire heta Özgür Gündemê, jiAFP’ê bigire heta Cunhuriyetê, di gelekcihan de rojnamegerî kiriye. Ew niha jibo rojnama Fransî “Libération“ kardike û di hinek zanîngehan de jî li serrojnamegeriyê dersan dide. Rûdaw biwî re axif î:

Birêz Duran, em pêşî ji van KomênAştiyê dest pê bikin. Hûn vê serbest-berdana Komên Aştiyê çawa dinirxî-nin, we tiştekî wisa hêvî dikir gelo?Belê, ez berî çend rojan li Batmanê

bûm. Di wê navberê de min bi hin rê-vebirên dewletê re jî hevdîtin çêkirin.Min ji gotinên wan rêvebiran his kir kuwê bêne berdan. Ev gaveke baş e. Evyek xuya dike ku ev projeyeke mezinya hikumet û dewletê ye. Her wihamirov ji vê serbestberdanê fêm dike kusaziyên dewletê li ser vê serbestber-dana koma aştiyê li hev kirine. Wekwezîr Atalay jî bahs kirî, ev parçeyek jivê vebûna hikûmetê ye. Ji xwe qanû-nên heyî jî rê didin vê yekê. Lê em di-zanin ku ev qanûn ji bo komên aştiyêyên sala 99’an nehatibûn bikaranîn.Hingê mixabin atmosfera siyasî ji vêyekê re ne guncav bû. Lê weke ku emdizanin gelek caran jî hiqûq li gorîrewşa siyasetê biryaran dide. Ji xwe se-rokwezîr Erdoğan jî diyar kir ku ev yekbi biryara wan ya siyasetê pêk hatiye.

Gelo em nikarin vê serbestberdanaKomên Aştiyê wekî îşaretîkî bigirinku hikûmet û PKK li pişt deriyan ba-zariyekî dikin?Na, ez bawer nakim. Hêj ne di wê

astê de ye, lê di nava Ahmet Türk ûBeşir Atalay de wê şeva serbestberdanêbi rêya telefonê dûvedirêj dîplomasi-yeke mezin pêk hat. Ji xwe hikûmetê jîdixwest ku bi awayeke nerm van kesanberde, da ku hinekî projeya wê ya ve-bûnê biçe ser. Lê di dema serbestber-dana 34 kesan de, artêş jî bi ser Qendîlêde dîsa balafirên xwe firandin.

Yanî leşker bi vî rengî li dijî serbest-berdanê ye, an na?Na ne wisa gelek li dij e jî, lê ne

memnûn e jî.Lê li hêla din jî hate fêmkirin ku li dijîKomên Aştiyê mûmkun e ku dûre lê-pirsinên nû bêne vekirin. Gelo ti ga-rantiyek heye ku komên din yên kubên, neyêne girtin?Tu jî dizanî ku dîsa di vir de siyaset

û hiqûq tevlihev dibe. Lê ya giring ev eku ev kesên ku tên bi îradeye xwe tên.Lê ya rastî ev serbestberdan çawa ku didestê dadgeran de be, lêpirsîneke nû jîher dem di destê wan de ye. Lê di vênavberê de Cemil Bayık jî aşkere kir kuşandina van Komên Aştiyê nayê wêwateyê ku PKK’ê dev ji çek berdaye.

Gelo bi şandina van Komên Aştiyê rehedefa PKK çi ye?Weke tê zanîn ev Komên Aştiyê

projeyeke Öcalan e. Hedefa PKK’ê jîew e ku samîmiyeta dewletê bipîve. Lêdi vê gava yekem de PKK’ê jî û Hikû-met jî bi ser ketin. Lê ev gaveke biçûke. Ev pêvajoyeke dirêj e helbet. Ev komjî perçeyek ji vê pêvajoyê bûn. Herwiha mesele ne tenê Kampa Maxmûran jî Qendîl e. Bi her awayî, wê ji xwe

avantaja PKK’ê bêtir bûya. Ji xwe ji nihave jî PKK bi ser ket. Niha hikûmet di-kare gavên din bavêje. Heke ev kom bi-hatana girtin jî ji xwe wê vebûnahikûmetê pûç derketa…

Hêviya we ji vê pakêta vebûnê çi ye.Wê sûrprîzek tê de hebe?Ji xwe Koma Aştiyê bi 9 xwestekên

xwe ve hat. Belkî xwestekên Kurd ûdewletê jî hev negirin. Lê hin xweste-kên Kurdan jî di nava pakêta vebûnêde bi rengekî formûle bûne. Lê helbetdewlet gotinê nayne ser meseleya per-werdeya kurdî û guhertina makeza-gonê. Lê weke tê zanîn ji xwe siyaset jîşerekî psîkolojîk e. Divê mirov xweste-kên xwe bilind bike, divê mirov 3 tiştanbixwaze heta ku mirov bigihîje yekê.

Niha jî em vegerin ser mijara we ya

medyayê. Di vê serbestberdanê derojnameya Hürriyet dibêje “Poşmanbûn, serbest hatin berdan”, lê Mîlîyetjî “Poşman nebûn, lê serbest hatinberdan” nivîsand. Weke hûn dizaninev her du rojname jî bi ser Grûba Do-ğanê ve ne. Hûn vê dubendî û durû-tiyê çawa dibînin?Xwezî ev nakokî bi tenê Gruba

Doğan bikira. Mixabin nakokî li bahemû medyaya tirk eynî ye. Yekî kor jîdizane ferqa Kampa Maxmûr û Qen-dîlê çi ye. Di vê pêvajoya nû de hê jîmedyaya tirk dev ji zimanê xwe yê şerbernade. Heke îro projeyek hebe, divêpêşî ev ji zimanê medyayê dest pê bike.

Medya tirk di vê pêvajoya aştiyê dedikare zimanekî çawa bikarbîne?Mixabin zimanê desthilatdariya

medya tirk di meseleyên Kurd û Er-menî de ku gelekî nazik in, gelek caranji yê siyasetê xirabtir bûye. Lê hinekmedyaya tirk ku wekî alîgir (yandaş) ûÎslamîst tên bi nav kirin, di pêvajoyê dezimanekî naziktir bikartînin. Ev yek jihêlekî ve baş e, lê li hêla din jî ku piçekîaligirê hikûmetê ne, lewma gumanêdixe dilê min. Lê ya rastî peywîra med-yayê ew e ku bêyî ku bûyerekî kurt ûdirêj, kêm û zêde, çewt û berovajikîrîbide, divê wekî xwe biweşîne. Em bêjinAbdullah Öcalan. Her kes dizane ewserokê PKK’ê ye. Lê gelek rojnameyênTirkan wî wekî “Bolücübaşı” “Bebek

katili” û falan nîşan dikin. Em dizaninku ev ‘ziman’ zimanê şer e ku dewlet biwext re li ser medyayê ferz kiriye.Wextê min di BBC de kar dikir, me jiIRA re nedigot “terorîst” an jî “qehre-man”, me ew wekî mîlîtan bi nav dikir.Ya rastî jî ev e.

Di rojên pêş de eger medyayeke nû bêavakirin, eger medyayên wekî Tarafêzêdetir bibin, wê çi tesîrê li civakêbike. Di serê we de medyayek çawaheye?Medyaya ku em bahs dikin, ya ku ji

rojname, televîzyon, înternet û hwd.pêk tê, bi rewşa siyasî û îdeolojîk ya ci-vakê ve têkildar e. Atmosfera heyî yacivakê ji xwe re medyayekê jî diafirîne.Di pêşerojê de eger projeya aştî û bira-tiyê bi ser keve, helbet wê tîraja med-

yaya dij-Kurd jî bikeve. An hingê wêew jî xwe biguherînin an jî wê bihelin,biçin. Belkî hingê ji Kurd û Tirk û Er-menî û Demokratan medyayeke nû jîava bibe.

Gelo hûn weşana Tarafê çawa dibî-nin, hûn tîraja wê baş dibînin an na?Nûçeyên li ser artêşê ve, weşaneke

baş dike. Nûçeyan baş dişopîne. Cesa-retek mezin dide gelek rojnamegeran.Tîraja wê jî di derdora pêncî hezarî ye.Lê mixabin ev tîraj qels e, têra çerxarojnameyekê nake. Wekî din Taraf lidijî hemû hêzên îktîdar nûçeyên dij-war çênake.

Li dijî kê çênake?Mesela li dijî artêşê gelekî serkeftî ye,

lê vê helwesta xwe bi vî awayî li dijî hi-kûmetê an jî emniyetê nîşan nade,lewma ev jî gumanê bi mirov re çêdike.Mesele li dijî Cemaeta Fethullahê gelekguman li ser wan hene ku li dijî wansist in.

Yanî Taraf ji Cemaeta Fethullah alî-kariyê werdigire?Di destê min de tişteke konkret

tune. Lê li dijî vê cameatê nûçeyên rex-neyî naweşînin.

Gelo Taraf ji Kurdan çiqasî tîraj wer-digire?Ez nikarim tiştekî bibêjim, lê bi îhtî-

maleke mezin 25 hezar tîraj ji Bakur ûKurdên metropalan werdigire. Taraf jialiyê Kurdan eleqeyeke mezin dibînî.

Ferqa mezin ya Taraf û Hürriyetê çiye?Helbet ferqeke mezin heye. Lê gelek

aliyê wan jî dişibin hev.Çi aliyê wan dişibin hev?Mesele di her duyan de jî sendîkaya

rojnameyan tune. Ji ber ku helwesta lidijî kedê gelekî diyarker e.

Gelek tecrûbeyên we li ser medya Kurdheye. Gelo weke ku we xwestiye, wekariye medya Kurd jî rexne bikin?Ya rastî medyaya Kurd bêtir dikare

rexneyan tehamûl bike. Min her demrexneyên xwe ji wan re gotine. Didema Gündemê de jî û di dema xeba-tên perwerdeyiyê yên Roj Tv de jî minkariye rexneyên bêjim û wan hevalanjî hurmet nîşanî rexneyên min dane. Jibo ku wê hevalên min ji min aciz bibin,

min ti carî rexneyên xwe veneşartine.Min berê jî gelek caran gotiye ku siya-set û medya gelekî tevlihev dibe, sîno-rên wan ji hev nayên veqetandin.

Gelo di medya Kurd de tiştek li berçavê we ketiye ku we ji xwe re gotiye“Ev, kopiyek ji medya tirk e”?Helbet gelek tişt. Binêr ez ji te re mî-

nakekî bibêjim. Rojekî di Özgur Gün-demê de ji bo ceribandinê min tiştekewiha kir. Hingê min ji Hürriyetê nûçe-yek wergirt ku li ser serokwezîr MesutYılmaz hatibû çêkirin. Min rabû di wênûçeyê de hemû navên Mesut Yılmazjê derxist û li şûna wî Abdullah Öcalanbi cih kir. Helbet bi vî awayî naverokanûçeyê ji serî heta binî guherî. Min vênûçeyê di perwerdeyê de nîşanî heva-lan kir û ji wan re pirsî, “Gelo hûn di-zanin ev nûçe di ku de derketiye?” Kesîpê dernexist. Mixabin kopiyên wisa liba Kurdan hene.

Sedema vê yekê çi ye gelo?Sedem ew e ku bi salan zimanê

kurdî hatiye qedexekirin, lewma bikurdî bingeha rojnamegeriyeke xurtnehatiye avêtin. Helbet ez keda kesênwekî Musa Anter û hwd. dizanim. Bi-fikirin ku rojnameyeke rojane ya Kur-dan di 92’an de dest bi weşanê kiriye.Lê Kurd bi sedan salan e li ser vê xakêdijîn. Lê ji ber ku hebûna wan hatiyeqedexekirin, rojnamegeriya wan jî dibin tesîra medya tirkî de maye.

Gelo ji Kurdan re medyayeke çawapêwist e?Helbet pîvanên vê yekê hene. Lê ji

bilî regez û pîvanan, ez dixwazim goti-neke meşhûr yê avakarê rojnameya LeMonde li vir bibêjim. Dibêje ku “herwelatek rojnameya ku layîqê wê yederdixe“. Helbet ev nêrîneke pozîtîf e.Lewma rojnameyeke Kurd ya ku der-keve, divê hemû hêlên civakê yên îdeo-lojîk, çandî, fikrî, rihî, hizbî, psîkolojîkû hwd. di nav xwe de bihewîne.

Medyaya di xeyalê we de çawa ye?Ji medyaya desthilatdaran cude

medyayek heye. Ji bo kesên ku dizanin,ez ê li vir bibêjim. Ya di xeyalê min derojnameya Libération e ku hê jî ez nû-çegihaniya wê dikim. Lê ew jî ji pîvanû germahiya xwe ya berî 30 salan ketmixabin. Her wiha ev gotina rojname-gerên amerîka jî kêfa min tîne, “rojna-meya ku derziyê di rehetiya kesan derake, ji bo kesên nerihat jî dermanbide” ku ji bo min mûhîm e.

Di dersên rojnamegeriyê de pîvanênherî sereke ku hûn dixwazin sedî seddivê xwendekarên te fêr bibin çi ne?Gelek tişt hene. Lê di dersên teorîk

û pratîkê de divê bala rojnamegeran liser sê tiştan be. 1. Divê girêdana wanbi rastiyê re hebe. 2. Divê gotina şef anjî saziya lê kar dike, bi cih bîne. 3. Divêpişta xwendevanî bigire.

Vê pêla 5-10 salên dawî kîjan rojna-meger bala te dikişînin?Ev pirs gelek ji min tê pirsîn. Helbet

hene lê rojnamegeriya di serê min dene takekesî lê kolektîv e. Lê rojname-geriya Celal Başlangiç, bi teknîk û ce-sareta xwe ve bala min dikişîne. Herwiha Ahmet Şik. Lê ev her du jî jimedya desthilatdar hatin avêtin. Ji berku rojnamegeriya gel û civakê dikirin.Di nav nivîskaran de Umur Talu bi xetaxwe balkêş e. Wekî din jî ji nifşa nûçend kes hene.

Ragıp Duran dema ku înternetê ve-dike kîjan malper serê pêşîn bala wîdikişînin?Piştî taştê çend rojnameyên tirk ve-

dikim. Ajansa Nûçeyan ya Firatê jî rojêsê çar caran vedikim. Libération û LeMondê ditikînim. Wekî din Guardian,Independet, New Work Times, Was-hington Post. Ez televîzyon temaşenakim, lê guh didim radyoyê.

Van rojan Le Monde diplomatique bikurdî derdikeve, hûn vê yekê çawa di-bînî?Welleh gelekî baş e ku bi kurdî der-

keve. Gaveke pir erêniye. Ez ji salên70’an ve Le Mond diplomatique dişo-pînim. Rojnameyeke têrtije û cîdî ye.Weşaneke siyasî û stewiyayî ye. Herkes dikare hişê xwe bi naveroka vê we-şanê têr bike. Kesên ku hê jî doza tiştekîdikin, bila diplomatique sedî sed bix-wînin. Ji ber weşana wê ya kurdî gelekîkêfa min hat.

Di dawiyê de di derbarê Kurdan deserpêhatiyeke ku hûn bi xwendeva-nên Rûdawê re parve bikî heye gelo? Di derbarê Kurdan de gelek serpê-

hatiyên min hene. Lê bi taybetî OrhanDoğan ji bo min Kurdekî gelek cudabû. Ew hevalekî min yê nêzîk bû. Ez jiwî fêrî gelek tiştan di derbarê Kurdande bûm, tiştên ku di pirtûkan de nayênbahs kirin. Hingê ew nûnerê IHD’ê bû.Ez jî ji bo şopandina nûçeyan her demli Cizîrê bûm. Dema ku min şevekê pêre hevpeyvînek çê dikir, hin kesan biçek bi ser Cizîrê de girtin. Dengê geleksîlehan dihat. Lê Orhan dizanibûdengê kîjan çêkan aîdî dewletê an jîPKK’ê ne. Ez gelekî bi xêra wî li pirsaKurd hişyar bûm.

Rojnamevan Ragıp Duran:

“Her welat rojnameya ku layîqê wê ye derdixe”

Ragıp Duran: “Medyaya Kurd bêtir dikare rexneyan tehamûl bike. “ (Wêne: Rûdaw)

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 16: ب مدد مکترۆپساپ گرمشێپ 6 t 8 t 16 t  · sedan awaz û stranên Kurdî yên kevn ve mijûl in. Ew stranên ku tenê di dilê pîrejin û pîremêrên Kurd de mayîn,

Herne (Rûdaw) -  Pizzeria Peponneli bajarê Almanya, Herne 70 metre nê-zikê rawestgeha trênê ya navendî ye.Çar sal berê, dema Mahmut Güneş evder vekir, 6 mehên pêşî wî nikaribû pe-reyê kiraya xwe derxe. Niha Güneşîddia dike ku pizzeria wî di NRW de yaherî baş û herî leztir e.

Di menuya Pizzeria Peponne de 110cûrên mutbexa Îtalyan heye. Pizza, ba-guet, meqerneyên îtalyan, selete ûSchnitzel. "Ez hemû xwarinan bi nu-mareyê wan dizanim" Mahmut Güneşdibêje. Ne hewce ye ku ew li pişt xwebizivire û li numareya xwarine mêzebike.

Mahmut Güneş (36) Kurdekî ji Me-letiyê ye. Bavê sê keçan e; li malê bi za-rokên xwe re kurdî diaxife. Herwihatirkî û almanî dizanê: "Hinek jî Italîdizanim." Mahmut Güneş beriya ku vêdikanê veke, 11 sal li cem Îtalyan ûTirkan xebitiye. "Ez li ber destê Îtalya-nan hînî vî karî bûm. Ji ber ku navê di-kana me bi îtalî ye, her kes difikire kuem jî Îtalyan in. Dema ku min dest bi

kar kir, min gotinek almanî jî nedizanîû ne jî min heta wê rojê destê xwe dabûhevîr jî."

Peponne gotineke bi îtalî ye; wek al-manî paprîka, spanî piper... Ango îsot...

Derî vedibe û muşterî dikevin hun-dir, telefon lê dixe û li pey hev faks tên.Roja herî kêm 150, rojeke normal 300pizza çêdikin. Herwiha baguet, me-qerne û yên din.

Yek ji wan Bulgar, yek Tirk û çar jîKurd dixebitin. Şirîgê Güneş, bûrayêwî Ali ye. Ji karkeran du kes ji muşteri-yan re bi otomobîlê pizza dibin hetaber derîyê wan.

Di wê navberê de derî dîsa vedibe ûdi destê wî de qûtiyekî reş, xortekî di-keve hundir. Bi devekî ken, ji Mahmutre wiha dibêje: "Divê ez dîsa herimheman navnîşanê." Kes ji gotina wîfahm nake. Ew bê navber, wiha lê zêdedike: "Bêhna pizzayê kete nav apart-manê û cîranê wî jî xwestin!"

Ev xortê ku pizzayê bi pizza taxiyêdibe mala muşteriyan ji Vartoyê ye.Karê wî tenê ev e. Wek ew ji mere di-

bêje di rojên dawiya heftê de qet neçe,20-25 car diçe derve. Her carê navbera3 û 5 pizzayan bi xwe re dibe.

Karê wan ji sedî 70 li ser xwestekênmuşteriyên li derve ye. Ango sîparîş.Ew bi almanî "Lieferung" dibêjin. Lihundirê pizzeria ji bo runiştinê 6 maseû 24 kursî jî hene.

Mahmut û xebatkarê wî, xortê jiBulxarîstanê Nurcan, hevîr vedikin,sose li ser hevîr belav dikin, li gor dilêmuşterî tiştên ku werin ser wan, didinser û pizzaya bi bêrê dikine tenûragerm. Tenûr bi êzingan dişewite; êzin-gan bi metrekûbikan dikirin. "Em mec-bûr in tenê van êzingan bi kar bînin,yên din qedexe ne."

Em pirsa muşteriyan dikin. Ka geloji kîjan netewan pir kes tên vira. "Muş-teriyê me, yên ku bi riya telefonê û biriya e-mailê sîparîş dikin, herwiha tênli vir rûdinin, ji sedî 80’ê wan Alman in.Kurd, Tirk û Ereb jî tên. Kesên ne Ew-rûpî ne bêtir pizza tonno dixwazin, lêAlman tiştên cûr bi cûr dixwazin.Ciwan bêhtir pizza margarita dixwa-

zin. Musulman jî hertim pirs dikin, kagoştê beraz di nav de heye an na."

Sîparîşên bi telefonê mirov fahmdike, ji ber ku di nava 5 deqeyan de 2-3 telefon tên. Lê sîparîşên bi e-mailê çine? "Em endamê malperekî înternetêne, ku tenê karê restoranan dike. Kesênku dilê wî pizza bixwaze li mala xwe diînternetê de dikare bigihî me. Di go-oglê de jî tenê ‘Pizza Herne’ binivsînin,‘Pizza NRW’ binivsînin bes e. Daxwa-ziyên wan bi rengekî rêzkirî bi faksê di-gîje me. Di 20 deqeyan de pîzzaya wanli ber deriyê wan e. Em heta 15 kilo-metreyan dikarin bibin."Güneş bahsa serpêhati-yekî dike. Rojekî muş-t e r i y e k îwan bir i y ae -mailêji wan rename dinivsîne.Ew muşterî ji ber ku di 20 deqeyan depizza ketiye destê wî, pir kêfxwaş bûye.

B e r-d e w a m i y awî Mahmut wihadibêje:"Piştî spa-siyê, nivîsandibûku li Almanyapolîs, ambûlans ûADAC gelek zûdiçin cihên kuli wan ha-tiye

b a n gkirin. Lê hûn

ji hemûyan zûtir pizzayêdibin navnîşanê."

Rûdaw16 Hejmar 17 | Sêşem | 27. Cotmeh 2009Keskesor

Rewa Ebdûllah

Rûdaw (Hewlêr) – XiristiyanênKurdistanê bi jinanîna keşeyan nerihetin, ji ber ku keşeyan wekî bavê xwe di-bînin û dibêjin; ‘’nabe bav bi keçên xwere bizewicin.’’ Xiristiyanên Kurdistanêgirêdayî Dêra Katolîk û Ortodoks in.Dêra Katolîk rê nade ku keşe bizewicinû her keşeyê ku jin bîne, ji keşetiyê dûrdixin. Lê di Dêra Ortodoks de jinanînakeşeyan asayî ye.

Herdû mezheb jî xwediyê wê nêrînêne ku ew keşeyên jin tînin, pileya wanji bo esqef, metran, patrîk û papa bilindnekin. Ji ber bi nêrîna wan, dayîna vanpileyên bilind pêwîstî bi hinek kesên jidervey karên olî, fikra ti tiştekî dinnekin heye.

Keman Mensûr 53 salî ye û yek ji Xi-ristiyanên girêdayî Dêra Katolîk ya ba-jarokê Enkawa ye. Mensûr ji dîtinekîolî ve jinanîna keşeyan red dike, ji berku bi nêrîna wî Xiristiyan wekî bavêxwe temaşeyî keşeyan dikin; “Her çikesê sifetê bav wergirt, nabe keçên xwebîne.”

Keşeyê Dêra Margorgîs yê li En-kawa, keşe Îşa Dawid yek ji wan keşe-yên ku jin anî ye û xwediyê 6 zarokane. Îşa di gotinên xwe yên ji bo Rûdawê

de got: “Di Ola Xiristiyanî de ti nivîsênolî nîne ku rasterast balê bikişîne ser ji-nanîn yan jî neanîna keşeyan, lê bi pişt-girêdana bi nivîsên Risûl Pols jiEl-Risaîl Dêra Ortodoks rê dide kukeşe bibin xwedî jin.”

Lê keşeyê Dêra Marqirdaxiya Şehîd,Dêra Katolîk ya li Hewlêrê, keşe Rey-yan Polîs dibêje: “Ji ber ku keşe nûner-tiya Mesîh dikin, ji ber vê jî divê wekîMesîh tevayî jiyana xwe ji bo xizmetaol û xelkê veqetîne. Her wiha divê bixwe ji dinyayê dûr bikeve. Keşe wekîbavê xelkê ne, nabe bi zarokên xwe rebizewice.”

Bi sedema rênedana bi jinanîna ke-şeyan, beşek keşeyên Katolîk dest ji ke-şetiyê berdane û beşek din jî ji bojinanînê mezheba xwe gûhertîne. KeşeÎşa Dawid bal kişand ser raporek ku dimalperek înternetê de hatî bilavkirin ûdibêje: “zêdetirî 5 hezar keşeyên mez-heba Katolîkan bi sedema rênedana bijinanîna keşeyan û sedemên din dest jidêrê berdane. Bi nêrîna Îsa Dawid, yabaş ewe ku dêrên Katolîk rê bidin wankeşeyên ku bixwazin jin bînin; “Ji bererkê keşe ne wekî pileyên din zêdeye ûeger jin jî bînê, dikare erkê xwe bi cihbîne.”

Elend Corc Rîhane ciwanekî Xirîsti-

yan yê 22 salî ye û girêdayî mezhebaKatolîk e. Bi nêrîna wî tenê erkê keşerêvebirina dêrekê ye. Ji ber vê, eger jinjî bêne, bandorê li ser karên wî nake.Ew jinanîna keşeyan wek karekî “erênî”dibîne û bi pêwîst dizane ku Dêra Ka-tolîk wan kok û bendan li ser keşeyan

hilbigre; “Ji ber gelek caran keşeyên Ka-tolîk tenê ji ber meseleyên jinanînê tênser Dêra Ortodoks.”

Her çend beşek xelkê guman dikinku keşe wek mirovên din bikarin bêseks bijîn, lê keşe Reyyan Pols ê ku ke-şeyê Katolîkan e dibêje; “Ez nikarim

bêjim hemû keşe seks nakin, ji ber hetaniha min guhdariya gotinek wisa neki-riye. Lê ew keşeyê ku bi tevayî di navapirtûka pîroz İncîl ê de kûr bibe û girê-dayî ayînê be, wekî xelkê asayî fikrasekskirinê nakin.”

Keşe karin seksê bikin?

"Pizza Peponne ji polîs zûtir digîje"

Mahmut Güneş 15 sal in ku karê pizzayê dike û dikare zêdeyê 110 cureyên midfexa İtalyan xwarin çêke. (Wêne: Rûdaw)

Xiristiyanên Kurdistanê zewaca keşeyan nîqaş dikin (Wêne: Taybet)www.a

rsiva

kurd

.org